Elî Teremaxî: Kurd Kurdî Kurdistan.
#Kenan Subaşı#
Govara Pêngav, Hejmar 7, 06-06-2012.
Elî Teremaxî Kî Ye? Li gundê Termaxê ji dayîk bûye û piştî çûyîna ber dilovaniya xwe li wî gundî hatiye veşartin. Termax girêdayê qezaya Miksê ye ku ew jî berê li ser bajarê Hekariyê dihate hesibandin. Gund bixwe di navbera Miks û Hekariyê de ye. Navê Elî Teremaxî di hin cihan de jî wek “Termûkî”, “Termakî”, “Termûxî” û “Termoxî” derbas dibe. Zimanzanekî Kurdan ê Navdar e. Elî Teremaxî piştî hînbûna ‘ilmê fenê li cih û deverên weka Bexdad, Besra, Mosil, “Camiu’l-Ezher”a Misrê, Behdînan û Soranê digere û xwendina xwe ya medresan temam dike. Piştî tehsîla xwe vedigere gundê xwe û ji bo dersdayîna feqehan dest bi avakirina Medreseyekê dike. Di Kurdistanê de melayekî gelek navdar bûye. Derbarê rêzimanê de gelek zana bûye. Zimanê Erebî, Farisî, Kurdî û Tirkî zanibûye. Berhemên wî yên ku bi zimanê Kurmancî nivîsîne: “Moriya Yaqût”, “Kurêd Weten”, “Qewlê Yekane”, “Jiyîna Heqîqet Xewn e” û “Serf û Neha Kurmancî” ye. Lêbelê îro halê hazir berhema ku hatiye çapkirin û tê zanîn “Destûra Zimanê Erebî Digel Hinde Nimûneêd Farisî û Kurdî” ye. Destxeta vê kitêbê niha li bajarê Lenîngradê li Akademiya Zanistî ya Rojhilatê, (jimara destnivîsê c 1958), di binê parastinê de ye. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434378&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin; Elî Teremaxî: Kurd Kurdî Kurdistan=KTML_Link_External_End=