Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,787
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
HELBESTA ANDRE BRETON
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
werger: Ehmed Huseynî
werger: Ehmed Huseynî
Navê her pirtûka girtî ya çi laþî be di xwe de dihêwirîne. Û her laþek jî pirtûkek e bi ser hemû peyvan û hemû navan de vekiriye. Hinek kes xewnan û têramandin û evînê bi kartînin. Peyva xwe dibêjin û peyvbêjiya wan dibe nivîsandina ko êdî nema ji cih û demê têt hilanîn.
Hin kes dibînin, da ko bi dîtina xwe re cîhanê hiþyar bikin. Dinivîsînin û pirtûkên wan dibin kiryar û bûyer û rûdan û peyamên dîrokê. Kesine bi gavên daçikyayî û bi awakî; ko em nizanin ka berbi kûderê ve diçin, bi rê dikevin. Hevaltî û dilsojiyê, toreyî û bêzariyê nas dikin, û ti carî hestên xwe ji bîrûbaweriyên xwe; gotinên xwe ji kirinên xwe cihê nakin. Ji bo þoreþê dijîn, û birîna her kêlîkekê; çiqasî hêsan be jî, nas dikin. Li êþên xwe xwedî derdikevin, rabûn û rûniþtinên xwe radestî sincên naskirî nakin. Herwisa çêja xwe jî radestî pîvanên zanistiya statîkî nakin.
Weko çawan derbasî hundirê surdarî û matmayînê dibin wisa xwe berdidin kûrahiya anuha û rabirdûyê jî. Lê her û her û hergîz; çavdêriya nirxine teze û spehîbûnine nû dikin.
Ji lêbûrînê hez nakin, dijwar û sînordar in. Em dikarin ji wan hez bikin û em dikarin jî ji wan bidexisin, em dikarin ji wan bitirsin û wan jî ji xwe bitirsînin . Wexta ko em pirtûkên wan dixwînin jiyan têt guhertin. Wexta em bi wan re dipeyivin em sergêjahiyeke nediyar hest dikin. Em gavên wan winda dikin, da ko em ji nû ve pêrgî wan bibin, piþt re em dixwazin li wan cîgehên kêm çûn û hatin, sînorên xwe ji wan re vekin. Ti carî em naxwazin wan bêhêvî bikin.
Kes in; û di vedîtina rêça xwenaskirinê de pir zîrek in. Liserrawestana we berbi rastiyê ve radiperînin, lewra tiþta herî hêja ya ko gerek li hemberî wan bê kirin ew e, ko em li xweyaxwe vegerin.
Em mîratgirên ‘Ez’a wan in. Daxwaza me jî ew e ko em ramanên wan ên dirindane di her amajeyê de, di her bêdengiyê de û di her peyivînê de, bi gewde bikin.Civak; navê helbestvanan li wan dike. Ew bi xwe guh nadin vê binavkirinê, çinkî peyva helbestvan “tênegihiþtinekê durist dike, bi awayê ko her kes dikare vî navî weko çawan di rojên çûna dibistanê de çenteyê xwe hildigirt, hilgire”.
Di nîvê vê sedsala bîstan de, ko mirov hewl dide, da ji xapandin û ji ling ji bin þemitandin û ji ser rê birinên jiyanê rizgar bibe, hêjî hin ji xelkê, helbestvanan, wek bûnewerine romantîk û bêkêr, dibînin: (Ji xelkê zûtir hînî dermankirina xêzên nivîsandinê bûne, tiþtine nebûyî û bêkok dinivîsînin, ko mirov wan ji aqil bi dûr nexe û bi dilekî paqij piþtgiriya wan neke, ti carî wan tiþtan bawer nake.) Ew xelkana ji bîr dikin ko Standhal jî wek Gerard de Nerval romantîk bû.
Helbestvan xwedanên dûrbîntirîn û hûrbîntirîn û çaresertirîn pirtûkan in, çinko helbestên wan; ti carî pêwist nakin ko li dawiya rêzên vegotinê rawestin:
Dikarin Peyva “helbest ” li hevokeke kurt ko di
çeþnê fermana karekî sincî (exlaqî) de be, bikin. Dikarin wek Loteryamon yek malikê jî di helbestê de nenivîsînin.
