Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,529
Wêne
  123,854
Pirtûk PDF
  22,075
Faylên peywendîdar
  125,491
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
JI EVÎNA ROJÊN KEVIN (53); BAVÊ MIN!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Konê Reş
Konê Reş
Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; baş problem û serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî şîret li me dikir û digot; kurên min! Qenc bin, tiştek ji xerabiyê nayê ji xerabiyê pê ve; Qeckiro bi xwe kiro û xerabkiro bi xwe kiro û digot; yê ji mala xwe re ne qenc be, nikare qenciyê bigihîne mala cîranê xwe.. û nav di me de dida ku em qenc bin û di xwendina xwe de xurt bin.. Her ku ji gund diçû Qamişlokê an cihekî din û vedigeriya malê, çîroka çûna xwe bi hûrikî ji pîrka min Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. (Bavê min ji wan kesên ku ta di zivistanî de jî xwêdan dida!). Piştî ku Nûrê çû rehmetê, çîroka çûna xwe ji diya min re digot.. Min jî, di wê zaroktiyê de, bi tev hestê xwe lê gudarî dikir.. Di bin bandora gotin û şîretên wî de mezin bûm û ji wê hingê ve wêneyê wî li ber çavên min e û gotinên wî di qula guhên wî de bi zingezing in.. Niha, carcaran diya min ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda û westandina wî re bihata.. Erê ji encamê perwerde û keda wî û dayika min, me her şeş birayan û xwîşkekê xwendinên xwe xelas kir. Hin ji me bûn mamoste, doktor, Avokat û niha hin ji zarokên me jî bûne doktor û avokat.
* * *
Bavê min, nexwende bû. Vê paşiyê fêrî hin axaftina bi zimanê erebî û xwendina Quranê bibû.. Quran li gor zanîbûna xwe dixwend û hin caran dengê xwe bi xwendinê re bilind dikir.. Gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin.. Ew sofiyekî Barzanî bû.. Di destpêka salên 1960'î, heyamê şoreşa Barzaniyê nemir de, radyoyek wî hebû, her esir gundî dihatin mala me, li Dengê Kurdistana Iraqê guhdarî dikirin.. Piraniya gundiyan hez Mela Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn, Cemal Abdulnasir û Xalid Begdaş nedikir.. Xweş tê bîra min, wê hingê hin xortên malê û gund divîbûn bibin pêşmerge û digotin: Ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên şerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e.. Dixwaze di welatê xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!.
* * *
Bavê min mamostayê min yê jiyanê bû. Yekemîn kes bû ku di warê nivîsandinê de, ez dehif dame.. Di sala 1974'an de, ji bo nameyekê ku min ji birayê xwe re şandibû û têde behsa zilma û zora rêjîmê li ser binxetiyan kiribû; bê çawa rêjîmê xelkên ereb ji parêzgehên dûr anîne nav xaka kurdên Cizîrê.. Seba vê nameyê emniyetê êrîşî mala me kir; pirtûkxaneya min sexte kirin, bav û birayê min yê parêzer girtin û birin Qamişlokê, ji bo bersivdanê.. Piştî wê nameyê bi pêlekê, bavê min ji min re got: Lawo! Helbet nameya te bi nirx û dijwar bû.. binivîse, texsîr meke, lê hayê te ji te hebe, rêjîm bê ewle ye... Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de.
* Bavê min (Hecî Osmanê Evdo); wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê bi cil û bergên erebî bû, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn; bi şal û şapik û kum û koloz bûn. Ew di roja 24/12/1985'an de li gundê me Doda koçka dawî kir. Ez û bavê xwe di orta wêne de ne/1980.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 786 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://www.gulanmedia.com/
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-03-2019 (6 Sal)
Bajêr: Qamişlo
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 29-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 30-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 30-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 786 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.15 KB 29-09-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.61 çirke!