GIRTIGÊH
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#
Dewleta Îranê, di mijara terbiye kirin û teslîm girtina gelê #Kurd# de rolek stratejîk dide #zîndan#an. Yek jî cihên herî zêde şerê taybet tê birêve birin zîndan in. Di zîndanan de hemû polîtîkayên şerê taybet li ser girtiyên siyasî pêk tîne. Girtiyên ku rastî her cûre îşkenceya fîzîkî, psîkolojîk tên bi hemû îradeya xwe tekoşîn dimeşînin. Ji ber vê sedemê di demên dawî de bi taybet jî ji bo şikandina îrade, pêkanînên şerê taybet pêşdixînin. Bi taybet jî hema ji bo yek nasnameya siyasî nemîne pergala zîndanê pêk anîn. Li vê derê bi xistina dewreyê ya her cûre îşkenceyê ve dixwazin Kurdan teslîm hildin. Di pêvajoyên binçav kirinê yên ku bi mehan didome de pêkanînên dermirovî dixînin dewreyê û xebatên bê îrade kirinê tê rêve birin. Dîsa madeyên hişber bi destê dewletê dixînin zîndanan û hewl didin girtiyên siyasî fêrî van madeyan bikin, bi vî awayî dema ku derketin derve pêşiya lêgerînên cûda jî bigirin. Jinên girtî jî rastî her cûre pêkanînên destdirêjî û tecawizê tên. Bi taybet jî ji bo ji aliyê exlaqê ve jinê bieciqîne û bibe sedem ku jin jixwe nefret bike her cûre êrîş tê pêk anîn. Her çiqas li ber çavan, gardiyanên jin ên ku dişibin zilaman hebin jî, di hemû pêkanînên îşkenceyan de zilam jî hene. Ji bo jinê biçûk bixînin li hember jinan jin tên bikar anîn, tînin asta ku li hev bixin, birîndar bikin û heta dibe sedem ku hevdu bikujin jî.
Her jina ku ber bi sêdarê ve dibin, li bin navê xamatî gunehe; ji aliyê celadên wan ve tên tecawiz kirin. Jinên ku roja dikevin zîndanê sibeya wê mirî tê dîtin hene; bêyî ku sedema vê, çima vê bê pirsîn, bê lêkolîn kirin, rasterast li goristana bêkesan tên veşartin. Dîsa bi ajoyên girtiyan dileyîzin, girtiyan arasteyê êrîşên zayendî dikin. Ji bo wan kesên ku digel hemû polîtîkayan jî teslîm nabin, vê carê rêbaza darve kirinê dixînin dewreyê. Kîjan demê tevgerên şoreşger ketin dewrê; vê carê bi darve kirina ciwanek Kurd re, dixwazin tirs ava bikin û pêşiya tevgerên wiha bigirin.
