Di tesnifa ku Aristoteles (teqriben 335 berî bûyîna Hz. Îsa) ji bo metnên edebî kiribû de sê cûre metin hene: Metnên; -epîk, -lîrîk û -drama.
Ji bo peyva epîk di Kurmancî de herwisa nesr û pexşan û ya lîrîk jî nezm tê gotin. Helbet ev serenavên cûreyan in û her cûreyek di nav xwe de cûreyên din dihewîne.
Di nav metnên epîk de di serî de roman, çîroka klasîk, fabl, anekdot, çîroka mînîmal ú helbet kurteçîrok cî digre – digel binbeşên van cûreyan-. Di nav metnên epîk de kurteçîrok û çîroka mînîmal yên herî nû ne. Her çi metnên din in, ew bi sedan-hezaran salan ji van herdu cureyan kevintir in. Şert û mercên derketina kurteçîrokê -û piştî wê yên çîroka minimal-bi jiyana modern re eleqedar in. Short story wek cûreyeke edebî di sedsala 19an de li Amerîkayê bi nivîskarên mîna O. Henry, William Faulkner, Ernest Hemingway, Edgar Allan Poe û hinekên din derdikeve pêş û belav dibe. Ez nabêjim “bi wan derdikeve holê” ji ber ku di dîroka vê cureyê de li hin welatan, yên wek Almanya û Fransayê, gengeşî hene. Mesela di Almanî de cûreya Novelle/Erzählung dikare wek pêşengê kurteçîrokê bê dîtin.
Meriv dikare bibêje ku belavbûna kurteçîrokê, populerbûna wê bi saya nivîskarên Amerîkî, jiyana bajarî û medyaya rojname û kovaran bûye. Lewra bi taybetî rojnaman ciyekî sînorkirî ji bo çîrokên kurt vediqetandin û diviyabû nivîskar jî çîrokên xwe li gorî vê bihûnin. Vê tişta han hem li ser çawaniya çîrokê tesîr kir, hem jî di nava civatê de ew populertir kir.
Belê, piştî vê girîzgahê em bidin dû kurteçîrokê.
********
Kurteçîrok wergereke rasterast a ji gotina Îngilîz short story ye: short – kurt, kin; story jî çîrok e. Ev navlêkirin di gelek zimanan de wek wergera motamot a vê peyvê rûniştiye û di Kurdî de jî êdî di rewacê de ye, lê digel vê belavbûnê jî hin caran dibe sedema tevliheviyê jî. Lewra ev peyva han hem kurteçîrokê, hem jî Novelleya Almanî bi nav dike. Novelle yan jî bi navê wê yê din, Erzählung, ji romanê kurttir, lê ji kurteçîrokê dirêjtir e û di edebiyatê de cûreyeke bi serê xwe ye (novel di Îngilîzî de ji bo romanê tê bikar anîn, divé ev herdu cûre tevlihev nebin).
********
Belê, îcar em werin ser xisûsiyetên kurteçîrokê. Gelo prototipa kurteçîrokê çi ye? Tişta ku çîrokekê dike kurteçîrok çi ye? Helbet kurteçîrok xwediyê prototîpekê ye û tiştên wê dikin kurteçîrok û wê ji metnên din yên epîk diqetînin hene. Mesela, gava meriv bi mecazekê, ku di gelek kitêbên teorîk de belavbûyiye, ferqa wê û romanê nîşan bide, meriv dikare vê bibêje: Gava tu deriyê malekê hetanî dawiyê vedikî û tevahiya hundirê malê dibînî, ev roman e. Lê gava tu derî tenê hinekî vedikî û tenê perçeyekê, qismekê ji malê dibînî, wê demê ev kurteçîrok e. Yanî tu bi saya kurteçîrokê tenê perçeyekê ji tişta behsbûyî, dibînî. Pêşî û paşiya wê, serî û dawiya wê nabînî; -tenê perçeyek, lehzeyek, bîstek, sehneyek…
Di çend noqteyan de ez dixwazim taybetiyên kurteçîrokê nîşan bidim, ku yekûna wan, tevahiya wan metnekê dikin kurteçîrok. Helbet di her çîrokê de ev taybetî tev nayên dîtin, lê pirraniya wan esas in ji bo kurteçîrokê.
