Di her welatekî yan herêmekê de gelek kevneşopî û cihên dîrokî hene û her deverek ji welat xwedî taybetmendiyek cuda ye. Her wiha, yek ji mezhebên nirx û sincên welat ên pîroz, çiyayên wê ne û bê guman ew şahidiya tevahî buyer, serpêhatî û serbihuriyên ku tê de diborin, dikin, dişopînin û cewhera wê rave û diyar dikin. Ji ber vê yekê Kobanê jî yek ji herêmên ku bi kaş an jî çiyayê xwe ve navdar û dewlemend e. Ew çiya bi navê #Miştenûr# tê nasîn, dîroka wê digihêje bi sedan salan ku şahidiya gelek çîrokên cuda-cuda kiriye û di her kêliyekê de jî destanên rûmetbûnê nivîsandiye. Ew kaş serweriya xwe li ser seranserî Kobaniyê dike, di hemû waran de serpereştiyê dike û xwedî rolek aktîv û çalak e. Miştenûr bi her destanekê ji bedewiya xwe, her çîrokekê ji rengê xwe û her efsaneyekê ji bêhna xwe, têrî tîna azadiya Kobaniyê dike û asîmana wê bi şêweyê xwezayîbûna xwe dixemilîne. Gava ku mirov lê meyze dike, hemû hestên cur bi cur, bi rengekî azad derdikevin holê, kela dilê bi milyonan mirovî radibe û lêdide, mejî dest bi dahûrandin û afrîneriyê dike, ji dihara wê mirov keserek dirêj û bê sînor dikêşe û bê dudilî ew eşq û evîna xwe di dil de kûr dike û diçîne. Di heman demê de ew ji Kobanê re, wek sîwan û palgehekê tê nasîn, şêwazê ronîbûyîna wê, nivîsandina her tîpekê ji tîpên berxwedaniyê û neqişandina dîrokeke bextewar, bi saya Miştenûrê gengaz dibe, bê guman ew lingê bingehîn ê serkeftin û pêşketina Kobanê ye û Kobanê jî her dem wek dara spîndarê xwe dispêre Miştenûra xwe. Her wiha di çîroka berxwedaniya Kobanê de em dikarin kaşê Miştenûrê wek nimûne û hîmeke bingehîn a serkeftinê bigirin dest, ji ber ku di dema cenga qîretê de, ew herêmek stratejîkbû ji bo pêşketina şoreşa demokrasiyê û binpêkirina faşîzmên dij mirovahiyê. Dema ku mij û moran li ser Kobanê berztir dibûn, singa Miştenûrê fedayî bû û kêlî bi kêlî bi xwînrijîna xwîna qehremanên xwe, camêriya hîm û latên xwe û wêrekiya dilê lehengên xwe, her li ser piyan dima û li beranberî êrîşên herî hov dibû mertala zindî. Miştenûra qeşeng pêşengtiya hemû berxwedanên efsaneyî dikir, bi rengê xwezaya xwe, hemû plan û qirêjiyên dagirkeran vala derdixist û her li pey azadiya canfelatên xwe diket. Li ser vî çiyayî li hemberî teknîkên herî pêşketî şerê azadiyê dihat meşandin û tê de gelek qehremanan destan nivîsandin, yek ji wan qehremanan a ku bûye sembola rûmeta Miştenûra Kobanê Arîn Mîrkan e, ji ber ku Arînê bi vînek ji agir, hêzek ji pola û bi ruhê gerîlayetî bi bombeya ku bi bedena xwe ve gerandî de, xwe bi tanga neyarên dij doza wekhevî û biratiyê de teqand û mohra xwe bi tîpên zêrîn li dîroka cengawerî û mirovahiyê xist. Di heman demê de ji xwîna Arînê bi hezaran tovên jiyanê li ser kaşê azad bişkivîn û hêj dipişkivin, pîvok û sosinên ku der tên bi şêweyê bedewiya wê xemla xwe girê didin, bi her sosretekê re bêhn û hêlma azadiyê bi xwe re tînin û ala berxwedanê ya ku her dem nîşana serkeftinê ye, her li asîmana Kobana berxwedêr diheje…[1]