Dergeh:
Mijara #Rexne#yê, mijareke pirr fereh e, lewra dixwazim bibêjim, ko ez dê bi we re di çarçewa Rexneya #toreyî,# di #başûr#î rojavayî welatê me de, xwe bilivênim, tevî ko ew jî zor e ji ber ko ta niha ziman û toreya me li wî parçî qedexe ye û nivîskar an jî lêkolîner neşê xwe bigihîne hemî makderên ko belavbûne, çimkî pir ji wan nivîsan piştî xwendina wan dihatin sotandin, sedem jî hun hemî dizanin, vêca ez dê hewl bidim li gor zaniyarên xwe û bîreweriyên xwe( gelekcaran) mijarê dest pê bikim.
Têgeh= Zarawe „ Terminologie“ û pênasîn:
Li berahîkê di vê mijara xwe de, em pêrgî sê têgehan dibin:
1. Rexne
2. Tore
3. Rexneya toreyî
Rexne:“ Krîtîk“
Peyva Krîtîk, peyvek e grîkî ye Kritiké“Techné“ wateya wê= hunera nirxandinê ye
Kritikos= hunera jihevcudakirin û nirxandinê ye
Di Latînî de wateya wê, hunera nixandina helbestê ye.
pirek e di navbera helbestê û cemawer(xwêner) de, diyarkirina xalên bi hêz û ên bêhêz di berhem de, hunera gumanlêkirinê ye û şirovekirina sedemên kartêkirina berhem (text= peyam) li xwêner(peyamwergir).
Şêweyên rexneyê jî ev in:
1 Rexneya erênî: pesindan û çepiklêxistin
2 Rexneya neyênî: geryana li xalên reş di peyamê de
3 R. Konstruktîv „ Sazker= avaker“: nirxandin di gel belgeyan bi mebesta sûdwergirtinê.
4 R.destruktîv „ Herifandin“: ew rexneya ku li her xalekê bi guman seyr bike û têbîniyên bêsûde li ser peyamê an jî peyamhinêr binivîse „kesayetî“ ¹
Rexne li nik Jean Yves Tadié « çirûska ko berhemên kevin ronî dike, an jî dahênanê di wan de dike, an jî desthilatdariyê li ser wan dike bê ko mîna wan biafirîne“²
Northrop Frey dibêje : » pêdiviye rexne bibe zanist, ji ber 2 dêmên wê hene, yek berbi toreyê ve diçe û yê din berbi diyardeyên rewşenbîrî ên din ve, ên xeleka komelayetî û civakî ya toreyê pêktînin »³
Yvan Watt dibêje : « Rexne ew nivîse ko bi tenê berhemekî rabixe, bê ko binirxîne »4
Ji van pênasînan tête diyarkirin ku têgeha rexneyê bi pir şêweyan hatiye danîn, ne tenê wilo jî belkî her rêbazeke rexneyî ji xwe re pênasînek daye vî têgehî.
Rexne ne pêveyekî toreyê ye, belkî hevalbend ya rast bi xwe jî tore ye û tore bê rexne pêşnakeve, çimkî deq nikare hemî rastiyê derbixe, Rexne deq têne panava eşkerekirinê, ji ber wilo jî Spinoza rexne weha dibîne “ rexne li ser pêpeloka avahiyê ye, ne ya naverokê, ji ber girift ne danîna rastiyekê şûna ya din e, belê guhertina cihê rastiyê di bizava ravekirinê de ye. Pirs nema ew e:Nivîs rastî dibêje? Lê nivîs çi dibêje?” 5
Rexne pirs e, beriya ku bersiv be, şirovekirin e beriya ku hukmek be, nirxandineke beriya ko êrîşek be. Rexne rexne ye, zayendekî toreyî ye mîna helbest, roman, çîrok û.. pirtir ji wilo jî bê rexneyê tore di nav mij û temê de ye.
Lê ka em binerin, gelo peyva rexne rast e an jî peyveke din heye?!
Rexne ji 2 kîtan pêk tê rex û ne, ji xwe rex tê wateya kêlek, lê eger em temaşe bikin, em dê bibînin ku pîtên Rexne û nerx yek in lê cihê wan hatiye veguhestin û eger em li wateya wê jî biner in, gişt hemî jêderan behsê nirx kiriye û ereban jî kiriye Neqid wate nirx, an jî dirav û dibêjin ew ê rastiyê ji nerastiyê derbixe, lewra behwer dikim ko peyva nirxandin rastir ji Rexne ye. Ji bilî wê destê min negiha wê makdera ku yekemîn car ev peyv bi kar hatiye û ne jî dizanim kengî û li kû deverê. lê peyva Rexneyê cihê xwe girtiye.