1. Wekî ji navê wê jî xuya dike, kurteçîrok kurt e. Rojnameyan ji bo kurteçîrokê di destpêkê de 200-300 rêz; dû re 100 rêz tayîn dikirin. Ev taybetiya madî helbet tesîrê li ser tevahiya tevna çîrokê, li ser dem û zimanê wê, li ser awayê vegotinê dike. Yanî bibe-nebe, tu mecbûr i perçeyekê ji jiyanê hilbijêrî. Ji ber vê jî belkî pêdîvî zêdetir bi îma, alegorî û mecazan çêdibe.
2. Mijar, stîl û figur: Mijarên kurteçîrokê ji jiyana rojane ne û divê însanê ji rêzê bi kêşe û problemên xwe mijara kurteçîrokê be. Çawa ku mijar ji jiyana rojane ya mirovên ji rêzê be, herwisa ziman û uslûba wê jî divê bi vê re mutabiq be. Bi gotineke din, divê ziman û karakter, ziman û figur li hev bên. Ji ber vê jî divê zimanê kurteçîrokê zimanekî rihet be, hêsan be. Ji ber ku bûyer, figur û mjar ji jiyana normal in, uslûba wê jî divê ya axaftinê, ya qisedanê be. Ji ber vê Marx (1997: 65) dibêje “uslûba telegramê” jî dikare di kurteçîrokê de bê hilbijartin. Ji aliyê figuran ve herî zêde sê figur di kurteçîrokê de hene, lê bi pirranî yek yan dudi ne. Lewra ji ber kêmbûna cî, derfet tune ku zêdetir figur tê de cî bigrin û werin teswîrkirin.
3. Cî: Ji ber ku ji bo îzahkirinê ciyê nivîskar derfeta ku ew zêde li ser cî kêm e, mehdûd e, bisekine, nabîne. Ji ber vê jî bi pirranî di cumleya/paragrafa pêşîn de behsa mekan dibe, ku gava roleke wî di çîrokê de hebe. Ji ber sînorê heyî, mekan nayê guhertin.
4. Vegotin (anlatıcı): Ev yek ji mijarên bingehîn ê kurteçîrokê ye û divê bi hessasiyet were hilbijartin, da ku têkiliyeke xurt di navbera xwendevan û çîrokê de bê avakirin. Di pirraniya kurteçîrokan de “vegotina her tiştî dizane” (auctorial) yan jî ya olîmpîk nayê hilbijartin, da ku ev têkilî çêbibe, loma jî yan “vegotina ezî” yan jî ji perspektîfa figurekê yan jî rasterast diyalog cî digrin. Bi vî awayî bûyer/çîrok dibe perçeyek ji hizra xwendevan û tenasûkek di navbera wî û çîrokê de çêdibe.
5. Destpêk û dawî: Ji ber ku kurteçîrok tenê kêliyek ji bûyerê, ji jiyanê distîne, teswîr dike, îmkana ku bi girîzgahekê destpê bike, nîne. Loma jî hema rasterast dikeve nav çîrokê. Cumleya pêşîn, hevoka pêşîn perçeyek ji çîrokê ye. Û çawa ku bêyî amadeyî destpê dike, herwisa di nîvê bûyerê de jî çîrok diqede. Yanî bi mecaza destpêkê ez behs bikim: Çawa ku meriv gava di ber malekê re derbas bû, di deriyê vekirî re tenê perçeyek ji malê (ji çîrokê) dibîne û ji xwe re di serê xwe de di heqê malbatê de hizrek ava dike, qedandina kurteçîrokê jî wisa ye. Dawiya wê tune, tenê sehneyek ji jiyan/bûyerê ye.
Helbet her yek ji van xalên min behskirî, dikarin dûr û dirêjtir bên îzahkirin û di edebiyatnasiyê de jî jixwe li ser wan bi sedan tez û nivîs hene, lê min xwest di vê nivîsê de yekûna ji bêjinga xebatên li ser kurteçîrokê bi awayekî kurt raxînim ber çavan û meraqdarê kurteçîrokê bi hin xalên bingehîn rû bi rû bikim.
ÇAVKANÎ
Leonie Marx (1997), Die deutsche Kurzgeschichte, Stuttgart: J. B. Metzler Verlag.
Nivîs ji kovara Nûbiharê hejmara 159an hat standin.[1]