Dewleta Îranê, piştî rêxistiniya xweser a ku Tekoşîna me ya Azadiyê pêşxistî şûnve; li ser navê ku gel ji tekoşînê dûr bide sekinandin, her cûre dijî propaganda xistiye dixîne mêriyetê, bi îşkenceyên fîzîkî ve jî dixwaze tirs ava bike, bi rêbazên cerdewantiyê ve jî îxanetê teşwîq bike. Bi taybet jî dixwaze ku her tim gefa darve kirinê rojane bike, zextek cidî bi afirîne. Bedena hevalên şehîd teşhîr kiriye û bi her cûre îşkenceyan ve li pêy wesayîtan kaş dike( di vê mijarê de tiştên ku anîn serê cenazeya heval Zîlan Pepule ji vê re mînak e), bi vê ve xwestiye ku çavê civakê bitirsîne. Dîsa wek taybet malbatên kesên di nava tekoşînê de cih digirin hatin hedef girtin. Pere ji malbatan re tê teklîf kirin, ji malbatan re tê gotin ku eger zarokên xwe ji tekoşînê qut bikin wê pêşiya wan vekin û dixwazin malbatan neçarî sixûriyê bikin. Bi wan rêbazan ve dixwazin hêza yekane ya li dijî rejîmê di nava berxwedanê de ye bê bandor bikin. Digel wan hemû rêbazan jî, bi taybet piştî pêvajoya komploya navnetewî ji aliyê Rojhilat ve hişyariyek cidî çêbûye û ev pêkanînên şerê taybet hatine teşhîr kirin. Cihê hilhatina tirsa ku dixwazin ava bikin, refên berxwedanê wek tercîhek mezin hatiye diyar kirin. Ev tercîh jî nîşan dide ku xeta berxwe dide domdar e; encama ku polîtîkayên şerê taybet ji bo dewleta Îranê dixwest nekarî bidest bibe. Eger em rêbazên şerê taybet ên ku dewleta Îranê pêk tîne bi çend sernavan rêz bikin;
Bi awayek zêde torên sixûr kirin û îstîxbaratê pêş dixîne û hewl dide gel teşwîqê vê bike. Pêşxistina pergala cerdewantiyê( besic). Wek aborî jî bêyî ku li Kurdistanê razemeni bike gel xizan dike, gel tîne rewşa ku bi pirsgirikên aborî ve mijûl bibe. Bi pêşî li girtina kolberiyê ve jî wek rêya debarê cerdewantî û sixûriyê li ser gel ferz dike. Di bin agahî û venêrîna îstîxbaratê de ereq û madeya hişber a ku bajarên din ên Îranê qedexe belav dike û bikar anîna wan belav dike. Girêdayî hişber û ereqê li ser bingeha zewaca fermî bi navê pergala sexsê fihûş tê pêşxistin, mirovan ji aliyê exlaqê ve hildiweşîne û ji vê re bingehek rewa ava dike.
Di çarçoveya şerê taybet de girtîgeh vegerandine îşkencexaneyekî, hewl didin kesên ku ji sûcên ji rêzê ketin hûndir jî beşdarî torên sixûrî û hişberiyê bikin. Yek jî rêyên herî bi bandor a çewisandin û tune kirina Kurdan a şerê taybet sêdar e. Sêdar; li gorî eyaletên din, li Kurdistanê bi mantiqê siyasî û îbretê re tê pêş xistin. Mizgeft, qursên Quranê û medrese li gorî eyaletên din, li Kurdistanê hê zêde tên belav kirin, wek saziyên şerê taybet tên bikar anîn.
Dema li ser vê bingehê xulaseya polîtîkayên hûndirîn tê kirin, Îran di asta herêmî de li pêşiya netewbûyîn û azadiya Kurdan di nava polîtîka û rewşek ku asteng kirinê de ye. Di bin siya herêmek biçûk a wek; ‘eyaleta Kurdistanê’ ve li ser Rojhilatê Kurdistanê pişaftin û çanda jor a Farisan ferz dike. Derfet nade siyaseta demokratîk, bi polîtîkayên herî hişk ve mixalefeta herî biçûk asteng dike. Îran, her tim di pêvajoyên xeter de li ser hevkariya xwe ya dewleta Tirk re beralî tevgera me bûye, netewbûyîna Kurd a azad ji bo xwe wek xeterî û gefek herî mezin dîtiye. Wekî ku Rêberê me jî nirxand Peymana Sadabat dewreyê daye; operasyonên hevpar, radest kirina kadroyên PKK’ê ji Tirkiyeyê re, îşkenceyên giran, di şexsê heval Şirîn Elemhulî de ji aliyê dewletekê ve îdam kirina kadroyên PKK’ê, wek encamên vê peymanê xwe didin der. Îrana ku di nava Şerê Sêyemîn a Cîhanê de xwediyê avaniyek statukoparêz, xwe parastin spartiye taktîka şer, li ser vê bingehî li herêmê şerekî birêve dibe. Hewl dide li Iraqê li ser beşek Şîayan, li Sûriyê li ser rejîma Beasê, li Lubnanê li ser Hîzbulah bandora xwe çêbike, dema li ser vê bingehê hewl dide li ser piyan bimîne jî; di heman demê de hedef dike ku li herêmê çawaniyek herêmî bidest bixe. Navenda şerê 3’emîn ê cîhanê Kurdistane. Qada ku Îran tevdigere rastî girîngiya stratejîk a perçeyên Kurdistanê û tekoşîna gelê Kurd a pêşengtiya tevgerê tê.
