Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,973
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,778
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Ev karwan naweste û ranaweste
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan
Li Tirkiyeyê bi dehan rojnamegerên girtî hebûn, herî dawî di 15’ê hezîranê de 16 rojnamegerên din li vê hejmarê zêde bûn û hatin girtin. Lê di kîjan şert û mercî de dibe bila bibe em ê karê xwe bikin û peywira xwe bi cih binîn. Bi vê mebestê ji bo Rojnameya Xwebûnê, di Girtîgeha Tîpa D a #Amed#ê de der barê operasyona li ser saziyên çapemeniyê û rojnamegerên kurd me hevpeyvîna vê hefteyê bi Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê #Serdar Altan# re kir.
Wekî rojnameger û hevserokê DFG’ê tu operasyona li dijî saziyên çapemeniyê û rojnamegerên kurd çawa dinirxînî?
Wekî tê zanîn çapemeniya kurd herdem di bin zext û zoreke giran de bû. Gelek hevalên me yên rojnameger di zindanan de ne û li derve ji bo ku rojnameger nikaribin bixebitin çi ji destê desthilatiyê tê dike. Helbet ev operasyona dawî jî bi vê polîtîkayê ve girêdayî ye. Desthilata AKP-MHP’ê ji bo ku tevahiya çapemeniyê bêdeng bike û civakê ji nûçe û agahiyan bêpar bihêle AKP ji bo muxalefeta li dijî xwe qels bike û bi awayekî rihet biçe hilbijartinê zextên li ser hemû sazî û dezgehên demokratîk wê zêde bikira. Dîsa dixwest civakê bi giştî tecrîd bike û bêdengiyê saz bike. Xala esasî ya vê planê helbet bêdengkirina çapemeniyê bû.
Di encama vê operasyonê de 21 rojnameger hatin binçavkirin û piştî 8 rojên di bin çavan de 16 rojnameger hatin girtin. Tu girtina rojnamegeran çawa şîrove dikî?
Li dijî çapemeniya azad operasyoneke wiha berfireh darbeyeke mezin bû. Di encamê de 16 rojnameger hatin girtin. Bi berfirehiya pêkanîna vê operasyonê xuya bû ku dixwestin beşeke mezin ji çapemeniyê bi temamî bêbandor bikin û tasfiye bikin. Jixwe dema mirov li çarçoveya operasyonê dinêre ev yek bi hêsanî xuya dike. Hevalên ku hatin girtin karê beşa dîtbariyê dikirin û her wiha her yekê ji wan di saziyeke cuda de xebat dimeşandin. Li aliyê din ne tenê kesayet hatin girtin, her wiha saziyên ku lê dixebitîn jî hatin desteserkirin. Dest danîn ser amûrên xebatê, saziyên me û bi rojan di bin dorpêça polîsan de man. Armanc ew bû ku bi vê rêbazê xebatên dîtbariyê yên çapemeniya azad rawestînin û xebatkarên wê berteraf bikin. Her wiha dewleta AKP’ê xwest ku hem qada çapemeniyê hem jî civakê çavtirsandî bike. Lê ev armanca wan pêk nehat.
Hem di pêvajoya binçavkirinê de hem jî piştî girtina rojnamegeran tu piştevaniya hempîşeyên xwe, sazî, sendîkayên çapemeniyê û civakê çawa dinirxînî?
Operasyona li hemberî çapemeniyê û girtina me xuya bû ku li derve dengek mezin veda. Di destpêkê de rojnamegerên kurd daketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Piştre sazî û dezgeyên Amedê, qada siyaseta demokratîk bertekên tund nîşan dan. Lê ji aliyê din ve çav li ser rojnameger û saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê bûn. Ji bilî hin rojnamegerên çepgir û demokrat, rojnamegerên Tirkiyeyê bi awayekî şermok nêz bûn û pir deng ji wan derneket. Piştî bertek zêde bûn û deng ji saziyên navneteweyî jî derket li Tirkiyeyê jî nerazîbûn zêde bûn. Lê dîsa jî dengê ku dihat hêvîkirin derneket. Li gel vê yekê jî bertekên ku ji raya giştî bilindbûn girîng û bi wate bûn.
Çapemenî çav, guh û dengê civakê ye. Em di serî de ji bo hempîşeyên xwe û hemû sazî, dezgeh û raya giştî spasiyên xwe pêşkêş dikin. Me bi tenê nehêştin û xwedî li çapemeniya xwe derketin.
Bi ya te bi vê operasyona qirkirinê ya li di jî rojnameger û çapemeniya kurd çi dihat armanckirin?
