Dibêjin ger tu çanda miletekî nas bikî, yekser berê xwe bide wêjevanên wî miletî ji ber vê yekê me berê xwe da yek ji helbestanên herî gewre bi zanebûn, hişmendî, evîndarî û welatparêziya xwe #Melayê Cizîrî#.
Melayê Cizîrî nivîskar û helbestvanekî kurd e ku li Şirnexa bakûrê kurdistanê di sala 1570’î de ji dayîk bûye û di sala 1640’î de li Cizîrê çûye li ser dilovaniya xwedê. Navê wî Mela #Ehmedê Cizîrî# ye û navê bavê wî muhemed de.
Di navbera sedsala 16 û 17’an de jiyaye û li Medreseya Sor û Strabadê mîna piraniya nivîskarên wê serdemê xwendiye.
Tê gotin ku Melayê Cizîrî li gelek bajarên Kurdistanê geriya ye yên mîna Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir û Heskîf da ku zanebûna xwe zêde û berbelav bike.
Gelek berhemên hêja nivîsandine, lê berhema wî a hatiye tomarkirin “Dîwana Melayê Cizîrî” ye ku ji hêla nivîskar “Celaleddîn Yoyler” ve di sala 2006’an ve hatiye weşandin.
Dîwan ji 114 beşan pêk tê , bi cure û mebestê têvel mîna helbestên evîndarî, welatparêzî,xwezayî û hwd hatiye tomarkirin û şîrovekirin.
Ya herî berbiçav û balkêş ew e ku Mela bi şêwaz û Dibistana Tesewifê bandor bûbû. Lewra di piraniya ristên wî de ev yek tê dîtin (hezkirina bê hempa û sînor).
Li ser vê mijarê jî gelek rexneger û mijûlnivîs vê yekê berovajî dibînin, ku Mela evîndarê Selma keça Mîrê Heskîfê bû. Li vir mirov dikare bêje ku dema helbestên wî tên pêşberî me mirov dikeve di nav lêpirsînê de, ka gelo ev helbest ji bo kê nivîsandine, ev işiq ji bo yezdan e yan jî ji bo jinekê ye! Kes nizane an jî her yek li gorî nêrîna xwe li mijarê dinêre. Ev yeka han jî bêtirî xwe ji ber ku helbestên wî bi awayek sembolîk hatibûn nivîsandin, mirov ecêbmayî û heyirî li ber ristên wî dimîne lewma kesê evîndar wê işqa yarê bibîne û kesê oldar wê evîna îlahî bibîne!
Melayê Cizîrî helbestvan û mîrê evîniyê, di tûrikê xwe de gelek helbestên ku bi canekî tenik hatine nivîsandin ji me re pêşkêş kirine.
Di hundirê helbestên wî de wesifdayîn, evîna bê sînor û azadiya ramanan mîna wêneyek qeşeng nîşanî xwêner kiriye. Çawa dema ku mirov helbestên wî dixwîne dilê wî ji cih diçe! Wisa helbest ristine ku xwendevan ji işiq û evîna wî matmayî bimîne.
Di helbestek xwe de a bi navê “Dilberê Îro Seher” wisa evîna xwe şîrove dike û dibêje:
Dilberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox
Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox
Di vê parçeya helbesta xwe de, Mela bi dilgiranî û şewat, bi peyvên ku kovana dilî dihejînin êşa hezkirina ji yara xwe û hestên ku tênê di dûrketinê de dide der! Mela bi hestên xwe ne tenê tîran li dil dixe lê dêmekê wijdanê xwendevan bi işqa xwe dihejîne.
Wek me dayî diyarkirin helbestvanê mezin Melayê Cizîrî ji mirîdê Dibistana Tesewifê bû. Tesewif jî yek ji dibistanên olî yên kevinar e piraniya nivîskar û helbestvanên wê demsalê bi rêbaz û hizirê wê bang dikirin.
Her wekî ku tê zanîn Tesewif dibistanek olî ye, bêtirî xwe girîngiyê dide sincên pak, hezkirina paqij a ji dil ji bo xwedan, hîm û pileyên misilmantiyê yên herî baş ji bo mirovahiyê.
Ev felsefeya han ji hêla fîlozofên dînî yên mîna Farabî, Îbn Ruşdî, Bîrûnî û Xalid Bin Yezîd ve hatiye danîn.
Di helbestek din a bi navê “Hêv û Tewq e Dikim”
Weha dibêje:
Hêvî û tewqe dikim ez ji xwedana
heşemê
Wê nigar û senem û padişah û
Muhteşemê
Carinan bendeyê dil şohtiyê mehcûr ve
Virêr
Bi lebê le’lê şekerbar û ji ‘eynê keremê
Pirsyarê li me carek bike şêrîndehena
Min
Ka perêhtîne firaqa te li ser derd û xemê
Xuya ye ku mela suhtiye ji derdê işqê, banga xwe digihîne dosta xwe a ku bi xwedawenda huşmet û padîşahekê şebihandiye. Dibêje ji bo yezdanê banî carekê li halê min bipirse, êdî dûrbûna te tev bûye derd û xem ji bo min.
Melayê Cizîrî ji nivîskarên kilasîk e, bi helbestvanê evîniyê hatiye naskirin. Di ristina helbestê de raman û hestên xwe xweber di kaniya helbestê de herikandine ku xweşikbûn, nazibûn, paqijî û rastiya nêrîna xwe nîşan daye.
Her weha Melayê Cizîrî di malikek xwe de wiha pisporiya xwe ya evîndariyê tîne ziman.
Tu ji Melayê Botî bipirs esrarê
Işqê hel dikit
Çi zanîn vê sirrê sed Mela û
Muste’îd
Li vir tê xuyakirin ku çendî Mela di evîniyê de noq bûye, raz û kilîdên wê ji her kesî bêtir Nola Melayan fêm kiriye.
Çiqasî em hest û ramanên Cizîrî lêkolîn bikin, em ê di her carekê de tiştine cuda û balkêş bibînin, ji ber ku li gorî di nivîsên xwe de daye diyarkirin, hezkirin mîna dibistan û hizirekî serbixwe ye li gel wî, bîrdoziya jiyanê li ser hezkirinê tê avakirin. Çi cureya hezkirinê be bila bibe ya herî girîng mirov hebûna xwe wek insan bi hezkirinê bibîne. Çawa ku mirov nikare bê nan û av bijî wisa nikare bê hezkirin bijî lewma Melayê me kûr û dûr işqa xwe daye diyarkirin wisa kiriye ku êdî helbestvan hew bigihêjin bejin û bala helbestên wî yên evîniyê.
Ji ber wisa jî bi nasnavê Pîrê Işqê hatiye naskirin![1]
DIYALA ELÎ