Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,185
Wêne
  123,647
Pirtûk PDF
  22,057
Faylên peywendîdar
  125,231
Video
  2,185
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,033
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,430
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,670
عربي - Arabic 
43,726
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,505
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,507
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
32
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,817
Kurtelêkolîn 
6,788
Şehîdan 
4,525
Enfalkirî 
4,800
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,285
PDF 
34,630
MP4 
3,826
IMG 
233,005
∑   Hemû bi hev re 
272,746
Lêgerîna naverokê
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XII
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XII
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XII
‘Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#’
Zanistperestî
Ger zanist li pêy heqîqetê biçe dê xizmeta jiyanê bike. Çawa ku wate potansiyela heqîqetê be, zanist jî neçar e ku wateya rast pêş bixe û bibîne. Ango ne wisa be, dê veguhere lîstokekî di destê deshilatdaran de.
Însan hebûnekê civakî ye. #Civak#bûna xwe, deyndarî afirînerî û qebîliyeta xwe ya avakirinê ye. Ger zekaya hestiyar, di wateya navajoyî de refleksa însan a parastina xwe û zêdebûnê be; pêkanîna pêdiviyên xwe û pêdîviyên xwe rast tespîtkirin, ji bo vê ketina nav tevgerê jî encamê zekaya analîtîk e. Ji ber vê di pêşketina civakên însan de, tiştên yekemîn ên bi destê jinê pêşketine, zaninsta destpêkê ne. Ev îcadên ku bi civak û xwezayê re bi ahneg hatine pêşxistin, bi qasî derketina hêyvê ya mirovahiyê girîng û bi nirx e. Kedîkirina ajelekê, dîtina tovekê, çandina wê tovê û di encama çandinê de pêdiviyekê bi cih anîna wê berhemê, venasîna taybetmendiyên nebatan, ji bi tedawiyê şixulandina wê, ji bo hilberînê avakirina amûran; weke kedkarên zanistê girêdayî hewildanên jinê pêşketiye. Ger înkara vê înkarkirina mirovahiyê be, weke hêza pêşeng a berhemên ku di jiyana mirovahiyê de derketiye holê nedîtina jinê, encamê korbûna birdozî û hilbijartinek bi zanebûn e. Ji ber ku zanista serdema jina-dayîkê, armanca avakirina hêz û tekelê nahewîne, encamekê ku her kes dikare xwe bigehîne wê, jê sûd werbigre û bişixulîne derxistiye holê.
Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro zanist her tim hebû. Rûyê ronak a civakê tu caran ji zanistê qût pêşneketiye. Ji ber, her berhemê ku ji hêla aqilê însan pêşketiye, bi destê însan hatiye çêkirin. Ger zanist weke çalakiya însan a difikre û şîrove dike pêş ketibe, wê demê pêşketinên zanistê tenê di sedsalên 16 û 19’emîn û piştî vê girtina dest, nirxandinek bi sînor, berovajîkirin û çewtiyekê mezin e. Ger zanist bi zekaya esnek û azadiyê berheman zêde dike û diafirîne, ev pêvajoya neolîtîkê ye. Di vê demê de her tiştê ku însan keşif dike, li ser lêgerîn û meraqê pêş ketiye, her tiştê ku tê keşifkirin di jiyanê de bi rêbaza ceribandinê hatiye pratîkkirin û gehiştiye merheleyên cûda. Jiyan, weke labaratûara herî mezin ji ceribandina her kesê re vekirî hatiye hiştin. Her kesekê/î encamên xwe yên ku bi ceribandinan bi destxistiye bi civakê re parvekiririye, bi vê awayê di nav herikandina afirînerî û azadiyê de keşfên nû hatiye dîtin. Zanista rast, bêyî bikeve bin pêkutî û zordariyê, zanista ku tê pêşxistin e. Çiqasî hêza fikrandin û bi zanabûnê pêş ketiye, zanist jî ewqas pêş ketiye.
Ji lewra jinên ku herî zêde nêzî jiyanê ne û di nav jiyanê de ne, ji bo bi cih anîna pêdiviyên ku jiyan derxistiye holê û zanîna tiştên ku nayên zanîn weke kesên mezin ên zanistê pêşengtî kirine. Tişta ku jinên di serdema navîn de bi sucên pîresêrê hatin şewitandin dikirin jî ji vê cûdatir nînbû. Çi rast hatine, ku di serdema ku tê gotin zanist pêş ketiye de di bin navê pîresêr de şewitandina jinan, destê tunç ê zanista ku dibe desthilatdar nîşan dide. Sûcê van jinan bi zanabûn, naskirina nebatan, zanîna ‘gelo kîjan nebat ji kîjan nexweşiyê re ne baş e’, zanabûna xwe ji bo berjewendiyên civakê şixulandin û bi jiyanê re di nav hevsengiyê de jiyankirin e. Ya din jî li hemberî serweriya zilam serî netewandina wan, ji bo mirina wan bes hatibû dîtin. Piştî ku ev jin hatin kûştin, bi şewitandinê hatiye xwestin ku rihê wan jî were tunekirin. Ji ber ku li gor ferasetên wan diviyabû rihê wan jî li ser rûyê erdê nemîne. Dihat bawerkirin ku ew bi rihên xwe civakê bi rêve dibin.