Desthilatiya AKP’ê pir ji rojnameger û çapemeniya azad ditirse. Bi taybetî jî ji çapemeniya kurd. Beriya 20 salan dema ku bû desthilat di destpêkê de hewl da ku çapemeniya xwe ava bike. Piştre hêdî hêdî çapemeniya azad kir hedef û ji bo bêbandor bike her rêbaz bi kar anî. Bi taybetî di van 10 salên dawî de AKP bû mîna melkemot û dijminê sereke yê rojnameger û çapemeniyê. Tê zanîn Erdogan digot: “ Pirtûk ji çekekê bêtir talûke ye.” Bi vê peyama xwe ev dijminahî pesend dikir. Piştî ev tesbît bê kirin dê ev operasyon hêsantir bê fêhmkirin. Jixwe tirsa wan a sereke çapemeniya kurd e. Ji ber ku hemû xirabiyên wan çapemeniya azad derdixîne holê û radixe ber çavan. Lewma bi awayekî çavsorî êrîşan dibin ser çapemeniya kurd. Di van salên dawî de medyaya mûxalîf bêtir hatibû bêbandorkirin. Ên ku li dijî wan disekinîn û dibûn dengê civakê çapemeniya kurd û hin aliyên çepgir bûn. Vê rastiyê wan pir aciz û tengav dikir. Lewma xwestin vî dengî bidin qutkirin.
Çapemeniya kurd ji salên 90’î ve herdem li rastî rewşên wiha hatiye. Lê gav şûnde neavêtiye. Li gor te dê ev rewş çawa derbas bibe û pêwîst e çi bê kirin?
Wekî te jî anî ziman çapemeniya kurd herdem di bin zext û zorê de bû. Dema em li rastî van zor û pêkûtiyan tên, em salên 90’î tînin bîra xwe. Ew salên ku ji agir, salên ku hevalên me li kuçe û kolanan dihatin qetilkirin, dîsa jî çapemeniya kurd tu carî bi paş ve gav neavêt. Herdem sînga xwe vekir li ber vê zordariyê û her çû mezintir bû. Mîna vê operasyonê gelek caran li rastî operasyonên wiha hatine. Tê zanîn di sala 2011’an de di bin navê KCK’ê de operasyoneke mezin li ser çapemenîya kurd pêk anîn. Dîsa di sala 2016’an de bi hinceta FETO’yê ‘rewşa awarte’ hatibû îlankirin û bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de bi dehan saziyên çapemeniya kurd hatibûn girtin. Wê demê hema bêjin ku yek saziyên vekirî nehatibûn hiştin. Tv, radyo, ajans, rojname, kovar û weşanxane tev hatibûn girtin. Lê çapemeniya azad careke din xwe ji xweliya xwe afirand û careke din saziyên xwe damezirand. Ev pêvajo heta îro hat. Bi van rêbazan nikarin îradeya me têk bibin. Hevalên me yên li derve ne jî hewceye bizanibin ku ev zilm ne domdar e. Bila her kes xwedî li sazî û dezgehên xwe derbikevin. Di serî de bila xwedî li nirxên rojnamegeriyê derbikevin. Bila xebatên xwe bimeşînin û bêtir bi pêş bixin. Bersivdayîna vê zilmê encax bi vî awayî bibe. Ger ev yek pêk were dê çapemeniya azad van rojên zehmet bi hêsanî derbas bike.
Ji bo rewşa çapemeniyê tu cudahiyeke çawa di navbera polîtîkayên AKP’ê û hikûmetên din ên berê de dibînî?
Li dijî têkoşîna gelê kurd û çapemeniya kurd hişmendiya hikûmetên Tirkeyeyê ji gelek aliyan ve dişibin hev. Lê di vî warî de tu hikûmet nagihije kiryarên AKP’ê. Ji ber ku ew rasterast dijminahiya gelê kurd dike û ji çapemeniya azad jî ditirse. Ji ber ku dizanin çapemeniya kurd li ber wan serî natewîne. Lewma her diçe zilma xwe zêdetir dike. AKP polîtîkaya qirkirin û tunekirinê dimeşîne. Bi kiryarên derhiqûqî dixwaze çapemeniya kurd bêbandor bike û ji holê rake. Bi van polîtîkayan rehmetê li rêveberiya serdema darbeyê dixwîne. Hikûmetên mîna ANAP, DYP, DSP û Refahê cesaret nedikirin ku bi vî awayî tevbigerin. Ev desthilatdar bi rêbaz û kiryarên xwe Goebbels ê wezîrê Hîtler tîne bîra mirov. Rasterast faşîzmê li ser civakê ferz dike. Ji ber wê jî mirov dikare bibêje ku di warê azadiya fikir û ramanê de û di warê azadiya çapemeniyê de desthilata herî xedar e.
Ez bawerim ev cara ewile tu têyî girtin. Tu wekî rojnamegerekî vê rewşê çawa dibînî?
