Wêneya te bajarek di dilê min de lerizand û hemû kolanên dilê min hejandin, ez ji ber êrîşên awirên te jixwe koçber bûm. Bi ser xwe ve nehatim. Gava ku min wêneya te dît. Hema di nîva vî bajarî de qidûmên min lerizîn, mînda bapîrê xwe yê xûzxwar hema di cihê xwe rûniştim. Şev bû. Kes tune bû tenê ez û ruhê te bi hev re bûn. Min wêneya te xiste berîka çakêtê xwe yê hundir û di dilê xwe pê germ dikir. Serma bû, baranek hûrik dibariya. Berî ku di nava van kolanan de bi hestên xwe yê germ ku vî bajarê dor xwe bişewtînim. Min xwest bila tenê ez li ber germahiya wêneya te bişewtim û ji wan çavên te re bibm ardû. Îşev wêneya te li ser sînga min xew kir. ka niha bêjim wêneya te çi li min kir. Û ji kur dest pê bikim?. îşev li ser erdnîgariya rûyê te hust bi hust geriyam, damar bi damar lê radiwestiyam. Ez ji jêr ve ku li sînga te deşteke zer ber bi xwedê ve şewq dida, hatim. Ma ji bilî porê te çi hebû ku ez ber bi tev hilkişim. Lewma bi porê ku bi ser sînga te de serbest berdabûn. Ez jî serbest mîna porê te hilkişiyam. Na ey xwedê na... berî ku hilkişim û evîna xwe bi te re bikelijînim. Divê ku li ser deşa sînga te nimêjê bikim.. nimêja evînê.. nimêja bêrîkirinê.. nimêja baweriyê. Divê xwe ji hemû gunehkariyan efû bikim. Divê helbestên Melayê Cizîrî li pêşzber te li ber guhê te xitim bikim û te di bin serxweşiya peyvên xwe binîmim. Û bi ber guhên te de wiha dest bê bikim '' Nûn û dalan zulf û xalan/ wan dil ji min bir bi talan/ Guşeyê qewsê hilalan/ Dil ji min bir dil ji min bir/ Sorşêrînên nazeînê kuştim û naket yeqînê/ Dil ji min bir dil ji min. A ha wexte ku hildikşim li ser kaniya evîna te, li ser tenikiya lêvên te, lêvên ku nûra xwedê yê kesk jê diteyîse, lêvên ku di dilê min de dest bi dimdima cengê dike. li ber hilm û alawiya devê te dişewitim.. duhnê canê min bi ser min de dihele, dilê min dişewite damarên min dişewite û hestiyên min li ser wan deşta dêmên te dibin xwelî. Ji ber ku di te de wenda dibim. na nikarim li ser wan şilahiya lêvên te bihewim. Gava ku lêvên min li ser lêvên te daqûl dibe, xweda ji jora miştenûrê di ber xwe de şerm dike û dikene. Mîna mecûnê leylayê di navbera her du hinarokên te de diçim û têm.. qey tu dibêjî min morîka stûyê xwe li deşta te de wenda kiriye. Têm di navbera her du çavên te de radiwestim. Ez şaşwaz dimîmim ku xwe di kîjan çavî de veşêrim. Çavreş... çavên te kabeyên reş yên xwedê ne. Divê ku di ber riya hez, bawerî û bêrîkirina xwe de tewafê bikim. Divê ku di ber vê hez û baweriya te de bibim qurbanî, bimrim û bibim fana Derwêşekî ku li deşa sirûcê ber bi Helincê ve ku qet li ser hespê Hedbanê xwe neyê xwarê. Derwîşekî ji bo xatirê guliyên çavreşa vî bajarî fîncana dev-bixwîn vexwim. Di bin erda rûyê te de kulmên êşê meliqî bûne... êşên jiyanê, hesretên jiyanê, bêmelodiya jiyanê û xewn û xeyalên jiyanê meliqî bûnê... lê li ser rûyê te kenekî şermokî ku wateya jiyanê dide, wateya ku dibêje kuro vame heme ji bo jiyanê û dibêjim jiyan xweşe. Ax çavên te.. çi bêjim ku hezar çîrok tê de veşartî be. Di her du çavên te de biriqîneke spî bi sukra min digre û jixwe ber di wan çavan de tême veşartin. Bêyî destûr çavên te roj bi roj min dixwe... û di cîhana çavên te de ger ku mirin be jî, ez ê nav lê bikim jiyan... wê heta mirin di ber te de bo min nav lê bibe jiyan.. Ku ez mirim jî bila min di çavên te de veşêrin. Ez ê bo te nexşeya êşên hemû evîndaran biguherînim, her dera ku evîndar lê bijîn ez ê ji wan re ew der bikim bihuşta hez û hestan... Hezkirina te li min wisa kir.. ku li ber xwedayê xwe Cizîrî ez û te bibin pêxemberên cêwî yên hezê.[1]
Aras Hiso