Bi navê zanistê bendena jinê weke kadavra hatiye şixulandin û hatiye xwestin ku mahremiyet-nepeniya jinê ji destê wê were girtin. Ev feraseta ku jinê weke kobay şixulandiye, wekê însanekê nêzî jinê nebûye. Jinên ku weke cadî hatine sucdarkirin, bijîşkên destpêkê, botanîkçî û kesên zanistê yên destpêkê bûn. Bi vê qirkirinê, jin ji hemu qadên zanistê hatiye avêtin. Heyanî sedsala 20’emîn jinan negirtina tibbê, karên wekê hemşîretî û welidandinê li malan bi awayekê veşartî meşandina wan, ji aliyê kîlîseyê ve şîroveyên weke ‘ew jin zarokan dikuje û direvîne’ çiqas dişibe çîroka ku tê gotin Lîlîth weke cinekê zaroka direvîne û dibe daristanê.
Zanistên modern îcadên sedsala 19’emîn e. Piştî ku zanist bi hêzê bû desthilatdar, kapîtalîzm bi rêya li yek navendê komkirin û rêvebirina hemu danehevan saaziyên xwe li ser akademî û enstîtuyên lêkolînê meşand. Di vê derbarê de mêjiyên ku difikre li yek navendê kom kir; fikr û têgînên nû ji bo çêkirina amûrên nû şixulandiye û zanista ku teknîkê pêş naxe li gor berjewendiyên xwe nedîtiye. Encamên teknîkî yên zanist pêşî lê vekiriye, ji bo qadên kâr karibûye di astekê girîng de bigre. Ji ber vê yekê polîtîqayên teqez desteserkirina zanistê hembêz kiriye û zanistperestiyê pêşxistiye.
Zagonên biyolojî, kîmya, fîzîkê yên ku kesên zanistê pêşxistiye, bi daxistina civakê, vana ji bo bihêzkirina desthilatdariya xwe şixulandiye. Bi kapîtalîzmê re zanistê kirine amûrê mezinkirina berjewendiya komekê û berjewendiyê wan mîsogerkirinê. Zanistperestî, pêkutiyekî ku dethilatdariya zilam li ser jinê daye avakirin e. Zanistperestî, bi veguherandina wî ya ya amûrê mijokdarî û komkirina hêzê, li ser civakê weke hêzê operasyonê hatiye şixulandin.
Di modernîteya kapîtalîst de zanist pozîtîvist e. Ji bo pozîtîvîzmê rastiya herî bingehîn diyarde ye. Lê pozîtîvîzm tu car nabe tevahiya rastiyê. Diyarde, dîmenê rastiyê ye. Lê di pozîtîvîzmê de rastî bi xwe ye. Pozîtîvîzm tiştekî an bi giştî baş an jî xirab dibîne. Tiştên bireser dike mijarên perestînê. Civaka pozîtîvist, civaka ferazî ye. Medyatîk e, birêser e. Ne bi cewhera jiyanê re, bi aliyên wê yên şêweyî re mijûl e. Têgîna endezyara civakî, bi pozîtîvîzmê re girêdayî ye. Dibêje qêy, bi mudaxaleya derve ya li hemberî rastiyê, wê bikaribe wê biguhere. Pozîtîvîzm, pûtperestiya modernîzmê ye. Li şûna qanûnên xwedayê, qanûnên zanistê hatiye dayîn. Zanist, bi desthilatdarbûnê ve, azadiya xwe wenda dike. Ji ber cûdabûna kirde-birêser cih nade para şaşbûnê. An birêseriya pozîtîf an jî îzafiya kirdeyî; yek ji van her dû rêbazan bingeh girtin jirêketinê jî bi xwe re aniye. Ev rêbazên ku veguherîne çekên birdozî, rolekê ji çekên leşkerî hîn xetertir û qedexeker lîstiye.
Zanistperestî, di qada perwerdê de ji bo herikbariya fikr weke çekekî girîng hatiye nirxandin. Kes û civak bi navê bireseriyê ji qada metafîzîk hatiye dûrxistin, bi rêya ceribandinê ber bi pozîtîvîzmê ve hatiye dehfdan. Bi zanistperestiyê re materyalîzm û metafîzîk ji hev hatiye cûdakirin, weke dû aliyên dijî hev hatiye nîşandan û bi vê awayê an bi mêyzekirina îdealîst an jî bi materyalîzma diyalektîk vesazbûnekê nû ya zihnî hatiye avakirin. Ev feraset civakan, zayînan, xwezayê parçe kiriye, weke çîn ji hev dabeş kiriye, yekîtiya di navbera wan de qût kiriye û gihandiye rewşekê dijî hevdû.
