Feraseta serdestiya zilam bûye çavkaniya tevahiya qeyranên mirovahiyê û cûreyên qirkirinê yên ku li ser jin, xweza, civak û gelan tên meşandin. Herçiqas berxwedan û têkoşînên azadiya jinê li hemberî vî hovitiyê kêm nebûne jî, nakokiya navbera zilamê serdest û jina bindest heta roja îro bandorê li tevahiya qad û keliyên jiyana me dike. Di destpêka sedsala 21’an de tundiya zayendperest, tecavûz, dagirkerî û qirkirinên li ser ax, civak, beden, rih û nasnameya jinan wekî amûrên serekî yên şerê cihanê 3’yemîn û polîtîkayên moderniteya kapîtalîst tên bi kar anîn. Lê belê li hemberî vê rastiyê, her ku diçe zêdetir mirov û tevgerên azadixwaz ên cihanê dibin serwext ku bêyî rizgariya jinê azadiya civakê jî wê pêknayê. Lewma têkoşîna azadiya jinê li çar aliyên cîhanê bi çalakiyên dewlemend ji nû ve zindî dibe. Jin dengê xwe ji bo parastina jiyan, civak û xwezayî bilind dikin.
#Soreşa Rojava# ya ku wekî Şoreşa Jinê jî hatiye nasîn yek ji van herêman e ku tê de jin di tevahiya qadên jiyanê bi ristekî pêşengtiyê rabûne. Ji hêzên leşkerî û xweparastinê heta nûnertiya siyasî, ji xebatên ziman, zanist û perwerdeyê heta tendirûstiyê, ji avakirina pergala Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyê heta pergala xweser a jinê – deng û rengê jinan di hemû beşên jiyanê de diyarker bûye. Bi avakirina sazî û meclîsên jinê, pêşxistina qanûnên ji bo parastina mafê jinan û rûnişkandina pergala hevserokatiyê re pêşketinên girîng di warî naskirina vîn û hêza jinê de çêbûne. Di heman demê de perwerde û xebatên cûr bi cûr bi armanca derbaskirina zêhniyeta baviksalar û zayendperestiya civakî ve girêdayî hatine meşandin. Yek ji rojevên serekî jî lêpirsîna serdestiya zilam di têkiliyên malbatî û hevjînan de ye.
Bê guman guhertinên şert û mercên jiyanê bi giştî – bi taybet bi geşedanên şer û şoreşê re – bandora xwe li ser şêwazê jiyana malbatê û têkiliyên hevjînan jî dikin. Li cih û serdemên cuda jinên şoreşger hertim hêvî dikirin ku di nav geşedanên şoreşê de wê guhertinên bingehîn di jiyana jin û civakê de çêbibin. Mînak, di salên destpêkê yên Şoreşa Sovyetan de şoreşgera Rusî Aleksandra Kolontay ji bo gihandina civakeke komunîst pêwîst didît têgihîn û saziya malbatê ji nû vê pênase bike. Wê rave kir:
‘Malbata kevin ku tê de mêr her tişt bû û jin ne tiştek bû, malbata kevneşop a ku vîn, dem û pera aydê jinê tê de tune bû, li ber çavên me diguhere. Lê ji ber vê yeke hawar pêwîst nîn. Tenê nezanîna me dide fikrandin tiştên em fêrbûne qet nayên guhertin. Ji gotina “wekî bû, wê wusa bibe” tiştekî dûrtir heqîqatê nîne. Tenê divê em bixwînin mirov di demên borî de çawa jiya da ku em ê bibînin her tişt diguhere û tu adet, rêxistinên siyasî an jî rêgezên exlaqî yên sabît û herheyî nîn in. Di herikîna dîrokê de avahiya malbatê gelek caran hatiye guhertin; malbata berê ji ya îro pir cuda bû. (…) Ti sedem nîne ku em ji vê rastiyê bitirsin ku malbat di pêvajoya guherînê de ye û tiştên kevnebûyî û nepêwist tên avêtin û têkiliyên nû di navbera jin û mêran de pêşdikevin. Karê me ev e, em ê biryarê bidin ka kîjan aliyên pergala me ya malbatê yên kevinebûyî ne û diyar bikin têkiliyên çawa di navbera jin û mêrên çînên karker û gundî de û kîjan maf û erkên wan wê herî baş bi şert û mercên jiyanê li Rûsyaya nû ya karkeran re li hev bikin.’
