Kîjan salê bû, nayê bîra min. Lê tê bîra min, bihareka dereng ya zaroktîya wî bû. Em di ber goristana taxê re dimeşîyan û me temaşeyî ciwanîya dar û gulên li nav goristanê dikir. Ji nişkê ve bû xuşîna baranê. Min bi destê wî girt û bêyî biryarê bidin, em li ber derîyê mezin yê dêrê rawestîyan. Li ser derî bi herfên mezin nivîsandibû ”#MALA XUDÊ#”. Min derîyê darîn vekir, gavek avêt hundir, wî got:
– Baba ma tu li derî naxî?
Ez vegerîyam, min bi kefa destê xwe li derî xist, bêyî ku li benda bersivekê bimînim, çûm hundir. Saloneka direj û fireh. Textebendên li rex hev rêzkirî. Banê bilind û pencereyên camrengîn. Lê virtîvala. Kes lê tuneye. Piştî ku lê varqilî, kes lê tuneye, got
– Baba ma ka xudê li kû ye?
Ez lê zivirîm. Bi zivirînê re hat bîra min, li ser derî çi nivîsandibû.
Min jê re behsa hebûna xudê û pirtûkên pîroz kir. Behsa bawerîyê û perestgehan kir. Lê ji serûçavên wî xuya bû ku bi bersiva min ya dirêêêj îkna nebûbû. Mîna ku pirsa xwe ji bîr kiribû. Xwe da hev. Dîsa pirsî:
– Çima mala wî weha ye?
Min fam kir ew hema hingê, di wê kêlîkê de bersivekê dixwaze ku pê razî bibe. Ne semînerek, yan axaftina konferansekê.
Min çiqa dixwest “niha yek li vir bûya û bersiveka îqnakir ku ev zarokê 4-5 salî pê îkna bibe têxista destê wî û destê min”……….Sal çûn, di jîyana xwe de ez hin carên dî pêrgî pirsên weha cirnexweş hatim.
Pirsên zarokên 13-14-15 salî:
NEXŞE Û NAV?
Çima nexşeya Kurdistanê û navê Kurdistanê li ser nexşeya cihanê tuneye?
EZ NIZANIM EZ ÇI ME!?
Ez kurd im, ya swêdî/alman/îngilîz/tirk/ereb/faris/fransî/holandî/norveçî me???
ALFABE?
Çima du-sê alfabeyên kurdî hene, çima ya xelkê yek bi tenê ye?
BI KURDÎ PEYIVÎN; XWENDIN Û NIVÎSANDIN?
Çi feydê peyivîn, xwendin û nivîsandina bi kurdî JI MIN RE heye? Ez dikarim bi kurdî li unîversîteyê bixwînim? Ez dikarim karekî pê bikim?
Tu çi dibêjî? Dikarî bersiva van pirsan bidî ku zarokên 13-14-15-16 salî bi bersiva te îqna bibin? Hema anuha, di vê kêlîkê de, bersiveka kurt û îknakir dixwazin. Ne “bersivên dirêj” ku pirsa wan ji bîra wan bibe..[1]
REMZÎ KERÎM