Li bajarên #Rojhilatê Kurdistanê# bi armanca nîşandana nerazîbûna kuştina Jîna Emînî bi îşkenceya hêzên Îranê welatiyan dukan û bazarên xwe venekerin û dest bi greva seranserî kirin.
Li gorî raporên Rêxistinên Mafên Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, dukan û bazarên bajarên Seqiz, Sine, Mehabad, Şino, Nexede, Pîranşar, Dîwandere, Bokan, Merîwan girtî ne û li Kamyaranê û Serdeştê jî beşeke welatiyan dukan û bazarên xwe venekirine.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, li hinek bajarên ku dukan û bazar hatine girtin, hêzên Îranê zextê li esnafan dike ku dukanên xwe vekin.
Di rojên derbasbûyî de çalakvanên siyasî, medenî û partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî bi îşkenceyê daxwaz ji xelkê kiribûn ku roja 19ê mehê dukan û bazarên xwe bigirin û greva seranserî dest pê bikin.
Duh Yekşemê li Cadeya 6emîn Behmen a Sineyê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê yên Îranê de alozî derketibû. Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê diyar kir ku di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî yên şeva din de li Sineyê 12 kes hatine girtin, 9 kes jî birîndar bûne.
Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin. Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest dabû lê Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî îro Duşemê 19ê Îlona 2022an di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku berî ku bigihînin nexweşxaneyê Jînayê canê xwe ji dest dabû.[1]