Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,606
Wêne
  123,874
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,573
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXVII
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXVII
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXVII
#BAŞÛRÊ KURDISTANÊ# #CIVAK#
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpoşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad

Şerê taybet derveyî zagonan nayê kontrol kirin, şerek pir aliye. Wek encama vê Başûrê #Kurdistan#ê vegerandine qada bê gumrik, wek bûye qadek ku her tişt bi hêsanî bikeve hûndir, pereyê reş bêyî bê asteng kirin dest diguhere û navenda rantê. Dema gelê wî xizaniyek cidî jiyan dike bajarvaniyê dinepixîne, li ser pîvana jiyanê wêdatir pêşkêşiyek tê kirin, refleksê mezaxtina debdebe tê pêşxistin, destkeftiya bêked ji derdorekê re tê hiştin û çînatî tê kûr kirin, bazarên ku bi malên debdebe ji hilbêrînê qut hatin ava kirin, jixwe hebûna mêtîngeriyek cidî derdixîne holê. Civakê fêrî mezaxtina debdebe dikin, lê ji ber ku fêrî mezaxtinê hatiye kirin nikare tiştekî hilbêrîne. Digel ku avaniya erdnîgariya Başûrê Kurdistanê berhemdar, zirûf û avhewa wê ji çandinî û sewalkariyê re kêrhatiye jî, lê bi tune kirina van her du qadan re gel ji hilbêrînê tê qutkirin. Jixwe ev jî bingeha polîtîkayên ser tewandinê çêdike. Eger Tirkiye- Îran helwestê nîşanî wan bidin ji hêk, mast hetanî mamayê zarokan wê nekarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Wek konseptekê bendewarî, hemû qadên wek siyasî- aborî- civakî tê pêş xistin. Dewletên herêmê di pêvajoya ‘referanduma’ ku di nava xwe de provakasyon dihewand a malbata Barzanî pêşengî jê re dikir, qasî ku bêjin; ‘eger em kaniyê biçikînîn wê ji birçiyan bimirin’ ji xwe bawer diaxaftin. Li ser navê rêveberiya Kurdistanê xistina rewşek bendewarî û bê berhem a civakek çandiniyê bêguman berhemê siyasetek biarmanç û bi polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye. Li Başûrê Kurdistanê nirxandina şêweyê pêkanîna şerê taybet ji aliyê rastiya civakî- komelî ve girîng e. Helbet di çarçoveya PDK’ê de destgirtina wê têra îzah kirina civakê nake. Rastiya şerê taybet mekanîzmayên xwe li ser avaniyên hevkaran pêk tînin, civak bixwe di rewşa vê dûçariyê de ye. Başûrê kurdistanê xwediyê rastiya civakek ku bi salan di bin mêtîngeriya Iraqê de berxwedan nîşan daye. Avaniya eşîretê bi aliyên xwe yên hevkartiyê ve xeteriyê bi xwe re tîne û ji aliyê din ve jî berxwedana gel mijara gotinê ye. Lê ji ber ku tekoşîn bi pêşengiyek bihêz encam bidest nexist, pêvajoya têkçûyînê ya tekoşîna şoreşgerî ya ‘aşbetal’ tê gotin, bê bawerî û şikestin bixwe re pêşxist, şerek daîmî ya li hember gel bû mijara gotinê. Netewperestiya Beasê, wek domdarê kevneşopiya dewlet netewe hem bi rêya tundiyê gel xiste bin zextan hem jî polîtîkayên pişaftinê pêk anî. Berxwedanên bi pêşengtiya jinên wekî Leyla Qasim di zindî hiştina hişmendiya civaka berxwedêr û domdar kirinê de rolek girîng leyîstin. Lê ji ber ku berxwedan bi hişmendiyek bîrdozî xwe rêxistin nekir di encamê de bû sedema rewşa heyî ya rastiya Başûrê Kurdistanê û bû zemîna ku ji her cûre pêkanînên şerê taybet re vekirî bîmîne. Wek civakî pergala feodal a avaniya aşîretê, dema xisleta baviksalarî rastiya jiyana civakî diyar dikir , polîtîkayên ku li ser Başûrê Kurdistanê hatin pêşxistin jî destpêkê mijara jinan xistiye navenda xwe. Bi destwerdana Emerîkayê re jin bûn hedefa bi dehan saziyên pişaftin û îstîxbaratê yên bi navê mafê jinan xwe wek rêxistinên civaka sivîl dan naskirin. Wan rêxistinan dema pêwîstiya jiyana modernîst wek modelekê pêşkêş dikirin tevîna feodal jî bi cil û bergên xemilî serarast dikirin, lê