#HDP# ji pêkhatiyên Devrimci Parti, DBP, ESP, SODAP, SKYP û Yeşîl Sol Partî pêk tê. Niha li ser navê van HDP’ê ligel EHP (Emekeçi Hareket Partisi), EMEP (Emek Partisi), SMT (Sosyalist Meclisler Federasyon), TİP (Türkiye İşçi Partisi) û TOP (Turkiye Ozguzluk Partisi) bi navê “Hevkariya Ked û Azadiyê” îtîfaqek saz kir. Ev hevkarî (îtîfaq) li gor hilbijartina pêşiya me hatiye sazkirin, lê di heman demê de ji xwe re kirine hedef ku ji bo Tirkiyeyê gavan biavêjin.
Îro li Haliç Kongre Merkezî ya li Stenbolê bi beşdariya serokên partiyan çarçoveya bernameya wan hat eşkere kirin.
Di bernameyê de li ser rewşa mirovan, aborî, pirsgirêka kurd, desthilatdariya gel, jin, ciwan û xwezayê tiştên ku difikirin bikin anîne ziman.
ZIMANÊ ZIKMAKÎ Û MAFÊN GERDÛNÎ
Di çarçoveya bernameyê de pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ku divê bê çareserkirin hatiye pênasekirin û wisa hatiye gotin, “Ji bo pirsgirêka kurd ne înkar û çewsandin, di vî warî de ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane divê gav bêne avêtin. Ji dêvla polîtîkayên şer, çek û pevçûnan, divê diyalog û muzakere hebin. Ji bo çêkirina bingeha diyalog û çareseriyê bê sazkirin û xurtkirin, bi rêyên muzakereyên demokratîk ji bo pêşeroja hemû civakê bê sazkirin, di serî de zimanê zikmakî, divê hemû mafên gerdûnî bêne nasîn.
DAWÎLÊANÎNA KAYÛMAN
Ji bo rêveberiya herêmî jî di bernameyê de tê gotin ku di hin waran de rayeyên navendî bigirin bidin yên herêmî, raye bidin kesên bi rêyên gel hatine hilbijartin û meclisên herêmî bê sazkirin û dawî li kayûman bînin.
Piştî eşkerekirina bernameyê serokên partiyên di nav îtîfaqê de ne axivîn. Ji wan Hevseroka HDP’ê Pervin Buldan bi silavşandina Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Aysel Tugluk û siyasên girtî yên din dest bi axaftina xwe kir. Buldan got ku ji bo astengiyên li pêşiya demokrasiyê digirin ji holê rakin ew tên. Buldan wisa got, “Ji bo dêvla şer aştiyê bikin serdest, ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bikin, ji bo birînan bikewînin em tên. Ji bo em rejima tayûman têk bibin em tên.”
Buldana ku keça kurd Jîna Emînî ku hat kuştin jî bibir anî, bi diruşma an serkeften an serkeften, jin, jiyan azadî dawî li axaftina xwe anî.
Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar jî got ku ewê vê meşê mezin biin û diyar kir ku ji bo dawî li zilmê, kedxwarî, şer bînin bi hev re ketine nava têkoşînê û got, “Em mecbûr in mezin bibin, ji bo mezinkirina vê em bang li her kesî dikin ku were vir.”
'TU ÇEPGIR Î QALA QEDERA KURDAN BIKE'
Ji serokên partiyên nava îtîfaqê de Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî axivî û rexne li partiyên çep ên din ku nehatine ber vê îtîfaqê kir. Akdenîz wisa got, “Ger ku qala emperyalîzmê dikî, divê tu mafê tayînkirina qedera xwe, xwe bi xwe ya neteweyan qebûl bikî. Divê tu bêjî bijî têkoşîna serxwebûnê ya gelê kurd û tirk. Divê tu mafê gelê kurd qebûl bikî. Wisa bi gotinên gilover çepgirî nabe. Tu gelê kurd nebînî demokrasî nayê, azadî nayê, sosyalîzm jixwe qet nayê. Fermo werin em bi hev re bimeşin.”[1]