Albier Teboudiè di gotara xwe de ya bi navê Phiziolojiya rexne 3 cureyên rexneyê ji hev cuda dike:
1 Rexneya bilêvkirî“ yadgarî û namebihevguhertin, rojname ( rojnamevan)
2 Rexneya pisporî ew rexneya ku mamosteyên zankoyan bi kar tînin ev rexne. Ew jî bi erkan radibe:
1. parastina dema buhurî
2. pesindana toreyê û şirovekirina wê ku ne tenê zanîna zanistên mirovane bike zanîna deqên dema xwe
3 Rexneya hunermendan: ew rexne ye ya ko hunermend bi kar tînin”6.
Literatur= Tore:
“Literatur : Latînî : nîvîsîna pîtan e, daneheva nîşanan e, çîrokên ku di pêpeloka diwem de bi kar tên. Literatur ziman e, ew yê bi hizran mişt. Toreya nirxgiran ew ziman e, ê bê sinor bi hişmendiyê dagirtî ye“7 ( Ezra Pound)
„Literatur“ Kevin“: nivîsîna nivîskarekî/ê li gor zagonên ciwaniyê ên taybet. „ Durv, Naverok, mezinbûn, armanc, hevgirtina deq, zayendek (Helbest) be, û ramana berhem jî hebe“
Literatur“ a nû: her nivîsa ku bête nivîsîn ew tore ye. Lê eger pêdiviye ciwaniya nivîsê wek faktorekî sereke be, nimûne helbest an jî berhemên hunera peyvê, ew berhemên ku ziman roleke bingehîn dilîzin, ne tenê ku ziman bi erkê ragihandina nûçeyan rabe, belê ziman bi xwe jî avahiya( Struktûr) berhem ya taybet be û nirxê zimên ê taybet hebe. Ji vê yekê tê gotin ev ziman helbestî ye.»8
Di pênasîna toreyê de, gişt hemî jêder di yek baweriyê de ne, bo nimûne J.P.Sarter dibêje: “ tore diyarkirina xalên nepenî di mirov û cîhanê de”
Tore li def Z.Theodorv ew e” tore ne tenê geryana li rastiyê ye, belê ew rastî bi xwe ye” 9
M.Kondêra di pirtûka xwe de “Hunera Romanê” dibêje: “ Tore, hewldaneke ji bo ronîkirina hêleke tarî ji hebûna mirovayetiyê” 10
Rexneya toreyî:
„Ew nivîsîn in, ên dihingivin berhemekî, bi hûrbînî tête xwendin û pêşanîkirin an jî li ser tête peyivîn“11 ”
Têkiliyeke pisporî ye di nêvbera xwêner û toreyê de, gera li dûv nirxê berhem e. Rexnegir bi xwe, hunermend e, mirovekî taybetmend e, têgehiştî ye, dişê rê û resim û nirxê berhem biparêze, pêşkêş bike, bi berpirsiyarî li gor pîvanên hunerî û êstatîkî (Ciwanî) û normên zanistî rexne bike. Bi hizir, têgehiştin û rastiyên kesayetî „Subjektîv“
Girêdayîne“ 12
Rexneya toreyî berhemeke dikeve bi xizmeta xwêner û berhem de, li gor kartêkirin û nîşanên hundir û derve berhem dinirxîne.
Ev Rexneya toreyî dikare çape be „ Pirtûk, kovar, rojname” û dikare media be“ TV û êzge“ 13..
Ji vê bêhtir dikare îro Digital jî be „ Internêt“.
„Theorie“ Bîrdozî“: Texmînek e di çarçewa siruşt û durvê mijarekê de dilive, ko em dikevin nav de û pêwendiyên wê ên hundur vedikin. Ango têramandina di mijarekî de û bi şûn ve li ser mijûlbûn û guftûgokirin.