di cewher de jî bi rêya jinan ji modernîzmê re jî der vekirî dihiştin. Di dawiyê de meşandina xebatek li ser mafê jinan jî ne dibû mijara gotinê. Li gorî zagonên Başûrê Kurdistanê zilamek dikare bi çend jinan re bizewice, lê yê rêveberiya Başûrê Kurdistanê, sînorên xweseriyê diyar dike, piştevanî dide ‘demokrasixwaziya’ Emerîkayê. Armanç ne azadkirina civakê ye, berevajî bêesil kirina civakê ye. Qasî bê bikaranînê xwestin li ser jinan bêesilbûyînê pêş bixin. Tevna civakî li Başûrê Kurdistanê li ser dînamîka xwe pêş nakeve, berevajî jiyan bi hemû teqlîd kirina jiyanek ku ji derve tê ferz kirin ve tê xeniqandin, dixwazin girêdayî vê rastiyê siyaseta hevkar çalak bikin. Hesta ku herî zêde li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê tê ferz kirin bê bawerî û xwe bêbaweriye. Ciwan bi baweriya di bin ewqas dorpêçê de qada jiyanê nemaye; ji bo vê jî dikevin li ser rêyek tarî berê xwe didin Ewropa yê. Koçber kirin wek polîtîkayek bingehîn ê şerê taybet tê pêşxistin. Yên hêviya wan ji welatê wan nemayî qadên nû yên jiyanê digerin, biçavsorî ji kokên xwe qut dibin ber bi ne diyariyê û di vê rê de ji her cûre bikaranînê re pêngav diavêjin. Li Başûrê Kurdistanê bi armanca pêşî li girtinek jiyana nû, dîsa pêşiya mixalefetek mihtemel a ciwanan bê girtin îstîxbarata PDK’ê û MÎT di nava hevkariyekê de rê ji ciwanan re vedikin, bi vî awayî dînamîka guhertinê ji holê radikin û bingeha xwe rêxistin kirinê diafirînin. Di demek ku sermayeya kapîtalîst bi hemû debdebeya xwe êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, ciwanên civakê jî ji welat direvin, qadê ji mêtîngeran re dihêlin. Mirovên ku derveyî mûçeyên neyên dayîn tu dahatûya wan tuneyî bi xizaniyê re rû bi rû dimînin, an direvin derweyî welat an jî jiyanek biawayî qutifî bêhêvî û bêhewldan dipejirînin.

Li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên modernîst di şexsê jinan de tê serarast kirin, têgihandina jiyanê ya jinan diguherîne, rojeva wan teng dike, ferazî dike. Li Başûrê Kurdistanê emeliyata bedewtiyê pir buha ye, hem jî di naverastek qeyrana zêde ya aborî de. Perçe kirina civakê armancek şerê taybet e, di perçeya Başûr de ev tê pêk anîn, digel pirsgirikên giran jî wekî ku ew pirsgirik ne yên wî bin mirov sînorên jiyana xwe diyar dikin. Ev rewş helbet encamên şerê taybet in. Ji aliyê pêşketina jiyana modernîst Hewlêr û Silêmanî wek navêndên pêk anînê hatine diyar kirin. Jiyana wan her du bajaran jî li gorî jiyana kapîtalîst hatiye xemilandin, ango jiyan li gorî vê tê afirandin. Destnîşan kirina Rêber Apo ya: “Ji bo hûn kapîtalîzmê fahm bikin li xeta Hewlêr, Silêmaniyê binêrin” bal dikişîne li ser vê rastiyê. Li wê derê bin navê modernîzmê jiyanek çelexwarî û şaş bi kevneşopiyê hatî cila kirin pêk tînin. Jin û ciwan xweziya xwe bi jiyana DYA tînin, tarzê jiyana Ewropayiyan teqlîd dikin. Tarzê jiyanê, çand, cil û berg, feraseta hûnerê li gorî didin rûniştandin. Bi biçûkxistina jina gund re tîpê jina bajêr derdixînin pêş, bi vê rêyê ve berê hemû kesî/ê didin bajaran. Çanda mezaxtinê dikin tarzê jiyana bingehîn, ji bo vê jiyanê bidin pejirandin jî her deverê navendên dan û standinê vedikin. Bi wî awayî dixwazin civakê ji ked dayînê dûr bixînin. Di nava civakê de tebeqe bûyîn tê tûj kirin, komek çîna jor a dewlemend derdikeve holê. Bi feraseta çelexwarî ya azadiyê ve di jinê de têgihandinek wiha ya azadiyê pêş dixînin. Bi vê tarzê jiyanê ve, rastiyek bê hafiza, ji çand û dîroka xwe dûr tê armanç kirin. Ji bo civak hem êşên ku paşerojê jiyan kirî wekî; Enfal û Helepçê ji bîr bike, hem jî derfetê diyar kirina pêşeroja xwe û şerê Cîhanê ya 3’emîn nebîne. Ji bo rêveberiya noker pêşkêş bike jî polîtîkayên aqilsivikiyê tê birêve birin.
