Danasîna helbestê bi asoya dîroka mirovahiyê re dest pê kiriye û heya roja me ya îro danasîna wê berdewam e. Danasîna helbestê bûye mijara gelek zaniyarên felsefê, dîrok, huner û civaknasiyê. Van zaniyaran gelek aliyên helbestê anîne ziman, lê hîn jî pênaseya wê hemû nehatiye ziman.
Pablo Neruda dibêje, ( ji amûrên guhertina jiyanê yek jê helbest e. mirov bi helbestê cih û awayê hezkirinê dibîne. Helbest zanîna mirov bi pêş ve dibe, bi mirovan hastên nû û taybetiyên nû dide qezenckirin).
Friedrich Hegel dibêje, ( di hemû beşên hunerên ciwan de ya herî zehmet û herî payebilind helbest e).
Rexinegirê Rus V.V çaykovskî, helbestê wiha dide nasîn, ( helbest, ramankirineke taybetî ye. yanî bi riya xeyalan, bîr û baweriya xwe pêşkêş kirine).
Bi giştî em dikarin bibêjin ku helbest cureya sereke ya wêjeya kilasîk e. zanist û asta herî bilind ji mirovahiyê ye. bi riya helbestê mirov nest û dilsojiya xwe derbirîn dike, fikir û ramanên xwe bi zimanek şêrîn û levhatî tîne ziman. Helbest ji aqilbûrîn û derbirîna xewin û xeyala ye. bi xeyalên xwe re mirov dûr û kûr diçe, zanista helbestê derya ye her çiqas mirov pê de diçe nagihêje dawiyê. Amûrek ji amûrên guhertin û pêşketina jiyanê ye.[1]
Bîranîn, hêvî, aşopî, evîndarî, lehengî, şoreşgerî ev hemû helbestvan bi helbestê tîne ziman, germahiya hestên xwe û helecana dilê xwe bi tevgera xwezayê re berhev kirine û bêtirî xwe li ser werzê bihar û zivistanê helbest nivîsandine.
li gorî belgeyên dîrokî tê xuyakirin ku herî kêm di navbera 3000 _4000 BZ de di nava cîhana me de hatiye dîtin. Dibe ku peydabûna helbestê li cem kurdan ji vê dîrokê kevintir be jî, ji ber ku di kûrahiya dîrokê de gelê kurd xwediyê çandek pir kevnar bû û di gelek qonaxên dîrokî re derbas bûne.
Eşkere ye ku helbest beriya zayînê bi zimanê kurdî hatine hûnandin û serê xwe di gelek qonaxan de rakiriye û gelek şûnwar dîtine.
Bandora helbesta devokî ya kurdî, xwe di dema Avestayê de daye der. Beşa Avestayê ya bi navê Gata yan Gatan hemû bi awayê helbest û bi pîvaneke kiteyî hatiye nivîsandin.ev diyar dike ku beriya Avestayê jî, bi awayekî devokî helbest hatine gotin. Di roja me ya îro de ew awayê helbestê di nav kurdan de heye û weke çandeke kevnar, di koçik û dîwanxaneyan de tên gotin.
di helbestên kurdî yên kilasîk de ji hêla dirûv ve bandoreke diyar a wêjeya erebî û farisî heye. Helbestvanên kurd berhemên giranbuha bi şêweyên helbesta kilasîk ên weke xezel û qesîdeyê nivîsandine. Her weha helbestvanên kurd bi şêweyê rûbayî , ku di bingeha xwe de şêweyê wêjeya farisî ye berhemên hêja nivîsandine. Ji xwe mirov dikare bibêje ku zimanê kurdî bi helbesta kilasîk bûye zimanê nivîskî. Di zimanê helbesta kilasîk de peyv û komekên erebî û farisî di helbestê de zêde zêde peyda dibin, heya qalibên rêzimanî jî hatine bikaranîn, lewra gelek helbest bi awayekî pirzimanî hatine nivîsîn.
Helbesta kilasîk ji aliyê şêweyên hunera gotinê ve jî zengîn e. bi zimanekî bi coş û helecan hatiye nivîsîn. Helbestvanan helecana dilê xwe, germahiya hastên xwe bi tevgera xwezayê lêk dane.
Ev helbest bi pîvan û kêşe ye, malik bi qafiye û redîf e. helbesta kilasîk di heman demê de kiteyî ye , zêdetir 7,8 û 11 kîte di helbestên kurdî de tên dîtin.
Li dîwanxane û serayên mîr û paşayan ji bo wan dihatin gotin. Naveroka helbesta kilasîk bi piranî bi hestê evîndariyê, bi mijar û bûyerên olî, bi babetên rewiştî û bi diyardeyên netewî dagirtî ye. Helbesta kurdî di serdem û qonaxên cuda re derbas bûye, bi taybetî helbesta kurdî ya kilasîk deng daye û ji hinavê wê jî helbesta nûjen û modern derketiye hole.
Serkêşê helbesta kurdî a kilasîk di sedsala 10 an de Baba Tahirê Hemedanî bû.
Ev helbstvan xwediyê çarînan e, bi raman û hizira xwe , di xweda û xweberiyê de dihingivt.
Di sedsala 15 an de bi serkêşiya mele Ehmedê Cizîrî tê xuyakirin. Ew helbestvanê kurd yê pêşî bû ku helbesta (xezelî) ya islamî derbasî toreya kurdî kiriye. Di sedsala 17 an de, di çîroka navdar (Mem û Zîn) a Ehmedê Xanî de, diyar e. di serdema 19 an de zirweta kilasîkîyeta nû di berhem û nivîsandinên helbestvan Nalî, Salim û Mustefa Beg de tê nuhtin. Ev kilasîkiya nû ji bo rizgariya netewî jî dihat bikaranîn. Nemaze di navîna dawîn ji serdema 19 an li ser destê helbestvanê mezin Hecî Qadirê Koyî.
Dema ku em li ser helbesta kurdî a kilasîk dipeyivin em ji aliyê durv û şiklê helbestê ve li helbestê dinêrin, wate û derûniya helbestê ne pir girîng e, em tenê qala helbestên kevnar yên ku zêde olî ne nakin, her helbesta ku taybetmendiyên helbesta kilasîk berçav bigire di nav helbestên kilasîk de cihê xwe digire, ew helbest olî be , evînî be, modern be yan çi mijareke din be.
Têgînên mîna erûz, Qafiye, riste, malik û bend di sazûmaniya helbesta kilasîk de rolek sereke dilîzin û helbestên mîna xezel, çarîn û qesîdeyan bi van hêmanan bi rêkûpêk bûne.
Bêgoman, di her zimanekî de kesin hene ku bi kar û xebata xwe, bi israr û vîna xwe erkê pêşxistina zimanî dane li ser milê xwe û xwestine ku zimanê wan bighêje asta cîhanî. Miletê kurd jî xwe ji vê yekê bêpar nehiştiye, kesên mîna Ehmedê xanî, Nalî, Melayê Cizîrî û gelekên din bi rêzikên helbestên xwe bûne sedema mayîna zimanî û parastina çand û dîroka gelê kurd heya roja me ya îro, ji vir jî girîngî û nirxê helbestê li cem tevahî gelên cîhanê xwe daye der!