Lê belê ezmûnên Aleksandra Kollonaî û yên jinên din di şoreşên cihanê yên dîrokî û hemdemî de ji me re rave dikin ku derbaskirina desthilatdariya zilamê û guhertinên demokratîk di zêhniyet û têkiliyên malbatî de ewqas hesan nîn in. Heta niha ev mijar bûye girêkeke kor ku rê li pêşiya azadiya jin û civakê digire.
Li hemberî kêmahiyên şoreş û têkoşînên azadiyê yên sedsala 20’an Rêber APO pêwîstiya bi şoreşa jinê di sedsala 21’an de nirxand. Bi dahûrandinên li ser rastiya jin û malbatê li Kurdistanê ji dawiya salên 1980’an ve Wî gelek car bal kişandiye ku girêka kor a serweriya zilamê li ser jin û civakê bi serê xwe venabe. Di axaftina xwe ya 8ê Adara 1998’an de Rêber APO zêhniyeta baviksalar û wateya saziya malbatê wiha dahûrand: ‘Ger em rizgariya jinê bixwazin, divê em saziyên xwe dispêre bîrdoziyên serdestiya zilam bi dijwarî rexne bikin. Perçeyeke vê ya girîng jî malbat e. Malbat jî dezgeheke serdestiya zilam e. [ … ] Bi taybetî ji aliyê civaka Kurd ve malbat saziyeke ku teqez divê ji pêş çavan re were derbaskirin e. Li gor min malbat, di rastî de bîreke bêbînî ku ketina jin û zilam bi rengekî herî xeter tê pêkanîn e. Her du jî çi qasî ketin e, çi qasî çûne kûraniyê û tarîtiyê nizanin. Zemînê ku hemû pergalên emperyalîst-dagirker û dîsa hemû pergalên şerê taybet xwe tê de pêk tînin malbat e. Divê em vê bi dijwarî di pêş çavan re derbas bikin û rexne bikin. Ev weke têgeh nayê wê wateyê ku em bi temamî malbatê înkar dikin. Em malbata ku pêkhatiye înkar dikin an jî em behsa pêwîstiya derbaskirina wê dikin. Têgeheke wiha girîng e.’
Bi van nirxandinên ve girêdayî Rêber APO xêz kir ku pirsgirêka jê re tê gotin pirsgirêka jinê bi rastî pirsgirêkeke zilaman e. Bi armanca vekirina girêka kor a desthilatdarî û tundiyê ve girêdayî Wî têgihîna ‘kuştina zilamê serwer’ wekî felsefe û bîrdoziya xwe, wekî rêgeza sosyalîzmê şîrove kiriye. Di vê wateyê de Rêber APO beriya hertiştî kesayeta xwe ji bandorên zêhniyeta zilamê desthilatdar rizgar kiriye. Pê re Wî ji zilamên din jî xwest ku wan di zêhniyet û kesayetên xwe de fêrbûnên baviksalar bi rengekî radîkal lêbipirsin û ji holê rabikin. Tevî têkoşîna rêxistinkirî û şoreşger a jinê, hewldan, lêpirsîn û helwestên kesayetên mêrên şoreşger wekî Mahsum Korkmaz, Fikrî Baygeldî, Engîn Sincar, Qadir Usta û Atakan Mahir bûn mînakên lêgerîna heqîqî ya jiyana azad di rastiya şoreşa Kurdistanê de.
