Enqere
Berdevka Komîsyona Perwerdehiyê ya #HDP#'ê #Gulistan Kiliç Koçyigit# ji bo serdema destpêkirina perwerdehiyê axivî û got ku mafê perwerdehiya bi #zimanê zikmakî# mafê bingehîn e û ev yek bi derbas bijarkî nikare bê helkirin.
Ji bo serdema nû ya perwerdehiya li Tirkiyeyê, Koçyigit û Berdevkên Komîsyona Zarokên ên HDP'ê Nuray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz beşdarî daxuyaniyê bûn. Koçyigit li ser polîtîkaya perwerdehiyê got ku AKP şopa derbeya 12'yê Rezberê didomîne û bûye mîrasxura 12'yê Rezberê.
Li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî Koçyigit wisa got: Desthilatdariya AKP'ê bi dersa hilbijêrkî pêşî li vê digire. Ji bo dersa hilbjêrkî 79 mamoste tayîn kirine ku ev yek nîşan dide MEB (Wezareta Perwerdehiya Neteweyî) ne ji dil e, a rast ji bo xapandinê vê yekê dike. Em bi taybetî dibêjin mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafeke bingehîn e. Ev yek nikare bi dersa bijarkî bê helkirin. Ev nikare bibe meseleya tercîhê. Her ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê cih asta newekheviya li nav herêman zêdetir kûrtir dibe û di serî de zarokên kurd, zarokên çerkez, laz, ereb û yên gelên din ji mafê perwerdehiyê mehrûm têne hiştin. Li nav saziyên dewletê tunehesibandina zimanekî tunehesibandina wî gelî ye. Îro AKP-MHP bi hemû helwestên xwe gelê kurd, rastiya gelê kurd înkar dikin.
***
[1]