Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara haştagên ji bo bûyera canjidestana keça Kurd a 22 salî Jîna (Mehsa) Emînî di tora civakî ya Twîterê de 30 milyon derbas kir û rekor tomar kir.
Haştaqa #Mehsa Amîni# ango #Jîna Amîni# di tora civakî ya Twîterê da ji 30 miliyonî derbas kir û rêkordeke bê hempa bidest xist
Hetanî demjimêr 22:00 doh şev, hejmara Haştagên ku têkildarî bûyera canjidestdana Jîna (Mehsa) Emînî û xwepêşandanên nerazîbûnê yên di 6 rojên bihorî de li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di tora civakî ya Twîtterê de hatine belavkirin, zêdetir ji 30 millyon û 280 hezar haştag bûne.
Canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna (Mehsa) Emînî di girtîgeha demkî ya Polîsê Exlaqê ya Tehranê de bûye sedema nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.
Hêzên emnî yên Îranê tundiyeke zêde li hember xwepêşanderan bi kar tînin û ji bilî ava şid, gaza rondikrêj, lêdana bi batoman, teqeyan jî dikin. Rêxistinên çavdêriya mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihandine, ku li çend bajaran û bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê bi çekên otomatîk teqeyan li xwepêşanderan dikin û gulleyên cengî bikartînin.
Li gor amarekê ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê belav kiriye, di şeşemîn roja xwepêşandanan de 31 kes li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve heta êvara Pêncşemê 22ê Îlona 2022an li Rojhilatê Kurdistanê 733 welatî ji aliyê hêzên ewlekariyê ya Îranê ve hatine birîndarkirin.
Li gor Hengawê, di xwepêşandanan de herwiha zêdetir ji 600 kesan jî hatine desteserkirin.
Bûyera canjidestdana Jîna Emînî û tundiya hêzên Îranê li hember xwepêşanderan jî rastî gelek karvedanên navdewletî û cîhanî hatine û gelek nivîskar, werzişvan û hunermendên bi nav û deng ên cîhanê piştgirî dane nerazîbûna aştiyane ya li Îranê.[1]