Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,682
Wêne
  123,882
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,595
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
HELÎM YÛSIV, ROMANA KURDÎ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
CANO ŞAKIR
CANO ŞAKIR
Di nivîsandina romanê de çiqas mercên civakê giring û bibingeh in?
Di nava rewşa kurdan a kambax de, naskirina kavilên peyvê û danasîna wêjeyeke bi rêk û pêk hîn baş nehatiye xwendin a rast hîn nehatiye wergerandin.
Dahênan û afirandina #romana kurdî# ya rast a Kurmanciyê ne hêsan û rehet e, heger em behsa yekî ji stûnên romana kurdî ya îroyîn bikin em ê bi awayekî rasterast navê Helîm Yûsiv bi lêv bikin.
Di despêka xwe de, Helîm Yûsiv bi pênûsa xwe ya ku tu caran sînorên tirsê û qedexeya li ser civakê hatî dayîn û mercên ku li ser serê vî gelî wêran û bindest hatî ferzkirin û kevenşopîyên olî û ayînî tu caran van xalên ku me behsê kirin nebûn sînorên teng û dîwarê asê li pêşberî kaniya Helîm Yûsiv a wek ava Kaniya Spî her û her bi ser çolistanên peyvê û parzemînên wêjeyê de diherike.
Roman Û Çîroka Kurdî Di Serborîya Helîm Yûsiv De.
Nivîsandina der barê diyardeyên rewşenbîriya kurdî û asta arîşeyan de
Romana kurdî (Kurmancî)
Dema ku em behsa romana kurdî dikin, em ji bîr nekin ku em behsa peydabûna êşê û nûkirina şewatan dikin, Helîm Yûsiv yek ji stûnên wêjeya kurd e, di nava xebatên Helîm Yûsiv ên edebî de, trajediya ku em tê de dijîn, ev trajediya ku ji ber kaşoyê dîrokê pekî û niha li ber pênûsa Helîm Yûsiv ziq rawestiyaye.
Helîm Yûsiv bi zimanekî têr û bi ramanên ji serpêhariya dîrokê tijî li xwemukirhatin me li cîhana xwe a servekirî bi romanên xwe digerîne.
Şoreşa Helîm Yûsiv A Peyvê
Peyvên Avis Û Çîrokên Qdexe
Peyvên Helîm Yûsiv bê tevger avis dibin û dema ku ji nav tiliyên wî derdikevin tirsê dikin dilê neyarên kurdan û çavnebarên wêjeya gelê Kurdistanê.
Helîm Yûsiv bi berhema xwe ya pêşî ku sala 1991 bi navê (Mêrê Avis) bi zimanê Erebî (El Recul El Hamîl) li Şamê paytexta welatê Sûryayê çap bûbû berhem ji 15 çîrokan pêk dihat lê çîroka bi navê (Cîhan Ji Avdestxanê Tengtir e) ji aliyê wezareta Ragihandinê û Yekîtiya Nivîskarên Ereb ve hate qedexekirin, lê piştî ku Mêrê Avis bi kurdî derket ev çîrok wek orîjînala xwe hat çapkirin.
Ev yek ji wê encama şoreşa peyvên Helîm Yûsiv e yên avis e ku peyvên avis dikarin wilo ne tenê bandorê li wêjeya Erbî bikin her wiha tirsê têkin dilê rewşenbîriya Ereb.
Pirtûkên Helîm Yûsiv Yên Ku Li Qatên Xwedawendan Disekinin.
Di mijarê jinê de bi taybet jinên ku di cîhana Helîm Yûsiv de a li qata dilê wî de paldane dibin mijarên lêgera Helîm Yûsiv li asîmanê peyvê, ev jinên ku em behsê dikin di nava Kurda de gelo cihê jinê çiqas bilind ? û li qatê jor pal dide?
Belê Helîm Yûsiv ne tenê bi navê berhemên xwe ku zêde balkêşin bala xwenêran dikşîne, Na!
Her wiha ew bi mijarên cihêreng û rewşa jina serdemî dike mijarên xwe yên bi bandor,jina ku li ser erşê Împeratoriya peyvên Helîm Yûsiv de paldaye û bi êşa jinê û êşa peyvê re cîhana xwenêra dikemilîne.
Di Goristanên Peyvên Helîm Yûsiv De Mirî Çawa Dikarin Ranezin?
Mirî yên ku li ber çavê Helîm xweşik û bedewin gelo çima nikarin razin?
Heger em ji çîroka Gûhê Jêkirî dest bi goristanên peyvên zindî bikin emê demên dirêj û serdemên bê dawî li benda derketina hilatina rojê bimînin,
Gelo li ser girê Şermola xewa Miriya tê?
Di bin wê wî girê axê de gelo hûn dizanin bê çias peyvên herifî bi ser hev de winda ne?
