#GOTINÊN PÊŞIYAN# ÇI NE? NE ÇI NE?
Wateya ferhengî: gotinên pêşiyan, di erebî de; darb-i mesel, darab-i mesel, durûbu-emsal, mesel û beyan, derbas dibe. Di dema zimanê osmanî de; ibare, beyan û îstilah hatiye gotin. Di tirkî de; pêşî ta’bîr, dûre bûye atasozu. Di zimanên ewropî de; expresion, saying, idiom, parable, metaphor, paradox tê bi navkirin. Di #kurdî# de; bi awayê “peyv” û “gotinên pêşiyan” derbas dibe. Di kurdî de sedema “peyv” û “gotin” ji hevdû cihê dibe jî ji hevokê ye. Peyv tê wateya kelîmeyekê tenê, lê gotin tê wateya peyvên dibin hevok û bi wate. Li hin deverên kurdî “peyv” jî di wateya “gotin”ê de tê bikarînîn
Wateya wêjeyî: Gotinên pêşiyan; hevokên bi darazî, hukmî û bi pendî li nava gel ji bo vegotin û rexneya tiştekî û bûyerekê an ramanekê hatine zimên.
Gotinên pêşiyan; li ser her tiştî hatine gotin. Li ser ajalan, li ser xwezayê, li ser erdnîgariyê û li ser mirovan. Lê bi taybetî ev yekana bi awayê şibandinê hatine gotin. Şibandina mirovan bi ajalan, ya mirovan bi xwezayê, ya amûr û tiştan bi mirovan û bi hev re hatiye kirin. Ji ber wê yekê jî carinan gotinên herî ku mirov bibêje sivik in jî, dîsa wateyek wan î giring heye. Heke ji alî mirovinan hatibin zimên û bi salan bi berdewamî hatibin gotin, nexwe hatine ecibandin.
Gotinên pêşiyan, li gor demê jî têne gotin û mayinde dimînin. Mînak; dibêje “nalbend li siwarî dinêre û hespê wî nal dike”. Xuya ye ku di dema ev gotin hatiye gotin “nalbendî” pir bi rûmet bûye û nêrîna nalbend jî bûye mînakek ji jiyanê.
Bi baweriya min, gotinên pêşiyan îro jî dibe ku bêne afirandin. Ne tenê pêşiyan gotine, mirovên îro jî diafirînin û bicîh dibin. Mabesta nav ku “ yên pêşiyan” in, di demên berê de wek aniha ewqas ragihandin tunebûye û ewqas zanebûna perwerdeyî tunebûye, loma ji dev derbasî dev bûye. Aniha pir gotinên xweş têne gotin. Ji ber ku pir têne gotin û mirov bi piranî gotinbêjê wan nas dike, mirov nabêje ev gotineke pêşiyan e. Lê ku hinek dem di ser re derbas bibe û mirov gotinbêjê wê jibîr bike an gotinbêjê wê winda bibe, ji xwe ew jî dibe gotineke pêşiyan. Wê di vê dema ku em tê de ne jî pir gotin bêne afirandin. Lê belê bi demê re wê bêne hilbijartin, kîjan bêne ecibandin, ew dê mayinde bimînin.
Gotinên pêşiyan, bi taybetî ji bo edeba mirovan hatine gotin. Mirov dikare bibêje ku li cihê perwerdeyî kêm bûye an tune bûye û wek me got ragihandin kêm bûye, hatine gotin. Heta mirov dikare bibêje ku jêderka gotinên pêşiyan li her welatî, gund in. Ji ber ku li gundan xwendin kêm e û mirov hê pir bi peyvê ramanên xwe der dikin. Ji xwe di şibandin û remzên gotinan de jî ev diyar dibe. Mînak: “nîr, das, ga, dar, devî, cot, kadîn, şivan û ajal”. Li gundan mirovên zane her tim bûne afrinerên gotinan. Cihê perwerdehî lê tunebe û fêmkirina ji nivîsê kêm be, mirov bi awayekî asayî tiştan û bûyeran fêm nakin. Bi gelemperî jî mirovekî fîlozof nikare xwe bi hêsanî di nava civakek ji alî nivîse paşdemayî de bide fêmkirin. Mînakên li gor vê ramanê di dîrokê de pir henin. Wek afarozkirina fîlozofên berê ji bo ramanek wan an gotineke wan. Îjar dema ku mirovên zane xwestine, bûyerekê, ramanekê bi pirê kesan bidin fêmkirin û zû bê fêmkirin, hevokên ku bandorê li hişê mirovan dikin bikar anîne.
Guherandina wan jî tiştekî xwezayî ye. Ji ber ku li gorî asta perwerdeyî û ragihandinê, dibe ku form an peyv bêne guherandin. Ji ber ku em dibêjin malê gel in, wê demê gel di çi astê de be dê li gorî xwe biguherîne, tu kes jî nikare rê li ber vê yekê bigire.
Carinan hinek gotin pir sivik xuya dibin, lê mirov nikare bibêje ku ev ne gotinên pêşiyan e. Wek: dibêje “li ser çavan birû hene”. Dema ev gotin tê bihîstin pir sivik xuya ye. Lê dema ku mirov ji bo selmandina tiştekî bibêje, mirov di wateya wê de baş têdigihêje û wê demê wateya wê î mecaz pir girîng dibe. Wateya wê î razber (soyut) hê pir li pêş e. Wek mirov bibêje, kurd henin û ne hewceyî nîqaşê ye, ev dibe wek “ li ser çavan birû hene.”
Gotinên jêderka wan baweriya olî ye jî pir in. Lê piraniya wan gotinan, ne ku giş di pirtûkên pîroz de derbas bûne. Pirê wan gel ji xwe re afirandine. Pirê wan jî ku dema mirov ketine tengasiyê, hatine gotin. An çare ji derdê xwe re nedîtine û wek ku xwe bi qederê ve girê dane û gotinên xwe jî li gor wê yekê anîne zimên. Lê di vê derê de, tenê xwe xapandinek an ji alî derûnî de xwerehetkirin heye. Dema ku mirov li dawiyê rast tên, an pirsgirêk dibin grêkutik dibêjin:“Çareya her tiştî heye”.
