#KURD# BI DESTÊ KURDAN BIDE QIRKIRIN
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#
Girînge ku mirov pergala perwerdaya vê perçeyê wek lingê bingehîn ê pişaftinê, ya polîtîkayên şerê taybet binirxîne. Her çiqas bi derbasbûna pergala federasyonê ve zimanê perwerdê Kurdî bejî, lê naveroka vê perwerdê çiqas Kurdistaniye ew jî mijara niqaşê ye. Dibistan, piranî jî zanîngeh di bin venêrîna hêzên derve de ne. Bi pergala perwerdê ya bi pere ve, tenê ji komek diyar ve ev maf tê dayînê. Şûna çanda xweser, jiyana bêçand a ku şerê taybet ferz dike wek amûrê perwerdeya bingehîn tê bikar anîn. Dîsa qut kirina ciwanan a ji xebatên siyasî esas tê girtin; tenê xeta siyasî ya noker- xayîn serdest tê girtin. Ciwanên ku derveyî vê rêya hatî diyar kirin di nava lêgerînê de ne jî, rastî her cûre gef û pêkanînên ceza tên. Li kêleka vê di pêvajoyên dawiyê de dibistanên taybet, ango yên bipere hatine zêde kirin. Yek jî avaniyên ku herî zêde wan dibistanan pêş dixîne cemaeta Gulen e. Hema li her derê dibistanên binavê Işik ên ku fikrên cemaetê disepîne hatine ava kirin. Li piştî operasyona ku dewleta Tirk li ser cemaeta Gulen pêşxistî şûnve, dibistanên ku cemaetê rêxistin kirî ji dibistanê dayîkê û hetanî zanîngehan ku hejmara wan xwe sedî dide, ji aliyê MÎT’ê ve hatin dewr girtin. Bersiva pirsa li welatekê rêxistinek îstîxbaratê wê çima evqas dibistanan bixebitîne, hem tê fahm kirin û hem jî tirsnake. Kurd jî eleqeyek zêde nîşanî wan dibistanan didin. Ev eleqeya zêde, îfadeya şênber a ji dûrketina çanda xwe û xwe adapte kirina pergalê ye. Li ser wan derdorên ku wekî wî kesî ku aşiqê celadê xwe bûye û wan dibistanan tercîh dikin; çanda Tirkbûyînê û zimanê Tirkî hîna di temenê zaroktiyê de tê ferz kirin. Dixwazin bi wan avaniyên taybet ên ku ji aliyê pergalê ve pêşiya wan nayê girtin û berevajî tê teşwîq kirin ve, polîtîkayên pişaftinê di nava ciwanan de jiyanî bikin.
Hêza bingehîn a ku hêzên Başûr pê re ketin nava hevkariyê siyaseta xwe li ser hevkariyê ava kirin, dewleta Tirk a faşîst e. Ev her du hêzên ku li ser tesfiye kirina PKK’ê li hev kirin, polîtîkayên xwe yên şerê taybet jî li ser bingehên hevkar didin rûniştandin. Başûrê Kurdistanê bipêvajoya dawî re vegerandine baregehek leşkerî ya dewleta Tirk. Li herêmê li kêleka qereqolên leşkerî rêxistiniya MÎT’ê jî tê pêşxistin, pêkanînên şerê taybet wek rojane tên plan kirin. Bitaybet jî li vê perçeyê bi destê MÎT’ê pêkanînên bingehîn ên wekî hişber, fihûş û sîxûrtî tê teşwîq kirin. PDK jî ji bo civakê ji PKK’ê dûr bigire piştevanî dide van cûre polîtîkayan. Dîsa ji bo pêşi li tevlîbûyînên di nava PKK’ê de bigirin operasyonên zêde yên rastî berevajî kirinê tên meşandin. Bi taybet jî bi destê wan kesên xayîn ên di nava PKK’ê de reviyan ev