Di bin wê axa şewitî de hûn dizanin bê nalîna çend zarokên bê guneh dubare ew bin ax dibin,
Di bin wê xweliya dîrokê de hûn dizanin bê celadên wêjeyê serê çend peyvan birî?
Helîm Yûsiv di goristanên xwe yên ku li ber rengê rewrwka dîrokê mezin bûne me dike dilê goristanên zindiyan li seran serî girê Şermola li ser baskên peyvê digerîne.
Û di dilê parzemîna peyvê rûdinîne,
Helîm Yûsiv û êşên xwe yên bê sînor û bê Dawî yên ji şewatên welatê Sobarto yê
Êşên Helîm Yûsiv yên tozgirtî yên serdemên kevin ku ji keviyên şewta Sobarto yê ne,
Ew dilên êşgirtî yên winda hemî di nava rûpelên berhemên Helîm Yûsiv hûnê bibîn.
Di nava pêlên êşên di romanê de,
Tablo û wêneyên di romanê de,
Rakêşan û barodox yên jiyanê di romanên de.
Helîm Yûsiv gelek mijarên ku li ser sînga welatekî bi êş rakiriye û bi giynê peyvê ji nû ve zindî kirye.
Heger em wisa nîşan bidin wek mîna petrola ku ji nava herdu lingê wê jina beden spî a komara welatê Soparto diherike Helîm Yûsiv ê ku bi hûner û hosteiya xwe baş hatî naskirin û bi ezmûna xwe a ji xwe behwer jinava êşan deraniye û kirye xizmeta heskiriyên romanê û peyvên tijî êş bi ser rûpelên spî de belav kirine.
Nivîsandina Êşên Me Yên Di Romanê De
Nivîsandina romanê li cem Helîm Yûsiv di aliyekî xwe yê bingehîn û rasteqîn de,
nivîsandina êş û dîroka êşê bi xwe ye
Heger em baş mijarên Helîm Yûsiv yên hemî berhemên wî de hatin rêz kirin bixwînin û têbighîjin emê bi aweyekî rasteqî rastî êşên xwe werin,
Em baş dizanin ku êşa ziman di helbestê de dexuye û tê rabihîstin lê a rast di romanên Helîm Yûsiv de ne
lê ji xwe heger em ji çend peregrafên pêşîn yên mijarên Helîm Yûsiv dest pêbikin emê wê çaxê dest bi livandina giyanê êşê bikin, ne tenê wilo vehûnan çend rûpelên destpêka xwendin wê bi tîrêjên helbestvaniyê û rewanbêjiyê de me derbasî nav dilê cîhana Helîm Yûsiv a êşbar bibin û li ser pişta hespê peyvê di çolistana wî a ser vekirî de emê beza ber bi zeftkirina giyanê peyvê bibin.
Ma gelo we qet caran bihîstiye Mem Bê Zîn? Û Cudahiya Di Navbera Roman Û Çîrokê de.
Dem ku merov çîroka Memê Bê Zîn dixwîne wek romanek kin û tijî peyvên watedar merov hesdike ku rûpelên wê qet neqedin, ji xwe mijarên çîrokan jî ji romanê ne dûrin,ew jî ji dilê şewatan derdikevin û li ser destên êşan kom dibin,
Çîrokên Helîm Yûsiv ne tenê ji kûrahiya dilê çand û edbiyata kurdewarî derdikevin ,
Belê her wisa ji dilê êşê derdikevin û li ser milê dîrokê peyva Helîm Yûsiv a êşbar disekinin,
Mijara Memê Bê Zîn li nava xwendevanên ku dîroka Mem û Zîn ê bihîstine rastî alaqeyek mezin hatin,
Mem û Zîn li mejî û bîra her Kurdekî de ye lê li cem Helîm Yûsiv Mem Bê Zîn e
Gelo ma razên (sirên)Helîm çine?
Ançax xwenêr rastî wî razî werin.
Razên ku di bin keviya şoreşa Helîm Yûsiv a peyvê de veşartiye.
Pênûsa Helîm Yûsiv Û Tirsa Peyvê
Ev tirs çi li bîra me tîne?
Adara 2004 li bajarê Qamişlo yê a ku tîma futbolê a Fito yê a bajarê Dera Zorê ku li tîma Cîhad a bajarê Qamişlo bûbû mêvan. Di encama vê hevdîtina herdû tîman de şerekî dijwar rûda û bidehan ciwan Kurd canê xwe ji dest dan gelek zirar li Kurda hat kirin û dîroka Kurdan dîsa tê bin pêkirinê. di 12.03.2004. li bajarê Qamişlo dubare bû.