Wek mînak:“Xwedê derd daye, derman jî daye”.
Hinek gotinên pêşiyan jî henin, mirov dikare bibêje ku ji alî rêziman ve rast nehatine gotin. Lê belê ji ber melodîya wan winda nebe, kêm hatine gotin. Heke rast bêne gotin ew melodî pê re namîne. Melodî û rêzbendî (kafiye) jî ji hinek gotinan re pir giring e. Ji ber ku dema bi melodî û rêzbendî têne gotin, ew dibin wek têgînan û hê baş tê fêmkirin. Ango bi wê melodî û rêzbendiya xwe di hişê mirovan de bi cîh dibin.
Wek mînak: “ xweziya sêwiya, ne hêvî ya ”.
Heke di vê gotinê de rastnivîs hebûya, diviyabû bi awayê “ xweziya sêwiyan ne hêvî ye” bihata gotin. Lê melodî û, rêzbendiyek jê re çêbûye û bi nivîsek kêmanî hatiye holê. Peyva “xweziyan” bûye “xweziya” û tîpa pirhejmariyê “n” ji holê rabûye tenê “a” hatiye bikaranîn. Ew jî pirhejmariyê xuya dike. Di dawiyê de jî “ya” diviyabû “ye” bûya. Lê ji ber rêzbendiyê, bi peyva “xweziya” ve hatiye girêdan û tîpa “a” hatiye bikaranîn. Ev tîp herêma gotinê jî diyar dike ku li alî herêma torê tê gotin
Taybetiyên wan:
1- Darazî û hukmî ne.
2- Hevokên bi qalib in.
3- Malê gel in, nivîskarê wan ne diyar in.
4- Bi piranî mecazî ne.
5- Pendî ne, ji bo mirovan dibin pend û ronahî û şîret.
6- Netewî ne.
Hukumîbûn û darazîbûna wan:Gotinên pêşiyan hukum dikin, darazî ne. Mirovan didarizînin tawanbar dikin. Wek “xeta xwar ji gayê pîr de ye”. Ev gotin encama darizandinê ye, hukum e, dibêje “yê sûcdar gayê pîr” e, an rêveber e. Raste rast mirovên serok, rêveber û berpirsiyar têne tawanbarkirin. Dîsa wek “ok tê li kokê”. Di vê derê de jî pêşdarazî heye û wek “bavê zarok xerab be, ew jî dê xerab be”. An “bav baş be ew jî dê baş be”.
Û mînakine din: “tu pê li cihê şil nekî, tu naçerixî” “kesê xêrê naçe dêrê”. Ev giş encamên darizandinê ne û dawiya wan hukum e. Dibêje, tu vê tevgerê nekî ev bûyer nayê serê te an tu bikî, evê bê serê te.
Bi qalibbûna wan:
Gotinên pêşiyan, di nava gel de bi demê re bûne qalib û bi rêzebendî (kafiye) hatine zimên. Bi qalibbûn û rêzebendîya wan, ji bo ku gotin neyên jibîrkirin û hê xweş bê fêmkirin an belav binin, hatiye holê
Wek ;
“ Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e”,
“ Menêr li mirûz, binêr li gurûz”.
“ Tiştê nêvî, jê neke hêvî”,
“ Çavê li deriya xwelî li seriya”
“ Bira bira ye, hesab li derê ha ye”,
“ Bûk li hespê ye, kes nizane riskê kê ye” û wd.
Gelêrîbûna wan (Malê gel in):
Gelêrî-Anonimbûna wan, ji xwe li jor pir baş tê fêmkirin. Mirov dikare bibêje pirên gotinên pêşiyan ji alî herkesî ve tê zanîn. Heta bi zarokan. Mirovên xwende û ne xwende, jin, mêr herkes pir hindik gotinên pêşiyan zanin û bi kar tînin. Ev jî xuya dike ku gotinên pêşiyan ji nava gel derketiye û di nava gel de dijîn. Lê belê di nava nivîs û wêjeyê de jî pir hatine bikaranîn. Di wêjeyê de ji bo vegotina hinek bûyeran tê bikaranîn û wek mînak tê nivîsandin.
Mecazîbûna wan:
Gotinên pêşiyan bi piraniyek gewre bi mecazî hatine gotin. Ev taybetîyeke giring e ji bo wan. Ne hewceye ku ev taybetî pir bê şîrovekirin, ji xwe naveroka vê pirtûkê li ser mecazîbûna wan ava bûye. Lê belê dîsa emê du mînakan bidin.
“Ar di kûtikê kevn de ye” an “Agir di qurman deye”.
“Ar” di wateya “hêz” an “zanebûnê” de ye. “Kûtik” jî di wateya “kal” an “pîr” de ye.Tê wê wateyê ku hêz û zanebûn bi mirovên kal re heye.
“Bi şevê dar û devî bi guh in”.
Gelo bira bi şevê guhên dar û deviyan çêdibin? Na. Lê ev gotin mecazî ye. Bi şevê him mirov ditirsin û ji xwe re guhan ji deviyan re çêdikin û him jî ji ber bêdengiya şevê guhdarîkirina şevê û bihîstina deng hê pir hêsan e.
Pendîbûna wan:
Carinan bav ji lawê re dibêje lawo; “Golikê malê ji gayê malê natirse”. Ev tê wateya ku mirov, ji lêzimên xwe fedî nakin an bi hêsanî mirov dikarin yên nêzîkî xwe rexne bikin. Di vê derê de, bav li lawê xwe şîretê dike û dibêje, “divê tu li yê herî nêzîkî xwe miqate û haydar be”.
