Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Derhênerê kuçeyên Amedê: Ozkan Kuçuk
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Derhênerê kuçeyên Amedê: Ozkan Kuçuk
Derhênerê kuçeyên Amedê: Ozkan Kuçuk
Derhêner Ozkan Kuçuk bi salan e ku ji bo sînameya kurdî di nav liv û tevgerekê de ye û mohra xwe li gelek filmên ku li kûçeyên #Amed#ê hatine çêkirin, daye. Filmên wekî ‘Li Serxaniyên Diyarbekirê’, ‘Mamoste Arsen’, ‘Pepûk’, ‘Li Kûçeyên Diyarberkirê’ amade kiriye. Em bi rehetî dikarin bêjin ku Ozkan Kuçuk, derhênerê filmên taxên Amedê ye. Pepûk filmê herî dawiyê yê ku beriya Sûr bêxirakirin.
Kuçuk herî dawî bi navê ‘Rojbash’ filmekî li ser şanoya kurdî çêkir. Em der barê filmê Rojbaş, naveroka film û belgefilmên Ozkan Kuçuk de axivîn.

Ez ê ji dawiyê yanî ji belgefilma honandî ya bi navê Rojbaşê destpê bikim. Te di Rojbaşê de dayê pey çîrokeke 25 sal berê. Gelo ev bi heman rengî tê maneya dîroka şanoya kurdî jî?
Filmê Rojbaş ez dikarim bibêjim ku li ser şanoya kurdî ye. Lê ne weke ku dîroka şanoya kurdî. Çîrokeke hunandî me nivisand. Lê ev çîrok behsa şanogerê kurd dike. Sala 1993’an an jî 94’an bû şanogerên NÇM’ê lîstikeke wan a bi navê ‘Rojbaş’ hebû. Gel ji vê şanoyê pir hes kiribû. Lîstikeke gelek dirêj bû û di nav gel de pir bi nav û deng bû ev şano. Min wek çîrokeke hunandî xwest wan hevalan careke din bimînim gel û weke ku careke din ‘Rojbaş’ê bilîzin. Piştî 25-30 kes werin gel hev, dê careke din lîstîkê bilîzin. Dema em bala xwe didin ‘Rojbaş’ê di salên 1990’î de di pêvajoya ku herî zêde êrîşên li ser kurdan zêde bûn, şer giran bû. Gel li Stenbolê ev şano temaşe dikirin. Sedema lêvegera min a vê lîstîkê jî ew e ku piştî salan di meseleya çand û zimanê kurdî de dîsa vegereke salên 90’î heye. Ji salên 90 î û vir ve heta niha gelek guhertin pêk hatin. Astengî hinekî wek ku kêm bibe xuya kir. Lê ev salên dawî jî nîşanî me didin ku di meseleya kurd, hebûna zimanê kurdî, çand û hunera kurdî, şanoya kurdî de wekî salên 90’î tê qedexekirin. Yanî dîsa hat heman cihî. Biryara ku ez ê dest bi ‘Rojbaş’ê bikim jî bi avêtina qayûm a li ser şarederiyê destpê kir. Yanî di sala 2016’yan de dema her tişt careke din vegera ser heman tiştê û gelek xebatkarên şanoyê ku gelek lîstîkê kurdî çêkiribûn û kar û berhemên bi kurdî baş derxistibûn, min biryar da ku ez dest vê lîstikê bikim. Li hember hemû zahmetiyên kişandî wan şanogeran dev jê bernedan wek tekoşînke bimeşînin dev ji kar bernedan. Min jî xwest wek belgefilm wan rojên, wan xebatên, wan bikişînim kamerayê. Di salên 90’î de şanoya kurdî di jêrzemînekê de destpê kiribû, min dêhna xwe dayê ku bi polîtikayên qayûm heman lîstîkvanan dîsa di jêrzemînekê de lîstikên xwe çê dikirn.

Yanî çîroka şanoyê jî wek meseleya kurd, bûye çîroka Sysphosî?
Erê rast e… Dîsa vegeriya serî. Qasî salek du salan ji bo dokumenterekî em xebitîn. Piştre min dît ku tişta ez dixwazim dernekeve. Êdî min dest bi rêbaza senaryoyê kir. Di senaryoyê de jî piştî 25 salan ev hevalên di şanoyê de têne gel hev. Her yek li cihekî ye. Gelek ji wanan dev ji şanoyê jî berdane. Hin ji wan sirgûnî welatên din bûne. Hin ji wan jî karên wan ên din hebû nexwestin tevlê bibin. Bi kinayî filmê ev e. Qala çîroka lîstikvanên Rojbaş û çerxa ango zivrîneka ku ji bo zimanê kurdî heman tişte dike. Mesela ji ber lîstika bi kurdî nikarin salonekê ji bo lîstikekê bibînin. Rastî astengiyê cuda cuda tên. Pişti salan her kes guherî ye. Di film de hem rastî heye hem jî xeyalên wan hene, hem jî rewşa îro heye.