Dikarin berî hemdemên xwe pêþezanên bûyeran bin; bûyer û rûdanên ko ji mirovatiyê re balkêþ û giring bin, dikarin rastiya li pêþ dîrokê eþkere bikin, dikarin prinsîpên hiþyarî û zanînê ango rêbazan damezirînin; û bi alîkariya sihra wan prinsîpan bandûrê û akamê li jiyan û li ramana xwendevanên xwe bikin.
Lewra; hemî tiþtên ko wan kesan pêkanîne û pê jiyane û ji jidayikbûna xwe hetanî mirina xwe pê ramiyane jî navê ‘Helbestê’ lê dibe.
Di nav vê mezinkoma ko çameyan(qesîdeyan) dinivîsînin; helbestvan kêm in. Hin ji wan ji bilî nivîsandina çameyê di tu tiþtî de naramin û bi serhiþkî li dijberî nivîsandina pexþanê radiwestin. Helbestvanekî wilo êzingvan e.
Hin zilam û hin jin helbestan nanivîsînin, lê ji gelekên ko helbestê dirêsin nêzîktirî helbestê ne; ji xwedanên “hunera helbestî” nêzîktir in.
Helbestvan ji boyî wan zilaman û ji boyî wan jinan dinivîsînin, tenê ji boyî wan. Çinkî þoreþa rastîn a cîhanê û guhertina dawîn a jiyanê, tenê, bi wan ve girêdayî ne.
Helbestvan ‘çameyên xwe’ mîna hevdîtinan û bûyeran û dîroka zindî ya ko pêwist e bê jiyandin, pêþkêþ dikin.
Di nêrîna wan de, pirtûk, ne ji bo istihlakê ye lê sîsikeke navendiyane ye û tirsnakiyeke rastîn bo gerdûn e. Vekirina berhemên wan; tenê hema vekirina berhemên wan, karek e, rê li ber me vedike ko em tiþtên xwe yên pêþî û yên dawî li ser bikin.
Pirtûka- Entîke, wek ko helbestvan dibîne, bi naveroka xwe û bi wê sûlava ko berdide hiþê xwendevanê xwe, dibe wêneyeke berdest.
André Breton mezintirîn helbestvanê zindî ye -di sala 1966an de miriye-; ev jî ji bo wan kesên ko piþtî xwendina Novalis, Nerval, Rimbaud, Loteryamon, Apollinaire, di helbestê de metiryala ji nû ve afirandineke giþtî bo mirov dîtine, tiþtekî bêguman e.
Herwisa bo wan kesên ko di helbestê de þoreþekê dibînin dîsa tiþtekî bêguman e; þoreþa ko di her kêlîkê de û di her demê û di her cihî de bigewde dibe da ko helbest bê merbend û bi azadî diyar bibe.
Tiþtekî bêguman e bo wan kesên ko li dijî helbesta li gorî pîvanên dîroknas û mamostayan nijinandî, radiwestin; dîroknas û mamostayên ko di evînê û di êrotîkê de, di karê siyasî û di jiyana rojane de û di xewnê de, pêdiviyeke bingehîn bo teqandina her tiþtî û hêsankirina her tiþtî û dubarekirina afirandina her tiþtî, dibînin.
Bi kurtî, ji bo wan kesên ko di Firaxên hevlûle de ‘Communicating Vessels’ wek nimûne, bi taybetî di rûpelê 124 an de ji çapa dawîn, heman ramanê û heman jiyanê dibînin, bêguman e.
Berhemên A. Breton wek gaberdekî (hîm, kevirekî mezin) bizavkar ko ti carî naherife, ji hevdû dabeþ nabin. Herwiha dahênaneke xweristiyane ye; kîjan balende be û rengê perîkên wî çawa bin jî dikare xwe di movikên vê avahiya hendesî ya surdar û yekta de winda bike.
