Wek di beşên berê de amaje pê hat kirin, Yekîtiya #Ewropa# xwedî stratejî û siyaseteke taybet bo pirsa mezin a #Kurd# nîne, û di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li gel her çar welatan de serederiyê li gel Pirsa Kurd dike. Wate giring e em di destpêkê de nêrîna Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê bizanin. Bi liberçavgirtina pêgeha erdnîgariyê, Yekîtiya Ewropa wek welatekî cîran û di çarçoveya (Siyaseta Cîrantiya Ewropî, European Neighborhood Policy) de serederiyê li gel Sûriyê dike. Tevî wê yekê Yekîtiya Ewropa û Sûriyê dîrokeke dûr û dirêj hene di têkiliyên du alî de.
Tevî ku Yekîtiya Ewropa aktoreke mirovî ye û berdewam tekezî li ser binpêkirina mafên mirov li Sûriyê kiriye, lê Pirsa Kurd nebûye mijarek di çarçoveya wan pêwendiyan de. Li gel destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê di 2011an de, serederiya Yekîtiya Ewropayê li gel dewleta Sûriyê û herwiha gotara taybet bi Pirsa Kurd guhertin bi ser de hat. Ji wê demê ve, stratejiya Yekîtiya Ewropayê li hember Sûriyê li ser du bingehan hatiye danîn. Yekem, guhertîna rejîma Beşar Esed û veguhastina desthilatê li Sûriyê bi awayekê aştiyane. Duyem, alîkariya koçber û lêqeiwmiyên şerê Sûryê. Êdî Kurd di kudera vê stratejiyê de ye?
Pêgeha Kurd û herêma Rojava di nêrîna Yekîtiya Ewropayê de
Kurd di çarçoveya dewleta Sûriyê de û bi dirêjahiya desthilatdariya partiya Beis a Erebî, ji mafê herî bingehîn ên hemwelatîbûnê bêpar bûye, di sala 2011an de niştecihên Rojavayê Kurdistanê li hember rejîma Sûriyê serhildan kirin û di demeke pir kêm de beşeke berçav a Rojavayê Kurdistanê kete jêr desthilata aliyên Kurdî. Piştî wê yekê jî bi salan kurdên Rojava bê rawestan li dijî rêxistinên terorîstî yên wek Eniya Nusre û DAIŞê şer kirin. Bi wê jî Kurd ji bilî ku beşeke berçav ji axa Rojavayê Kurdistanê rizgar kir, hevdem bala civaka navdewletî û zilhêzên navçeyê û cîhanê jî kişande ser xwe. PYD weke partiya desthilatdar li Rojavayê Kurdistanê, di demek kêm de bi rêya sîstema kanton û hilbijartinan dixwest ku rewatiyekê bide herêma Rojava, ku rêxweşker be ji bo serederî û naskirina navdewletî, weke Herêma Kurdistanê. Lê ew yek çê nebû. Di nêrîna Ewropayê de, pêwîst e Kurd wek yek ji pêkhateyên Sûriyê, rola wan di diyarkirina paşeroja Sûriyê de hebe. Ji bilî wê jî, naskirin û haydariyek li Ewropayê jî heye têkildarî wê rastiyê ku Kurd li ser erdê û defakto nîşan daye, ku pêkhateyekî çalak e û dikare xwe birêve bibe. Ji aliyê mirovî ve, Yekîtiya Ewropayê alîkariyên mirovî pêşkêşî kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Lê di warê siyasî de jî, Yekîtiya Ewropa serederiyeke rasterast li gel Rojavayê Kurdistanê nake.
Nasnekirin û serederînekirina fermî li gel Rojavayê Kurdistanê
Di vê navberê de du sedem hene. Yek ji wan têkilî bi siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê heye wek prensîp. Ya duyem sedemeke jeopolîtîk e û girêdayî helwêsta Tirkiyê ye. Ya têkilî bi sedema yekem hebe, Yekîtiya Ewropa weke prensîpeke siyaseta xwe ya derve, serederiyê li gel statuyekê nake ku rewatiya destûrî yan jî parlemanî yaw ê tune be. Tevî ku herêma Rojavayê Kurdistanê hilbijartin saz kirine û destûr û desthilateke wê ya xweser heye, lê ti yek ji wan di proseyeke niştimanî ya berfireh de li Sûriyê biryar li ser nehatiye dan, belku yek alî ji aliyê Kurd û pêkhateyên din ên Rojava ve biryar li ser hatiye dan. Li gel nebûna naskirineke destûrî, dewletên cîhanê bi giştî di serederiyên xwe de li gel Rojavayê Kurdistanê hestyar in. Zêdebarî wê jî, Fransa ji nêrîna desthilata xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên li Sûriyê ve, hewl daye serederiyeke nîvfermî li gel Rojava bike. Lê derbarê sedema duyem de, têkilî bi helwêsta Tirkiyê heye ku PYD wek beşek ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û ji wê nêrînê ve hemû hewlekê dide, herêmeke Kurdî li Sûriyê nebe rewşeke defakto, bi taybet jî eger PYD desthilatdariya wê herêmê bike. Ew di demekê de ye ku Yekîtiya Ewropayê pêgeheke lawaz li hember Tirkiyê heye, ji ber ku Tirkiyê vehewandina sê milyon koçberên Sûrî kiriye kareteke guvaşan li hember Yekîtiya Ewropayê. Ew du sedem rêgir bûn li pêşiya naskirin û serederiya fermî ya Yekîtiya Ewropayê li gel herêma Rojavayê Kurdistanê.
Yekîtiya Ewropa û kurdên Rojavayê Kurdistanê di niha û paşerojê de
Alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê di rêya Netewên Yekbûyî re bo Sûriyê û di nav de bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dibin. Têkildarî pêwendiya siyasî/dîplomasî jî, eger em ezmûna Herêma Kurdistanê wek mînak werbigrin, divê em çaverê bin heta ku herêma Rojavayê Kurdistanê, di bin siya rejêma Esed de be yan desthilateke nû li Sûriyê, corek ji naskirineke destûrî werbigire. Heta wê demê jî, desthilatdarên Rojava dikarin rê xweş bikin bo sazkirina pêwendiyan li gel welatên Ewropayê. Di wê proseyê de astenga serekî Tirkiye ye. Hêviyek bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê ev e ku Kurd yekdeng û yekgirtî be û ji pêgeha hêz ve hizir li wê yekê bike, ku çawan bikare hinekî ji metirsî û dilgiraniyên Tirkiyê kêm bike.
Ev sêyemîn beşa rêzegotara li ser siyaset û berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê pirsa mezin a kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ye ku ji aliyê Zana Kurde ve tê nivîsandin.
Dr. Zana Kurde, şarezayê karûbarên YE-Kurd e û PhDya xwe ji Zanîngeha Vrije ya Bukselê wergirtiye.
Ramanên di vê nivîsê de taybet bi nivîskar in û ne merc e ku nîşanderê helwesta Rûdawê bin.[1]