Piştî filmê Pepûk te careke din berê xwe da çêkirina filmekî. Di nava van 5 salan de te çi kir, pêvajoyeke çawa derkete pêşiya te?
Ev pêvajo wek kes bi çîroka min ve jî girêdayî ye. Ez heya 2009’an jî li NÇM’a Stenbolê bûm. Piştre wek malbat me xwest berê xwe bide Amedê. Li Akademiya Sînemayê ya Amedê care yekem me beşa sînemayê ava kir. Me xebatên xwe bi kurdî dikirin. Me dersa sînemayê dida. Gelek şagirtên me hebûn. Di vê navberê de min dixwest ji aliyekî ve jî film bikşînim. Pêvajoyeke pir hindik be jî me bi hevdû re pir karên xweş jî kirin. Piştre ez hinekî ji akademiyê dûr bûm. Lê xebatên min disa dewam kir. Di vê pêvajoyê de min filme bi navê ‘Pepûk’ çêkir. Piştî Pepûkê nêzî sê salan ez ji sînemayê dûr ketim û li Odeya Bazirganiyê ez xebitîm û min karê çapemeniyê kir. Demek berê di qanala Azadî tv de şixulîm. Rojbaş jî hêma bêje di vê demê de destpê kir. Lê hem ji aliyekî polîtikayên qayûman, şewba koronayê û hwd. ev pêvajo dirêj bû. Di gelek aliyan de me zahmetî kişandin. Lê piştgiriyeke pir xurt jî hebû.

Bi filmê Pepûk te gelek xelatên derve û hundir girtin, tev li gelek festivalan jî bû. Gelo Pepûk ji bo sinemaya kurdî çi îfade dike?
Helbet ez ê nikarîbim bêjim Pepûk pir tişt guherand. Lê ez dikarim bibêjim ku ev film xwedî cihekî girîng e. Mesela te behsa xelata jî kir. Ez di vî aliyî de pir bi hêvîbûm ku dê xelatên baştir bigre. Her kes nikare bêje filmekî pir serkeftiye jî lê xwedî cihekî girîng e û asteke xwe heye. Mesela ji aliyê gelek kesan ve ew sahneya govendê pir hat hezkirin. Helbet ev yek li xweşiya min jî diçe. Film jixwe ew e ku sahneyeke wê ji bo her kesî xweş be.
Ji bo min esas tişta girîng ew e ku cihê Pepûk lê hatî kêşandin e. Ji kuçeyan, heta xanî, tax hemû wek tê zanîn ku hatin xerakirin. Belkî jî filmê herî dawiyê yê li wan taxên hatin xerakirin Pepûk be. Ez dibêjim giringiya vî filmî ew e. Heta di dema ku min film dikişan de di dilê min de bû û min digo em ê hê gelek filman li van kûçeyan çê bikin. Gelek çîrokên min ên din jî min dixwest ku ez çêbikim. Lê mixabin piştî şerê li Sûrê û pêvajoya qeyûm ku ew der xera kirin, her dever vala kirin, wek zeviya li wan deran kirin. Niha qaşo hin tişt li heman cihî çêkirin lê darek jî li wan deran nehiştin. Ev dijminatiyeke pir mezin bû helbet. Ne tenê li dijî kurdan, li dijî xaniyan, li dijî dar û kevirên û li dijî sûran jî dijminatiyeke mezin kirin. Ev yek ji bo min pir giran e. Pepûk wek filmê dawî yê ku li Sûra hatiye xirakirin e. Dîmenên dawiyê yê Sûrê ne. Hafize ye Pepûk. Ya din jî tu dikare li Amedê bi çîrokeke pir biçûk jî gelek tiştên xweş çêbike.