Ji bo pêkanînên şerê taybet ên ku li Başûrê Kurdistanê tên birêve birin, belavî hemû civakê bibe, medya rolek girîng dileyîze. Bitaybet jî bikaranîna zêde ya înternetê ve dixwazin civakê ji civakbûyînê dûr bixin û rastiya kesayetek ku li gorî jiyana farazî bê afirandin. Hemû xebatên çelexwarî yên civakbûyînê li ser înternetê tê birêve birin. Herkes li ser înternetê ketiye nava hewldana hevjîn, heval û dost dîtinê. Li ser cîhana farazî rastî propagandayên şerê taybet tên. Bi vê re dixwazin derdorek ji siyasetê dûr, bêxem, ji pirsgirikên civakê bêagah û tiral biafirînn. Dîsa yek jî lingên herî bingehîn televîzyonê jî biawayek çalak bikar tînin. Di nava perçeyan de yê herî zêde rêzefîlmên Tirkan temaşe dike Başûr e. Jixwe tişta ku bi wan rêzefîlman ve tê armanç kirin di beşên beriya wê de hatiye ziman. Ji bo jinên Başûr Tirkiye wek welatek pêşketî tê pêşkêş kirin, bi wan rêzefîlman ve hewl didin jinên Başûr xweziya xwe bi jiyana wan bînin û ji çanda xwe dûr bikevin. Bi esas girtina jiyan û çanda Tirk ve pêvajoya xwe pişaftinê didin xebitandin. Sermayeya ku ji bo wergera zimanê wan rêzefîlman hatiye veqetandin, ji pereyê ji bo şerê taybet hatiye veqetandin ve tê pêşwazî kirin. Tirkiyê wek welatek model, civak pêşketî û pêşwerû tê qebûl kirin, bi vî awayî dijminê Kurd û mirovahiyê ya dewleta Tirk tê nixûmandin û rastî tê berevajî kirin. Bêguman ev polîtîka wek pêwîstiya polîtîkayên dagirkeriya çandî ya şerê taybet tê pêşxistin û eger di jinan de jî di astekê de encam digire, ji dorpêça pergala feodal a li ser jinan sûd werdigire. Li Başûrê Kurdistanê çalak bûyîna baviksalariyê, zewaca di temenê zaroktiyê de, zewaca bi darê zorê, pir zewacî, sinêta jinan a herêmên li ser sînor, nedîtina derfeta xwe îfade kirinê ya jinan, kuştina jinan a bin navê namûsê ji aliyê qanûnan ve jî rast dîtin, xwekuştinên di jinan de zêde bûyî wan arasteyê erê kirina çanda serdest a ku di rêzefîlman de tê sepandin û jiyana li gorî wê dike. Jixwe şerê taybet xwe bispartina analîzên civakî û tehlîla pirsgirikan ve rêxistin dike ku mirov dikare vêya ji bo Başûrê Kurdistanê jî binirxîne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,602 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
Gotarên Girêdayî: 40
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-02-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Kategorîya Naverokê: Komelnasî
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 18-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 19-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,602 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.672 çirke!