Serketiyên Xelatên Rojnamegerî yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn. #Omer Faruk Baran# ku “Manaya bilibendê û çend sirên ‘Kurdish Mashup 2019’” di Diyarnameyê de hatibû weşandin di beşa Nûçeya Kurdî de bi ser ket.
Ji bala 1993’yan de li ser navê Musa Anter û şehîdên çapemeniyê ev xelat têne belavkirin. Îsal ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve pêşbazî hat li dar xistin. Pêşbaziya ku di warê nûçeyên kurdî û tirkî, fotograf, karîkatur, nûçegîhaniya jinan de tê li dar xistin, serketiyên wê îsal hatin eşkere kirin.
Roja 23’yê mehê li Navenda Canda Cemil Candaş a Şaredariya Şişliya Stenbolê bi merasimek dê xelat bêne belav kirin. Çalakî saet 18.00’an de li dar dikeve.
NÛÇEYA KURDÎ
Di beşa Nûçeşa Kurdî de endamên juriyê Leyla Ayaz, Kadri Esen, Suna Tunç, Beritan Zagros, Ramazan Olçen bûn. Di vê beşê e Omer Faruk Baran bi nûçeya “Manaya bilibendê û çend sirên ‘Kurdish Mashup 2019’”* xelata yekemîniyê girt. Nûçe roja 14’ê pûşpera 2022’an de di Diyarnameyê de hatibû weşandin.
Di vê beşê de Xelata Taybet a Juriyê jî ji JINNEWS’ê bi nûçeya ““Girêdayî êrişa nîjadperest a li Qazakistanê agahiyên nû!” dan Medya Uren.
BEŞA TIRKÎ
Di beşa tirkî de Candan Yildiz, Faruk Eren, Fatih Polat, Tugrul Eryilmaz, İbrahim Varli û Huseyin Aykol hebûn. Juriyê ji Bianet nûçeya Evrim Kepenek “Beylikduzu’nde 2 yaşındaki çocuga istismar iddiasi” hêjayî yekemînî dît.
Xelata Taybet a Juriyê jî dan 3 nûçeyan: Ji rojnameya Evrenselê bi nûçeya “Yenisahra’da ne oldu? | Yangın için her şey hazirdi, kibriti çocuklara çaktirdilar” dan Murat Uysal, ji Kaos GL bi nûçeya “Mira’yi olduren katil, arabasini çalip arkadaşlariyla dugune” dan Yildiz Tar, û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi “Aydin Cezaevi’nde şupheli olum: İntihar mi cinayet mi?” dan Semra Turan û Tolga Guney.
BEŞA FOTOGRAFÊ
Di beşa fotografê de jurî ji Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan, Refik Tekin û Çetin Altun pêk dihat. Juriyê xelat da fotografê Eylem Akdag (MA) ê bi navê “Bi Torbanin Agirligi”. Ali Riza Arslan cenazeyê kurê xwe Hakan Arslan ê sala 2015’an de li Sûra Amedê di pevçûnê de canê xwe ji dest dabû, Eylem Akdag ev foto kişandibû û bi vê bi ser ket.
Li aliyê din ji Evrenselê Eylem Nazlier jî bi fotoyê “Benim Yuvam Gitti” Xelata Taybet a Juriyê girt.
NÛÇEYA JIN
Ceren Sozeri, Bircan Degirmenci, Elif Akgul, Pınar Ural û Habibe Eren endamên juriya Nûçegîhaniya Jin a Gurbetelle Ersoz bûn. Juriyê ji JINNEWS’ê bi nûçeya “Polis tecavuz etti, savci, doktor ve polis ustunu ortmek istedi” xelat da Safiye Alagaş a ku îsal ligel 15 rojnamegerên din hat girtin.
BEŞA KARÎKATURÊ
Di vê beşê de İmam Cici, Sefer Selvi û Asli Alpar hebûn. Juriyê bi “Atlasli” xelat dan Ozgur Evran, bi *Gul açmiş ceset” xelat dan Murat İpek. Li aliyê din karîkaturê Halil Îbrahîm Çoban jî bi xelata Juriyê ya Taybet hat xelatkirin.
Li aliyê din dayikên ku ji bo girtiyên xweş bên berdan ketine nobetê jî bi Xelata Rûmetê ya pêşbaziyê hatin xelatkirin.
[1]