Hîmdarekî wek Breton, di baweriya min de, ti carî namire, tenê di bareyekê (haletekê) de dikare bê mihandin, ew jî, eger bi rastî û ji dil navenda rakêþê (cazibiyet) ya ko terazûna wî di vê valahiya dîrokî ya civata li dijî þoreþê de diparêze, bê guhertin.
Helbesta Breton, cara pêþîn, li xewxaneyekê, li rojavayî Fransayê, li ser mesefa xwarinê, wexta ko ji jin û keça xwe re li ser þevê dipeyivî, dest pê kir. wexta ko di ciwaniya xwe de nameyek bo Paul Valery nivîsandibû, û wexta ko digel Trotiskî li ser ‘Ji bo hunereke þoreþgêr û azad’ imzekiribû, û wexta ko polîsên ‘Fîþî’ helbesta wî ‘Fata Morgana’ û pirtûka ‘Antolojya tinaziya reþ’ qedexekiribûn û berbi doravên Antîlê ve çûbû, û wexta ko peyva xwe di kovara anarþistan de bi ‘Cîhana bêserûber ‘ dest pê kiribû, û wexta ko di germa cenga Cezairê de bergiriya leþkerên revyayî dikir, û wexta ko dîsa li xewxaneyekê li rojavayî Fransayê rûniþtîbû û gotarek ji rojnameya ‘Telegram de Elwist’ bi sernivîsa ‘her roj, Alain Jouffroy, li daristana Holkotê ye, cîranên xwe yên biçûk dibe dibistanê’ çirandibû, û xistibû keviya pirtûka xwe ya ko diyarî hevalekî dikir, helbesta wî dest pê dikir.
Weko çawan ba hergav, ko bibe baran û mij û seqem jî, ba ye, Breton jî hergav helbestvan e.
Di nêrîna wî de; helbest, pêþeroja mirov e.
Çameyên (qesîde) wî -ko pir kêm belavdikirin û duberekirina belavkirina wan jî nedipejirand- jêder û palpiþta camane ya dîrokekê ne ko ji dîroka wî berfirehtir in.
Yek ji stûnên wê cîhana ko xwe bi ser me de diçemîne, dîroka hevokên Breton e.
Bila hostayên wêjeyê netirsin, çinkî ev cîhan pir guh nade wan û ew bi xwe jî vê yekê qet nizanin. Dîsa jî bila nasyarên helbestê û rexnegirên pispor ên wêjeyê vê yekê bawer bikin: Ev cîhan, li hemberî hemî viyanên prîmîtîv, raperîneke giþtî ye. Tu sedem nîne ko ew jî xwe tevlî vê sergermiyê nakin.
Çinkî helbest, wexta ko civatê rexne dike, û bi sergermî, giyan û lêþ, ramanê û rastiya zelal ji hev cihê dike, wê çaxê, bi vê karîna xwe ya yekane, vekirina xwe, ya bi ser cîhana ko bêdengiya wê ya kurt helbesteke bêkutayî ye, diçesipîne.
Helbesteke bêkutayî, ew helbest e ko Sopo û Breton beriya pênc salan ji jidayikbûna suryalîzmê wê dinivîsînin. Wexta ko di sala 1919 an de li wî dengê dirûnî guhdarî dikir; dengê ko bi tena serê xwe dikarîbû nivîsandina mêkanîkî biafirîne.
Hemû helbestên Breton ên ko li pey (Bexçeyên polayê) hatine nivîsandin, hetanî kêlîka ko di Dîsembera sala 1933 an de ragihandiye ‘ko dîroka nivîsandina mêkanîkî ya suryalîzmê – bêtirs dibêjim- dê bibe sosreteke berdewam’ helbestine ramanî ne, ramanek e û xwe bi xwe, bê mebest, ji bilî mebesta vedîtina ramanê bi xwe û rizgarkirina wê, xwe davêje nav êgir.
