#Eugene Ionesko#
1912- 1993
Ev hevpeyivîn di sala 1990î de ji alîyî hemwelatî E. Ionesco, mamosteyê felsefeyê yê Zankoya Boxaristê Gêbreyal Loşyano ve hatiye kirin. Hevpeyivîn di kovara Fransî ya bi navê (Kovara Rewşenbîrî) de li gel çend nivîsarên E. Ionesco yên nebelavbûyî û çend (xewnên) ku Andre Kotan li ser E. Ionesco di pirtûka (Perçeyên Bêdengîyê) de berhev kirine, hatiye belavkirin. Bê guman ev hevpeyivîn a E. Ionesco ya dawî ye. Ê xwendevan dikare Ionescoyê mirov di rojên dawîn de nas bike. Dikare tirsa wî, lerza wî, lixwemukurhatin û pendên wî hest bike.
Pirs: Hemî çalakîyên te, bi peyva te ya navdar (NA)ya ku serîhildan e, hatine naskirin. A nuha hevpeyivîna te ya sala 1986ê ya di gel Monîka Lovnisko ku li ser (Na)ya te ya taybet bû; tê bîra min. Wê çaxê te bahaneya xwe bi vê hevokê anîbû zimên: (Ez serserî bûm). Lewra dixwazim ku bipirsim ka hetanî kîjan sînorî bandora vê (serserîtîyê) hem li ser berhemên te û hem jî li ser jîyana te bi giştî hebû. Ma em dikarin wan bi helwestên te yên bergirîya li hemberî hemî pirsên têkçûyî ve girê bidin, cihêwazîyên di navbera te û nivîskarên Romanyayê de; mebesta min nifşê navbera her du Şerên Cîhanî ye, çi ne? Bi taybetî di navbera te û her du hevalên te Sioran û Ilyad ên ku xwe pir diparastin. Lê tu bi xwe bi awayekî bêmînak; bêtirs û dudilî, ber bi sînorên rastîyê ve çûyî, ma gelo sedemên vê yekê (serserîtî) bû?
Bersiv: Dibe, dibe ku wisa be. Lê ji bo rastîyê, ev helwest beşek bû, tu carî ji xwerista min a rastgo cihê nedibû. Ez bi xwe wek ku Bodlêr dibêje: (dilê xwe rût pêşkêş dikim). Ji bo rêzgirtina rastîyê gerek mirovê ku bawerîya xwe bi rastîyê bîne hemî metirsîyan dahîne alîyekî, ji ber ku rêzgirtina hestên taybet an jî hestên xelkê bêrûmetkirina rastîyê ye.
Pirs: Ji bo min rastî tiştekî reha (mutleq) ye, û nivîskarê ku bixwaze di çarçoveya pirsgirên giştî de bikaranîna rastîyê ron bike, ji helwestên rût ber bi sîyasetê ve diçe, ma nakokî di navbera wan de peyda nabe?
Bersiv: Di bawerîya min de gerek pevgirêdanek di navbera rehayî û rêjeyîyê de hebe. Lewra gerek ê nivîskar ji demekê heta demeke din ji keleha xwe derbiçe û dakeve kolanê.
Pirs: Di çarçoveya helwestên te yên li hemberî civatê û pirsên giştî yên cîhanê de, tê bîra min ku tu li dijî çepên Fransayê rawestîyayî , di heman demê de bi navê çepîtîyê tu li dijî faşîzma li Romanyayê radiwestîyayî, tu vê yekê çawan şîrove dikî?
Bersiv: Dîsa ji bo rêzdarîya rastîyê bi xwe, min her tişt bi nav dikirm, ji ber ku çepîtîya dijwar bi xwe faşîzmeke cihêreng di xwe de vedişart. Di gel ku min bi ronîkirina çend rastîyan; gelek xelk ji xwe xeyidandine; xelkên ku xwe nas nedikirin û nikarîbûn dawîya rêça ku hilbijartiye û her weha metirsîyên wê rêçê, bibînin.
