Tîma futbolê ya parêzgeha #Amed#ê ya Bakurê #Kurdistan#ê Amedspor bi daxuaniyekê karvedan nîşanî qedexeya alîgirên xwe di lîstika ligel tîma parêzgeha Rihayê ŞanliurfaSporê de nîşan da û got: “Ev qedexdeyên alîgiran ên dijî tîma me ne tenê bo kluba me di heman demê de şermeke herî mezin e bo futbula welat. Futbol bi alîgiran xweş e.”
Biryar e îro 10ê Îlona 2022ê demjimêr 19.00 herdû tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û ŞanliurfaSpor li parêzgeha Rihayê ya Bakurê bên pêşberî hev.
Lê li gor zanyariyan Desteya Ewlehiya Sporê ya Rihayê berî lîstikê biryar daye ku alîgirên tîma Amedspor bo stadyûmê neyên wergirtin û hatina alîgirên wê qedexe kiriye. Li ser vê biryara Desteya Ewlehiya Sporê ya Rihayê, Amedsporê daxuyaniyek belav kir.
Amedsporê amaje bi wê yekê daye ku wan piştî vê biryarê peywendî bi serokê tîma Şanliurfasporê kirine û ji wan re gotine ku ew dixwazin alîgirên herdû tîman wek dû parêzgehên bira li listikê temaşe bikin û ti pirsgirêkek di navbera wan de çênabe û tevî ku ev daxwaza xwe ji saziyên ewlehiyê yên Rihayê re gotine jî lê daxwaza wan nehatiye qebûl kirin.
Amedspor dibêje “Ev qedexeyên alîgiran ên li dijî tîma me ne tenê bo kluba me, di heman demê de şermeke herî mezin e bo futbula welat. Ev qedexe dibin sedem ku alîgirên me zêdetir ji me hez bikin û pişta me bigirin. Futbol bi alîgiran xweş e.”[1]