Evîn Teyfûr di dîroka 09.09.1998'an de li bajarê #kobani#yê ji dayîk bûye. Dibistana xwe ya seretayî, Navîn û Amadehî li kobanî bi dawî kiriye. Ew derçûyê peymangeha ş.Gîvara Dalî ya biranşa #Ziman û Wêjeya kurdî# ye. A niha jî di Zanîngeha Kobaniyê de, beşa Ziman û Wêjeya kurdî dixwîne. Her wiha niha mamostetiya ziman û wêjeya kurdî li peymangeh û zanîngeha Kobaniyê de dike. Gelek çîrok, helbest û nivîsên xwe di kovar û rojnameyan de tê weşandin.
Di sêyemîn pêşbirka Ş. Viyan Amara de xelata Çîrokê ya duyemîn wergirt û di pêşbirika helbestan a ciwanan Canê Xelef a Hrrkê de, xelata sêyemîn wergirt.
Wek berhem jî, dosyeyeke ji 6 çîrokên zarokan amade kiriye û li ber çapê ye.[1]