Methode“ Rêbaz“: raxistina alavên teknîkî û danîna yasayên hûr bo wan. Mijûlbûn li ser mebestên ko rexne bo wan di liv û tevgerê de ye“14
Ekol , rêbaz, bîrozî û dibistanên rexneyî:
Li vir dixwazim çend nimûneyan ji rexnegerên cîhanî bi nav û deng bînim, an jî ên li ser dîroka rexnegirî nivîsîne, da em bibînin ka ew çawa dibistanan parve dikin.
Jean Yves Tadiè, di pirtûka xwe de ya bi navê Rexneya toreyê di sedsala 20an de rexneyê weha rêz dike.
1 Formalîstên Rûs. (russische Formalisten, formalistes russes)
Xeleka Moskowayê 1915-1930.Schoklovisky-Thomaschevsky, Tiniyanov, R.J.v
Xeleka Prag 1926. Prof. W.Matheuisus, Mukarowisky, Vaşvk û R.Jacobson
2 Rexneya Elmanî. (Die Deutsche Kritik, critique allemande)
3 Rexneya hiş ( Kritik des Gewissens,Critique de la conscience)
Dibistan Gênf, M.Rîmon, G.Poliè, J. Russè, J.Starobinsky§
4 Rexneya derûnî (psychoanalytische Kritik, Critique psychoanalytique)
5 Rexneya sîberî Xeyal (die Kritik der Imaginären, C. de l, imaginaire)
6 Rexneya civakî a toreyê (soziologie der Literatur, Sociologie de la Litèrature)
7 Zimanzanî û Tore (Linguistik u. Literatur, Linguistique et Litèrature)
8 Watedariya toreyê (Semiotik,Sèmiotique de la Litèratur)
9 Helbestiyane ya toreyê ( Poetik, poètique)
10 Rexneya avaker (genetische Kritik, la critique gènèntique)
J.Y. Tadiè çend têgehên din bi kar anîne, da ko prosesa xalên rexneyê diyar bike, ew jî evin : ravekirin û prozentuala ravekirinê, avahiya jîwarî û ravekirina lêkdanewî.
Lê em dibînin dema Roland Barth ê Simiotîk behsê rexneyê dike çend têgeh û zaraweyan bikar tîne mîne, Rastiya rexnegir, çêj, zelalî, Simbol, û aloziya şirovekirinê.
Di pirtûka xwe de ya bi navê Tore an jî dîrok, pirs dike Rexne çi ye û bersivê dide:
„ Her rexneyek, rexneya berhem û rexneya xwe bi xwe ye jî“ 15
Z. Theodorv di pirtûka xwe de ya bi navê Rexneya li ser rexneyê, dibêje: „ Hemî tişt ravekirin e“ û weha rexneyê û şêweyên wê parve dike û dibêje ev rêbazên rexneyî ne ne ekol in:
1 Rexneya nû Hermeneutique ( Ravekirin)
2 Rexneya Derve
3 Rexneya avahiyan ( Structuralisimus)
4 Rexneya Derûnî an jî Freud î
5 Rexneya Sosiyologie, civakî
6 Rexneya dîrokî.”16
J.Starobinsky di pirtûka xwe de rexne weha rêz dike bê ku tu navî li wan bike, aya dibistan e an jî rêbaz in, an jî bîrdozî ne, lê bêhtir bi ser theoriya toreyî ve diche, ji ber dibêje: „ çendî rexnegir xwe bi rewşenbîriyê dewlemend bike dê bizanibe çawa guhertin di theoriyan de çêdibin û guhertinê li têgehiştina berhemên toreyî de dikin“17
Lewra jî weha rexneyê û şêweyên wê rêz dike:
1 Rexneya Sosiyologie civakî
2 Rexneya şirovekirina derûnî
3 Rexneya Strukturalîzim û post strukturalîzmê
4 Rexneya diyardeyî „ Phinominologie“
5 Rexeneya zimanevanî.”18
Baxtîn yek ji wan ên ku bi hişekî vekirî li toreyê temaşe dikir bê ko ta bi dawî bête hesanbkirin li ser dibistanekê, qonaxên ramanî ên rexneyê weha dît:
1. Phînomînologie
2. Sosiyologie
3. Linguistik
4. Dîrokî
5. Poetik.
Lê stûnên karê rexneyê li ba Baxtîn weha bûn:
– Daneheva hemî hebûnên madî û dubare lêkdana wan di ajotineke siyaqeke dîrokî de.