Pênûsa Helîm Yûsiv bi dengê hemî xelkên Rojavayê Kurdistanê re pênûsa Helîm Yûsiv serîhilda û Tirsa Bê Diran bi dîwarên tirsê re şikand,
Ev tirsa ku bi sedê salan li ser hev kom bû û bi berxwedan û şoreşa gelê Kurdistanê bi tevahiya dîsa şoreşa Helîm Yûsiv a peyvê destpêdike û pênûsa wî serî hilde.
Di ancamê de Romana Tirsa Bê Diran Derket pêşberî xwendevan Û heskiriyên berhemê Helîm Yûsiv.
Gava Ku Pênûsa Helîm Yûsiv Serîhilde
Li ser bejahiya zeviyên Helîm Yûsiv masiyên ku bi hunera wî mezin dibin qelw dibin berz dibin û bi hêz dibin,
Di rêwîtiya me ya di nava Romana wî de
„Gava Ku Masî Tî Dibin“
Em carne rastî deriyê hesinî tên carne rastî kûçik tên û carne rastî komê li ser serê masî tên.
Carcarn berê me dikeve Gola Wanê û li ber qerexên wê em behnvedanên dikin,
Carne em bi dil sariya xwe dikin bin şûtka şervanekî Kurd birîndar û dilê me pê gerim dibe.di bin berf û bahozê de lingên ku ji berfa Zagros û Gabarê şewitin em dibûm
Sol û pêlavên şervanan,
Wisa di nava tevgerên Masî de rêwîtiya bê ling destpêke û berdwam dibe, pir sosrete rêwîtik bê ling û firandina peyva di asîmanê Helîm Yûsiv de bê per û basik,
Ev nîşaneya efrêneriya Helîm Yûsiv e û serketina şoreşa wî a peyvê ye.
We caran bihîstiye ku masî dibinê behrê (deryayê )de tî dibin?
Di nav çanda stranbêjiyê de a gelê Êzîdî de bi taybet li Şingalê li danava stranbêjiya wan a resen de wisa bi stranbêjî tê gotin,
Hestên bêrîkirinê û bendewariyê
Dibêje:
Ay dilo sala berî vê salê ez li benda te bûm
Ez ji bo te şewitîm wek masiykî dibinê Behra de ji tîne bifitise.
Koçberiya peyvên serhildêr!
Nivîsandina di der barê koçberiya Kurdan de gelek ji nivîskaran nivîsiye lê Helîm Yûsiv bi vê mijara koçberiyê berê me dide gelek çîrok û mijarên cihê reng yên jiyana kurd li welat û derveyî welat,
Lê bi karanîna peyva Auslender (penaber)wek peyvek Almaniye çima? Ew jî dimîne rezek ji razên Helîm yên veşartî,
Auslender Beg ku mijara trajediya Kurdan a koçberiyê ye ku di salên dawî de pêlên koçberiyê gelek kes ji wan ciwan û kesan jiyana xwe winda kirin û ketin binê behran.
Ev bû ku berhema wî a binavê Auslender Beg derket û wek her car ku heskiryên wî li bendê ev pirtûka rastî aleqeyk mezin hat.
Peyvên Ji Parzgeha Helîm Yûsiv Yên Belavbûne Û Berhemên Hevgirtî
Dema ku morîk an ku tizbî li bîra me tê mijarên olî tên bîra me
Li cem kurdan an kurdên Êzîdî wek gelek netewan û baweriyan tizbî ji bo sebir û aramî hatine sazkirin,li cem Musilmsnên bawermend jî 99 navê xwedê ne,
Li cem Xirsyanan hijmara 33 lib tizbî ew temenê H Îssa ye.
Lê cem Helîm Yûsiv gelo mijara tizbiya çiye û berê me dide li kîjan parzgeha Helîm a peyvê ye.
Di romana 99 Morîkên Belavbûyî de!
Her ku em rahêjin morîkekê wê ew morîk bi me re biaxive û behsa xwe bike,
Gelo ma ka çend ji morîkan emê bidin hev ta ku em rastiya dîroka xwe a winda nas bikin?
Ma gelo wê 99 morîk têra xwe naskirina me bike?
Heta morîkên Helîm Yûsiv hebin emê li ser şopa wan dest bi danheva peyvê bikin ta ku wêjeya me hevgirtî bimîne
Min heskir kir ku morîkên Helîm wek rojê salê bin 365 roj.
Hovê Di Hundirê Peyvê De Derbasî Dilê Pirtûkan Dibe
Ev çi wehşe ku Helîm Yûsiv di berhema xwe ya herî Dawî ku bi kar aniye?