Li pergalên ku zanistperestî heye navend hatine avakirin, li derdora van navendan de nîvendên hêzê hatiye birêxistinkirin, yek ji van nîvendên hêzê yê din perçiqandiye û bi xistina bin desthilatdariya xwe îrada wî şikandiye û nasnekiriye. Zanistperestî vêya ji rêzê dîtiye, diyalektîka pêşketinê bi hîn cûdakirinên weke zeîf-bihêz, dewlemend-feqîr, jîr-bê aqil, kole-axa, yên li jêr-ên li jor daxistiye tebeqeyan. Zanistperestî di warê avabûn û şêwegirtina ferasetê de ji bo şerê taybet cihekî pir girîng girtiye û di mijarên zirav de bi temamkirina şerê taybet kes û civakê dîl girtiye.
Zanistperestî weke pîvanê pêşketîbûn û pêşketinê dayite hesibandin, li ser vê bingehê bi mêyzekirina oryantalîst çand, ziman, gelên cûda biçuk hatiye dîtin. Ji ber zanistperestiyê teoriyên netewa jor derketiye holê, mudaxalekirina pitikê di nav zikê dayîkê de çêbûye. Di bin navê mudaxaleya zêdebûna hejmarê, cînsa ku hatiye mudaxalekirin bûye zarokên keç. Bi destê zanistperestiyê bombe, çekên qirkirinên mezin, enerjiya nukleer û hwd, bi tenduristiya civakê re hatiye lîstin û bi aqilê însan li ser civakê gef hatiye xwarin, bi vê awayê hatiye terbiyekirin. Kî bihêz be, amûrên wê yên teknîkî bi saya zanistperestiyê zêde bûe û gehiştiye asta ku ji bo mirovahiyê xeteriyan ava bike.
Tê dîtin ku dewletên heyî li ser însanên biyonîk, çekên biyonîk robotên biyonîk ên şer dişixulin, bi vê awayê ji bo projeyên dikare hêdî hêdî dawiya gerdûnê tîne pere diherikînin. Zanist, di esas de hişê hevpar a civakê ye, lê di vê hewzê de tenê hebûna cihê desthilatdariyê û bi qasî avê peşikandina hawirdorê civakê kirina xwedî para zanistê bê guman rêbazekî şerê taybet e. Hevkêşeya zanîn-hêz-desthilatdarî rê lê vedike ku zanîn dijberî civakê were şixulandin. Mînak şerê ku li Kurdistan’ê tê meşandin, encamên teknîkê li ser esasê berjewendiyên xwe şixulandina dijmin e. Hemu saziyên zanistê, di wê rewşê de ne ku di bin venêrîna hêzên hegemon ên girêdayî wan in û xizmetê wan dikin. Ji îstîxbaratê heyanî teknîka çekan, ji polîtîqayên ku li hemberî gelan tê pêkanîn heyanî her cûre plansaziya mijokeriya aborî, pêşnuma esasî bi van saziyên fikrî tê avakirin û aqilê ku danehevê mirovahiyê ye ji bo hilweşandina mirovahiyê tê seferberkirin. Şerê ku xwe dispêre vî, bê guman bi îlankirinekê bi çav tê dîtin xwe derdixe holê, bi awayekê veşartî li dijî civakê weke ku şixulandinek xwezayî be kar dike. Zanistperestî bi awayekê cewherî ev e, ango wesfekî ku bi şerê taybet re wekhevîbûnê dihewîne tê penasekirin.
Zanistperestî bi qûtbûna jiyanê re weke amûrekê ceribandinê, bi destê desthilatdariyê gehiştiye rewşa dijberiya civakê û asta ku zayîndperestiyê ava bike. Bi zanistperestiyê re îradeya serbixwe ji holê hatiye rakirin. Zanistperestî weke amûrekê bireserkirinê, bûye amûrê yekane ya bidestxistina danehevên maddî ya kapîtalîzmê.
Di encamê polîtîqayên zanistperestî û zayînperestî de, jin tenê weke biyolojîk hatiye bidest girtin û penasekirin. Jin bi sê sifatan hatiye penasekirin. Ol jinê weke dayîka pîroz, diyardeya bingehîn a feodalîteya Serdema Navîn bidestgirtiye; kapîtalizm jî weke hezkiriyê jêveneger bidestgirtiye. Di modernîteya kapîtalîst de jinan weke cadi sucdarkirin û şewitandin qirkirinekê mezin bû, bi tunekirina jinê kapîtalîzm xwe birêxistin kir. Rêbertî dibêje; “di kapîtalîtalîzmê de jin biresera cinsî ye, melîkeya metayan e. Tenê amûrê berdewamiya ajar, koleya modern e. Karkera erzan e, koleya herî li jêr e û ya ku keda wê tê xwarin e.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,073 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
Gotarên Girêdayî: 40
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 26-10-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Kategorîya Naverokê: Komelnasî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 17-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 17-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 17-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,073 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.188 çirke!