Mînakek din jî: “Ga dikeve erdê kêr pir dibin”. Ev tê wateya ku, yê ketî herkes qerfê xwe pê dikin. Bav ji lawê xwe re dibêje “divê em nekevin û qels nebin, ku em bikevin an em qels bibin, hêza me nemîne, wê demê dê gelek mirov êrişî me bikin. Û ji vê goninê gelek wateyên din jî derdikevin.
“Bi gur re dikuje, bi xwedî re şînê dike”, ev tê wateya an rexneya ji bo mirovên durû, du alî.
Netewîbûna wan:
Gotinên pêşiyan netewî ne, li gor, rewş, civak, çand û erdnîgariya netewan hatine gotin. Lê ev yek ne pir qutebirî ye. Carinan gotinên cîranan jî hatine bikaranîn. Ji ber koçberiyê, ji ber sînor guherandinê, ji ber şer û bindestiyê; hinek gotinên pêşiyan bûne navnetewî û li gelek netewan bi heman wateyê jî tê bikaranîn. Lê ev dîsa netewîbûna wan winda nake. Gotinên pêşiyan ne wek biwêjan ku li nava welatekî din neyên fêmkirin. Li gelek welatan hinek gotin hatine afirandin û pir nêzî hinekên welatên din in. Mijara netewîbûna wan ji wateyên wan tê fêmkirin. Mirovên netewan an gelê welatan, li ser çi pir mijûl dibin an kul û êşên wan bi piranî çi bin, gotin jî bi piranî li ser wê yekê hatine afirandin. Mirov dikare bibêje, netewên di nava bahrê de, dê ji bahrê û ajalên bahrê pir bahs bikin an wan bikin remz. Mirov û netewên çiyayî, dê pir ji çiyan û nebatên çiyayî sûdê wergirin û navê wan bi mecazî bi kar bînin. Gelên ku pir şer dîtibin, dê ji şer an ji zilm û zordariyê pir bahs bikin. Em hinekî din jî li ser netewî û navnetewîbûna wan bisekinin:
Minak di kurdî de dibêjin: Bi gulekê nabe bihar,
Di tirkî de dibêjin: Bir çiçekle yaz olmaz (bi çîçekekê nabe bihar),
Di Îngilîzî de dibêjin: Hechecikek nake havîn: (One swalow does not make a summer).
Di vê gotina îngilîzî de baş diyar e ku gotinên pêşiyan, rewşa erdnîgarî û rewşa hewa û demsalan jî derdixin holê. Ji ber ku mirov dikare bibêje, cîhê Îngilîzan, havîn lê kêm e û ew, havînê wek biharê dibînin û dijîn. Li cîhê kurdan jî Hechecik havînî nayên, biharî tên. Ji ber ku bihar destpêka germê ye û xweş e. Lê li Îngilîstanê havîn wek bihara erdnîgariya kurdan e.
Gotinên navdarên dinyayê jî, di demên berê ku li nava welatan bi peyvê belav bûne, ew jî li hin welatan bûne gotinên pêşiyan. Mirov dikare ji wan gotinana re bibêje navneteweyî. Di nava civakan de hatine ecibandin û ji ber ku ragihandin tunebûye gotinbêjê wan nahatiye gotin an hatiye jibîrkirin. Her wiha wek gotinên pêşiyan jî bi cîh bûne.
Wek mînak: Nivîskarê navdar Murpy gotiye:
Qenciya ku tu bikî, demek din dê bibe peywîra te û tu qencî jî bê ceza namîne.
Di kurdî de li himber vê gotinê mînak pir in, wek:
“Qencî bi xerabiyê tê vegerandin” an “Qencî bi kuştinê tê vegerandin” e.
Dibe ku kurdan bi xwe jî ev gotin afirandibin lê ev tenê mînakek e. Bi dehan mînakên wisa hene. Ev xuya dike ku çandên welatan jî gişan ji hevdû bandor girtine.
Ji ber ku netewî ne; wateya wan, rewşa jiyana civakê, ramana civakê, helwestên mirovên wê civakê li himber hev, helwestên wê civakê li himber civakên din û nêrîna wê civakê li dinyayê jî, derdixînin holê. Li alîkî jî felsefeya jiyana demekê didin xuyakirin.
Mînak, dibêje;
“Mêrê fediyok bi kundekî, jina fediyok bi gundekî”.
Ev gotin rûmeta jin û mêr di nava civaka kurd î wê dema ev gotin hatiye gotin, derdixe holê. Rûmeta jinê ew e ku fediyok be û her tim bêdeng û bê kesayetî be. Rûmeta mêr jî ku her dem bi peyv be, bi erk be û ar be.
“Bê xwedê dibe bê xwedî nabe”:
Ev gotin ne helwestek li himber xwedê ye, ev helwesteke li himber bêxwedîtiyê ye. Ji bo rewşa civakê an malbatê hatiye gotin. Ji ber ku kurdan pir bêxwedîtî dîtine jî ev raste rast li civaka kurd tê. Ji ber ku azadîya wan tunebûye û demokrasî qet tahm nekirine, hilbet wê li xwediyekî an li egidekî ku wan xelas bike bigere. Bixwedîbûn ewqas giring e ku baweriya olî ketiye xala duyemîn.
“Bi ilme melê bike, bi emelê wî neke” :
Ev gotin jî helwesteke li himber mirovan xwebixwe an jî ya girseyê li himber mela ye. Emelê melê hatiye dîtin û pîvan û dibêje ku ilm ne yê wî ye,ew kesek e, lê ilm gelemperî ye.
“Bextê romê tune ye.”
Ev jî helwesta gelekî an civakekê li himer neteweyek din e. Peyveke ku jêderka wê pir kevn xuya ye. Dibe ku di dema Roma de hatibe gotin û hê jî ji bo zordariya serdestan di nava kurdan de tê bikaranîn.