operasyon tên birêve birin; yên ku diçin îxanetê ji aliyê yekineyên MÎT’a Tirk ve tên pêşwazî kirin. Bitaybet jî, wan jinên ku reviyan arasteyê çirava fihûşê dikin, dikişînin nava jiyana herî biqirêj û wek sixûran bikar tînin. Tevger bi destê wan tê reş kirin, hewl didin ku malbat zarokên xwe ji PKK’ê dûr bixin û ji bo meyla siyasî ber bi PKK’ê ve neşemite tiştên ku ne rûdane jî wekî ku rû dabin nîşan didin. Dema wan tiştan dikin jî pêkanînên tenik dixînin dewrê. Di nava civakê de tirs ava dikin, her kesî/ê dişopînin, ji bo şebekeya guhdar kirinê xeta telefonê Korek, a ku bi Turkcellê di nava hevkariyê de dixebite, rola navendî dibîne. Di bingeha wan pêkanînan de lewaz kirina PKK’ê û dûrxistina civakê ya ji PKK’ê armanç dikin. Ji ber ew pêkanîn, kêrî armanca PDK û YNK’ê jî tên, her du hêz hetanî niha li dijî wan pêkanînan bertekek jî nîşan nedane. Heta ji bo xwe li ber çavê dewleta Tirk şirîn bikin, her cûre pêngavên piştevaniyê diavêjin. Bi vî awayî polîtîkaya ‘Kurd bi destê Kurdan bide qirkirin ’ jî tê rojane kirin. Başûrê Kurdistanê bipêvajoyên dawiyê re malovanî ji Kurdên ku perçeyên din ên Kurdistanê hatin re dike. Bitaybet jî derdorek diyar ên ku ji qadên Bakur û Rojava hatin, li wargehan bicih bûne. Ew wargehên koçberan hemû, derdorek ku ji ber sedemên siyasî û sedemên şer koçî Başûr kirine dihewîne. Ji ber vê sedemê ji bo koçber meyla xwe bidin PDK û YNK’ê, di wan wargehan de pêkanînên şerê taybet dixînin mêriyetê. Bitaybet jî biawayek şênber wargeha Êzidî û Mexmûrê dikin hedefa wan polîtîkayan. Ji ber sedema êrîşên DAIŞ’ê yên 2014’an û reva pêşmergeyên PDK’ê, beşek gelê Êzidî yên ku bi fermanekê re rû bi rû man li hinek wargehên Başûrê Kurdistanê bicih bûn. Yên herî zêde ji vê qetlîam û koçberiyê bandor bûn, jinên Êzidî ne. Gelek jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û rastî tecawizê hatin, wek kole hatin bikaranîn û bi navê Misilmantiyê ve bidarê zorê bi DAIŞ’iyan re hatin zewicandin. PDK’ê xwest ku jinên Êzidî yên ku ji wan pêkanînan rizgar bûyîn û xwe spartin Başûrê Kurdistanê vegerîne amûrê siyasetê. Sedema dîlgirtina jinan PDK bixwe bû, vê carê jî jin bipere ji DAIŞ’iyan dîstîne û wekî rizgarkerekî hewldaye role xwe ya qirêj a firotina bihezaran jinên ku di bazarên koletiyê de hatine firotin, veşêre. Bi armanca belav kirina civaka Êzidî û koçberkirina wan, bidijmin re polîtîkayên hevpar pêk aniye, bi rastî ji ber vê sedemê bi DAIŞ re hevkarî kiriye. Di wan êrîşan de pişaftin wek rêbazek bingehîn hatiye bikar anîn, ew hemû pêk anîn li ser jina ku nirxên civakê xwe de dihewîne xistine dewrê, rêbazên tên zanîn ên şerê taybet in. Wargeha Mexmûrê jî ji aliyê PDK’ê ve biawayek hê taybet hatiye destgirtin. Wargeha Mexmûrê, wargeha dawî û 7’emîn a gelê ku ji