– Bikaranîna ravekirinê bi alîkariya zagonên civakî, derûnî û biologie jî
– Şirovekirin rêka diyalogê ye ku azadiya mirovane bizîvire.19
Li vir Baxtîn û Sartre digihin hev ko „ Wate azadî ye, ravekirin bikaranîna wê ye.20
Ji hêla rexneya Simiologie ve jî rola Umberto Eco ji bîr nabe, ko ew li nîşanan diger û di rêya nîşanan re, deq ji hev dixe û dîsan lêkdide. Grûpên mîna Tel Quel û J.Chirstiva jî ko ji hêla Intertextulitè „ Hevdeq= Hevheyber“ ve roleke wan î berçav heye, ko ew jî mîna N. Frey dibêjin hebûna deqên kevin ên ên nû de tim heye û pêdiviye berawird bibe „ daneberhevkirin“. Nûnerê rexneya nû li Italiyayê Benetto Croce pêramandina ko di hundurê rêbazekê an jî ekolekê de rexneya toreyî binivîse hilnabijêre, lê daxwaza pêkanîna alavên nû di nivîsîna rexneyê de, ku serbixwe û azad bin û nekevin bin badora tu hêlan.21
Di postmoderinîzmê de, têgeha rexneya toreyî ji bo lêpirsîna nirxan di toreyê de, tête bikaranîn.
Postmoderinîzim rexneya toreyî celebek û zayendekî toreyî dibîne û weha lê temaşe dike, ji ber wisa jî lêkolîna di vî babetî de, dubarekirina rûdanên zimanevanî dibîneû mîna durv û nîşanên têgehan dibîne û wisa jî rexne=Tore di astengê de dibîne.
Li vir Nûser= xwêner= rexnger e.
Jürgen Schiewe di sala 1998an de li ser xwêne”Rexnegir” di mijara xwe de got: “dîrok zimanê rexnengirtinê ye, ko lêkolînên nû rexneyê mîna rêbazekî toreyî dibînin, lê bi dûrv û qalikekî nû” 22
Rexne di toreya kurdî de:
Bo her dosttoreya kurdî diyar e, ka çima ta niha rexneyê cihê xwe di toreya me de negirtiye. Belkî pir rewşenbîrên qedirgiran ta îroj jî dibêjin “ bela bi kurdî, ko çawa jî be”. Lê gelo eger em li paş xwe bizivirin, em dê nebînin ka çendî ziyan ji ber vê hevokê gihaye toreya me, bê ku em astengan jî i bîr bikin?!
Bo em vegerin babeta xwe, ka kengî, di kîjan belgeyê de, û kî gotar nivîsîne, ko em navê rexneyê li wan bikin, li gor wan pênasînên jor ên me nivîsîn!.
Ez dê bi lez û bez behsê tişta ko di vê dema kurt de, pê agahdar bûm bibêjim, lê dê li ser 2 pirtûk ji wan sê pirtûkên ko ta niha derketî rawestim.
Piştî geriyaneke li gotar, têbînî û pirtûkên rexneyî bi zaraveyê kurmanjiya jorîn li başûrê rojava, me dît ko hijmareke baş ji gotar û têbîniyên rexneyî curecur di kovarên kurdî de belav bûn, lê mixabin nehatine serhev, ko bibin hêzek û bandora xwe li toreya kurdî bikin.
Her ji destpêka weşana kovara Hawarê de û di himara yekem, rûpelê 5an seydayê hêja Dr. Kamîran Bedirxan gotarek bi navê “ Edebiyata welatî” nivîsiye. Dr. K. Bedirxan di gotara xwe de, bi sivikî dihingivê rexneya sosiyologie, dema dibêjê” Edebiyata welatî, ew edebiyat e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji stiran û laje yên wî hilêt. Kaniya wî dilê milet, hiş û heyata wî ye Her wekî nas e, fikr û his di dora zimanî de dêgehînin hev, û her ziman û fikr û hisên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigire û ew pê rediguhêzin, û pey zimanên xwe dikevin” 23
Ji ber ko Hawar destpêk bû, lewra rexne tê de kêm bûn. Belkî kem nivîskaran pir agah ji toreya cîhan û ya kurdî jî hebû. Lê dîsan rûpelên Hawarê ji vî celebî ji toreyê bêpar nemane, seydayê Cegerxwîn, di hijmara 22an de, li ser hespên xweşxwanên kurdî gotarekê dinivîse û tê de diyar dike ku hespên xweşxwanên kurdî 4 in û weha dibêje: “Tu bizan ji rê ve hespên xweşxwanên kurdî çar in.