Di zaraveyên kurdî de jî netewîbûna gotinên pêşiyan xuya ye û gotinên di zaraveyekê de hatiye bikaranîn, di zaraveyên din de jî henin. Her wiha di erdnîgariya nêzî hev de jî, di zimanên cîranan de jî dibe ku heman gotin hatibin bikaranîn. Wek mînak:
Soranî:Giya le ser bincî xoy derwêtewe.
Kurmancî: Giha li ser koka xwe şîn tê.
Dimilkî: Kûtik pê ziwar nîşîn sêyd.
Kurmancî:Tajî bi zorê naçe nêçîrê.
Vê gotina li jêr jî bûye malê tirk û kurdan. Ev jî bandora çanda cîranan xuya dike:
Keçika qereçî nabe xatûn.
çEv gotin, eslê wê dibe ku tirkî be lê di kurdî de jî bi cîh bûye û êdî tu kes nikare derxe, an mirov dikare bibêje, kurdî ye jî. Heta bi awayê “qiz qereçî xatun olmaz” jî li hin deveran di nava kurdan de tê bikaranîn. Her wiha mirov dibîne ku gelek gotinên kurdan di tirkî de bi cîh bûne, êdî mirov nikare derxe û hatine ecibandin.
Dîsa wek gotina;
“Pêşî êmek dû re dêmek.”
Û wek :
“Dims û pekmez farketmez.”
Van gotinana jî bi tevlihekirina du zimanan hatine gotin.
Di gelek pirtûkên Yaşar KEMAL de gotin û biwêjên ku mirov dibêje eslê wan kurdî ne cîh digirin. Di pirtûka Yaşar kemal-Sebahattin Eyuboglu ya bi navê “Ezman Şîn Ma”(Gokyuzu Mavî Kaldi) de jî gelek gotinên ku koka wan kurdî nin hatine bikaranîn û wek gotinên pêşiyan yê tirkî hatine nîşandan. Hinek jê pir diyar in, lê hinek him di nava kurdî de û him di nava tirkî de, mirov dikare bibêje ji sed salî virde têne bikaranîn. Ev tevlihevbûna çandê ye. Li gor rewşa civaka kurd û tirk û serdestiya sedsalan, tiştekî xwezayî ye.
Balkêşiyek vê pirtûka Yaşar Kemal û gotinên di navê de ne heye ku, ev gotinana ji devê gelê Anatoliya navîn jî hatine girtin û pirên wan di pirtûkên wek fermî de tune ne.
Mînakên Ji vê pirtûkê:
Agacın kûrdû îçînden olûr (Kurmê darê ji hundurê wê çêdibe).
Di kurdî de: Kurmê darê ji darê ye.
Mirov dikare bibêje ku ev ji kurdî hatiye girtin, ji ber ku ew pir xweş li zimanê kurdî tê. Lê di tirkî de hinekî bê xwê ye. Dîsa mirov nikare bibêje ev ji sedî sed ji kurdî hatiye an koka wê tirkî ye.Mînakên tirkî î li jêr jî xuya dike ku çanda kurdî û ya tirkî ji hevdû bandor girtine. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Lê gelek gotinên ku di tirkî de têne gotin qet di kurdî de tunene û gelek gotinên kurdî jî di tirkî de nayên gotin. Ev jî xuya dike ku her yek çandeke cûda ye.
Gotinên pêşiyan bi piranî ji ecibandinê têne bikaranîn. Mînak li nava Bajarê Mêrdînê kurd û ereb bi hev re dijîn. Ne gengaz e ku mirov sînorekî stûr têxe nava gotin û biwêjên wan. Çend gotinên erebî hene, dibêjin:
“Selam Icibil kelam, kelam icibil petêx”.
(silav peyvê tîne, peyv jî petêx tîne).
An
“Ji maran û himaran hey mafî xisaran.”
( ji maran xisara keran tuneye)
Pirên gotinan xwedî çîrok în jî. Di dû çîrokekê an qewimînekê de hatine holê. Wek çîroka vê gotina li jor: yek di ba petêxfiroş re dihere û silavê dike, piştî silavê peyv xweş dibe û dûre petêxekî dixwaze. Petêxfiroş jî bê pere didê. Lê roja duduyan û sisiyan jî wisa dom dike. Roja çaran petêxfiroş silava wî venagerîne. Xwediyê silavê dibêje “çima?” Petêxfiroş dibêje “silav peyvê tîne peyv jî petêx tîne”.
Ev gotin êdî di nava kurdan de jî tê bikaranîn. Heke ne bi wî awayî be jî kurd an netewên din, gotinên wiha li gor zimanê xwe werdigerîne an gotineke wiha diafirîne. Ev rêbaz tiştekî xwezayî ye.
MÎNAKÊN GOTINÊN PÊŞIYAN BI TIRKÎ Û LI HIMBER WAN YÊN KURDÎ
Mînakên gotinên pêşiyan, yên him di pirtûka Yaşar KEMAL (Gokyuzu Mavî Kaldı) û him di pirtûkên din yê tirkî de, gotinên nêzî çanda kurdî ne û di kurdî de têne bikaranîn jî ev in:
Tirkî: Bıçak yarası onulur, dert yarası onulmaz.(Birîna kêrê tê kişandin (tamîrkirin), birîna derd nayê kişandin).
Kurdî: Xweş dibe dewsa xenceran, xweş nabe dewsa xeberan.
Tirkî: Bir çiçekle yaz olmaz.(Bi çîçekekê nabe havîn).
Kurdî: Bi gulekê nabe bihar.
Tirkî: Cins horozu yumurtada öter.(Dîkê cins di hêkê de azan dide).
Kurdî: Dîkê çê di hêkê de azan dide.
Tirkî: Dağ ne kadar yüce olsa yol üstünden geçer.(Çiya çiqas mezin be jî rê di ser re derbas dibe).
Kurdî: Çiya çiqas bilin be, rê pê dikeve.
Tirkî: El eli yikar, iki el yüzü.(Dest dest dişo du dest rû dişo).