Pirs: Min hevpeyivîna xwe bi serîhildana te ya ku di peyva (Na)yê de bi cih bûbû, dest pê kiribû. Ew serîhildan li dijî sîyaseta bêmirês a di navbera her du Cengên Cîhanî de bû. Lê dixwazim ku bipirsim gelo te çawan karîbû di şanoyên xwe de wê serîhildana li dijî sîyasetê bikî serîhildana li dijî mercên ku mirovan dagîr dikin. Reng e ku li vir destpêka peywendîya cihêreng a bi bîr û bawerîya olî re be. Bi alîkarîya vê serîhildana li dijî sîyasetê, tu çawan pêrgî Xwedê bû?
Bersiv: Ez nizanim, ma gelo pêrgî Xwedê bûme, bi rastî jî ez nizanim, ji ber ku hê jî lê digerim.
Pirs: Lê pirsên pirtûka te ya dawîn pirsine mîtafîzîkî ne. Ji bilî hevpeyivîna bi Xwedê re nayê şîrovekirin, ma wê çi be, bi taybetî dema ku tu dipirsî: Ma gelo li dawîya rê, tu kes bendemana me dike?
Bersiv: Ev pirs min dilerizîne; pirsa pirsan e.
Pirs: Tu bawer dikî ku hemî berhemên te hevpeyivîna li ser vê bendemanê ne?
Bersiv: Ez bi xwe di hebûna Xwedê de gumanê hildibijêrim, a rastir ew e ku demên gumanê li cem min, ji demên bawerîyê dirêjtir in. Di vê kêlîkê bi xwe de, ku bi te re dipeyivim, nikarim bibêjim ku sedî sed bawerîya min pê tê yan na. Di gel ku daxwaza bawerîyê di hinavên min de pir xurt e jî. Hevalekî min ê Keşe heye, her ku diçû bi nimêjê berzûrî Xwedê dibû û digot: (Xwedayo! Piştgirîya min bike da ku bawerîyê bi te bînim). Ez bi xwe jî dikarim vê yekê bibêjim. Bawerîya min ne ji bo tu kesî ye. Ez bi xwe dilê xwe nabijînim cîhana din. Bi vê cîhanê kêfxweş im, bi vê afirandinê kêfxweş im, heger cîhaneke din jî bixwazim dê ji bo; tê de, dîtina vê cîhanê be lê bi awayekî çêtir, ez dixwazim ku ji nû ve Xwedê wê biafirîne. Ez ji dayikbûneke nû hêvî dikim, hêvîyên xwe bê nirx pêşkêş dikim.
Em ji dayik dibin, em bi hêz û bi bedewî ber bi ciwanîyê ve diçin, û hêdî hêdî ber bi jêrveçûyîn dest pê dike. Ji nişkê ve; hin pûç dibin, hin kor dibin, hin dikulin, hin kirêt dibin û hergav westaneke hêzdar me dagîr dike. Kê rê daye van tiştan, û ji bo çi wisa bi serê me tê? Wisa min dipirsî, min ji Keşeyan dipirsî û min bi nivîskî ji Papa bi xwe jî pirsîye. Bersiva wan hergav wisa bû (em bersivê nizanin). Lê bersiva Papa bi vî awayî bû: (Papa nikare bersivê bide). Di vî warî de ez dijwarî û dilreqîya Xwedê dibînim, ez bi xwe wek mirov nikarim vî tiştî bipejirînim. Arman Salakro, wek ku ez dixwazim û hez dikim û wek ku em tev dixwazin, hebûn şîrove kiriye: Gerek ku li jîyanê em bi pîremêrî ji dayik bûbûna û di xortanîyê re ber bi zaroktîyê de sernişîv bûbûna. Anku dema ku em bibin zarok piştî ku em di ezmûneya xortanîyê re bihurîbin, ji nû ve em bimirin. Mîna ku mirovek ji dayik bibe û bi nexweşîya penceşêrê be û her ku di temenê xwe de bi awayekî berevajî bi pêş ve çû (ji mezinahîyê ber bi zaroktîyê ve) her ku dê ji nexweşîyê rizgar bibe, ji ber ku di vê bareyê de temen ber bi paş de digindire, ber bi dema xweşiktir û hêzdartir. Ax dê jîyan çendîn xweşik be eger bi vî awayî biherike.