Gav bi gav serwextbûyîna mêrên azadîxwaz derbarê pêwîstiya guhertina zêhniyet û nêzîkatiyên baviksalar de bipêşdikeve. Ji ber ku ew dikevin ferqê ku pergala baviksalar a kapîtalîst sedema hemû qeyranên mirovahiyê û cûreyên qirkirinê ye. Ji bilî vê yeke pergala desthilatdariya zilam ne tenê gef li jiyana jinan dixwe. Zêdebûyîna bûyerên xwekuştinê û rêjeya mezin a zilamên ku xwe întîhar dikin, nîşana qeyraneke kûr a zilamtiyê ne. Li gorî daneyên Rêxistina Tendirûstî ya Cihanê (WHO) hejmara întîharên zilam duqat yên jinan e. Her wiha di asta cîhanê de piştî mirin ji ber sedema qezayên trafîkê, herî zêde mêrên ciwan di temenê 15 heta 29 salî de ji ber sedema xwekuştinê jiyana xwe ji dest didin. Ev rastî neçariya zilamê li hemberî pergaleke destnîşan dike ya ku bi pênaseya zilamê wekî ‘serwer’ û pênaseya jinê wekî ‘bindest û namûsa zilam’ jiyanê tune dike. Bi taybet berovajî kirina têgihîna namûsê dibe sedema gelek trajedî û sûcên dijî mirovahiyê. Mirov dikare wateya rast a namûsê wekî parastin û pê hesîna rûmet, heq û azadiyê ya mirovên hemuyan, jin û mêran pênase bike. Lê berovajî vê yeke hişmendiya baviksalar, têgihîştina namûsê wekî serdestiya zilamê li ser beden, hebûn û jiyana jinê diyar kiriye. Li gel qirkirinên fîzîkî û ruhî li dijî jinan, piraniya zilaman jî di warî hebûn û nasnameya xwe de qeyraneke kûr jiyan dikin. Wekî projeya çareseriyê Rêber APO çarçoveya paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwez a jinê de têgihînên malbata demokratîk û hevjiyana azad wekî stûnên jiyana neteweya demokratîk rave kiriye. Li ser vê bingehê li çar aliyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê û hewldanên ji bo avakirina têkiliyên wekhev û rêzdar navbera jin û mêran di hemû beşên jiyanê de didomîne. Akademiya Jineolojî jî bi vî armancê li gelek herêman xebatên lêkolîn û perwerdeyê meşandin û dimeşin.
Zilam kî ye?
Ji bo fêhmkirina heqîqata zayenda jin û zilam û her wiha naskirina taybetmendî û pênaseyên bi bandora zayendperestiya civakê hatine lê barkirin di gelek perwerdeyên Jineolojî de em dikevin pey bersiva pirsên ‘Jin kî ye?’ û ‘Zilam kî ye?’ Balkêş e, beşdarvanên perwerdeyan di tarîf kirina nasname û hebûna jinê de zêde astengî nabînin: Ji ‘dayika xwedawend‘ û ‘têkoşerên azadiyê‘ heta ‘darê şikestî‘ pênaseyên cûr bi cûr tên rêz kirin. Lê belê dema pirsa ‘Zilam kî ye? Zilamtî çi ye?’ dibe rojev, em gelek car rastî bêdengî tên. Diyar bûye ku mêr di pênase kirina zayenda xwe de zehmetiyan dikişînin. Mêr fêrnebûn hebûn û nasnameya xwe bikin mijara lêpirsîn û nîqaşê, ji ber ku li gorî feraseta zayendperestiya civakî ‘zilam ji xwe hertişt e‘. Lê di encama perwerdeyên li ser paradigma û pareznameyên Rêber APO di civaka Kurd de gelek zilam naskir ku jin di dîroka mirovahiyê de bûn çavkaniya civakbûn, afirandin û zanînên destpêke. Zilamên desthilatdar piştre bi rêya hîle û zordariyê dest dane li ser berhem û hebûna jinê; vana kirin milk û ‘namûsa’ xwe. Bi tahlîlên Rêber APO li ser dîroka jinê di civaka Kurd de zanînên derheqê şikestinên dîrokî yên li ser jinê yên bûn binesaziya baviksalariyê di malbat û dewletê de belavbûne. Naskirina vê heqîqatê dibe sedem ku beşdarvanên perwerdeyan yên mêr jî gelek car rastiya zilam bi xwe bi peyvên wekî ‘desthilatdar‘, ‘zordest’, ‘tundî‘, ‘çanda tecavûz‘ an jî ‘bê çarebûyîn‘ binavkirin. Lê belê lêpirsînkirina rastî û bandora pergala desthilatdar li ser kesayeta xwe û biryara derbaskirina vê ne hesan e. Lewma carna mêrên ku bi xweber di pênaseya zilamê de peyva ‘zilmkar’ anîne ziman, ji nişka ve bertekên cuda li hemberî eşkerekirina vê rastiyê nîşan didin. Ew dibêjin, em nema ‘zilamên berê’ ne û bi pîvanên wekheviya navbera jin û mêr ve girêdayî ne. Lewma hinek zilam jî daxwaz dikin ku li sûna peyva ‘zilam’ a ku zilmê tîne bîra mirov, êdî peyva ‘mêr’ ango ‘camêr’ a ku merdî tîne bîra mirov wekî pênaseya zayenda nêr were bi kar anîn.