Romana Helîm Yûsiv a herî Dawî
Bi navê (Wehşê Di Hundirê Min De)
Mijara vê romanê pir dirêj û girînge,
Di hundirê herî yekî ji me wehşek (hovek)heye, ev wehşê ku Helîm behsê dike me vegerîne salên beriya salên 1970. dema hîna Hafiz Alesad neketibû ser desthilatiya komara Sûrî,
Di vê romanê de ew wehşê ku roj bi roj û sal bi sal mezin dibe û dibe bela serê gelê Kurd û li Rojavayê Kurdistanê wek parçeyên dinê Kurdistanê kurdan ji gelek mafan qut dikin,hetanî roja me ya îro ku bihatina Bihara Gelan a ku Erban bi navê Bihara Erban binav kirbû, ji xwe ev Bihar qasî ku Bihara Kurda bû ne ya ti kesî bû,
Bi hatina vê Biharê wehşê qirik dirêj neçar dimîne ku li ber hêza kurdan û serhildana wan bê hêz dibe,
Lê em ê dîs ji xwe bipirsin gelo Çima Helîm Yûsiv Hov Di şûna Wehş de bi kar neanî dîsa dimîne razek (sirek) ji yên Helîm Yûsiv yên veşartî.
Helîm Yûsiv û nasnameya wî ya rewşenbîrî
Helîm Yûsiv kiye?
Ew di sala 1967 an de li bajarê Amûdê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Li zanîngeha Helebê Fakulteya mafnasiyê – Hiqûq biwaî kirye,
Ji dedpêks gavên xwe yên temenê xwe yê biçûk wî dest bi karê nivîsandina wêjeyê kiriye.
Li kêleka nivîskariyê di gelek kovar û televizyonan de jî karê wêjeyî kiriye. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Edîtoriya hin kovarên wêjeyî jî kiriye her wiha di raghandina kurdî bi salaye ku bernama pêşkêş dike mîna MedyaTV, RojTV û RonahiTV de bernameyên li ser edebiyatê navên bernamê wî evin
„Gava sêyemîn“
Û……
„Deriyê din“ pêşkêş dike.
Ji destpêka salên notî ve, ji 1990-1991ê ve berhemên wî yên di warê çîrok û romanê de têne weşandin. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî, Ingilîzî û Elmanî hatine weşandin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in :
1-Mêrê avis – Çîrok – 1991
2- Jinên qatên bilind – Çîrok – 1995
3- Mirî ranazin – Çîrok – 1996
4- Sobarto – Roman – 1999
5- Memê bê Zîn – Çîrok – 2003
6- Tirsa bê diran – Roman – 2006
7- Gava ku masî tî dibin – Roman -2008
8- Auslander beg – Çîrok – 2011
9- 99 morîkên belavbûyî – Roman – 2015
10- Wehşê di hundirê min de – Roman -2018
Ji Şanogeriyên ku ji nivîsên wî hatine girtin :
Komara dînan
Bidarvekirina pozekî,
Sol û serî.
Mezintirîn rawestgeha tirênan ya cîhanê
Nivîsandina bi du zimanan li cem Helîm Yûsiv, çima du Ziman?
Di serdema Cahliyetê de erban berya ku dest bi nivîsandina romanê bikin wan di çolistanên xweyî zuha û tî de dest bi xwendina helbestan kirin û heta ew gihîşt sedsala 9 an wan bi lêvkirina peyva Wêje dest bi nivîsandina romanê kirin,
Nivîskar û Romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv yê ku di hemî mijarên xwe de kurd maye ku êşên kurdan xewnên Kurdan û nalînên û qêrînên kurdan bi tenê nehiştine
Herî dawî di 22 Sibata 2019 ku nivîskar û Romannivîsê kurd Helîm Yûsiv ji alê weşanxaneya (Dar Al sifsaf )hatibû vexwendin ku mihrîcana navnetewî a wêjeyî li Qahîrê hatibû lidarxistin bi çûna xwe re Helîm Yûsiv peyva û wêjeya kurdî berz û bilind nirxand û di qada Erebî de û cîhana Ereb de de êşên kurdan û zimanê kurdî Helîm Yûsiv di çapemeniya Ereban dengveda ku Romana wî a bi navê Wehşê Di Hundirê min De ya herî dawî li paytexta Misrê li bajarê Qahirê bi zimanê Erebî derketibû
Bi vê çûna Helîm Yûsiv a mihrîcana navnetewyî a li bajarê Qahirê wî nûneriya wêjeya kurdî kir û dîroka edebiyat bi taybet romana Kurdî di raghandina Ereb de bilind nirxand.
Helîm Yûsiv ew bi zimanê Kurdî û Erebî bi herdu zimanê serkeftî dinvisîne.
Lê ew dimîne Helîm Yûsiv ê Kurd ku dara Musa Enert li Hewşa xwe li Stlîlê çandî li ber pencereya mala Helîm Yûsiv li Amûdê şaxên wê bilind bûne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,931 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
Gotarên Girêdayî: 18
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-08-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Çapkiraw
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 22-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 24-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 22-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,931 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.141 KB 22-09-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.437 çirke!