Ê çeleng û ê laxer û ê sivik û ê rewan. Hespê çeleng du gavan davêje. Hergavekê pênc movik tê de hene. Ê laxer du gavan tavêje. Hergavekê şeş movik tê de hene.Ê sivik du gavan davêje û hergavekê heft movik tê de hene. Ê rewan du gavan davêje û hergavekê heşt movik tê de hene. Ez hêvî ji heval û hogiran dikim eger kêmaniyek di hespên min de dîtin bire rast bikin û derbas bin çiku hespê çê bi ketinekê fihêtkar nabî”24
Rexne û gotara herî balkêş di zimanê kurdî de di salên 50î de, ku bi rastî wek rexne mirov dikare nav lê bike û wek destpêka rexneya kurdî bihesibîne, pêşgotina hêja Dr. N. Zaza, ko ji Dastana Memê Alan re nivîsî bû. Dastan Memê Alan, ji hêla çapxana Kerem li şamê hatibû çapkirin. Di vê pêşgotinê de, Dr, Zaza balê dikişîne li ser beramberhevkirina metolojiya Girîkan û yên miletên din û kurd jî û nimûneyan tîne ko pir nêzîkahiyê li Memê Alan dikin. Dr.Zaza bi hosteyî li ber buyer, cih, amaje, nîşan û liva dastanê radiweste. Ev şêwe rexne, ne gelekî kevin e di cîhanê de, belkî hinek guhdar bibêjin, ko ev berawerkirin e, lê ez dibêjim nexêr navê wê rexneya li ser rêbazên Hevheyberiyê ye ( Intertextualitè ye, ku pêşî N. Frey û di pey re salên 80 û 90 J. Kristiva, û grupa Tel quel û digel wan jî rexneya simiolojî ku Barth, Pier Jiro û ta radeyek Derrida jî meyldarê vî cureyî rexneyê bûn. » Ewropiya berî me qiymeta wê Naskirine(Memê Alan » û lez dane xwe ku vê destana evîneke pak û bilind, bi laş û bi gewdebûna rûçikên miletê kurd ên berztir, bêxine pêş xwendewarên xwe.
Dr. Zaza di dema xwendin û guhdariya xwe ji vê Dastanê re, bi hûrbînî lê temaşkir û pirsên mezin li hemberî wî derketin wek wî bixwe gotî û ew pirs bi nav kirin:
1. pirsên dîrokî “ bingehê wê ji Isa Pexember pir wê da ye”
2. Dîroka qehremanên Destanê” Di wexta mezinahiya Iraniyan de, dewlemendiya imperetorên wan bê payan bû. Padîşah carnan Furs û carnan kurd bûn..”
3. Rewşa edebî . “em dirêj nakim. Eger em bigerin hîn pir tiştên hêjatir dikarin peyda bibin“
4. Pirsên civakî
“Di vê pêşgotina xwe ya dirêj me xwest dewlemendiya çîrokeke kurdîbêxine ber çavan. Di Memê Alan de, hîn pir tişt heneku divê bêne derskirin. Me bi tenê di vî warî de rêyeke biçûk vekiriye”25
Ji bilî dı wan gotaran de jî pır gotar dı kovarên din de hene, eger bibûna bıngeh dikarîbûn bibin bınaxeyeke baş ji bo rexneya kurdî, lê mixabin ta niha negehaye hev. Kovarên mîna Stêr, Aso, Zanîn, Pirs û yên din, pır gotarên bi nirx himbêz kirine.
Bêguman li van demên dawî jî hindek berhem hatine weşandin û hin di kovar, û malperê Internêtê têne weşandin. Ji xwe pirtûk li ser tiliyan têne jimartin. belkî pirtûka seyda, Deham Ebdilfetah “ Nerînek rexneyî” ko li ser behemên çend helbestvanên başûrê rojava ye, di destpêka salên 1990î de li Şamê hate weşandin û di pirtûkên seyda Heyder Omer, yek ji wan li ser Cegerxwîn e û ya din, li ser seyda Osman Sebrî ye. Herdû pirtûk jî ji çarçewa lêkolînên şêweyên dibistanan derneketine. Ew gotar, an jî sirincên rexneyî, ko di malperan de têne weşandin, bêhtirîn ên wan nahingivin deq, lê dihingivin nivîskêr.
