Eşîra Bextiyarî îro bi fermî dijatiya xwe ya li dijî rejîma #Îran#ê ragihand.
Xwepîşandan û aloziyên heyî yên li Îranê her diçe zêdetir û berfiretir dibin û di vê çarçoveyê de mezintirîn eşîra Kurdan ya li #Rojhilatê Kurdistanê# ku, xwedan roleke girînge li Îranê îro bi fermî dadikeve qadan û li dijî rejîmê xwepîşandan dike.
Eşîra Bextiyarî ragihandiye ku, îro ji Kirmaşan heta Ehwazê li tevahiya wan bajaran dadikeve qadan û li dijî rejîma Îranê dest bi xwepîşandanê dike.
Eşîra Bextiyarî ku, ji çend qebîleyên Lor, Kelhor û qebîleyên din pêk hatiye û tevahiya Lor û kelhoran lixwe digire ragihandiye ku, emê îro bi fermî li dijî zilimê destê biratî bidin xelkê din û dijî rejîmê dest bi xwepîşandanan bikin.
Weke tê zanîn eşîra Bextiyarî di dîroka Îranê de xwedan roleke girînge û gelek caran jî beriya şoreşa Îranê kariye derbên gelek dijwar li rejîmên Îranê bide.
Di daxuyaniya eşîra Bextiyarî de hatiye gotin ku, li Kirmaşan, Îze, Mescid Silêman, Lalî, Endîka, Ehwaz û bajarên din yên ku, Bextiyarî têde dijîn vê îro êvarê dest bi xwepîşandanên mezin dijî rejîmê bikin.
Rudaw
[1]