Di Kurdîya Kurmancî de Îzafeya Berfirhebûyî (Devokên Başûrê Rojhilatê û Başûrê Rojavayê)
Mehmet Yonat
2020
Destpêk Îzafe termek e ku di zimanzanîya Îranî de ji bo avanîya ravekê tê bikaranîn. Parîkela îzafeyê ku ji bo girêdana hêmanên raveker bo ra-veber (navdêra eslî ya avanîya îzafeyê) tê bikaranîn. Ev partîkel di kurdîya kurmancî de li hember zayend û hejmarê hessas e. Ji bilî fonksîyona girêdanê ev partîkel di fonksîyona anaforîk de jî tê bika-ranîn. Ev her du fonksîyon ew fonksiyon in ku heta niha tê zanîn. Haig behsa fonksîyoneke din ya partîkela îzafeyê dike ku di vê gotarê de mijara eslî ew e. Ev fonksîyona partîkela îzafeyê, bikaranîna îzafeyê ji çarçova morfolojîk ber bi çarçoveyeke sentaktîk berfireh dike. Di vê fonksîyonê de partîkela îzafeyê di hevokên navdêrî û yên lêkerî de îşaretê kirdeyê (hin caran bireserê) dike. Di hevokên lêkerî de bi piranî mena berdewamîyê û mena perfektîyê dide. Ev fonksîyon di lîteratûrê de wek îzafeya berfirehbûyî (extended ezafe) hatiye leksîkalîzekirin. 1 Di vê xebatê de, hem îzafeya berfirehbûyî bi hurgilî hatiye terîfkirin hem jî di du devokên kurdîya kurmancî de ev avanî hatiye analîzkirin.. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434785&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Di Kurdîya Kurmancî de Îzafeya Berfirhebûyî (Devokên Başûrê Rojhilatê û Başûrê Rojavayê)=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,665 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!