WEK SEMBOLEKE FOLKLORÎ MAR.
nivîsandina ji aliyê: J.E.CIRLOT.
Ji ingilîzî: Şehmus KURT.
Heke hemû sembol bi enerjiyê ve girêdayî bin wî demî mar û hemû cure û şêweyên marî, bi awayekî sade û zelal sembola enerjiyê bixwe ne. Sedemekî din yê belavbûna wateyên sembolîk yên marî ji vir tê: ew wate yan bi temamî bi marî ve yan jî bi taybetmendiyeke marî ve, bo mînak bi tevgerên wî yên çivaneyî ve tên girêdan. Mar bi şiklê guherandina çermê xwe ve, bi zimanê xwe yê bitirs ve, bi lêçûna werîsî ve, bi şikli êrişkirina nêçîra xwe ve û hwd. bi darê û kok û şaxên darê ve tên şibandin. Hêj hin sedemên din jî hene bo vê belavbûna marî: hin mar li ser daran dijîn, hin li çolan, heta marên avî jî hene ku di nava gol û deryaçeyan û çem û rûbaran de dijîn. Li Hindîstanê mar an jî ruhê wan ji ber sembola wan ya ava behrê ve tên perestin. Mar parêzerên çavkaniyên jiyanê û nemirinê ne. Herwiha dewlemendiya ruhê ya ku bi gencîneyên veşartî ve tên sembolkirin jî diparêzin. Wextê em berê xwe didin Rojavayê, gorî gotina Bayley mar sembola zanîna di kûrahîya de û razên çolan in ji ber ku şiklê wan yê çivaneyê dişibe şiklê pêlên behrê. Dîsa, mar bûne hêza serûbinkirin û zererdayîna kesên ku ji Behra Sor derbasbûne û Misir terk kiriye, ji ber hejmara wan a zêde û ji ber ku ajalên çolê ne bi vî şiklî mar bûne sembola ‘jirêderxistinê’ ji bo kesên ku sînorên hebûnê derbaskirî û gehiştine ‘ hişkbûna’ rûhê. Ji ber van raveyan e ku Blavatsky dibêje mar bi fizîkî sembola jirêderxistina madî ye ( wek jirêderxistina Jason ji aliyê Medea, ya Herkûl ji aloyê Omfalê ve û ya Adem ji aliyê Hawa’yê ve), bi vî şiklî ve bo me pêvajoya çivaneyî û çawa ku yê jêr di nava yê jor de yan jî yê pêşî di nava yê paşî de veşartî ye rave dike. Ev yeke ji aliyê Diel ve hatine dîtin, yê ku gorî wî mar ne tenê sembola mirovan ne, di heman demî de sembola hêmanên xerabiya ku ji yên berê bo me mayî ne. Heman fikr ji bo marê mîta Norweçî yê bi navê Mitgard jî derbasdar e. Di navbeyana mar û hêmanên jin/mê de têkilyeke diyar heye. Eliade li ser Gressman, mîta ku Hewa (jina Adem) wek îlaheyeke binerdî ya Fenîkeyî hûndurandî ye û wek mar teşxîs kiriye, ( herçiqas sembolkirina marî bi Lîlîtê, ya ku dijiminê Hewa’yê ye û ew ji rê derxistiye, baştir be jî) xebitîye. Ji piştgiriya vê yekê Eliade gelek.. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434142&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: WEK SEMBOLEKE FOLKLORÎ MAR=KTML_Link_External_End=