Ji bo hemû xwîner û xemxurên çand û wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re
Dîwana WêjeyêDîwana Wêjeyê di bin diruşmeya Dîwana Xwendinê dest bi rêzeçalakiyên salona wêjeyî dike.
Ji bo bilindkirina rewşa rexneyî û aktîvkirina atmosfera xwendinê di qada wêjeyî de, Dîwana Wêjeyê plan dike ku li ser komek pirtûkên herêmî kombûnên nîqaşê li dar bixîne. Kombûn dê li herêma Cizîrê û bajarê Kobaniyê bêne lidarxistin. Bi awayekî dorveger dê pirtûkên Erebî û Kurdî werin xwendin û nirxandin.
Kombûna yekem dê di dîroka 01.10.2022'an roja şemiyê li pirtûkxaneya Amara ya bajarê
QamişloQamişloyê were lidarxistin. Pirtûka vê kombûnê jî dê romana (Alastina Berfê) ya Taha Xelîl be. Her wiha di dawiya her kombûnekê de, dê cih û dîroka wê were destnîşankirin. Di derbarê vê yekê de seroka dîwana Wêjeyê ya bakur û Rohilatê Sûriyayê Narîman Evdikê bi me da zanîn ku armanca wan e ku karibin, ji bo bilindkirina rewşa wêjeyê û çanda xwendinê di nava nifşên nû de, ev erka me ya sereke ye ku em çalakiyên wêjeyî li dar bixin û li forî eneriya em ji bo xwîner û wêjekar û hezkirinên ziman û çanda kurdan re peyda bikin da ku bikaribin bi demê bi pênûsa xwe berhemên xweşik biafrînin.
Li aliyek din ji bo xwînerên Rojavayê Kurdistanê çi li Kobaniyê û çi jî li Cizîrê dikarin li ser vê nomareya li jêrê pirtûkê bi dest bixin. Her wiha Dîwana Wêje ya Bakur û Rohilatê Sûriyayê Saziyeke çandî û wêjeyî û ji bo xizmetkirina xwîner, wêjekar, nivîskarên û rewşenbîrên xwe de dixebite.
Têbînî: Her kesê/a ku bixwaze nusxeya pirtûkê bi dest bixe, dikare serdana Ofîsa Wêjeyê bike, an jî telefonî vê nomareyê bike: 0937465219
[1]