Pirs: Tu wisa jê hez dikî?
Bersiv: Erê, wisa, wisa!
Pirs: na xwe serîhildana li dijî merca pêşîn a çêkirina hebûnê ye, û piştre li dijî ramana mirinê ye jî?
Bersiv: Erê. Ji bo çi gerek e ku em pîr bibin û gerek em bimirin? Ji bo çi pêwist e ku em biêşin û binalin? Ji bo çi gerek e ku em bendemanê bikin? Ji bo çi zor û sitemkarî li vê cîhanê peyda dibin? Ji bo çi ewqas ceng; ji destpêka afirandina vê jîyanê bi milyonan ceng? Dema ku tu li dîmena Deryaya Şîn temaşe dikî tu ji bîr dikî ku li jêr kûrahîya du mitroyan masî li dijberî hevdû di cenga ebedî de dijîn. Ez bi xwe tê nagihêjim ji boyî çi ev gerdûn bi vî awayî hatiye çêkirin û lihevsiwarkirin. Ev pirs bi xwe gumanê li ser hebûna Xwedê li ba min dirust dike. Eger ê ku ev gerdûn afirandibe ne Xwedê be, û eger pêwist be ku dahênerekî vî gerdûnî hebe, ma gelo ev dahêner kî ye? Wek bersiv dikarim bibêjim ku ev gerdûn ji alîyê firişte û perîyên zîyankar hatiye afirandin.
PIRS: Ez bawer im ku ev pirs bi xwe jî ji alîyê hemwelatîyê te Sioran jî hatiye pêşkêşkirin….
Pirs: Ma te ji xwe pirsîye çima zîyan (şer) hergav bi hêztir e û xêr jî lawaz e lê hetanî a nuha neşîyaye cîhanê rapêçe? (Gîrgard dibêje ku xêr lawaz e ji ber ku ezelî ye)
Bersiv: Ez bi xwe nikarim vê yekê şîrovebikim, lê dîsa jî pencereyeke hêvîyê ye.
Pirs: De ka em pirsê bi awayekî din bibêjin, kî vê terazûnê diparêze?
Bersiv: Kî dizane? Lê tiştê ku xuya ye hemî ol li ser xêrê radiwestin, di gel vê jî gerek e ku ev pirs ji Xwedê bê kirin. Ji boyî çi ev para hêzdar xistiye destê Şeytên de? Keça min dibêje ku ev pirs mamik e. Madam ev pirs mamik e û nikarim bersiva wê bibînim û ez dê tu carî nikaribim wê çareser û destnîşan bikim, madem wisa ye; dê her û her ev dudilî jî hevrêtîya min bike!
Pirs: De ka em herin mijara ku hevalê Sioran carekê ew li ber min vejandiye. Digot ku mirovê di civateke rewşenbîrî ya hejar de ji dayik bibe; ew mirov her gav payedarîya wî birîndarbûyî ye, ma tu jî li gel wî yî?
Bersiv: Erê.
Pirs: Bi çi tiştî payedarîya te hatiye birîndarkirin? Ma ji destpêkê ve te didît ku Romanya nikare navedarîya navnetewî ya ku te li Fransayê bi dest xistiye, ji te re pêk bîne?
Bersiv: Bi rastî wê çaxê li navdarîyê digerîyam, îro ew navdarî ji min re ne girîng e, reng e ku ji ber ku min bi des txistiye.
Pirs: Carinan tu tinazîyên xwe bi vê navdarîyê nakî?
Bersiv: Gelek caran; hetanî radeya ku min dixwest li kilîseyeke dûr bibim rahibekî bêdeng û tenê nimêjê bi kar bînim. Lê di pirtûka xwe de (Qurbana pêdivîyê) min ev daxwazî pêk anî û min xwe jê rizgar kir. A nuha li tenişta min, hebûna jin û keçê, vî barî sivik dikin.