ber pêkanînên qetlîamker a dewleta Tirk di sala 1994’an de ji Bakur ber bi qada Başûr ve hatin û bi êrîşên PDK’ê re rû bi rû man; beriya ku hikûmeta Iraqê bikeve, wek wargehek girêdayî Iraqê hatibû rêxistin kirin. Wargeha ku piştî 2003’an bi Başûrê Kurdistanê ve hat girêdan, bi nasnameya xwe ya siyasî ve derketibû pêş. Wargeh ji aliyê hikûmeta Iraqê û NY’ê ve hat nas kirin, li ser navê dûrxistina nasnameya PKK’ê rastî êrîşên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî PDK’ê rû bi rû maye. Bitaybet jî bioperasyonên reş kirin, paşbêjî û agahiyên derew ên têkildarî PKK û kadroyên wê ve, armanç kirin ku gel ji PKK’ê dûr bixînin. NY’î, li hember her cûre êrîş û pêkanînên li ser vê wargeha ku qaşo di bin venêrîna wî de bêdeng maye, heta bingeh ji wan kiryaran re amade kiriye. Li pêy êrîşa dawî ya DAIŞ’ê jî, NY’î ji wargehê veqetiyaye û wargeh ji her cûre êrîşê re vekirî hiştiye.
Her çiqas xeta xayîn a ku bi pêkanînên xwe yên şerê taybet ve, ji dewletên mêtînger re xizmet dike êrîşên xwe yên li ser civakê dijwar bike jî, di civakê de nerazîbûnek cidî çêkiriye. Bingeha serhildanên ku hewl didin bi sedemên aborî ve girêbidin, ên di salên dawî bi pêşengiya jin û ciwanan de tên li dar xistin; nerazîbûnek ji rêveberî û pergala heyî re heye. Pergala heyî ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve di nava qeyranek cîdî de ye. Ew şerê taybet a ku ji bo ji vê qeyranê rizgar bibin xistin dewreyê jî, dewsa ku qeyranê çareser bike, hê zêde kûr kiriye. Di rewşa heyî de wekî ku êrîşa li ser PKK’ê ya bi navê tekoşîna li dijî PKK’ê rewa be, Başûrê Kurdistanê ji xizmeta dagirkeriyê re hatiye vekirin. Di salên 1990’an de çêkirina baregehên leşkerî yên dewleta Tirk bi peymanên nû ve hatine dirêj kirin û zêde kirin, rêveberiya Başûr jî wekî parêzgerek dewleta Tirk tevgerya ye. Êrîşên zêde yên hewa, hedefgirtina gund û qadên çandiniyê, şehîdxistina gelek gelê me yê sivîl, perçe kirina bedenên biçûk ên biqazanên ton ve, şerek leşkerî ye ku arasteyê civakê hatiye kirin û bi PDK’ê re û hinek jî bidestê YNK’ê ve tê rêve birin. Lê di pêvajoya berxwedanên Kobanî û Efrrînê de jî biawayek pir zelal hate dîtin ku gelê me yê Başûr prîm nade wan polîtîkayên xayîna ne. Li dijî nokeriyê rêya netewî hilbijartiye. Bi taybet jî di vê pêvajoyê de bi beşdarbûyîna zêde ya jin û ciwanan a di nava PKK’ê de, îfadeya şênber a vê nerehetiyê ye. Ji ber vê sedemê, divê vala derxistina xeta hevkar a vê perçeyê hê baştir bê fahm kirin, di serî de dewleta Tirk a faşîst hedefên hemû dewletên mêtînger vala bên derxistin, yekitiya netewî bi nêzîkbûyînek pêşdixe bê dest girtin. Dîsa girînge ku pêşî li jina ku xistine statuya herî xirab, xwe bigihîne nirxên xwe û ji nûve erka pêşengtiyê bidest bixe bê vekirin.[1]