Gava ku berê xwe didim #dîrok#ê, ji xwe de bi kelecanekê dihesim. Wek ku dîrok ê dîsa xwe dubare bike, bi baldarî dişopînim. Di eslê xwe de çend nêrîn an jî vegerandina li li dîrokê heye. Ji ber vê jî, gava ku em dibêjin “dîrok” em nikarin behsa tiştekî tenê bikin. Gelek hêlên dîrokê hene, lê ez ji du alîyan ve dinirxînim: “A yekemîn bûyer e ku tevhaîya dîrokê pêk tîne; ji xwe bêyî bûyerê em nikarin behsa dîrokê jî bikin. Bûyer di heman demê de encama tevgerekê ye. A duyemîn jî jîyîn e.”
Her çi qas ku her du têgih an jî hêmayên dîrokê gelek nêzî hev û heta wek hev jî xuya bikin, ji gelek hêlan ve ji hev vediqetin. Tiştê ku em jê re dibêjin bûyer berî her tiştî bisînor e; ne domdar e û tenê ji bo carekê ye. Lê jîyîn ne wisa… Berî her tiştî jîyîn ne yekalî ye; yanî êş, kêfxweşî, aramî, bedbextî, serkeftin û têkçûyîn bi tenê tuneye. Hûn çi bixwazin ew di jîyînê de heye. Heger ji alîyê azmûnê ve were fikirandin, jîyîn bîreke bêbinî ye û dibe ku bûyer encax bibe parçayekî piçûk ê jîyînê.
Jîyîna ku behsê dikim, mirov kare wek temenekî jî hilgire dest. Di temenekî de çi di jîyînê de jî hebe, ew tişt hene. Kelecana ku ji dîrokê his dikim, herî zêde di vir de min dixe nav lepê xwe; ji ber ku gelekî bala min dikişîne û herî zêde jî bi dîroka wêjeyê ve elqedar im. Lê di vir de problemek heye, ew jî ka ez ê çawa karibim rûpelên wê vekim?
Di dîroka wêjeyê de bûyerên pir mezin tunene. Di serî de herî zêde berhem hene, lê em nikarin van berheman tenê ji parçeyekî dîrokê bihesibînin. Berhem, di nav rûpelên dîrokê de nemane. Rast e ku ji dîrokê dest pê kiriye, lê ayidî roja me ne û karin xwe bigihînin rojên pêş jî; ji ber ku berhem jî jîndar in.
Wê gavê, ji dîroka wêjeyê tenê jîyîn di destê me de dimîne. Bûyer, li hemberî jîyînê gelekî çilmisî dimînin. Ji ber vê jî, li gorî min bîyografî di dîroka wêjeyê de cihekî girîng û taybet digire. Ez karim bibêjim ku dîroka wêjeyê herî zêde ji bîyografîyê pêk tê. Ji bo min gelekî girîng e ku nivîskarek çawa jîyaye û çawa nivîsandiye. Ma ew berhemên ku em ji wan re dibêjin klasîk ne encama jîyînan in? Jê re şik tuneye ku berhem parçeyekî jîyana nivîskar e.
Gelek pirsên ku ez nikarim ji bo xwe bibersivînim, bi xwezayî di bîyografîyan de ji ber xwe ve dibînim. Heger em karibin sûdê ji Bîyografîyan wergirin, ew di dîroka wêjeyê de ronahîyeke gelekî sûdewar in. Heger di wêjeyê de di rêza yekemîn de berhemên klasîk hebin, di rêza duyemîn de jî bîyografî hene. Em karin bi bîyografîyekê serdemekê dahûrînin û zelalîyeke mezin ji bo şolîbûna dîrokê bi dest bixin. Gelek kes jî bîyografîyan naxwînin, ew jî bi serê xwe tiştekî din e…
Afirînerîya Jîyanê Xwe Çawa Dide Der
Joseph Campbell dibêje: “Afirînerî ew tişt e ku hêj civakê berî we nedîtiye.”
Di navbera afirînerî û ramanê de têkilîyeke gelekî nêzîk heye. Raman taybetîya herî mezin a mirovan e. Ji ber vê yekê jî kare bi hêsanî were gotin ku afirandin jî têgiheke têkildarî mirovan e. Herî zêde jî pêdivîyên mirovan dikin ku ew afirîner bin, ne xwe jîyan ê ne wisa hêsan bûya. Lê carinan difikirim û ji xwe re dibêjim ku gelo ew qas afirînerî ji bo mirovahîyê baş an xerab e? Lewre ev taybetîya mirovan di heman demê de belaya wan a herî mezin e jî. Êdî ev, mijar û meseleyeke din e.
Gelek caran ji me re wisa tê ku afirînerî di cihê bipirsgirêk de derdikeve holê. Li gel vê rastîyê bêyî pirsgirêkan jî gengaz e ku afirînerî peyda bibe. Ji bo vê têgihê şaştîyeke din jî heye, ew jî têkilîya ji tunebûnê avakirin û afirînerî ye. Bi vegotineke din: afirînerî ji tunebûnê nayê. Ji nav hebûna têgih û fikiran, peydakirin û têkildayina têgih û fikirên nû ne. Tam jî di vê xalê de xeyal derdikeve pêşberî me û helbet piştî wê jî ramana analîtîk tê. Yek jê sînoran nas nake, a din jî tenê bi pîvan tev digere û rê û rêbazan dişopîne. Her du bi hev re jî afirînerîyê peyda dikin.
Piştî ku ramanek an jî têgihek hat afirandin, hewcedarî bi mantiqê dibîne. Mantiq jî li vê derê dikeve dewrê û ramana afirandî li parzûnê dixe. Ev parzûn di heman demê de pesendkirina rê û rêbazên nû ne. Gava ku Albert Eînsteîn ramana xwe ya nû afirand, tu kesî maf nedabûyê; ji ber ku li gorî rêgezên mantiqê ramaneke wisa ne pêkan bû. Lewma jî camêr wisa dibêje: “Hêza xeyalê ji agahîyê girîngtir e.”
Di jîyana xwe ya yeknasekîyê de em karin çi qas afirîner bin? Vê pirsê gelek caran ji xwe dipirsim lê mixabin bersîveke min a erênî tuneye. Bêyî ku haya min jê hebe, dibînim ku hemû lêgerîna min ji bo yeknasekîyê ye; yanî dixwazim ku jîyana min rûniştî be, zêde tişt ji min neyên xwestin, tu carî serê min neêşe û hwd. Baş e, gava ku ez van yekan dixwazim, ez ê çawa karibim afirîner bim? Ji hêla din ve jî li ser navê afirînerî û cudabûnê wê beredayîbûna min bi ku de here?
Gava ku em pirtûkekê li serê dixwînin, wateya têgihan ji me re gelekî xweş tê. Di ser de jî, wek ku min jî li jorê kiriye, em şîroveyên xwe yên “zanyarî” li pê hev jî dikin, lê mixabin bersîva van gotinan di jîyanê de ne wisa hêsan e. Gava ku em karibin li gel her tiştî rast bijîn, li gorî min afirînerî jî dê derkeve holê. Berî her tiştî divê em li gorî xwe bijîn ne li gorî kesên din. Ew jî heger ku em karibin…[1]