Li #Kurdistan#ê pêkanînên cûda yên ku ji bo kûrkirina şerê taybet û teşwîqkirina sepanên dagirkeriyê, hatine pêkanîn hene. Di vê çarçoveyê de fonê memûrên ku li Kurdistanê kar dikin dû qat hatiye zêdekirin. GAP, projeyekî ku di bingehê xizmeta vê armancê de hatiye avakirin e. Bi feraset û gotina Turgut Ozal ê serokkomarê wê demê ‘ger pênç hezar Kurd li ser rojhilatê Keyserî were #koçberkirin#, wê ev pirsgirêk were çareserkirin’ tevgeriyae, ji bo vê di aliyekî de koçberkirinê dane ferzkirin, di aliyê din de jî prîmên teşwîqkirina koçberkirinê hatiye belavkirin û bi vê awayê hewil dane Kurdistanê bêmirov bikin. Li kêleka van, sepanê ‘gûndên stratejîk’ ê ku dişibe ‘projeya gund-bajar’ ê Bulent Ecevît -ê di salên 1970’an de Serokê Giştî yê CHP bû- xistin meriyetê. Ji bo vê jî hewil dane ku gundî dev ji gûndên xwe berdin. Piştî wê pêvajoyê û şûnde ji sê hezaran zêdetir gund hatiye valakirin, bi milyonan Kurd ji cih û warên xwe hatiye qutkirin. Di berfirehiya vê de li hemberî jin û ciwanan polîtîqayên taybet jî hatine pêşxistin. Hatiye xwestin ku ciwan ji polîtîqayê werin dûrxistin. Ji bo pêkanîna vê jî sê S (çand, seks, spor) an jî sê F (fihûş, fîesta, futbol) wekê yekane hilbijarita jiyanê ya li pêşiya ciwantiyê hatiye dayîn. Ji ciwanan re hatiye gotin ku ‘bi polîtîqayê re mijûl nebe çi dikî bike’. Ji bo jinê ji rîsta wê ya bûyîna pêşengê hişyarbûna netewî dûr bixe, girtiye navendên bişaftinê, di bin navê tevlîkirina jiyana civakî de armanc kiriye ku jina Kurd bikşîne pergalê. Ji xwe piştî serhildanan jî bi rêbazê berhevkirina zarokên Kurd ji malbatên wan qûtkirin û bi çanda Tirk mezinkirina wan weke polîtîqayek şêwe girtiye, heman polîtîqa berdewam kiriye. Li Kurdistanê bi taybetî kûrsên xwendin û nivîsandinê yên dayîkên xwedî emrê navendî dixe hedef, kûrsên dirûtinê yên bi destê dewletê hatine zêdekirin û hwd bûye hewldanên xwe gihandina jinên Kurd û bidestxistina wan. Li Kurdistanê li hin cihan Îslamê derxistine pêş û jinê kirine mehkûmê vê, li bajar û navçeyên welatparêz de şêweyê jiyana modernîst derxistine pêş, bişaftin weke amûrê herî bingehîn ê paşdexistina welatparêziyê derxistine pêş. Ev hemu, li hemberî têkoşîna me ya pêş dikeve dibin taktîkên şerê taybet ên li hemberî gelê Kurd hatine pêşxistin.
