(BI ZIMANEKÎ NAYÊZANÎN) DANASÎNA ZANAYEKÎ: APÊ MÛSA.
#Kenan Subaşı#
Govara PÊNGAV, s. 5-15, 2016.
MÛSA ANTER KÎ YE? Apê Mûsa, tam nediyar e ku di kîjan salê de hatiye dinyayê. Lê qasê ku wî û dayika xwe hesab kirine, ev derketiye holê: “Diya min digot, ‘Piştî Fermana Fileha tu hatî dinyayê.’ Ji ber ku komkujiya Ermeniyan di sala 1915an de destpêkir û di sala 1917an de qediya. Ez dikarim bibêjim ku yan 1917 yan jî di 1918an de hatime dinyayê.” Herçiqas heval û hogirên wî jê re gotibin: “Kuro Şêxo (Mûsa) eyb nîne ku tê biçî dibistanê? Tu yê bixwînî û piştre bibî Efendiyê me û me rezîl bikî?”2 dîsa jî Apê Mûsa xwend û bawer im ne tenê malbat, gundî, heval û hogirên xwe, gelê Kurd hemû ezîz û serfiraz kir. Ji ber vê yekê wî xwendina xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn jî li Edenê kir. Piştre çû fakulteya dadê ya Zanîngeha Stenbolê. Di sala 1941an de hate Stenbolê û piştê sê salên din şûnde bi keça Abdurrahim Rahmi Zapsu, Ayşe Hale Xanimê re zewicî. Bi navê Anter, Rahşan, Dicle sê zarê wan çêbûn. Mîna her zarê Kurdan ê hemiyetperwer Mûsa Anter jî bi derd, kul, keser û nexweşiyên xwe û yên gelê xwe gelek baş dizanibûn. Ji ber vê ji her tiştî re amade bû. Ji jiyanê bigre heya mirinê. Sedem ev helwesta wî bû ku zilm û xedir pê re hate kirin û di sala 1992an de li Amedê hate qetilkirin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434368&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: (BI ZIMANEKÎ NAYÊZANÎN) DANASÎNA ZANAYEKÎ: APÊ MÛSA=KTML_Link_External_End=