1
Ji ber tîrên zîpika buharê, kûlîlkên dara xoxê tar û mar dibin. Dara, ku berya kêlîkekê, bi sipîbûna bîra xwe çurusandî bû, ji nişkê ve vemirî. Sopeya komerê ya li ser balkonê jî, li kortala kevirî ya şikefta biraştinê, ewle ye. Dûman li ba dibe, bi destên xwe yên hişk zîpikê werdigire. Zimaneke dilbijokî ji agirê tenik, bilind dibe, û dilopên dohin dialêse.
Bîna biraştinê xwerist bixwe ye, zîpik xurtir dibe.
Sorgulên li tenişt perjanê ser û binî hev dibin, û #zarok#ê ku li metvexê hilkişiyaye ser dikê da ku bi tolaziya çavên xwe têramandina dîmenê bike, li ser rîtma çingeçinga req û lihevhatî ya lihevketina zîpik û keviran, lingên xwe li erdê dixîne:
– Îro rojek e pir xweşik e, pir.
– Ma zîpik dikare ewqasî wê xweşik bike kurê min!?
– Ez dikarim bixwum, ma ez bixwum?
– Zîpikê? Na kurê min nayê xwarin.
– Mebesta min roj e, ma ez dikarim rojê bixwum?
– Na kurê min, tu carî roj nayê xwarin.
– Ê çawa roj dikare xweşik be madam em nikarin wê bixwun?
– Em pê kêfxweş dibin. Derdikevin. Digerin. Seyranê dikin. Dilîzin. Dimeşin. Bazdidin. Li ser sopeya komerê, wek anuha, em goşt dibirêjin kurê min. – De ka em bilîzin, de.
– Em anuha nikarin, ma tu zîpikê nabînî kurê min?
– Mane te go eger roj xweşik be em goşt dibirêjin. Roja xweşik va ye, de ka em derkevin.
– Ne hema tenê ku roj xweşik be, divê, em derkevin kurê min.
– Çawa dikare xweşik be eger ne em dikarin derkevin û ne jî dikarin wê bixwun?
– kê tu fêr kiriyî ku roj têt xwarin kurê min?
– Û ji bo çi nayê xwarin?
– Gelek tişt hene em nikarin wan bixwun, gelek bûnewerên xweşik jî hene lê em nikarin wan bixwun kurê min.
– Çûk xweşik in, lê em wan dixwun. – Diya te jî xweşik e, ma tu yê diya xwe bixwe kurê min? Zîpik dibare. Xurtir dibe. Duqat dibe.
Qîrînek bilind dibe. Yê zarok bi henekî gez diya xwe dike: Ez dê te bixwum.
2
Her ew gayê xelmaşbûyî bixwe ye, tengerêya roavahiyê derbas dike. Em dikarin wî ji balkona roava, ya ku li ser stûnine ji xewnên dara Miyoborosê hatiye avakirin, bibînin. Em dikarin jî şûnşopa simên wî di nav rêzên berbi çav ên pirtûka mezin de, destnîşan bikin. Gayê Hindê ye, û golikê zêrînî yê ” Benî Israîl ” bi dû de ye, û çêlekên dîdariyê jî da ku dem bikaribe xwe wek lawirekî şirove bike, di xewna Yûsiv de veşartîne. Yê biçûk, yê ko temenê wî pênc sal kêm çend roj in, bi lez û bez, çêlekine dîtir li ser televizyonê di wexta nûçeyan de, dihejmêre. Bîst, deh, yazde, bîst, not.
– Ev çêlekana dîn in kurê min, ji îro û pê ve em nema goştê çêlekan dixwun.
– Çawa çêlek dîn dibin?
– Mîkrob e, kurê min, wexta ku dikeve mêjiyê wî de, dîn dibe.
– Ha,ha. Dêmek wexta em hawê çêlekan bikin em jî dîn in?
– Na kurê min. Ne sedîsed, tenê wexta ku em ji xwe bawer bikin ku bi rastî em çêlek in.
– Û eger em ji xwe bawer bikin ku em mirov in dê çi bibe?
– Bi rastî jî em mirov in, eger me ji xwe bawer kir ku em mirov in, ev bawerî têr dike ku em ne dîn in kurê min.
– “Ev bawerî têr dike ” çi ye? – Mebesta min ku em bawer bikin ku em em in kurê min.
– Ma em çi ne?
– Em mirov in kurê min.
– Û çêlek?
– Çêlek e kurê min.
– Û mirovê dîn çi ye?
– Mirov e, lê mirovekî cihê ye kurê min.
– Ango ne mirov e?
– Na, mirov e, lê hizra wî, rabûn û rûniştina wî û têgihiştina wî cihê ye kurê min.
– Eger çêlek hawê me bike dê bibe çi?
– Her dê çêlek bimîne, lê çêlek nikare hawê me bike kurê min.
– Çawa na? Mane xwe bi derewan dîn dike.
– Çawan tu dizanî ku xwe bi derewn dîn dike û ne bi rastî dîn e?
– Çinkî eger bi rastî dîn bûya dê nemaya çêlek.
Wergerandina Ehmedê Huseynî[1]