Kurdî: Dest destan dişo, dest vedigere rû dişo.
Tirkî: Abdalın karnı doyunca gözü papucundadır. (Zikê Ebdal têr dibe, çavê wî li sola wî ye).
Kurdî: Derwêş têr dixwe çavê wî li sola wî ye.
Tirkî: Ateş Ile barut bir arada olmaz.(Agir û barud li ba hev nabin).
Kurdî: Agir û pîşo li ba hev nabin.
Tirkî: Demîr tavında dövülür.(Hesin di semaxa xwe de tê kutan).
Kurdî: Hesin bi germî tê tewandin.
Tirkî: Mal bulunur can bulunmaz.( Mal tê dîtin can nayê dîtin).
Kurdî: Mal tê can nayê.
Tirkî: Otuz iki dişten çıkan otuziki mahalleye yayılır. (Ya ji nav sî û du diranan derdikeve,li nava sî û du meheleyan belav dibe).
Kurdî: Peyva ket nav sî û sê diranan, dikeve nav sî û sê zimanan.
Tirkî: Tatli dîl yilanı delîğinden çikarır.( Zimanê şêrîn, mar ji qula wî derdixe).
Kurdî: Peyva xweş mar ji qulê derdixe.
DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE HUNERA PEYVÊ Û WÊJEYÊ:
Di gelek gotinên pêşiyan de hûnerên cihê cihê xuya dibe. Ev jî ji wêjeya devkî parê distîne. Ji bo baş bêne fêmkirin û mayinde bimînin, bi hilbijartineke demdirêj, di gotinan de huner jî hatiye afirandin. Ev babet pir kûr û dirêj e. Hêjayî lêkolînên berfireh e. Lê belê emê tenê bi mînakine biçûk vê babetê rave bikin.
Şibandin: Ev jî ji bo gotin baş bêne fêmkirin û mayinde bimînîn hatiye bikaranîn.
Mînak : Kincê kete ber pînan, serê kete ber şîretan kêrî tiştekî nayên.
Di vê gotinê de seriyê mirovan bi kincên kevin hatiye şibandin.
Rêzbendî (kafiye):
Mînak: Huner çek e, di bin çengê xwe ke, roja hewce bû veke.
Mînakên bi vî rengî pir in. Ev cûre huner jî ji bo fêmkirinê pir hatiye bikaranîn. Di gelek gotinan de rêzbendî, ne di dawiya gotinan de, lê di serî û navê de jî hatiye bikaranîn. Wek gotina li jor.
Wezn û pîvana kîteyan: Hinek gotinên pêşiyan bi wezin û pîvan hatine gotin. Ne ku van gotinanê bi wezin, bi zaneyî hatine afirandin. Lihevanîn û hezkirina ji melodî û rêzbendiyê ew derxistine holê.
“Ga -dim-re -çerm -di-mî-ne ; mêr- dim-re- nav di-mî-ne”. (7+7)
Ev gotin hevdûdanî ye ango du gotinên bi hevre hatine gotin û bûne yek. Lê belê her yek bi wezin û ji (7) kîteyan pêk tê. Du mînakên din:
“Me-nêr- li- mi-rûz, bi-nêr- li- gu-rûz” (5+5)
“Ça-vê- li- de-ri-ya, xwe-lî- li- se-ri-ya”(6+6)
Vegotina bi peyv û axaftinê (pirs û bersiv): Di hinek gotinan de him pirs heye him jî bersiv hatine dayîn. Wek mînak:
Kê mirî vegerand? Yên dil kirî.
Kê nexweş rakir? Kê ku pirs kir.
Kê tir kir? Yên bê dê û bav.
Van gotinana selmandina bûyeran in, ji bo rexneya li civak û kesan hatine gotin.
Vegotina çîrokî : Hinek gotin hene, bi awayê vegotina çîrokê hatine gotin. Ew jî carinan dirêj û carinan bi pirs û bersivan çêbûne.
Mînak:
Di mala bavê de zeynet in,ava cêrên wan şerbet in,dayik dimirin, zeyî tên, “jinbira bê rûmet” in.
Ev gotin bi awayê helbestî jî tê zimên. Mirov ji çîroka vê gotinê jî wateya keçên ku dibin bûk û rewşa wan, dibîne.
Ji kerê re gotine were dawetê,gotiye: Ditirsim, bar mar li erdê ye, nigê min ne nigê dawetê ye.
Di vê gotinê de raste rast vegotina diyalogî heye û ev rêbaza çîrokê ye.
Vegotina mecazî û pêwendî: ji xwe taybetiya herî bi bandor mecazîbûna peyvên di nava hevokên gotinên pêşiyan de ne. Ev taybetî taybetiya sereke ye. Lê belê ne ku giş bi mecaz in. Hinek henin ev kêmanî di wan de heye ku tenê selmandin in û xwerû nin. Hinek jî henin bi mecazbûna wan wateyeke kûr î nexuyayî tînin holê.
Mînak:
Cêr li rêya avê dişkê.
Mirov dikare gelek wateyan ji vê peyvê derxe. Cêr bi tena serê xwe mecaz e. Wek “mirov” xuya dibe. Mirovê here şer dê bimire jî. Cêr, wek amûran jî xuya. Amûr, di çi karî de bê bikaranîn, di wê derê de xera jî dibe.
Ceh qet nebûye genim.
Ji xwe ceh nebûye genim. Lê ceh di vê derê de watayên din jî xuya dike. Wek, “jin nabe mêr”, “sewal nabe mirov”, “mirovê baş tu car xerabiyan nake” û hwd. Di van gotinana de her tişt bi tişteyên din re hatine têkildarkirin û şibandin.
Vegotina xeberbazî û qerfokî: Hinek gotin jî henin, dema têne gotin wek ku mirov qerfê xwe bi hinekan bike, têne fêmkirin. Ev yek jî wêjeyî û mecazî ye.
Mînak:
Yên ku herin masiyan, qûna wan şil dibe.
