êbazên Dahûrîna (analîz)
Berhemên Hunerî
Rêya herî rast a têgihîştina hebûna diyardeya (olgû) hunerê di dahûrandina berhema hunerî de veşartiye. Li ser vê mijarê di serê sedsala 20an de baldarî dest pê kiriye û di 1915an de bi Heinrich Wolfflin, piştre jî bi Erwin Panofsky pêşketiye û berdewam kiriye.
Li ser vê mijarê armanc û xebatên herdu dîroknasên hunerê di bingeha xwe de li ser dahûrandina berhemên ku bi şêweya Ronesans û Barokê hatine afirandin meşiyaye. Di çarçoveya vê nêzîkbûnê de, di dahûrandina berhemên Ronesansê de, bi navê;
a- Rêbaza dahûrîna şêweyê,
b– Rêbaza dahûrîna îkonografîk,
c– Rêbaza dahûrîna îkonolojîk, sê rêbazên dahûrandinê bingeh girtine.
a- Rêbaza Dahûrîna Şêweyê:
Di serê sedsala 20an de Wolf-flin, li ser lêkolîna formê xebatan kiriye. Li ser dahûrandina berhemên Ronesans û Barokê pênc rêgezên bingehîn derxistiye holê. Van rêgezan di sala 1915an de di pirtûka xwe yê bi navê ‘’Têgihên Bingehîn Yên Dîroka Hunerê’’ de berhev kiriye. Ev rêgezên bingehîn di lêkolîna berhemên ku di sedsalên 16an û 18an de hatine afirandin, hatiye bikaranîn. Ji van rêgezan yek ji bo taybetiyên berhemên Barokê, yek jî ji bo taybetiyên berhemên Ronesansê hatiye bikaranîn. Wolfflin dibêje ku ev rêgez ji bo lêkolînkirina berheman têr dike, lê piştre Panofsky rêbazên îkonografîk û îkonolojîk ji bo dahûrandinê pêşniyar dike û tê fêmkirin ku rêgezên Wolfflin ji bo şîrove û fêmkirina berheman têr nake. Çimkî di berhemên hunermendên ku li gor şêweya Ronesans û Barokê berhem dane de, hin caran li derveyî şêweya gelemperî jî berhem hatine dayîn û ev rastiyek berbiçav e. Ji ber vê sedemê jî rêgezên Wolfflin ji bo dahûrandinê tenê têrê nake û kêm dimîne. Hin berhem van rêgezan bi temamî nîşan didin, hin berhem jî çend rêgezan li gor heyama xwe nîşan didin. Ji ber vê sedemê jî rêgezên Wolfflin, bixêzîbisîhî; rastek-kûrayî; forma girtî-forma vekirî; piranî-yekîtî û berçavî-nediyarî ji bo berhemên Ronesans û Barokê bi tevahî nayê bikaranîn. Her çi qas rêgezên Wolfflin ji bo berhemên nûjen neyê bikaranîn jî, divê berhemên nûjen jî ji aliyê şêweyê ve bên dahûrandin.
b- Rêbaza Dahûrîna Îkonografîk:
Îkonografî şaxekê dîroka hunerê ye ku li ser mijar û wateyên berhemên hunerî disekine. Ji ber vê sedemê jî di rêbaza dahûrîna îkonografîk de çîrok û alegorî tê tespît kirin, di navbera mijar û têgihan de pêwendî tê danîn û nîgaşên (îmge) berhemê tên dahûrandin. Rêbaza dahûrîna îkonografîk, ji hêla Panofsky ve ji bo dahûrandina berhemên Ronesans û Barokê hatiye bikaranîn, lê ev rêbaz ji bo dahûrandina berhemên heyamên cuda jî hatiye bikaranîn. Di vê rêbazê de wek mînak, di dema Bîzansiyan de mijarên ku bi teknîka mozaîk û freskoyê li dîwarên dêran hatiye neqişandin, di navbera van mijaran û Încîlê de pêwendî tê danîn û dahûrandina wan ê îkonografîk tê kirin.
c- Rêbaza Dahûrîna Îkonolojîk:
Di vê rêbazê de armanc, heyama ku berhem tê de hatiye afirandin, nirxên çandî, kesayetiya hunermend û rewşa çandê li ser berhemê çawa bandor kiriye tê dahûrandin. Bi vê rêbazê, ango bi dahûrandina îkonolojîk, em çanda heyama ku berhemê afirandiye, dîtina wê ya dinyayê û kesayetiya hunermend fêr dibin û berhem wek belgeyek argumanan dide me. Çawa ku di bin bandora felsefeya Skolastîk de, di heyama Ortaçaxê de ev dîtin bandor li berhemên wê demê kiriye, wisa jî di berhemên Ronesansê de jî felsefeya mirovhezî (humanîzm) derdikeve pêş. Ev rewş di pêvajoyên nûjen de jî derbas dibe.
Nûhat Deştî – *Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê[1]