Pirs: Ma cihêbûna di navbera Romanya û Fransayê de ewqasî mezin e?
Bersiv: Bê guman cihêbûn mezin e. Ji ber ku tu kes nizane Boxarêst û Sofîya li ku dikevin. Lê îro Romanya bi xêra nivîskarên xwe yên ku li derve dijîn, tê nasîn. Lê çi hatiye guhertin, ma ku li derveyî dîrokê bijîya, ne çêtir bû?
Pirs: Lê tu bi xwe ne li derveyî dîrokê yî?
Bersiv: Ma ji bilî navdarîyê min çi sûde ji dîrokê qezenc kiriye? A rast ew e ku ez bi hemî êşên ku min bi kotekî derbasî hundirê dîrokê dikirin, ketime.
Pirs: Ma mebesta te ew e ku te dixwest ku tu jî li derveyî dîrokê bimînî?
Bersiv: Min dixwest ku ez hinekî dûrî wê bimînim û nimêj bikim… Kiryara herî taybetmend a ku mirovatî hewcedarî wê ye nimêj e… Ku ne di nimêjê de be tu wate ji rawestana li derveyî dîrokê re nîne.
Pirs: Ma nimêj çi çareserîyê bi xwe re tîne?
Bersiv: Tenê Xwedê dikare hêjayî vê bersivê be.
Pirs: Ma bawerîya te bi sûdwergirtina ji nimêjê tê?
Bersiv: Ez dixwazim bawerîyê pê bînim.
Pirs: Ma carinan tu nimêj dikî?
Bersiv: Carcaran.
Pirs: Piştî koçbarîya ber bi Rojava ve, te tenhatî hest nekir?
Bersiv: Na.
Pirs: Tu carî te hest nekiriye ku tu di tenhatîyê de dijî?
Bersiv: Yekcar. Min bi xwe zaroktîya xwe li Fransayê derbas kiribû. Bîranînên wê zaroktîyê pir şêrîn bûn. Dema ku ez vegerîyam Fransayê, vegerîyam welatê zaroktîyê, ji bilî ku Fransî bi xwe jî û bi awayekî ji awayan bûne Romanî.
Pirs: Ma tu naxwazî li tevlî Romanîyan bibî?
Bersiv: Çawa, bi taybetî wexta ku ez nema Romanî bim, ji nû ve wek birayekî li wan dizîvirim.
Pirs: Ez bawer dikim ku ev guhertin piştî hestkirina trajîdîya ku gelê welatê te yê berê tê de dijîya, pêk hatiye?
Bersiv: Rast e.
Pirs: Lê kînga ev hest li cem te bi gewde bûye?
Bersiv: Berî bîst û pênc salan, dema ku min dest bi dijîtîya Fransayê û rojava bi giştî kir, ji ber ku nedixwestin ku rûdan û bûyerên li Romanyayê diqewimin, tê bigihêjin.
Pirs: Ma wê demê, sedîsed, çi qewimîbû?
Bersiv: Ez li kongreyeke ku li ser Romanyayê bû, amade bûm. Hemî amadekaran ji min re digot: (Tu ne rast dibêjî). Na herê, yekî ji wan, ji wilo bêtir û dijwartir peyivî: (Mafê te û peyivînê nîne ji ber ku tu ji wir hatiyî).
Pirs: Ev lojîk pir seyr e!
Bersiv: Dêmek her kesê ku ji Romanyayê derkeve nikare bibe çavkanîya agahdarîyên rast û durist, hinan ji wan amadekaran Kravşinkoyî bi nokerîyê gunehbar kirin, Sartre jî piştgirîya wan dikir.
Pirs: Ma te Sartre nas dikî?
Bersiv: Ev şerefa mezin bi dest min neket. A rastirîn ew e ku min nexwest ku wî bibînim.
Pirs: Ji destpêkê ve?
Bersiv: Erê, ji destpêkê ve, ji salên şêstî ve, ji dema ku ew nêrîna seyr a li gel Komonîstan wergirtibû…[1]