Vegotina duwateyî (tewriye): Di hinek gotinan de, hinek peyv hene ku bi du wateyan jî têne bikaranîn. Mirov bi kîjan wateyê jî fêm bike taybetiya gotinê naguhere û herdu wate jî di cîh de ne.
Mînak :
Berxê nêr, ji bo kêr.
Peyva “kêr” mirov dikare bibêje him di wateya “kêrê” û him di wateya kêrhatinê( karê nêrbûnîyê) de hatiye bikaranîn. Berxê nêr ji bo gonxwarina mîhan tê hilanîn. “Kêr”, di vê gotinê de tê wê wateyê jî. Lê ev wate di xwendina gotinê de nayê bîra mirov. Ji ber ku ew wate wateyek dûr e. Pêşî wateya kêra birînê tê bîra mirov.
Vegotina hevnegirtî (bi nakokî): Hinek gotin hene ku bi nakokiyê, wateyan derdixin holê. Ji dijberiyê (tezatê) sûdê distînin:
Mînak:
Li zik xistine, gotiye ax pişta min.
Di vê derê de “pişt” ne ew pişta bedenê ye, pişta hêz û piştgiriyê ye. Wek kesekî ku alîkariya wî bike tune ye an kesekî jê re bibe piştgirî tune ye.
Vegotina remzî (sembolî): Vegotina remzî, di gotinên pêşiyan de taybetiyek giring e. Bi taybetî tişt (obje) bi awayê sembol hatine bikaranîn. Her tiştek bi piranî di gotinan de dibe remz û derdikevin pêşberî mirov. Wek, dar, wek, sewal, wek beşên bedena mirov û hwd.
Mînak:
Hespê çê, ço li xwe naxîne.
Ji mişkan dikevin hebangûşk..
Dara xebatkaran tim bi ber e.
Di van gotinana de: “Hesp”, “mişk”, “hebangûşk” û “dar”, her yek remzek e û ji dêleva tiştekî din hatine gotin. Mînak “hesp”, di wateya mirovên baş û jêhatî de hatiye bikaranîn. Heke mirov jêhatî be, mirov nahêle tahde bigihêje mirov. “Mişk” jî di wateya mirovan de ye. Ew jî, ku mirovê nebaş be, zarokên nebaş ji wan çêdibe. “Dar” jî di wateya berhemê de ye. Mirovê xebatkar berhemê wan her bi heyîn û dewlemend e.
DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE PEYDEKIRINA “RAMANA BINGEHÎN”
Her gotinek pêşiyan di heman demê de ramanek bingehîn e. Ji bo mirov ramana bingehîn bibîne divê mirov hinekî li ser hûr bibe. Di her gotinê de du hêmanên bingehîn hene:
a) Ramana xweser (Ramana hundurîn)
b) Dîtin. (Dîtina mirovan ya ji bo bûyerê)
Ramana xweser (Ramana hundurîn): Ramana xweser, hêmana bingehîn e, xala esil a mijarê ye. Ya, dê bê ravekirin e. Bersiva pirsa “ev çi vedibêje?” Ye.
Raman: Daraziya ramana xweser e, sînorê wê ye. Bersiva pirsa “bi çi û çawa hatiye ravekirin?” ye. Ji bo mirov ramana xweser fêm bike, mirov dikare ji “kirde” û “pêveber”a hevokê sûdê wergire. Kirde (ozne) û yên wê temam dikin; xweseriya ramanê, pêveber (yuklem) û yên wê temam dikin jî dîtin û felsefeya mirovan û ya gotinê derdixin holê.
Mînak: Yê ku ket golê ji baranê natirse (wateya mecaz; yê ku karekî bike, ji rîska wî natirse)
Pêveber: Natirse. Bi çi hatiye ravekirin, bi golê hatiye ravekirin. Gol cihê nepen e, cihê fetisandin û mirinê ye. Rîsk e.
Kirde: Çi natirse (yê ku dikeve golê). Yê wê rîskê dide ber çavê xwe. Yê ku kar dike ye. Yê ku ji golê natirse, ji rîska kar jî natirse.
Ku mirov kirde û pêveberê bide ber hevdû û wan veguhezîne jiyana asayî, mirov dê bibîne ku çi dibêje.
Ango, ji fetisandina golê, rîska (îflaskirina) kar tê fêmkirin. Yê ku dikeve golê jî, yê ku dest bi karekî dike ye.
CÛDAHIYA BÎWÊJ Û GOTINÊN PÊŞIYAN:
Biwêj: Di ferhengên Ewropî de li himber biwêjan wek “îdiom” derbas dibe. Di tirkî de; “deyim” û di erebî de “tabîr” derbas dibe. Di ferhengên kurdî de; pêgotî an tebîr û biwêj derbas dibe.
Wateya biwêjan ya wêjeyî jî; peyv an hevokên bi mecaz in. Raweya wan û gotinên pêşiyan hinekî kûr û dirêj e. Biwêj jî bi dîroka xwe ji alî pêşiyan hatine gotin û afirandin. Ji ber peywîra wan û gotinên pêşiyan, ji ber cûdabûn û bilêvkirina wan, ji hevdû qetiyane û her yek bûye beşek ji wêjeyê. Mirov dikare bibêje, biwêj ketine nava zimên û wek haya mirovan jê tune be û peyv bi vateyeke din tê bi karanîn. Biwêj wegotinên bi qalibên taybet in ku ji bo mirov têginekê an tevgereke mirovan bîne zimên, hatine holê. Lê Gotinên pêşiyan qaîdeyên wan î gelemperî heye. Dema ku gotineke pêşiyan tê gotin wek ji herkesî re tê gotin û di her demê de li her derê mirov dikare bibêje. Lê biwêj ji bo taybetiya yekî an tiştekî têne gotin. Mînak, mirov bibêje: “Heta tu hat ba min hasil di Mûsilê re derbas bû”. Ev biwêj ji yekî tenê re tê gotin, tu bandorê li yê sêyemîn ku li ba mirov be nake.