Wek mîna belgefilmên te yê ‘Li Taxên Diyarbekirê’ û ‘Li Ser Xaniyên Diyarbekirê’ jî çîrokên pir biçûk in. Heta jiyaneke rojane ye. Lê bi her awayî çanda kurdan jî nîşanî me dide ne wisa?
Ya rastî ez bi xwe ji vî terzî jî hes dikim. Li ser Xaniyên Diyarbekirê mesela 27 deqe tenê ye. Tenê behsa rojeke Amedê dike. Min xwest qala wê jiyana Sûriçî ya taybet bikim. Ji ber jiyaneke wê ya taybet heye. Kamera li ser xaniyan timî vekirî ye. Ev belgefilm jî dîsa li heman cihî di salên 2004-2005’an de min kişandibû. Min li cihên ku pişt re hatin xerakirin kişandibû. Di vî filmî de diyalog tune ye. Tenê mûzîk heye. Ji serê sibê heta êvarê ye. Li wan taxan jiyaneke kurdewarî hebû. Niha belkî li hin devaran berdewam bike jî lê piraniya wê hat xerakirin. Berê gel dane sîteyên ji betonên zuha. Di van sîteyan de hema bêja zarok tev êdî bi tirkî mezin dibin. Yanî çandeke jî bi vî awayî xerakirin.

Dema em bala xwe didin film û belgefilmên te ji filmên Pepûk heta Mamoste Arsên û hwd hertim bajarê Amedê heye, çîrokên li Amedê diqewime heye, rojeke li Amedê heye, taxên Amedê hene û hwd. Bi taybetî mekan Amed e, ji ber çi?
Amed bajarekî ku ji gelek aliyan ve hê jî têkiliyên xwezayî tê de hene, têkiliyên mirovan, têkiliya jin û mêran, tekoşîna jinan û di gelek mijarên din de xwedî naverokê têr û tije ye. Li gel vê jî paytext e. Ji aliyekî ve hem wek metropolekê ye hem jî dema tu hinekî diçe li nav taxên wê digere hê jî wek gund e. Her çiqas ku di van salên dawî de me pir rojên xerab derbas kiribin jî, ji xwe ev tişt hinekî jî bi hîskirinê ve girêdayî ye. Li ser Amedê her çiqas ku bi salane êrîş, tunekirin hebe jî, ruhekî ku tim li ber xwe dide û tu kes nikare ji holê rake, heye.
Sala 2003’yan ji bo min şensek bû ku min li Amedê pir wext derbas kir. Wê çaxê belgefilmekî ji bo festîvala çand û hunerê çêkir. Heta van salên dawî jî festîvalên çand û hunerê dihatin çêkirin. Festîvaleke pir taybet bû. OHAL bi dawî dibû. Pêşiya gelek tiştî vedibû di aliyê çand û ziman de. Behsa aştiyê dihat kirin. Taybetmendiya wê festîvalê jî ew bû ku ji aliyê NÇM’ê dihat hazirkirin. Me jî hem kargeha sînemayê çêkir hem jî tevahiya festîvalê me qeyd kir. Min û Zulfiye Dolu û ekîbeke me hebû. Ew wek belgefilma min a yekem bû ‘Piştî Salan Diyarbekîr’. Ez dibêjim niha jî ew belgeyeke cuda û girîng e. Mamoste Arsen jî me di wê demê de kişand. Li ser Xaniyên Diyarbekirê jî min wê demê kişand. Pepûk jî wan temam dike. Niha jî bi navê ‘Kuçeyên Diyarbekirê’ xebateke nû di destê min de ye. Yanî gelek belgefilmên min jî hevdû temam dikin. Li cihên ku min ev belgefilm çêkirî, ew jî mixabin piştî şerê li Sûrê hatin xerakirin. Di vî filmî de jî ez jê re dibêjim helbestfilm û ji ber ku ez bi dengê xwe qala çîroka wan kûçeyên hatine xerakirinê dikim.