Piþtî wê bi çar salan, digel wê jî, hevokine kurt ji ” Gula berbero ” ya ko di sala 1923 an de nivîsandibû; di sibehekê de dema ko serê xwe diþûþt, tên bîra wî û li hemberî vê baweriyê radest dibe:
“Helbestên avêtî, yên ko ji durvên wan ne razî ye û di nav rûpelên dîwana ” Debançeya por sipî ” de nîn in, mîna ko ji cihekî nediyar hatine. Helbestine bêagahî ne, hestan ranaperînin. Helbestine di çeþnê hewldanine sergerm û serseriyane yên di hundirê deryayeke har û tevlihev de ne.
Ew hevokana peyv bi peyv, wêne bi wêne tên bîra Breton, tên bîra wî û dizane ko bi evînbaziyên wî re diguncin; evînbaziyên ko di seyraneke þevînî de, li nêzî keleha San Jack, ew bi karanîbûn, û di wan de jiyabû.
Li vir, em dibînin ko sosreta nivîsandina mêkanîkî dikare ji ber xwe ve, bi derengî be jî, bête guhertin, û bibe hêvî.
Bext (þans), bextê afsanewî yê ko mirovek bîrtûj bi destdixîne û digihêjêyê di vir de ye, ko di afirandina çemê peyv û wêneyan de xwedanê coþiyeke zikmakane be, û nivîsandina mêkanîkî jî di vî warî de, ji bo bext, dergehekî nîv vekirî ye, têgihiþtina tiþtên ko di pêwistiyê de nayên têgihiþtin, e.
Qelaþtina dîwaran e, dîwarên ko takekesiya (ferdiya) neþoreþgêr wan di navbera mirov û cîhanê de, di navbera aniha û dahatûyê de, di navbera zilam û jinê de, di navbera rastiyê û xewnê de, ava dike.
Bi awakî rasterast, Breton nivîsandina ji bo jiyanê ye, û jiyana nivîsandinê ye. Nivîsandinek e; çepera asê ya keþtiya ko bêguman dê binavbibe û li dijî bahozê berxwedanê dike, diherifîne.
Di navbera prinsîpa nivîsandina mêkanîkî û awayên bikaranîna wê de tevliheviyek heye. Lê yê helbestvan dizane ko ev prinsîp dê dûrî hemî awayên asê yên nivîsandinê û dûrî hemî rê û rêbazan bimîne. Wek kilîta azadiya ramanê ko bêyî wê tu tiþt ji bilî mirinê namîne, dê bimîne.
Breton bixwînin: Di hevoka wî de, mîna hiþmendiya di zelaltirîn qonaxa xwe de, jiberxweveyî û zikmakayî dipijiqin. Hizrên xwe yên dadayî û bangên xwe li ser hevokan ferz dike.
Çameya Breton, bi vê rîtma xwe û bi vê zelaliya xwe û bi vê payedariya xwe, di hebûna xwe de xwe dispêre yasayeke xweser û yekane: Dilbijandina herî giranbuha.
Semageriya giyan ya bi lêþ ve girêdayî ye, û semageriya zeynî (zihnî) jî ji bo bûnewerê mirovî, bi gelemperî, derbasbûna metirsiyên ko ti carî bawer nedikir ko dê zora wan bibe, pêdivî ye.
Pêþveçûn, ji ‘RAZ’ hetanî BAYÊ AVÊ’ ne bi awakî rêkûpêkane ye. Deng jî hergav ne di yek çeþnî de ne. Malik berya niha nehatine bihîstin. Matmayîn bi awakî berz amade ye.
Plana pêþîn a çameyê ya ko rev jê nîn e ew e ko, hewldana yekemîn a nivîsandina çameyê biryarê li ser her tiþtî dide: Li ser çawa destpêkirinê, li ser rîtm û beþavendê (qafiye- theme), li ser guhertin û rawestek û bandûrên wê.
Hiþmendî û ramyariya Andre Breton jî ji vê pêk tê ko dizanîbû çawan desthilata fermanê pêþkêþî wê hewldana yekemîn bike, çinkî bêyî vê yekê jî, kîjan helbestvan be dikare þansên xwe yên ji helbestê winda bike.