Lê bi rastî rastiya zilamê di roja îro de çi ye? Têgihîna zilam û rista zilamê di jiyana malbat û civakê de çawa tê nirxandin? Bi taybet jî zilamên di nav 10 salên bipêşveçûnên şoreşa Rojava de guhertinên bi çi rengî di kesayeta xwe de, di têkiliyên xwe yên bi jin, malbat û civakê re bi cih anîne? Pêwîste em çi bikin da ku têkiliyên bi têgihîştina hevjiyana azad pêşbikevin û şoreşa jinê wekî şoreşekî civakî serbikeve?
Van pirsan bûn mijara gelek nîqaş, perwerde û lêkolînên Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Suriyê. Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê ya ku destpêka sala 2021’an vebûye jî pêwîst dît ku nîqaş û tehlîlên derbarê van pirsan de bi rastiya civaka herêmê ve girêdayî pêşbixe. Lewma navbera 25’ê Mijdara 2021‘an û 8’ê Adara 2022’an de di hevkariya bi tevgera jin a Kongra Star re li herêma Şehbayê rêzeke komxebat û nîqaşan li bin dirûşmê ‘Erkên zilam di avakirina malbateke demokratîk û civakek azad de’ hatiye li darxistin.
Gelo ev xebat li herêma Şehbayê çima û çawa pêşket?
Ji bo bersivandina vê pirsê divê em di serî de taybetmendiyên civaka herêmê nasbikin: Li herêma Şehbayê pêkhateyên gelên Kurd, Ereb û Tirkmen bi sedan salan wekî cîran dijîn. Lê belê siyasetên nijadperest û olperest ên dewletên Sûriyê û Tirkiyê jî bandor li civakê kirine. Bi taybet ji sala 2011’an ve gelê herêmê rastî êrîş û dagirkeriya çeteyên Ceyş el-Hûr, El Nusra û DAÎŞ’ê hatin. Ji van koman her yeke ferasetên zayendperestiya civakê kûrtir kiriye û qirkirinên dijwar li ser jin û civakê pêk aniye. Lê belê ji sala 2016’an û şûnve ji bo jin û civaka Şehbayê pêvajoyeke nû destpêkir. Bi pêngava rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Suriya Demokratîk ve û avakirina rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekem car pergaleke xwerêveberinê bi beşdarbûna jinê hatiye sazkirin. Ji ber şerê qirkirinê û dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêma Efrînê jî di Adara 2018’an de nêzîkî nîv mîlyon mirovên Efrînî derbase herêma Şehba bûn. Bi hêviya vegera Efrînê heta roja îro bi hezaran jin, mêr û zarok li kampên koçberan a herêma Şehbayê li berxwe didin. Di heman demê de civaka Efrînê li Şehbayê jî pergala xwe ya xwerêveberinê, aborî, perwerde, xweparastin û dada civakî damezrand. Li hemû sazî, meclîs û komînên gelên Şehba û Efrînê pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jin û mêran fermî hatine pejirandin. Her wiha jinên Şehba û Efrînê jî meclîs û saziyên xwe yên xweser di hemû beşên jiyanê de avakirine da ku jiyan û vîna jinê biparêzin, azadiya jin û civakê li ser bingeha hevjiyana azad û têkiliyên malbata demokratîk pêşbixin. Rixmê şertên giran ên jiyanê li bin bandora şer, koçberî, dorpêça aborî û leşkerî ya dewleta Sûriyê û êrîşên rojane yên arteşa Tirk jinên Şehba û Efrînê bi risteke pêşeng di berxwedanê de, di jiyana civakî, çandî û siyasî de radibin.
