Ev çend sal in ku dema em li şaneşîna xwe rûdinin û li taxa Toplu Konuta Seyrantepe ya #Amed#ê mêze dikin, dibînin ku kalekî destên wî li pişta wî û di nav xanîyan de li tişt miştan digere, lê bi tenê dar, êzing û textikan berhev dike, bi kindir û têlan girê dide û li dûv xwe dikişine û dibe.
Çend roj berî niha bi tesedufî em di nav Toplu Konutê de rastî kalê darvan û êzingvan hatin. Wî dîsa çend gulîyên daran bi kablo girêdabû û kindirê ku tim weke qayiş û kembera li piştê bû jî avêtibû serê loda daran û li dûv xwe dikişand. Bi piranî kurd dar û êzingan yan didin ser milê xwe, yan jî dikin piştî û li pişta xwe dikin. Lê ev kal dar û êzingan girê dide û li peyî xwe bi erdê re dikişîne. Dema me bi paş ve nêzîkî lê kir, min ji Rojînê re got, “ez ê ligel wî sohbet bikim û tu jî wêneyên me bigire. Darên wî yên ku li nava cadeya mezin ji girêya kabloyê vebûbûn û belawela bûbûn ew jî xwarê erdê bûbû û şaxên darên xwe didan serhevdû bi cî dikirin û heta hêza wî hebû serê kabloyê dijdand girê didan.
Em ber pê çûn bi dengekî bilind min silav da:
“Merhaba pismam!”
Dest ji girêdana darên xwe ber da, serê xwe rakir û bi awireke meraqdar li min nêrî. Dema em rû bi rû man, min dît ku xizanî, belengazî û xemgîniya salan li ser rûyê wî xwe nîşan dida. Bi awayekî westî bersiva silava min da.
“Merhaba û ser çavan!”
“Te îro êzingên xwe baş girê nedaye, înat dikin li pey te nayên?”
“Rast e, îro kindirê min ê dirêj ne bi min re bû, loma dikim nakim ji ser hevdû dikevin û ez nikarim li dûv xwe bikişînim.”
“Ev demeke dûr û dirêj e ku em te dibînin tu her roj derdikevî nav taxa Toplû Konutê û tim dar û êzingan ji bona şewatê ji xwe ra dibî.
“Rast e.”
“Tu van daran ji xwe ra ji bona şewata sobê dibî yan jî difiroşî?”
“Ev êzing têra germbûna mala me nakin. Firotina çi.”
“Em dibînin hinek kes jî kartonan berhev dikin û dibin difroşin. Tu çima kartonan berhev nakî?”
“Ma bira karton li ku hene. Ên ku erebokên wan hene kartonan kom dikin û dibin difiroşin. Ereboka min tune.”
“Erebokek bikire?”
“Ma ka pere? Pere tune, tu dibêjî erebok bikire.”
“Tu ji ku yî?”
“Ez ji gundeki Hezroyê me.”
“Kîjan gund?”
“Ez ji Hondofê me. Ma te navê Hondofê bihîstiye?”
“Belê min bihîstiye û dizanim li ku ye.”
“Tu ji ku yî?”
Ez ji Licê me.”
“Ji kîjan gundê Licê?”
“Ji navenda Licê me. Pismam te çima û kengê ji Hondofê bar kir û hatî navenda Amedê taxa Azîziyê?”
“Ew sala ku dewletê û korîciyan gundan şewitandin, me malê bar kir û em hatin vir.”“Sala 1993’yan an?”
“Sal tam nayê bîra min, lê di wan salan de bû.”
“Ma gundê we jî şewitandin?”
“Lê çawa! Gundê me du tax bûn. Hema berêvarekê esker û korîciyên gundê Sinê yê ku li ser Licê ye û çend gundên din derûdorê li gundê me girtin. Me ji malan kirin der. Agir berdan xanîyan û şewitandin. Em neçar man û me bar kir navenda Diyarbekirê. Wele îmkanên me tune bû ku em bi dereke din ve herin. Em hatin li vir bi cî bûn.”
“Niha li vir xaniyê te heye?”
Destê xwe ber bi berbajarên (gecekonduyên) Azîziyê ve kir û axavtina xwe domand.
“Ha li wir qulikekê xaniyê min heye, em di bin de star dibin.”
“Çend zarokên te hene?”
“Çar. Du zewicî ne û du jî li mal li cem min in.”
“Tu debara xwe çawa dikî? Maeşê te heye?”
“Na, maeşê çi, halê çi! Ma tu halê min nabînî.”
“Tu dixwazî vegerî gundê xwe?”
“Ez ê çawa vegerim gundê xwe. Ma gund maye ku ez vegerim gund. Ma Dihêlin ez wekî berê li gund bijîm?”
[1]