Hat ragihandin ku kompanyayên neftê yên li Herêma #Kurdistanê# kar dikin, plan dikin ku heta dawiya salê bi qasî 25 hezar bermîlan hilberîna neftê zêde bikin. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku tedbîrên Bexdayê bandorê li ser kompanyayên veberhênanê yên Herêma Kurdistanê dike.
Li gorî rapora malpera Iraq Oil Report, kompanyayên biyanî tevî zext û gefa yasayî ya ku Bexda li ser Herêma Kurdistanê disepîne, ew veberhênanên zêdetir li kêlgehên neftê yên Herêma Kurdistanê dikin û pêşbînî tê kirin ku berhem zêdetir bibe.
Di raporê de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku kompanyayên neftê yên biyanî guh nedane gefên qanûnî yên Bexdayê û veberhênanên demdirêj li Herêma Kurdistanê kirine.
Li gor raporta Iraq Oil Report, kompanyayên neftê pêşbînî dikin ku heta dawiya îsal berhemanîna neftê 25 hezar bermîl bê zêdekirin.
Pisporê Enerjiyê Behcet Ehmed beşdarî bultena aboriyê ya Rûdawê bû û got, “Zêdebûna berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê, heger bi awayekî plankirî were cîbicîkirin, gaveke erênî ye.”
Biryara Bexdayê bandor li kompanyayên neftê kir
Behcet Ehmed diyar kir ku di salên 2020-21an de ji ber tedbîrên tenduristiyê yên ji ber Coronayê li aliyekî û daketina nirxê neftê li aliyê din, veberhênana kompanyayên biyanî li Herêma Kurdistanê zehmet bûye û diyar kir ku paşê rewşa hilberînerên petrolê li Herêma Kurdistanê baştir bûye.
Behcet Ehmed bal kişand ser berdewamiya zextên Dadgeha Federal a Iraqê û Wezareta Neftê ya Iraqê ya li ser sektora neft û gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê û got, “Biryarên hikûmeta navendî ya Iraqê bandor li hemû kompanyayên neftê kir. Beşek ji wan kompanyayên ku niha li Herêma Kurdistanê kar dikin, ne kompanyayên mezin in, ne xwediyê serwetên mezin in. Kompanyayên ku ji bankên navneteweyî deyn werdigirin. Ji ber wê jî tedbîrên piştî biryara Dadgeha Federalî û cîbicîkirina biryara Hikûmeta Iraqê li dijî wan kompanyayan, rê neda ku hinek bank pere û deyn bidin wan kompanyayan da ku baştir veberhênanê bikin.”
Li gor raportên herî dawî yên kompanyayên neftê, di nîvê duyem a îsal de asta berhemanîna neftê li kêlgehên Sersing, Şêxan û Etrûşî yên Duhokê dê zêde bibe.
Kompanya armanc dikin ku hilberînê zêde bikin
Berhema nefta Herêma Kurdistanê di nîvê yekem a îsal de gihîşte 445 hezar bermîlan.
Li gorî pisporan, îsal bi bilindbûna nirxê neftê, kompanyayên neftê para xwe wergirtin. Her wiha, hin krediyên kevn ên 2019-20an jî hatin dayîn. Vê yekê hîşt ku tevî metirsiyên ji aliyê Bexdayê ve, kompanya zêdetir veberhênanê li zeviyan bikin, li bîrên nû bigerin û hilberîna neftê jî zêde bikin.
Kompanyaya neftê ya serbixwe ya Amerîkayê HKN Energy ragihand ku ew dê heta dawiya salê berhemanîna xwe ji 29 hezar û 700 bermîlan bigihînin 45-50 hezar bermîlan.
Hilberîna kêlgeha Şêxan a ku ji aliyê kompanya Gulf Keystone ya Brîtanî ve tê birêvebirin, di nîvê yekem a îsal de rojane 45 hezar bermîl bû lê kompanya armanc dike ku di nav 3-4 salên pêş de hilberîna xwe bigihîne 85,000 û 90,000 bermîlan.
Li kêlgeha Etrûşê ya ku ji aliyê kompanyaya neftê ya TAQA ya Îmarata Erebî ve tê xebitandin hilberîna neftê dê di dawiya vê salê de 2,000 heta 5,000 bermîl zêde bibe, ew jî ji ber ku bîrên nû têne kolandin û bîrên kevn têne nûjenkirin. Di nîvê yekem a îsal de berhemanîna neftê ya kêlgeha Etrûşê rojane 37 hezar û 125 bermîl bûn.
Li gorî Pisporê Enerjiyê Behcet Ehmed, ev berhem hejmareke sînordar a zeviyan vedihewîne.
Behcet Ehmed got, “Asta veberhênanê heta niha negihîştiye asta ku ji aliyê kompanyayan ve hatiye plankirin lê em dibînin ku piraniya deverên din ên Herêma Kurdistanê hatine paşguhkirin. Em dibînin ku hin kompanyayan di bîrên ku dixebitin de hilberînê kêm dikin. Sedema vê yekê jî tedbîrên Hikûmeta Iraqê ya li dijî Herêma Kurdistanê û kompanyayên biyanî ye.”
Behcet Ehmed her wiha daketina berhemanînê weke beşeke ji sedema ku li hinek deveran sondaj digihêje tebeqeyên keviran, lewma jî kompanya neçar in ku bi berdewamî bîrên nû bikolin da ku heta ku dikarin neftê ji zeviyê derxînin.
Çi qewimî?
Di 15ê Sibata 2022an de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û divê dahata hinardekirinê radestî Bexdayê were kirin.
Ev biryar ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bi tundî hat şermezarkirin û redkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrtî û Serokatiya Parlamentoyê ragihandin ku biryar siyasî ye û xizmeta çareseriyê nake.
Encûmena Bilind a Dadweriya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya roja 17ê Gulana 2022an de, teqezî li ser wê yekê kir ku nêzîkbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosyaya neft û gazê û gavên ku di vê derbarê de hatine avêtin, li gorî destûra Iraqê û yasaya neft û gazê ye ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye derxistin.
Encûmena Bilind a Dadweriya Herêma Kurdistanê bal kişand li ser wê yekê ku li gorî madeya 110 a Destûra Iraqê, desthilatên taybet ên derbarê dosyaya neft û gaza xwezayê de li derveyî desthilata hikûmeta federal in, Encûmenê ragihand ku madeya 112 a destûra Iraqê destûrê dide hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgehên berhemhênerên petrolê piştî sala 2005an li bîrên petrolê yên ku piştî sala 2005an hatine dîtin desthilata xwe daye hikûmet yan jî îdareya herêmê û diyar kir ku zeviyên neft û gazê yên Herêma Kurdistanê jî di nav vê çarçoveya de ne.
Encûmena Bilind a Dadweriya Herêma Kurdistanê dupat kir ku “Yasaya Neft û Gaza Xwezayî ya Herêma Kurdistanê” ku di sala 2007an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin, ne li dijî Destûra Iraqê ye.
Yasaya Petrol û Gaza Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê di 6ê Tebaxa 2007an de Yasaya Petrola Herêma Kurdistanê qebûl kiribû.
Li gorî yasaya ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pesendkirin, biryar hat dayîn ku Kompanyaya Nîştimanî ya Petrolê ya Kurdistanê ji bo karkirina petrolê li herêmê were avakirin.[1]