Li kêleka van şerê taybet di warê leşkerî de ketina nav hin vesazbûna ji xwe re weke zaruriyekê dîtiye. Bi vê pêvajoyê re dev ji feraseta ‘ji bo girtina masiyan behrê zuha bike’ bernedaye. Ji ber vê ji bo bêbandorkirina gerîla, pêkutiyên li hemberî gel bê ju ji leza xwe tu tiştek wenda bike berdewam kiriye; yekîneyên tevgera taybet -hêzên kontrgerîla- yên weke Çevîk Guç, JITEM, di nav artêşê de jî Taxima A, Taxima B tê binvakirin hatine avakirin. Heya wê demê li Kurdistanê li nêvengê ku operasyon û êrişên xwe dispêre hêza komando encam negirtiye, bi vê avayê li hemberî gerîla di warê leşkerî de pêwistiyê diyarkirina rêbazên nû û şixulandina amûrên nû dîtiye. Ev bûne meylên pratîk ên şerê taybet ku piştî pêvajoyên 1984’an li hemberî têkoşîna me hatine pêşxistin. Li hemberî têkoşîna me ya pêl bi pêl bilind dibe, bi salên 1990’an ve sepanên şerê taybet hemu hûrgûliyên xwe li hemberî gel hatiye pêkanîn. Li hemberî tevgerên gel, li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û cihên cûda qetlîam hatine jiyîn. Baweriyên olî yên ku gel weke pîrozbahî qebûl dike hatine îstîsmarkirin. Li ser vê bingehê, weke ku îro di doznameyên ku li dadgehên ji bo JITEM û Ergenekon hatie vekirin de tên xwendin û lêpirsînên ku tên meşandin de derdikeve holê, Hizb-î Kontra yê xwe bi navê têgihên Îslamî binav dike, lê di cewherê xwe de rêxistinbûna kontra ye xistine meriyetê. Ji aliyê vê şebekeyê kûjer ve bi hezaran welatparêz hatiye qetilkirin. Li bajaran her ku muxalefetê Kurd pêş ketiye, ji aliyên van û JITEM’ê ve di nav Kurdan de kesên tên naskirin li pêy hevdû hatine girtin, hatine revandin û bi îşkenceyan hatine qetilkirin. Faşîst jî di van êrişên ku li metropolên Tirkiyê li hemberî Kurdan hatine pêkanîn, bûne hevkarên kontrgerîla. Kesên ku navên wan di bêrîka serokvezîrê wê demê Tansû Çîller -ê ku ji aliyê DYE bi awayekî taybet hatiye mezinkirin û elemanê şerê taybet e- de heye, ji aliyê vê şebekeyê kûjer ve hatine revandin û qetilkirin.
Di bingehê vê konsepta ku hatiye avakirin de li Kurdistanê, polîtîqayek bi pergalî ya êrişkar ê ku dixwazê pêşketina di qadên civakî-aborî-entelektuel de asteng bike hatiye avakirin, di şert û mercên ku ji bo hatina kuştinê Kurbûn bes tê dîtin de lîsteyên hedefan hatiye avakirin. Di pêvajoyek bi vê rengê yê bi xwîn de Behcet Canturk, Medet Serhat, Savaş Buldan û gelek kesên xwedî kar ên weke wan jî di nav de, gelek kesên ku ji aliyê civakê ve tên naskirin û di qadên cûda de giranbûnek wan heye hatine qetilkirin. Mînak; Musa Enter, Cengîz Altun, Kemal Kiliç, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemir û hewd gelek rojnamevan, demokrat, welatparêz hatine revandin û hatine kûştin.
Di pêvajoyek bi vê rengê de gelek kes hatine revandin û kûştinên ku kûjerên wan diyar in hatine pêkanîn. Li Tirkiyê, li Kurdistanê hîn beriya vê însan hatibûn wendakirin, lê ji salên 1990’î şûnde li Kurdistanê gelek kes weke ku ji aliyê saziyên mafên mirovan jî bi awayekî fermî hatiye xuyakirin hivdeh hezar kes bi revandinê hatine wendakirin. Aqûbeta gelek ji wan ne diyar e, cesedên wan li ku ye hîn jî nayê zanîn. Bi sala 1994’an ve di bingerhê rexistinbûna çete ya Tansu Çîller- Doğan Güreş ve bi deh hezaran gûnd hatine şewitandin û gel hatiye koçberkirin, li ser vê bingehê li gor plana şerê heyî li çiyayan sînordarkirin û helandin û bişaftina gelê ku ji axa xwe tê qûtkirin û dîlgirtina wan hatiye tevgerandin. Kurdistanê vegerandine qadekî ji agir. Şerê taybet, weke ku îro jî tê dîtin polîtîqaya koçberkirinê weke şêwazê herî bingehîn ê şer pêşxistiye. Koçberkirina bi milyonan Kurdên ku koçî metropolên Tirkiyê bûne, weke pêdiviyekê polîtîqayên helandin û bişaftina gel hatiye pêşxistin. Li kêleka polîtîqayên hişkbûnê polîtîqayên bişaftin ango pêkanîna venêrîna jiyana modernîst jî di meriyetê de te. Şerê taybet di gelek aliyan de xwe birêxistin kiriye.
