PEN'a #Kurd# li ser kuştina rojnameger û nivîskar Nagihan Akarsel bang li Hikumeta Herêma #Kurdistan#a Federe kir ku pêşî li kuştinan bigire.
PEN'a Kurd di daxuyaniya nivîskî ku belav kir de wisag ot, Bi ser kuştina nivîskar û lêkolîner Suheyl Xurşîd re hê 40 roj derbas nebûne, bûyereke din a qirêj derket holê. Mixabin Hikumeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê pêşî li vê êrîşê negirtin û kiryar nequfaltine. Divê pêşî li kuştinan bê girtin. Rayedar divê karê xwe bikin, êrîşkaran biqufilin û ceza bikin. Ger pêşî li van êrîşan neyê girtin li Başûrê Kurdistanê dê tu nivîskar û rojnameger nikaribe karê xwe bike.
Nagîhan Akarsel kî ye?
Rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel li Cîhanbeyliya Konyaya Tirkiyeyê hatiye dinê. Li Enqereyê li Zanîngeha Gazî Beşa Rojnamegerî xwendiye. Paşê li Enstîtuya Zanistana Civakî ya Zanîngeha Enqereyê, li Beşa Xebatên Jinan salek lîsansa bilind xwendiye. Dûre di DÎHA'yê (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê) de nûçegîhanî û edîtorî kiriye.
Wê, di rojnameyên Ozgur Gundem, Gunluk, Yeni Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîskarî kiriye.
Akarsel ku endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojî bû, ji bo gelek kovaran nivîs nivîsîne. Berî bê kuştin di bin banê Akademiya Jîneolojî de li ser xebata amadekirina pirtûka ji nivîsên xwe dikir. Akarsel roja 04.10.2022'yan li Silêmanî li ber mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.[1]