LI #KURDISTAN#Ê POLÎTÎQAYÊN ŞERÊ TAYBET
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#
#Kurd# ên yek ji gelên herî qedîm a Mezopotamya ku ji bo belavbûn, pêşketin û zayîna mirovahî û civakbûnê buye xwedî cihekî girîng û erdnigariya wê Kurdistan; bi sedan salan ji aliyê hêzên serdest ve bi polîtîqayên talan, xesp, dagirkerî, tacîz, destdirêjî, qirkirin, asîmîlasyonê re rû bi rû maye. Ji bo gelê Kurdistanê yê nûnertiya hêzên şaristaniya demokratîk dikin ji dîrokê were jêbirin her cûre sêpan ketiye meriyetê. Bi zayîna şaristaniya dewletperest re erdnigariya Kurdistanê bi van polîtîqayan re rû bi rû maye, ji qirkirinên fîzîkî, siyasî, aborî û civakî hatiye derbaskirin. Pergala serwer, bi polîtîqayên xwe yên şerê taybet ên ku taybet bi sedsala 20’emîn ve rabûye lûtkeyê siyaseta înkar û tunekirinê bi ser vê bingehê daye meşandin. Yê ku hatiye armanckirin, bêwatekirina nirxên civaka Kurd e. Ji bo bi navê Kurdbûnê tu tiştek neyê hiştin tu rêyek nehatiye ceribandin nehatiye hiştin. Gelê Kurd a xwedî çandekî bihêz a civakî û dîrokî ye, bi navê wê ji nirxên xwe yên cewherî û çanda xwe dûrxistinê bi her cûre sepanên derveyî mirovahiyê re rû bi rû maye. Navendên şerê taybet, hemu sepanên xwe di şexsê gelê Kurd de xistiye meriyetê. Bi sepanên weke asîmîlasyon, bê nasnamekirin, koçberkirin, guhartina demografya, bêçandkirin, yozkirin, sîxurkirin, entegrasyon, 3 S (sex, spor, sanat) hatiye xwestin ku gelê Kurd dît were girtin. Dema ku li hemberî van operasyonên dîlgirtinê bersiva gelê Kurd bû berxwedanî, ev sepan her roj bi kûrbûnê û zêdekirina tundiyê heya roja me ya îro berdewam kiriye.
Yek ji ferasetên beş bike-parçe bike-rê ve bibe ya hêzên emperyal ji bi Kurdistanê diyar kirine, bi hevpêymana Lozanê re şênber bûye û bi vê awayê Kurdistan kirine çar parçe. Li her yek parçeyek jî bi destê dewletên serwer (Îran, Tirkiyê, Surî, Iraq), di bingehê înkara hebûna gelê Kurd de sepanên pratî ketiye meriyetê. Her çiqas weke konseptek giştî li Kurdistanê amûrên şerê taybet hatibe diyarkirin jî, hêzên tetîkger û pêkhênerên li qada pratîkê ev dewlet bûne. Di pêvajoyên belvabûna pergala kapîtalîzmê de bi awayekê sinsî amûr xistine meriyetê, hatiye xwestin ku gelê Kurd bi awayê ku carekê din zindî nebe were bin axkirin. Armanc tûnekirin û tune hesibandin e. Dewletên ku li ser vê armnacê dimeşin, ji dîrokê heya roja me ya îro serî li gelek rêbazan dane. Ev çanda kevneşopiya ku ji Osmaniyan hatiye destpêkirin heya roja me ya îro bi awayekê birêxistinkirî bi zêdekirina meylên xwe yên şerê taybet ê li ser Kurdistanê berdewam kiriye. Her çiqas di qada pratîk de dewletên Îran, Iraq, Surî û Tirkiye xuya bike jî, ji bo Kurdistanê talîmata meylên şerê taybet ji aliyê Îngiltere û DYE yê hêzên hegemon ve hatiye dayîn. Hatiye xwestin ku rastiya Kurd a ji nasnameya xwe ya cewherî û nirxên xwe hatiye dûrkirin, ber bi xiyanetê ve hatiye kişandin û xwe înkar dike were avakirin.
Di vê şerê ku tê meşandin de beşên civakî yên hatine hedefkirin, bûye jin û ciwanên ku di rîsta pêşengê civakê de ne. Ev her dû beşên civakî yên Rêbertî di înşaya netewa demokratîk de rîsta pêşengtiyê daye wan, bûne beşên ku herî zêde ji êrişên şerê taybet para xwe girtine. Ji hêla pergala zilam û desthilatdar ce jin û ciwanên ku ji nirxên xwe hatine dûrxistin, hema demê tê wateya civaka ku dîl hatiye girtin. Ji xwe ceribandinên yekemîn ê her dîtinê, di şexsê jinê de ketiye meriyetê û bi vê awayê li ser hemu civakê hatiye pêkanîn. Rastiya civaka ku bûye pîrek jî bi vê rêyê xwestine ava bikin. Jina ku hatiye xistin û civaka ku hatiye pîrekkirin, tê wateya kesayeta ku ji pergalê re hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê, van polîtîqayên di şexsê jinê de tê pêkanîn fêmkirin, wê bihêle ku em polîtîqayên şerê taybet ê li ser Kurdistanê tê meşandin hîn baştir fêm bikin. Pergala zilam bi van sepanan ve xwestiye civakbûn, berxwedêrî, têkoşînvanî, parastina nirxên civakî, avahiya ehlaqî ya jina Kurd parçe bike. Jina Kurd, bi polîtîqayên şerê taybet di warê çandî, aborî, derûnî, civakî û siyasî adeta bi bombebaranê re rû bi rû maye. Xuyaye ku heya jina Kurd ji vê cenderê neyê rizgarkirin, emê nikaribin polîtîqayên şerê taybet ê li ser civakê tê meşandin jî vala derbixin.
Şerê taybet, şerê ku pergala netew-dewlet bi xwe pêşxistiye ye. Di roja me de di hemu qadên civakî de tê meşandin: Qada aborî, qada perwerdehî, qada civakî, qada çandî, qada siyasî, qada propaganda û jin.
Encam; qirkirina civakê an jî qirkirina civaka jinê.
Hemu beşên civakê ji êrişê re hatiye vekirin. Ji bo însanan tu qadê azadiyê nehatiye hiştin. Civak bi birçîbûnê tê terbiyekirin. Birçî tê hiştin, piştre bi nirxekî kêm tê sitendin. Jina ku afirînerê xivakê ye, di vê şerê de dibe hedefê sereke û bi vê awayê ji hemu qadên jiyanê hatiye dûrxistin. Li gor vê an wê ji ji cewhera xwe derkeve û bibe qûrbanê amûrên şerê taybet an jî wê ji jiyanê were qûtkirin, were kûştin, were şewitandin, darvekirin, bi tacîz-tecawuzê re rû bi rû bimîne, were firotin…
Ji bo mijara me hîn ronak bike emê sepanên şerê taybet di şênberiya parçeyên Kurdistanê de bigrin dest, binirxînin û mînakan bidin. Her çiqas li hemu parçeyan armancên dewletên dagirker yek be jî, dibe ku di sepanên wan a pratîk de guhartin hebe. Ji ber vê yekê di şexsê parçeyan de nirxandinên şênber pêkanîn, wê ji bo mijara me hîn bi feyde be.[1]