Cihê ku bi tifaqiya Kurd- Farisan ve, vegera demokratîk bidest bixe û bi netewbûyîna demokratîk ve xwe bihêz bike, di asta herêmî de li ser dijberiya Kurd siyaseta xwe dîzayn dike, rêbazên xwe yên şer dispêre vê pêş dixîne. Di encamê de helwesta bêrêgez-berjewendperest a rejîma Sûriyê li hember Kurdan bikar tîne, berhemê siyaseta Îranê ye. Her çiqas di gelek mijaran de bi Tirkiyeyê re bikeve nava nakokiyan jî, mijara destpêkê û bingehîn li ser hev bike dijberiya Kurdan e. Di rewşa heyî de Îran li hember Tevgera Azadiya Kurd di mijarên wekî leşkerî, îstîxbarî û şerê taybet, nava dijberiyek cidî de ye. Deskeftiyên Kurdan, ên asta herêmî ji bo xwe windahî dihesibîne, li ser vê bingehî şêweyê siyaseta xwe diyar dike. Îran, di helwesta xwe ya giştî de jî li hember tevgera me taktîkên şikildayînê yên wekî eqil dayîn, tevgerên bê têşe )kabadayi), xwe mezin dîtin, aligiriya tundiyê û perçiqandin pêk tîne. Ji bo vê hê bi bandortir pêk bîne jî wekî ku me li jor anî ziman; dikeve nava helwesta ku ji polîtîkayê dûr bixîne, civakek ku tu di oxira wê de şer biki nehêle, belav û bê nirx bike. Cihê têkiliya berê ya Med-Pers’an, siyasetek Farisan a netewperest dispêre înkara Kurdan. Di vê mijarê de Îran ku dewletek statukoparêze; meyla dilsoz a guhertin û veguhertinekê nîşan nade. Di vê wateyê de wek dewlet neteweyek statukoparêz; netewperest, olperest, zayendperest e û wan bi siyasetek herî kevneperest ve pêk tîne, şerê xwe yê bi civakê re, bi azadiyê re, bi jinê re dispêre wan. Di rewşa heyî de hewl dide qeyrana ku bi hêzên hegemon re jiyan dike bê bandor kirina Kurdan û bi xwe bicih kirina herêmê ve derbas bike. Di eslê xwe de destwerdana hêzên navnetewî ya li ser Îranê jixwe pêk hatiye; ambargoyên aborî yên ku rû bi rû dimîne, di her qadê de nebesî jiyan kirin, wek zehmetiya ragirtinê ya nasnameya pêkhêner a hevpar a Şîatiyê û mirov dikare çalakiyên hişk û demî yên mixalefeta hûndirîn a xwe dispêre nakokiyên olî, di vê çarçoveyê de binirxîne. Îran ji ber sedema kûr kirina nêzîkatiyên neyînî û bi taybet jî dem dem dikeve nava pozîsyonek ku ji aliyê dewleta Tirk ve bê bikar anîn, ji bo vê jî divê wek hêzek ku pêwîste bi baldar bê şopandin û li hember tekoşîn bê rêve birin. Îran jî wekî dewlet netewên din ên statukoparêz herêmî; zilamê sazibûyî ye, eqlê wî qurnazî, derew û şelandinê dihewîne. Ji ber vê yekê divê bi vê rastiyê ve; polîtîkaya wî ya şerê taybet bê dest girtin, siyaseta wî ya nixûmandî- veşartî a li ser Kurdan bê fahm kirin û pêwîste li hember vê tekoşînek xurt bê rêve birin.[1]