Helbestvan e û teorîzanê vê mêkanîkê ye; mêkanîka ko xirecir û tevlîheviyeke bê veger xistiye rêbazên nivîsandin û ramanên kevnare de.
Andre Breton, tenê, di nav helbestvanên þoreþgêr de yên ko li Fransayê di dawiya sedsala 19 an de ji dayik bûne, dikare mezintirîn helbestvan be. Breton di sala 1896 an de hatiye dinê.
Helbestvan û teorîzanê vê mêkanîzmê, A. Breton, cara pêþîn helbestê- ji De Lautrèamont û vir de- digihîne rexê dîtir ê babetên wêjeyî, û cara pêþîn jî piþtî Apollinaire bran (burhan) kir ko helbest ne hema di pirtûkê de têt bi cîkirin, lê pirtûk jiyan e, kolan e, hevdîtin e, rûdan e, bûyer e, û ji ber ko ev tiþt hemî ne, pirtûk; em bivên nevên dê wisa be, bi taybetî di wê pêvajoya ko, dem û cî, tê de, wek agahî û ezmûneyeke berdewam bin; ezmûneya wê rastiya ko hêjî li ser piyan ranewestiyaye, û rastiya ko xwe ji meþê re amade dike.
Lewra ‘realîzm’ ko hergav þanoya sîbereke hejar bû; îro mezintirîn xapandinên çandê ye; ji wan xapandinên ko mirov xwe bi xwe xwe pê dixapîne.
Li hemberî vê jî, hizir û bîr û prinsîp û teoriyên suryalîzmê ji berhemên xwe tekûztir û hêzdartir in. Ji vir û pê de, suryalîzm wek destpêka ramana pêþerojê û wek sînorê ko mirov nema bixwaze di hundirê hevokên mirî de û di hundirê vê sîbera çandî ya ko jiyana wî ya hiþmendî û zeynî û evînî û siyasî dixeniqîne, bijî, xwe pêþkêþ dike.
Dê ji me re bibêjin ko suryalîzm berya çel salan li ser piyan e. Emê bibêjin ko komunîzmê not û þeþ salan bendewariya serkeftinê kiriye, herwiha emê bibêjin ko ji çel û du salan ve em di çeþnê Komûneke ramanî de dijîn, Komûnek e, û li Versailleseke dîtir ko roj bi roj çekên wê û nokerên wê pirtir dibin, dorpêç kiriye. Komûnek ko di rewþa xweparastinê de be, ti carî bi rêkûpêk nabe.
Ez di wê baweriyê de me ko azadiya lêþ û azadiya awez (aqil) dê 1917 eke taybetî ji bo xwe bi destxînin, û ev 1917 eya han bêguman dê zora 1879 an -mebest sala Komûna Parîsê ye- bibe.
” kevana sipî ya ko li ser piþteke reþ hatiye nîgarkirin û em navê ramanê lê dikin” bi tu kesî ve negirêdayî ye, hetanî bi xwediyê xwe ve yê ko afirandiye jî girêdayî nîn e.
Cîhan û xwîn û raman, di nêrîna helbestvan de yek tiþt in, tu diramî, (difikirî) dêmek tu di cîhanê de xwînê dirêjî.
Û Bretonê ko bi awakî mat û balkêþ daye nîþankirin ko” de Lautrèamont û Rimboud du teorîzanên dijwar in” dibîne ko ne hema gerek her kes helbestê binivîsîne lê li her cihê û di hemî barûdaxan de û bêyî cihêwazî (istisna) gerek bête nivîsandin. Eger helbest li cihekî ji cihan rawestiya, eger sînor ji bo helbestê hatin danîn, dê helbest ji jiyanê bête birîn û helbestvan bixwe jî di hebûnê de dê raweste. Wê çaxê çareya yekemîn, bi rastî, xwekuþtin e.