Di Pepûk de jî heye; ya xwe dikuje, ya ku paş de gav diavêje, ya ku nikare xwe îfade bike û bêziman e dîsa qerektera jin e (Şîlan e). Ji ber çi ya herî bêhêz jin e?
Pirseke bi vî awayî li festivala Duhokê jî ji aliyê hevaleke jin ve ji min hat pirsin. Ew ê jî bi hêrs tişteke wisa ji min pirsî bû. Ez wisa nafikirim. Ji ber ku di wî filmî de mirin tune ye. Ji ber ku qerekter li nexweşxanê çavê xwe vedike. Belkî jî min hinekî ji şîroveyan re vekirî hiştiye û ew wek xeyaleke xuya dike. Yanî xeyalek be jî ew jin çavê xwe vedike. Jixwe mijara film ne ew jin e. Birayê wê bixwe ye. Tiştên ku bira dijî ye. Esas meseleya filmê guhertina bira-mêr e. Qerektera jin di wir de pir bi hêz e. Ne bêziman e. Mijara filmê ji mitolojiyê tê. Esas di mitolojiya Pepûkê de jî mesele ev e ku xwîşk û bira hevdû fam nakin. Ji ber wê jî yek dibe kujerê yên din. Ji hevdû bawer nakin. Lê di esasê mîtolojiya Pepûk de keçik birayê xwe dikûje. Lê ji ber ez behsa îro bikim min ew çîrok hinekî guhert.
Ez dixwazim vî tiştê jî bêjim ku dema me filmê Pepûkê dikişand jî bi rastî jî di ser serê me de balafir diçûn û dihatin. Heta di hin festîvalan de ev film ji ber vê meseleyê jî nexwestin xelatê bidin. Ev yek ji aliyê jûriya festîvalê ve ji min re hat gotin. Filmekî ku bi Kurdistanê ve eleqedar be jixwe polîtîk e. Ev jî rastiyek e. Helbet ev jî dibe meseleyeke sinemaya kurdî. Çawa ku li hemberî ziman û hebûna kurdan xetên datînin pêşiyê ev yek di gelek bizavên din de jî derdikeve pêşiya me. Ji ber astengiyên vê hişmendiyê jî gelek filmên ku kurd çê dikin nagihêjin armanca xwe. Yanî dixwazin ser rastiyê binûxmînin. Lê esas mesele ji ber tu bi kurdî çêdike her astengiyekê jî derdixin holê. Sînemaya kurdî bi vî awayî li Tirkiyeyê rastî gelek astengiya tê ji girtina fona heta gelek meseleyên din jî.

Bi filmên wek Bahoz, Ax, Fotograf te û Kazim Oz we bi hev re gelek karên sînemayê jî bi rê ve bir. Vê yekê ji bo sînemaya kurdî bingeheke çawa amade kir?
Her yek ji me li aliyekî be jî em herdû jî hê filman çêdikin. Ev yek tiştekî baş e. Yanî di wan filmên te navên wan gotî de ne tenê ez û Kazim bi dehan hevalên me hene. Me karekî kollektîvî dikir. Di nav van filman de keda gelek hevalan heye. Esas çîroka me û ya filmê Bahoz, Ax û Fotografê ew e ku em kollektîvek bûn. Ji senaryoyê heta çêkirin û kêşanê em tev bi hevdû re bûn. Me xwest bi vê kollektîvê jî rêya sinemaya kurdî vekin. Ez dibêm yek ji mîhenga sinemaya kurdî jî filmê Axê ye. Ji senaryoyê heta her parçeyekî wê karekî kollektîv e. Bi derfetên kurdan hat çêkirin, bi derfetên NÇM’ê hat kêşandin. Ax wê demê rêya sinemaya kurdî vekir. Di dema kêşanê de dema ferq kirin ku filmekî bi kurdî ye em ji gelek cihan hatin qewirandinê. Ji bo wê demê ez bêjim kêmasiya me ya wê demê jî ew bû ku me dikarîbû hê zêdetir jî filman çêbikin. A niha jî Kollektîva Mezopotamyayê bi ciwanan dewam dike. Herî dawiyê jî Festîvala Filmên Kurdî li dar xistin. Di filmên Rojbaş de jî em bi heman hevalan re jî xebitîn. Piştî salan em ji bo vî filmî jî bi heman kollektîvê re şixûl în. Xwezî em bi hev re karên din jî bimeşînin.

Ji bilî ‘Kûçeyên Diyarbekirê’ çi proje li pêşiya te heye?
Niha ez li ser çîroka du jinên dengbêj disekinim. Di nav film de hem komedî heye hem jî sînor heye, wek her filmekî kurdan. Helbet bêyî meselaya sînor ez dibêm qey mirov nikare zêde çîrokên kurdan bîne ziman. Jineke dengbêj dixwaze dengbêjiyê bike. Lê ji aliyê mêr ve tê astengkirin. Ew herdu jinên dengbêj jî li çareyan digerin û sînoran derbas dikin. Pir zêde naxwazim qala naverokê bikim. Di vê projeyê de jî hem dixwazim rewşa kurdan a îro binim ber çav û hem jî em hinekî bikenin. Navê filmê jî ‘Şûşa Dilê Min’ e.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,561 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-04-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,561 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1164 KB 13-09-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!