Wek me di şîroveya pirtûka A. Balî de jî gotiye, carinan bêyî vîna mirovan têne bikaranîn. Ne hewceye ku mirov bibêje “ezê biwêjê bikar bînim” lê ji bêgavî têne bikaranîn. Bûne hêmanên hevok û zimên.
Lê gotinên pêşiyan, ku dema têne gotin herkes lê hay dibe ku ew ji bo bûyerekê an rexneyeke ku ji herkesî re heman darizandin û hukmê çêdike tê gotin û diyar e. Heta ku bûyerek çê nebe an şîretek ne pêwist be an tiştekî bê nîşankirin tunebe, mirov dikare gotinên pêşiyan nebêje û bipeyive. Lê biwêj mirovan bêgav dihêlin ku bêne gotin. Wek mirov ji hineken re bixeyd bibêje “law ma tu ewqas hundur reş î”. “Hundurreş” bi xwe biwêj e û di wê dîaloga bixeyd de, bi awayekî xwezayî dikeve nava hevokê.
Mînakek di nava hevokê de:
“Me got emê li bende encamê bisekinin, ji ber ku hê dibistan venebûne û em nizanin em dê kîjan pirtûkan bikirin lê belê Şemdîn hê hesp tuneye alifan çêdike”.
Ev biwêj ku mirov qala karekî bike û despêkinina wî karî hê pir dûr be an hê di peyvê de be, lê mirov wek dest bi kar bike, amadekariyan bike û li gor wê yekê tevbigere.
Dema ku ev gotin bi awayê “hesp tunebe alifan çênekin” bûya, wê jê re bigotana ev gotina pêşiyan e. Ji ber ku pirên gotinên pêşiyan bi hevokên raweya fermanî (emîr kîpî) hatine sazkirin. Dema dibêje “piyên xwe li gor berga xwe dirêj bike, di vê derê de “dirêj bike” lêkerek pêveber (yuklem) ya raweya fermanî ye.
Hinek Gotinên pêşiyan jî henin bi hevokên kêm, çêbûne:
“Ava bîran bi tevdîran”. Wateya wê ; divê mirov ava bîran bi tevdîr xerc bike ye. Di vê gotina pêşiyan de pêveber tune ye. Lê tê fêm kirin ku lêkera “xerc bike” tevlî ku tê de tune ye jî, pêveberek veşartî ye. Ku mirov carek din jî taybetiyên wan bîne ber cavên xwe hê baş cûdatiya wan derdikeve holê
Gotinên pêşiyan :
1- Hukmî û darazî ne.
2- Dudu û hê pirtir wateyan derdixin (wateyên kûr û rûkalî).
3- Pendî ne (şîret in).
4- Mecazî ne.
5- Nivîskarê wan ne diyar e.
6- Qaîdeya wan î gelemperî heye.
(Li her deverê vateyên nêzî hevdû derdixin û têne fêmkirin)
Biwêj:
1- Ne hukmî û ne darazî ne.
2- Wateyekê derdixin.
3- Ne pendî ne.
4- Hinek jê nivîskarê wan diyar in.
5- Qaîdeya wan î gelemperî tune ye, pirên wan bi taybet in.
(Hinek jê herêmî nin. Li her deveran nayêne fêmkirin. )
Hinek biwêj hene, li gor demê û li gor kar û têkiliya mirovan xuya dibin. Carinan hin ji van biwêjan, tenê di herêmekê de bi wate ne. Heta bi tenê di gundekî de bi wate ne. Lê dema mirov wê peyvê li derveyî wî gundî bibêje kes tu tiştî jê fêm nake.
Wek :
“Ma çemê çeqçeqê ye çiye?”
“Ma kaniya mêmelaskê ye?”
“Mineta te li serê giharê dina be” û wd.
“Dawiya peyvê nayê pel hene.”
Van biwêjanê jor, li herêma Mêrdîn-Şemrexê têne bikaranîn. Her yek ji wan çîrokek wan jî heye. Mînak biwêja “Dawiya peyvê nayê pel hene”: Yekî ku pelê cixareyan difiroşe afirandiye. Dema ku diçûyî qahwexane û çayxaneyan, didît ku kes li wî guhdarî nake û herkes li lîska kaxezan hûr bûne û hinek jî ketine guftûgoyên kûr, kes jî li pelan nanêre. Îjar ku dikeve hundurê qahwexaneyê dibêje. “Dawiya peyvê nayê pel hene”. Bi vê çîrokê ev hevok bûye biwêjek herêmî. Ku mirov dixwazin balê bikişînin ser pirsgirêka xwe vê gotinê dibêjin. Ango dibêjin “Hinekî li min jî guhdarî bikin”. Di biwêj û gotinên wiha de dîsa xuya dibe ku her yek ji wan xwedî çîrokekê ne.
Pirên biwêjan jî wek gotinên pêşiyan bi qerfokî tê gotin û ji qerfan jî sûde wergirtine. Mînak, li pirê deverên ku kurd lê dijîn biwêjek tê gotin:
“Xal Xidiro hero li viro.”
Mînakên biwêjan wek vê biwêjê pir in. Ev jî taybetiyek wan e, ku bi piranî bi awayê qerfî û hîcîv in. Ev taybetî jî wan navdar dikin
Mînakên biwêjan:
“Dizan ji dizan dizî, erd û ezman pê hesiya.”
“Berûyê ji qêlik bazda, got, devî çende ye.”
“Silavan li Hesenê Mûsa ke.”
“Hasil di mûsilê re derbas bû.”
“Hesko ji bajêr xeyîdî (fare daxa kustu).
“Heta we hilatî lêxist me şikeva kir (îş îşten geçtî).