Rast e, beriya niha gelek caran binçavkirin, lêpirsîn û vekirina dozan çêbûn. Lê ev cara ewile di zindanê de dimînim. Ji min re pir xerîb nehat. Ji ber ku kesên vî karî dikin jixwe dizanin herdem rêyeke wiha li pêşiya wan heye. Lê dîsa jî derdestkirin, qutkirina ji xebatan rewşeke zehmet e. Her wiha xebata ku em dimeşînin barekî giran li ser milên me ferz dike. Tu hertim pêdivî pê dibînî ku civakê agahdar bikî. Lê bi vê rewşê, ev pêywir bi carekê qut dibe. Her wiha rojnameger herdem di nava tevgerê de ne. Li qadê ne, li pey nûçeyan e. Ji ber vê rewşê helbet çar dîwar, heps û zindan jê re zehmet tê. Lê em dizanin ne belasebeb li vir in, bi vîna xwe em ê vê zehmetiyê jî pûç bikin.
DFG’ê mehane rapora binpêkirinên mafan, doz, binçavkirin û girtinên rojnamegeran amade dikir. Îro tu jî heman rewşê dijî, vê rewşê hesteke çawa li te peyda kir?
Demek dirêj bû ku wekî komele bi awayekî taybet em li ser rewşa rojnamegerên girtî disekinîn. Hema bibêjin her meh di raporên xwe de me cihekî berfireh dida hevalên girtî. Li aliyê din beriya çend mehan me raporek taybet amade kiribû. Ev rapor, li ser rojnamegerên di zindanan de bû û bi navê “Rojnamegeriya di nava çar dîwaran de” ye hatibû parvekirin. Mebesta me ew bû ku em bala raya giştî bikişînin ser rojnamegerên di zindanan de. Mixabin li wan hevalên di zindanan de 16 rojnamegerên din zêde bûn. Niha ez jî yek ji wan im. Dibe ku li derve me hewl dida ku em hevalên girtî fêhm bikin û bibin şirîkên hêstên wan. Lê jiyîna heman hestê tişteke cuda ye.
Bi rêya rojnameya Xwebûnê tu dixwazî ji rojnamegerên li girtîgehan û yên ku li derve dixibitin re çi bibêjî?
Divê hevalên me yên girtî bizanibin ku dilê me û yê xwîner û şopîneran bi wan re ye. Niha dibe ku em dîlgirtî bin lê ev dewran wiha naçe. Hevalên li derve jî, em dizanin ku dilê wan bi me re ye. Heta niha bi çalakî, daxuyanî û bi sekna xwe bertekên xwe nîşan dan. Ji niha û pê ve divê vegerin ser karê xwe û xebatên xwe bêtir bi pêş bixin. Bila baş bizanibin ku desthilatdar ji xebatên wan ditirsin. Em li zindanan in, lê em dizanin ku nifşên nû, hevalên ciwan ji bo pênûsa me li erdê nemîne amade ne. Ev karwan ranaweste. Çawa ku em şopdarên Apê Musa, Cengizan, Hafiz û Ferhatan bûn ciwanên ku vê kevneşopiyê bidomînin jî dê her hebin.
Ji bo heval û hogirên ku meraq dikin bi kurtasî tu dikarî behsa rewşa li zindanê bikî?
Em dizanin ku em ji bo çi li virin. Her wiha xwedîderketin û bertekên heyî motîvasyoneke mezin da me. Ji ber ku hevalên bi salan, bi deh salan di zindanan de ne, mirov naxwaze li ber rewşa wan behsa xwe bike. Ji xwe pirsgirêkek wisa esasî jî tune. Girtin bi xwe pirsgirêkek mezin e. Heta niha rojên me bi adaptasyon û bi cihbûnê derbas bûn. Niyeta me tuneye ku em heta demeke dirêj bimînin. Lê dîsa jî pêdivî pê heye ku mirov xwe li gor şert û mercan amade bike. Her wiha dema me bi xwendinên pirtûkan û nîqaşan derbas dibe. Car caran jî nivîsên ji bo çapemeniyê û nivîsandina nameyan.
Herî dawî gotin, bang an jî daxwazeke te hebe kerem bike?
Herî dawî, bila hemû hempîşeyên me û raya giştî bizanibin ku em çima hatine girtin. Em rojnameger in û rojnamegerî ne sûc e. Me xwest ku em rastiya gelê xwe ji cîhanê re ragihînin û rûyê reş ê xêrnexwazan raxin ber çavan. Berdêla vê çi di be bila bibe, em ji ragihandina heqîqetê venagerin. Bila her kes vê yekê bizanibe. Dîsa em bang li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê û qada navneteweyî dikin ku li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bêtir bilimd bikin. Bila bizanibin ku piştevanî û hevkarî mirov mezin dike. Ji her kesê re silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,096 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-07-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,096 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.138 KB 13-09-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.125 çirke!