Mêranî li tu kesekî nayê, bi qasî ku li wî tê,
Camêrî bi tu kesekî nakeve, bi qasî ku bi wî dikeve…
Navekî giran e Yilmaz Güney; li ser textê camêriyê, mêrxasiyê, yê wijdan û xîretê payedar e ew. Ji nava rûpelên çîrok û destanên xelkê xwe bazdaye, hatiye di roja me de derketiye. Seyîdxanê Kerr e, Emê Gozê ye, Filêtê Quto ye ew, ku tu car heyfa xwe bi neyarê xwe nayne. Yilmaz hêrsa nava kurda ye, hêrseke wisa ku di zikê xwediyê xwe de nahemile û dipijiqe ser çavê neyarê xwe. Çewtî û xwariyê di xwe re derbaz nake, li hafa neheqiyê serê xwe hişk hil dibire, zû xwîn davêje ser spîka çavên wî…ne wekî wanên ku xwe nebihîstî dikin li ya xerab, jê arxayîn dibin û xwe li bersivê giran dikin, ‘eyan û beyan e bersiva wî, bi bayê birûskê tê kifşê…Kumê bêxîretiyê, zinhar, nakişîne serê xwe, tê de nasitire.
Ew jî rêwiyek bû li vê dinê, lê ne ji wan rêwiyên ku didine ser riyeke bê xîp û kelem, bi aramî lê dikudînin ta ku gihaştin taliya serî. Rêwiyê riyeke bi çiv û çor, bi qiyame û sernişîv bû Yilmêz, riyeke wisa ku di her çivangeke wê de cinawirekî bi qoç û boç serê xwe lê derdixist.
Wî carinan hest pê dikirin, wekî ew ne di nava refê xwe de bask li xwe dide, hey bi ser ve dibû, wekî li rex gurên har ên bêbext, li rex cisnê mar aleke ne ji rengê xwîna xwe li ba dike, lê ka ew çi bike, dinya dirêj e û meriv wextekê di hembêza wê de ji xwe re wisa xayîs dikeve.
Te dî, carna li meriv wiha tê, wekî çawa meriv tiştekî buhagiran ji berîka xwe xistibe, ji nişkê ve meriv lê warqile û li xwe bixurcile, destên xwe sivik li şalê xwe, li ber û pêsîrên xwe bigerîne, ê wî jî wisa lê hat. An tiştekê ji wî ketibû, an jî ew ji tiştekê weşiyabû ketibû. Hingê ew ger û meşa dûr û bi azar dest pê kir.
Çaxa ku tevr û bêr di dêst de, şewqe û şalwar wergirtî, lingê xwe bi mişarên pembo ve ber dide, li xwe dihizirî, destên wî di berîka şalê wî de, di nava Kolanên Yeşîlçama rewneq de, welê bi dilekî tije û daxedar, lê bi mêrane dimeşî (texmîn dibe wekî Elo Dîno, an jî Simkoyê Şikakî wihakî dimeşiyan) li xwe û li cîhê ku jê weşiyayî dihizirî, çaxa ku di qesr û serayên kambaxa Stenbolê de devê xwe dixist nava ber û bistanên zeriyên şox û bedew dîsa hişê wî ew li cîhine dûr û derez digerand; lê tihniya wî ji tu tiştekê nedişikest, bextê çê bi tengala wî nediket û ew bi miraz şa nedikir.
Di pey re, radibû xwe li serheda welatê xwe diqewimand, diçû di şevînê de li ser kulavê şivanan çarmêrkî rûdinişt û bi wan re dikete galegalên li ser mêr û mêrxas, maqûl û giregirên qewmê xwe. Xwe berdide beriyê bi dû re, du çavên wî bûn kamêraya wî, êdî çi didît û çi nedidît. Di xwe de dikewgirî, kezebreşî vedigeriya ji nava miletê xwe.
Rojekê, heye ku dîsa ji nişkê ve, bi ser rewş û awayê çarenûsa xwe ya kambax ve dibe; bîr dibe sietê ku ew yekî ji miletekî ketî, bêmecal û nav û nasname windayî…bê welat û al û ol e.
Dilê wî bêhtir dikute, xwe li karê pêşiya xwe dişidîne. Dixwîne, dinivîse, dihizire, dimeşe, pertav dike…Cinawirekî reş ê dilreş, tebayekî ji va yên di fîlmên “cihana navîn” de dikeve devê riya wî. Evê min û te, dûrî seriyan, pirîskên agir ji çavên wî dipekin û hema nemerdî nake, digire berdide nava qafê wî…
Radibin destên wî dixin darê kelemçê, berê wî didine hepisxana nizanim kîjan wilayetê…çawa di kilamekê de, li ser gernasekî ji qewmê wî hatibû gotin… çaxa ku di rojname û televîzyonan de, polîs û cendirmeyan ew kelepçekirî dabûne nava xwe, dilewkandin û dibirin berev dadgehê, xelkê nizanibû çi diqewime, nema ji hev derdixistin ka gelo tişta dibû bûyerek rastî bû an sehneyekê bû ji fîlmên vî kirdanê mêran?
Piştî çendîn salên ku bi kafirstanî derbas bûn di zindanên Tirkiyeyê de, Yilmaz bi yarmetiya hin kesan ji zindanê baz da çû giha Parîsê.
Êdî bê şik, bê guman, bêyî dilek bi xişûşe bi refê xwe re difiriya, li rex hin payepak û payeberzên miletê xwe, yên wekî Cegerxwîn û Baksî…
Kurd heye gelo, ku nehejiyabe li ber axaftina wî ya Newroza 1984’an. Mêr heye ku wî nas kiribe û xweziya xwe bi wî neanîbe?
Yilmaz Guney layiqî pesnên giran e, hêja ye wekî hetan êvarê em methê wî bikin. Çima ku,
ew ne hema aktorekî sînemê ye ku li ser cawê perdeya wê ji qestî dike kêferat û qaşogiravî dikeve dilqê mêrê çê, mirovê qenc wekî em ji vê hunera wê ho bibin bê “mêrxasî û dexesî” çi reng xislet in û pê re jî “çêyî” çi ye û “xerabî” çi tişt e. Rola ku Yilmêz pê radibû, jiyana wî ya rastîn bi xwe bû; ew bi xwe nediket dilqê lîstikvanekî, lehengî û lîstikvaniya wî tevî hev mirovekî rast ê rast, ku li derveyî sînemê, di nava civata me de ligel me rûniştî, tîne kifşê.
Apê me ye Yilmaz Guney, pisxaltiyê me ye, serhonazê kêlindekêşan e, kolosê xwe xwar dike bi sewteke şewat kilamekê dilorîne…
Axayê ‘eşîrê ye ew, xortê eşîretê ye, tivinkçiyê bejinzirav e, delalê malê ye, ew ê ku dil berdaye qîza cinaran, gundê hemû pê dizanin lê ji fidê çavên wî tu kesek lê nagire, hingî kubar û canzirav e xelk tev de xweziya xwe bi evîna wî tîne…[1]