Ji roja ku jina kurd #Jîna Emînî# hat kuştin û heta niha gelek bûyer qewimîn. Rewşa dawî bi vî rengî ye:
- Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha zarokên di bin temenê 18’an de jî têde 83 kes hatine kuştin.
- Li gor daxuyaniyê heta niha li Mazenderanê 26, li Kirmaşanê 6, li Sineyê 6, li Gilanê 11, li Rojhilata Azerbaycanê 11, li Elburzê 5, li Tehranê 4, li Kuhgiloyê û Buyar Ehmedê 2, li Esfehanê 2, li Xoresana Rezewî 2, li Zencanê 2, li Qezwînê 2, Simnanê 1, Îlamê 1 û Buşêhrê kesek hatiye kuştin.
DAXUYANIYA ÎTÎFAQA #KURDISTAN#Ê
- Li Amedê Îtîfaqa Kurdistanê ku di nav de HDP, BDP, DDKD, PDK-T, PDK-Bakur, KKP, PÎA û Partiya Azadî hene li ser êrîşên li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên dewleta Îranê li hemberî kurdan neyartiyeke eşkere ye û bang li kurdan kirin ku bibin yek. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê, hikumeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Ereban, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî hat kirin ku li hemberî van êrîşan bikevin bin berpirsiyariyê.
SÎNEMAGERÊN TIRKIYEYÊ
Beşek sînemageên Tirkiyeyê ên jin bi vîdeoyên belav kirin piştgirî dan jinên li Îranê. Sînemger Fusun Demirel, Nur Surer, Tulin Ozen, Tilbe Saran, Burcu Biricik, Melis Birkan, Ayça Damgaci, Ceren Moray, Damla Sonmez, Melisa Sozen û Canan Erguder di van vîdyoyan de cih girtin.[1]