Yek ji yariyên qedîm ên #Kurd#an `Holanê` ye, holanê hem yarî hem jî werziş e. Zêdetir li devera #Colemêrgê# û Şirnexê tê zanîn, li gorî gotina xelkê beyzbola Amerîkî jî ji holanê ya Kurdan derketiye
Li qada werzişe ya Geverê amadekari ji bo yariyeke qedîm û Kurdewarî ya werzişe tê kirin. Navê vê werzişe “Holanê” ye û bi gotina xelkê bi sedan sal in li van deveran tê leyîzin.
Rahêner Sadullah Ozdil got “Holanê bi şeqan tê lîstin her yariyeke 20 kes hene tîmek ji 10 kesan pêk tê navê gogê holanê ye, yek diavêje yê din eger bikare bigre biserdikeve. Her kesê cend caran maf heye holanê biavêje bi vî rengî timek li beramber tîma din biserdikeve. Yariyeke xweş û Kurdewari ye.”
Rahêner berê Suphî Demir dibêje “Ji vê yariyê re digotin bêtkubêtin niha navê wê kiri ne holanê. Bêtkubêtin berê dema dileyiztin ser kevir li kêleka hev dihatin danan û darek li ser kevira yeki kevir radikir yê din bi darê xwe lê dixist.”
Holanê bi gogeke ku bi bend û ristan hatiye çêkirin û bi darên navê şeq tê leyistin. Her tîmekê de deh kes hene û hevrikiya hev dikin Li gorî îddiaya xelkê deverê, yariya beyzbola Amerîkî jî jî holanê ya kurdan ilham vergirtiye.
Yarîzan Ferzende Satî diyar kir “Ev e holane ye, bi şûşin bendika tê amadekirin. Berê jî me dikir holana daran heye dibêjinê holana şeqa hem jî holana gêxê heye.”
Yarîzan Izzeddin Donat ragihand “Holanê bab û bapîrên me derxistiye em jî vê yariyê ji nû ve zindî dikin.”
Yariya holene de li qada werzişe ya Geverê, parêzgar, Colemêrgê, qeymeqamê Geverê u xelkê navçeyê jî amade bûn
Parêzgare Colemêrgê Îdris Akbiyik got “Ez spasiya herkesê dikim. Em îro hatine bo yariya holanê, min berê ji ev yariye bihîstibû, bi salane li van deveran tê kirin. Îro ji bo Geverê destpek e. Em dê ji bo pêşvebirina vê yariyê xebatan bikin.”
Ji bo leyiza holanê ji gundên Geverê yarîzan amade bûn û plan heye ku edî hersal yariya holanê weke qahremani bête encam dan.[1]