Stranek ji bo jinên têkoşer, ji bo şoreşa gelan…
Demên ku cih û warên şoreşa jinê erişen nu re rubiruye em weke jinên enternasyonal bi straneke vê hereme bangavaziya tekoşinê dikin. Em vê stranê diyarî hemû jinên ku ji bo jiyana azad li gorî prensîb û xeyalên xwe têdikoşin û dijîn dikin.
Tekoşine gele Kurd ji bo şoreşgerên cihanê her tim weke dibistana şoreşgeriyê bu. Gelek kes ji bo vê berê xwe dan qadên şoreşê û bi qehremenî şehîd ketin. Jina tekoşinvan Andrea Wolf, Şehîd Ronahî yek jî van bu. Gelek jinên enternasyonalist bi tevlibuyina xwe şoreşa Rojava şopdariya wê kirin. Andrea Wolf bi têkoşîna xwe li çiyayên #Kurdistan#ê, xeyala şoreşa cîhanê ji nû ve afirand. Ev keti bu ferqê ku şoreşa Almanyayê bi şoreşa Kurdistanê ve girêdayî ye. Weke hemû hevalên ku ji bo cîhanek azad têdikoşin û jiyana xwe feda kirine, em jî dixwazin ruhê wan di xebatên xwe de pêş bixin. Rêya xwe ya têkoşîna enternasyonalîst, demokratîk û sosyalist şopa wan de bidomînin.
18’ê Gulana 2022’an sêyemîn salvegera vekirina Enstîtuya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di heman demê de 18’ê Gulanê roja şahadeta Hakî Karer û gelek hevalên din ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ew bûn hilgirê azadîyeke ku ji kokên kûr û kevnar şîn dibin û ji me re digihêjin. Ji berxwedana çandî ya vê civakê hêz digirin û hêzê didin wê. Weke şopdarên wan, em her tim li ser van rehên kûr ên berxwedana çandî radiwestin.
Ji bo bîranîna lehengên xwe em bi strana Hoy Zeriye ku bi eslê xwe straneke kevneşopî ya herêma Koçerat e derdixin pêş. Stranek e ku diyarî hezkirinê Zeriyê hatiye kirin. Ruhê wê stranê bi kokên ku me behs kirî ve girêdayiye. Me jî xwest bi guhertina gotinên stranê, zêriyên şoreşê bibîrbînin. Her çend em girîngiya parastina orjînalîteya stranên kevneşopî bizanin jî metirsiya pejirandina stranê bi peyvên cihêreng heye. Bi vê armancê em dixwazin îro bi wê stranê li hemberî jinên ku berî me wê rêya tekoşînê vekirine, xwişk, heval û hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê de dilsozî, fedakarî û hezkirina şoreşgerî ragihînin. Ji Sakîne, Arîn û Bêrîtan heta Gulê Selmo, Berta ji Hondurasê, ŞuJîn li Çînê, Ramona ji Chiapasê û heta hemû jinên cîhanê ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kirine em bibîrtînin…
Di Enstîtuya Andrea Wolf de em bi parvekirina tecrubeyên jinên ji herêmên cuda yên cîhanê, ji hev du fêrbûn, li ser mijarên Jineolojiyê xebitandin, di ramanê de, di çalakiyê de, di jiyanê de têkoşîna xwe ya hevpar pêşxistin û armanc dikin. Em bang li hemû xwişkan, hevalên jin, rêxistinên jinan dikin ku ji bo parvekirin, ji hev fêr bûn werin vir, Rojava. Em dest bidin hev, ruhê şoreşa jinê belav bikin!
Bijî şoreşa jinê
Bijî şoreşa gelan
Jin Jîyan Azadî
Zeriyên Şoreşê
Xebatekê hevpar a
Enstituya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojî
Koma Şehîd Delila
Koma Şehîd Ezda
Deng Tomarkirine: Amir Hesên
Dîmen: JinTV, RojavaTV
Montaj: JinTV
Spasî ji
Navenda Çand û Huner a Hurî ya Amûde
Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê
Gelê Gundorê û Dugirî
Kedkarên Jin TV
Gotin
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hêza jin her hêvî ye
Navê Zêryam Sakîne
Partiya jin ava kiriye
Navê Zêryam Arîn e
Kobanê rizgar kiriye
Navê Zêryam Berîtan e
Tawîz neda xayîne
Navê Zêryam Gûlê ye
Li Halebê berxwe da ye
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hêza jin her hêvî ye
Navê Zêryam Avesta ye
Afrîne parastiye
Navê Zêryam Malda ye
Jineolojî jiyaye
Navê Zêryam Hêlîn e
Ji Inglîstan çû Afrîne
Navê Zêryam Nûcan e
Heftanîn parastiye
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hoy Zêriyê Zêriyê
Hêza jin her hêvî ye
Navê Zêryam Berta ye
Li Honduras berxwe da ye
Navê Zêryam ŞuJîn e
Jinên sîn rêxistin kiriye
Navê Zêryam Ramona ye
Zapatist rêvebiriye
Navê Zêryam Andrea ye
Çû çiya, ji bo şoreşa gelanê!
Çiqas zilm û zor hebe
Berxwedana me her zindî ye
Guhdar bike ji vê qîzê
Jin ne milkê mala ye
Keleş bîne ji vê jinê
Jin civakê diparêze
Tambûr bîne ji vê jinê
Dengê me bigihêje dinyayê
Bistre, bistre, hevalê
Bo şoreşa cihanê
Rabin, rabin, hevalê
Bo şoreşa cihanê
Wey lê min wey lê min
Wey lê min dinyaye
Wey lê min wey lê min
Wey lê min dinyaye
Jin rabûn ser piyane
Şoreşê ava bike
Jin rabûn ser piyane
Şoreşê ava bike
Wey lê wey lê wey lê lê wey lê
Her bijî şoreşa jinê
Wey lê wey lê wey lê lê wey lê
Bijî şoreşa gelanê
Wey lê wey lê wey lê lê wey lê
Têkoşîna jin pîroz be
Wey lê wey lê wey lê lê wey lê
Jin Jiyan Azadîye[1]