Rexnegirekî baş çi dike?
Rexnegirê baş berê xwêner berbi pirtûk û gotara xwe ve dibe xwêner vedixwêne xwendinê. Çirîskên pêşîn ji pirtûk destnîşan dike, ev çirîsk dikarin çirîskên dîrokî, zimanî an jî her heyokeke ku taybetmendiya nûser balkêş dike, ji bilî ko rexnegir bi xwe jî xwedî rêbazekê be di nivîsîn de û zimanekî di asteya lêkolîn û rexneyê bi dest xwe ve bîne.
Di civatên paşketî de, peyva rexne tim bi hêla neyênî û xerab vebestiyayî ye, tevî em dizanin ko rexne ne weha ye, belê nirxandin û nirxpêdana berhem an jî deq e.
Rast e erkê rexnegir girêdana têkiliyan di navbera xwêner û berhem de ye û ronîkirina quncikên tarî di deq de ye, lê nayê wê wateyê ku pêdiviye ta bi derziyê ve bike, çimkî êdî em li vir dê pêrgî xwênerekî bêkêr bibin.
Li def gelek rexnegiran mîna R. Barth „xwêner bi xwe nivîskar û xwêner û rexnegir e“ 26 .
Pêdiviya rexnegir binivîse bo çî berhemê li ber daye ber nirx û lêkolînê û ziman û navroka berhemê daye ber lêkolînê ravebike,
ji bilî wisa jî divêt li xwe bipirse aya wî ev berhem di demeke bo wî baş de xwendiye?
Aya bandorê derdorê lê hebûn? Bi wateyeke din pêdiviye rexnegir li xwe mukur bê ka dema wî rahêjte vî berhemî di çi rewşê de bû, an jî ew agahiyên têra rahiştina berhem bi dest xwe anîne?
Rexne ne ev berhem baş e an jî nebaş e, belê şirovekirin û xwendina element û regezên ko di nav xêzan de hene ne di xêzên nivîsî de. Wate regezên nebeşdar amede bike.
Di dawî de dixwazim lîsteya daxwazên Adorno li jêr binivîsim çimkî behwer im ev daxwaz bo her rexnegirekî û her demê dibin:
„ Pêdiviye nûser rexneyê van xalan pêk bîne:
1. autonom be serbixwe
2. bi hûrbînî û çavsorî li berhem seyr bike bê ko bigihe sînorê kesayetiyê. Tenê di çareçwa tore û berhem de bimîne.
3. pêdiviye di zeviyê ko rexne lê digirê agahdar û ta radeyekê rehber be, di hunera berhem de têgehiştî be.
4. pêdiviye bandora hukmên hineke din lê nebe.
Toreya rexnegir:
1. aste û qalîteya wî bilind û berz be
2. bi civakê re rast û hevdem be” têbînîyên min li vê xalê hene”
3. girêdayî pîşê çandeyê be
Karê wî kartêker be:
1. Hêdî hêdî baweriya xwe biaffrîne, ango piştî xwendina berhemî.
2. Pêdiviye rexne mîna toreyê li gor pêveçûna civakê bête dîtin û tegehiştin“.27.
3. „pêdiviye rexnegir amade be, bîr û rayên cuuecur ji hev derbixe û nekeve bin kartêkirina tukesî ta bigihe wê radeyê xwe ji desthilatdariya xwe bi xwe jî rizgar bike.“28.
Rexne bi hêztir dibe eger, rexnevan agahiyan li ser mtêbîr, raman û berhemên nûser bizanibe, çimkî barê wî sivik dibe û çirîskan bo xwêner ronîtir dike.
Ji bilî wilo çend têbîniyên teknîkî hene gereke rexnegir jibîr neke.
Navê jêderan, weşanxane, sala weşanê, cihê weşanê, hijmar û pîvanên pirtûka ko li ber nirxandinê ye hijmara rûpelan, navê nivîskar.
Tiştekî din pir giring heye, pêwîste rexnegir xwe dûrî taybetmendiyên kesayetî ên nivîskêr bike û rêzê li nivîsîn, nûser bigire û ew bi xwe jî xwedî bingeheke rewşenbîrî û stîlekî taybet û pal bide ser bingeh û stûnên Zanistiya toreyî.[1]