WATEYÊN HINEK BIWÊJAN:
Agir berda kayê, xwe da ber bayê:
Agir berdide kayê, lê ji bo ba lê nere, xwe dide ber ba.Wek karê jiyanê jî ku mirov bixwaze karekî bike lê mirov bi xwe bibe astengê wî karî.
Agir bi ser serê min ketiye, tu firîkê xwe diqelîne:
Wek dibêje ez di tengiyê de me, lê tu alîkariya min nakî.
Aş çûye bi dû çeqçeqê ketiye:
Aş xera bûye, hê bi dû niqirandinê dikeve. Wek mirov derfeteke mezin, firseteke mezin winda bike, lê bi dû tiştekî biçûk bikeve..
Axê me om e xwelî li serê me kom e:
Wek bibêje filankeso bû serokê me, dê xwelî li serê me be, an em ne baş in ku ew bûye axeyê me.
Bejin tît e mal meçît e:
Bejin sipehî û bi bedil e, lê mal tune ye. Ji bo mirovên ku tenê bedena xwe û rewşa xwe î xweşikbûniyê difikire, tê gotin.
Berû da bizinê, dest avêt qaçikê:
Wek hê nû berû dayê, dibêje hela bê xurt bûye. Ji bo peroşî û lezkirina mirovan tê gotin.
Çûn dewsa miriyan, herkes li miriyê xwe giriyan:
Çûn dewsa miriyan, lê herkesî ew mirî ji bîr kir û miriyên wan hate bîra wan, an ji bo karekî çûn lê herkes ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan.
Çûn welatê kera, anîn barê pera:
Wek pere ji pişta nezanan derdikeve. Ji bo mirovên li bende fersendê û li fersendê digerin û bi ser dikevin tê gotin.
Dawiya meşkê girtiye, devê wê berdaye:
Wek cîhê kar jê xera dibe, li ser nasekine an guh nadê, lê wek ku nahêle xera bibe tevdigere. Ji bo mirovên ku di kar de, tiştên girîng ji bîr dikin, lê bi tiştên hêsan diştaxilin, tê gotin.
Def û zirne berdaye, bi kendalê abes girtiye:
Wek karê ku jê re dibe nake, yê jê re nabe dike.
Eyşikê ji xwe bi şik ê:
Ji bo mirovên ji her tiştî gûmanê dikin, hatiye gotin. Ji bo mirovên bi xwe ne bawer jî tê gotin.
Ez mîr tu mîr, kî soqil hemir:
Ez mîr bim, tu mîr be; wê kî yê xebatê bike (soqil hemir, di erebî de ajotina kerê ye). Herkes bibêje ez, tevger çê nabe. Ez mîr, tu mîr, wê kî yê kerê bajo.
Hurê tenûr dada, qahpê pê veda:
Wek hurrê got çi qehpê pejirand. Ji bo mirovên ku pir û bê şik hevdû diparêzin tê gotin. *(Hurrê-azadê)
Ji kîsê qirim, xweş dibirim:
Dema ji kîsê hinekî din be, mirov xweş camêriyê an mesrefê dike, wisa tê fêmkirin.
Ne fen e, ev çi dar û ben e?:
Dar û ben yê xeniqandinê ne. Yê fenan bike, xuya dibe. Dema ku hinek fena xwe veşêre lê yê himber pê bihese û vê biwêjê bibêje. Çiqas bide mandelê jî, delîl heye.
Va dar, va mişar:
Dibêje her tişt li holê ye.
Wê ev hevîra, hê gelek avê hilîne:
Bûyerên demdirêj û karên demdirêj, ji bo bûyerên tevlihev ku hê xelas nebûye, hatiye gotin
Ku ez ciwan bûm, bi tîr û bi kevan bûm; gava ku ez pîr bûm, notirvanê şikevayê hevîr bûm:
Wek ku mirov ciwan be jêhatî ye, lê pîr dibe, ji tiştekî re nabe an ji hindik tiştan re dibe.
Wexta genim giha bû, kes nexwiya bû; bû firîk Heso Hemo bûn şirîk:
Dema kar, kes xwe nade ber, lê dema hazir be, gelek kes xwe lê digirin.
Wexta kar rûyê xwe diguherîne,wexta şîvê kevçiyan tîne:
Dema kar xwe dixeyidîne, lê xwarin tê, ew jî ji bo bixwe, tiştekî biçûk dike ango ew li pêş e.
Xal xidiro, hero li viro:
Her dem xuyayî ye. Ji bo mêvanên ku her tim diherin û tên hatiye gotin.
Xwarin li ber kir, ço raserî ser kir:
Xwarin didêyê, lê mineta xwe li serî dike an tiştekî jê dixwaze.
Xwestek û kodik bi şûn de:
Wek ne parsek be, ne fedî bike ji bo xwestinê.
Ya ji mam re, ya ji xal re:
Ji bo qîzên ku di bin bandorê de tê zewicandin, hatiye gotin. Ji bo tiştê ku mirov bixwaze bifiroşe jî tê gotin. Kî dibe bila bibe.
Ya nare diziyê, ya jî dihere, şivan dikuje:
Ya xerabiyê nake, yan jî dike lê pir tund dike. Yan tiştekî karekî nake, yan jî dike pir nebaş dike.
Yarê diya min yek bûya, min ê bi dendikên bihîvan xwedî bikira
Weki dilnexwazên min, neyarên min pir in. Hindik bûna ez dê ji heq derketama.
Yek ta nabe, du ta tê ranabe:
Wek ; alîkî çahl e, alîkî bahr e. Rêyek li navê tune ye. Ji bo karê ku dikeve tengasiyê.
Yê ji derve hat, yê hundir qewirand:
Wek têkiliya yekî di karekî de tune be lê dema peyv vedibe, rexneyê li yê têkiliya wî bi kar re hebe, dike.
Xwediyê tirê, li xwe mikurê !:
Divê mirov bangî xwediyê karê pîs bike ku li xwe mikur bê. Ev pirseke ji wî kesî re ye.
(Lêkolîn berdewam dike)[1]