Karîkatorîstê Îtalî Gianluca Costantini wêneyê wê zaroka Kurd Hayna Samrend a li #Koye#yê ku ji tirsa bombebarana Îranê guhên xwe girtibûn xêz kir, ji Rûdawê re şand û got, “Bombebarankirina sivîlan karekî pir tirsonek e.”
Wênesazê Îtalî Gianluca Costantini yê ku wênesazekî navdar ê Ewropî ye, îro Pêncşemê 29ê Îlona 2022an wêneyekî Hayna Samrend ji Rûdawê re şand. Gianluca Costantini di heman demê di Twitterê de jî belav kir û li ser parvekirina xwe nivîsand, “Ji gelê Kurd re azadî.”
Wênesazê Îtalî Gianluca Costantini li ser êrîşên roja Çarşemê yên Îranê li dijî partiyên #Rojhilatê Kurdistanê# ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn, ji Rûdawê re got, “Bombebarankirina sivîlan karekî pir tirsonek e.”
Wênesazê Îtalî berî niha jî çendîn tabloyên Kurdên ji her çar parçeyan xêz kiribûn û bi hunera xwe êş û azarên Kurdan nîşanî Ewropayê dabûn. Roja 21.09.2022an wêneya #keça Kurd# a Rojhilatê Kurdistanê #Jîna Emînî# ya ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve rastî lêdanê hatibû û piştre canê xwe ji dest dabû, xêz kiribû.
Bi heman awayî di 30.08.2022an de wêneyê Elî Riza Arslan jî xêz kiribû ku di 29.08.2022an de li Amedê 7 sal piştî qetilkirinê, hestiyên kurê xwe Hakan di telîsekê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dabûne wî. Gianluca Costantini gotibû, “Pir hestyarî û trajîk bû, bê guman tijî tundûtûjiyê. Hestiyên kurekî di destê bavê wî de ne; tiştê di destên vî zilamî de kurê wî ye ku jê re digot bav.”
Wênesazê Îtalî Gianluca Costantini di sala 2015an de wêneyê Alan Kurdî jî xêz kiribû û belav kiribû û bibû rojeva Ewropa û cîhanê.[1]