Dîsa di vê pêvajoyê de operasyonên kîtle û girtinê di astekî bilind de hatiye pêkanîn. Beriya vê jî li Kurdistanê girtin dihat pêkanîn, lê vê carê girtin li metropolên Tirkiyê bi awayekê pir zêde hatiye belavkirin. Bi sedan kes hatiye girtin. Jin, ciwan, kal, pîr, karker, karmend, esnaf, kesên oldar bi giştî ji hemu beşên civakê gelek kes hatine girtin, ji înkenceyan hatine derbaskirin.
Li Kurdistanê şerê taybet li ser bingehê tevgera şerê taybet û şerê qirêj, bi vê awayê xwe ji nû de bi cih kiriye, bi awayekê belav û bibandor jî şerê derûnî daye meşandin. Mirov dikare bêje ku; rejîma şerê taybet di şerê xwe yê qirêj ê li Kurdistanê daye meşandin de, xwe sipartiye şerê derûnî û xwestiye vê awayê encamê jê bigre. Di vê çarçoveyê de li Kurdistanê nêvengê şerê taybet berfireh hatiye girtin. Di hedefê wî de gerîla, gel û kesên ne alîgir cih girtine. Di heman demê de elemanên şerê taybet ên li Kurdistanê daye şixulandin jî li gor vê şerê derûnî amade kiriye û bi piştgiriya ku ji derdorên ji xwe re dost dibîne girtiye ve vegerîne raseriyekê derûnî.
Berîya vê me anîbû ser ziman ku rejîma şerê taybet, di heman demê de bîo-desthilatdarî ye. Rejîmên bi vê awayê rastiya ku civak mekanîzmayekê zindî ye û bi nirxên ku daye avakirin heye datînin aliyekê; civak û însan tenê weke madeyekê digrin dest. Ji ber ku bi vê awayê weke birêserekê li civak û însanê mêyze dikin jî, her cûre lîstokên ku li ser wan pêk tînin ji xwe re rawa dibînin. Li Kurdistanê nêzîkatiya şerê taybet ê li hemberî gelê me bi vê awayê hatiye diyarkirin û şerê derûnî jî li ser vê bingehê hatiye pêşxistin. Ji bo xirabkirina nirxên çandî yên çavkaniya civaka xwezayî ya gelê me, ji bo avakirina yozbûnê serî li rêbazên bi vê awayê dane. Hewil dane ku binesazî ya pêkanîna qetlîamê ku Rêbertiya me jê re dibêje ‘qirkirina çandî’ amade bikin. Ji bo xwe gihandina vê armancê jî polîtîqayên ku Tirkbûnê dide hewesandin xistine meriyetê. Ragihandinên xwe li ser vê bingehê xistine nav tevgerê, di vê wateyê de dibistan bi giştî weke hêlînên înkara netewî hatine erkdarkirin. Hestên olî yên gel hatiye îstîsmarkirin, tarîqatên sexte hatine avakirin, bi şixulandina navên olî rêxistinên kontrgerîla hatiye birêxistinkirin. Hatiye xwestin ku di bin navê kûrsên dirûtin, pîşeyî û hwd de jinên ciwan were asîmîlekirin û bi vê awayê wan bikşînin van jiyanek modernîst de. Di nav ciwanan de fihûş û madeyên hişbir hatiye belavkirin. Bi vê re jî sînordar nemaye, li hemberî ciwanan ketine nav xebatên sîxûrkirinê. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê û metropolên ku Kurd lê zêde ne, ev sepan hatiye zêdekirin. Jin û xortên ciwan bi wadên cûda hatine xapandin û hewil dane wan bixin. Hatiye xwestin ku ciwanên bi tecawizkirin, madeyên hişbir û bi fêrkirina pere hatine sîxurkirin, bixin anv têkoşîna azadiya Kurd û kuştin jî di nav de gelek sûc bi destê wan were kirin. Di vê mijarê de bi dehan nûçeyên ku hatine derbaskirin heye. Sê F yê Franko (fihûş, futbol, fîesta) an jî sê S (seks, sanat, spor) ê ku di bişaftin û ji cewher derxistinê de tê şixulandin weke amûrên bingehên ê şerê derûnî ku li hemberî gelê me hatiye îlankirin, hatine şixulandin.[1]