Madam raman li ser piyan e, û dikare bi rê ve biçe û madam nivîsandina mêkanîkî, eger gotarek e seyr di rojnameyekê de be, hevpeyivînek e bêdeng hetanî destê sibê bi jinekê re be, yan jî li ser keviya qutiya cigareyan nivîsandî be yan jî li girtîxaneyê be, dikare dengê xwe bigihîne, Madam bext berfireh e û madam hêvî û bêhêvîbûn di mêzênê de ne, tenê þiyana helbestê dimîne da ko mirov bikaribe di tunebûna xweþî û evînê de ziyaneke zorbaz nebîne,
Di xemgîntirîn û dijwartirîn barûdoxên, ko reng e (belkî) helbestvan di wan re derbas bibe de, rêkewt(sudfe) û bext hene. Ev pevgirêdana seyr a di navbera pêwistiya xweristî û pêwistiya þexsî de heye; bi taybetî cihekî hevdûbirînê heye, cihekî giyanî û cihekî dî fîzîkî hene û di van cîwaran de xebatkarên Komûnê ramana ko ez li ser dipeyivim, radiperînin.
Di van cîwaran bixwe de Breton tiþta ko nivîsandiye nivîsand û tiþta ko jiyaye jiya. Tiþta ko jiyaye nivîsand,: ‘Nadja’, ‘Stûnên 17’, ‘Elewanî Elmustetreqa’, û tiþta ko nivîsandiye jiya: ‘Daxuyanî’, ‘destpêka rojê’, ‘Evîna þêt’, ‘Kilîta revê’, û di ‘Hejariya realîteyê’ de rastiya ko her tiþtî dinixumîne û tu tiþtî cihê nake, dixuye.
Hemî helbestên Breton û hemî helbestên rastîn wek rêkewteke (korfelaqiyeke, sudfeyeke) ne subjektîv û ne jî objektîv dikarin bên pênasîn, rêkewteke ko hilperikînê diafirîne, rêkewtek e, û ‘berê kûrahiyê’ tê de berbiçav e.
Li vir, li ser rûpel, wek ko elend bi ingirîn û bi kevokan hatibe dabeþkirin, wek ko pinpinîkan bi ser çirê de bibarîne; çira ko jineke evîndar li jêr wê rût û bi dilgermî rûniþtiye.
Helbestên Breton bixwînin, hûn dê demê û þûnê, ji hevdûrketin û pevgirêdana henasan (nefesan) û ramanê bixwînin. Hûn dê hemî zîvirandinên dema zeynî (zihnî) bijîn, ko bêyî wê dê jiyan rêçeke kurt î bê mebest be.
Suryalîzim wek dergehê takekesiya þoreþgêr, ne dibistan û ne jî rêbaziyek e, û ne jî dikare bibe formek ji formên derbirîna çandî.
Gelek helbestên ko cara pêþîn ji sala 1921 ê de li vir di ‘ronahiya zemînê’ de belav dibin, tu tiþtî dernabirin, û ne jî dixwazin tu tiþtî derbibirin. helbestvanê mezin derbirînê nake lê dibêje û dipeyive. Bi peyivîna wî û bi nivîsandina wî azadî dibe þepalek û cîhan jî dibe þêrek, dîrok jî hemû dergehan dihejîne û hemû zindanan diherifîne.
Takekesiya þoreþgêr, di baweriya min de, “pir jidayikbûna ezê” ye, li hawirdora wê û carcaran bi awakî nakokane û cihêreng gelek hiþmend û behremendên hevbeþ dicivin: San Gost, de Sade, Max Shternar, de Lautreamont, San Paul û Breton, Antonin Artaud, Patay, Henri Michaux. Ez dê li xwe mikur bêm, û ji xwe, dê kutahî jî li vir be, helbesta Breton navê her pirtûka girtî ya çi laþî be di xwe de dihêwirîne. Û her laþek jî pirtûkeke bi ser hemî peyvan û hemî navan de vekiriye.
* Alain Jouffroy ko yek ji hevalbendên Breton bû, ev nivîs di 3 yê temûza 1966an de wek pêþgotin ji bo pirtûka Breton a bi navê Ronahiya zemînê, nivîsandiye.
Wergerandin #Ehmedê Huseynî#[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,451 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-08-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Çapkiraw
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Edebî
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Zimanê eslî: Fransî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-07-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,451 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1117 KB 21-09-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!