Li bajarê şaristaniyan parêzgeha #Mêrdîn#ê ya #Bakurê Kurdistanê# ku wekî muzeya servekirî ye, di 9 mehan de ji 750 hezarî zêdetir geştyar lê bûn mêhvan.
Mêrdîna kevin, yek ji parêzgehên kevnar ê Bakurê Kurdistanê ye û gelek şûnewarên dîrokî lê hene ku salane bala hejmareke zêde a geştyaran dikşînin ser xwe. Li kêleka Kurdan, Suryan, Kildan û Ereb jî li wî bajarî hene û kenîse û medreseyên ku dîroka wan vedigere beriya sedên salan lixwe digre û diparêze. Di van salên dawî de hejmara geştiyarên ku berê xwe didin Mêrdînê zêde bûye û sektora geştyariyê her ku diçe geştir dibe.
Rayedarên parêzgehê jî bang li karsazan dikin ku di warê geştiyariyê de projeyan zêde bikin. Her wiha dibêjin, kêmbûna otêlan ji bo pêşwazîkirina geştiyar û mêvanan gelek pirsgirêkan ji wan re derdixe.
Geştiyar Martina Hiolmann dibêje: “Navê min Martîna ye. Ez ji Almanyayê me. Ez ji bo geştê hatime Tirkiyê. Mardîn bajareke gelek xweş e. Ez gelek kêfxweş im ku hatime vê derê.
Sektora Geştiyariyê ya vî bajarî her ku diçe geşedanê dike. Lê cihên mana geştiyaran ji pirsgirêkên sereke yên Mêrdînê ne û rayedarên wê di vî warî de banga veberhênanê li karsaz û veberhêneran dikin.
Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş dibêje: “Em li bendê ne ku veberhêner bên û li vir veberhênanê bikin. Bi taybet gelek pêdivî bi otelan heye. Dema hejmara geştiyaran zêde dibe ev pirsgirêka me ya herî mezin e.Dema em wan dişînin parêzgehên derdorê jî cih peyda nabe. Ji ber wê em dibêjin welatiyên derfeta wan heye dikin ku bên û li Mêrdînê di warê geştiyariyê de veberhênanê bikin.”
Li gor amarên parêzgariya Mêrdînê tenê di 9 mehên destpêkê yên îsal de zêdeyî 750 hezar geştyaran serdana vê parêzgehê kirine. Herwiha 2 milyon geştiyaran jî bi awayek rojane serdana wê kirine û vegeriyane. Geştiyarî yek ji dahatên sereke yên vê parêzgeha dîrokî ya Bakurê Kurdistanê ye, lê nebûna cih, mêvanxane û otelan wek pêdivî rê li ber geşedana zêdetir a sektora geştiyariya wê digire. Ji ber wê jî niha Mêrdîn li benda projeyên nû yên veberhêneran e daku geşedanek zêdetir bixwe ve bibîne.[1]