Lê belê wekî li seranserê cîhanê û bi taybet li herêmên şer û pevçûnan li Şehbayê jî tundiya li dijî jinê, pirsgirêkên jin, malbat û civakê bi gelek şêwazan heta roja îro didomînin. Di sala 2021‘an de hema hema her meh bûyerên gelek bi êş wekî bûyerên tundiya li dijî jinê, zewicandina jinan bi temenê piçûk, bûyerên tecavuz, kuştin an jî xwekuştinê ya jinan bûn mijarên civîn û xebatên Meclîsa Jinên Şehba û Efrînê. Van bûyeran bi têgihîştina ‘her êrîş û neheqiyê ku li jinek dibe gef li jiyan û azadiya tevahiya jinan dixwe’ hatine lêpirsîn. Êş û hawara her bûyera tundiya li dijî jinê dibe bangewaziya rast fêhmkirin û tahlîl kirina sedemên vê bûyerê û bilind kirina têkoşînê. Di vî warî de Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê pêş de birina perwerde, nîqaş û çalakiyên ji bo bi hêzkirina vîn, bîrewerî, rêxistinbûyîn, hevkarî û xweparastina jinan ji erkên xwe yên serekî dihesibîne. Lê di aliyê din de jî helwest û hewldanên hevbeş ên jin û mêr, ciwan, kal û pîran – bi kurtasî yên beşên civakê hemuyan pêwîst in da ku hemû cûrên tundiya fîzîkî û zêhnî li dijî jinê bi dawî bibin û têkiliyên rêzdar û bi hezkirin di nav hevjîn, malbat û civakê de pêşbikevin. Ji bo mêr jî derbare guhertina zêhniyeta zayendperest û ji holê rakirina pêkanînên desthilatdar li ser jinê xwe berpirsyar bibînin Navenda Lêkolînê ya Jineolojî tevî Meclîsa Kongra Star a Şehba û Efrînê pêwîst dît rojeveke taybet bi pirs, nîqaş û dahûrandinên li ser rastiya zilamê bi zilamên li herêmê re avabike. Bi vî rêbazê re xebatê lêkolîn û perwerdeya civakî di nav hev de hatine meşandin.
Wekî gava yekem komxebata yekemîn a bi dirûşmeya “Erka zilam di avakirina malbateke demokratîk û civakek azad de” di 9ê Kanûnê 2021‘an de li Ehdasê pêk hat. Nûnerên mêr ji gelek sazî û rêxistinan hatine vexwendin wekî ji meclîsên gelên Şehba û Efrînê, kampên koçberan, tevgera ciwanan, hêzên parastinê, Saziya Malbatên Şehîdan, Dada Civakî, Yekîtiya Êzidiyan, ji komiteyên aborî, perwerde, rewşenbîr, xwendekar, kar û barên civakî. Bi vî awayî nêzî 100 mêr ji tewahî beşên civakê beşdarî komxebata yekemîn bûn a ku bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê nûnerên Navenda Lêkolîna Jineolojî û Kongra Star ve hevbeş hatiye rêvebirin. Duvre komîteya amadekar encamên komxebatê nirxand û belgeyek nîqaşê amadekir. Li ser vê esasê komxebatên li ser asta navçeyan li Fefînê, Til Rifat, Şerawa, Ehraz û li kampên Serdemê û Berxwedanê ji aliyê nûnerên Kongra Star û Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ve hatine li darxistin. Bi vî rengî me di mehên Sibat û Adarê de hewldaye ku rojeva guhertina zêhniyetê û erkên zilam derbare pirsgirêkên civakê de bi nîqaşên çareseriyê di civaka Şehba û Efrînê de belavbikin. Bi giştî di van komxebatên li navçe û kampan de 350 mêr amade bûn. Di nîqaşan de nêrîn û pêşniyarên wan hatine kom kirin. Li ser vê bingehê jî komîteya amadekar encamnameyek nivîsand û pêşkeşî endamên Meclîsa Kantonê kir.
Bi vî awayî hatiye armanc kirin ku nêrîn, biryar û plansaziyên nû derbikevin da ku bi beşdarbûna jin û mêran, ya komîn, meclîs û saziyên xweser û giştî yên herêmê bi berpirsyariyeke hevbeş gavên nû ber bi çareseriya pirsgirêkên jin, civak û malbatan ve bavêjin.
Rêbaz, naverok û rojevê van komxebatan çi bû?
Di destpêkê hemû komxebatan de nameya Şehîd Fikrî Baygeldî hatiyê xwendin. Komiteya amadekar bal kişand ku Fikrî Baygeldî bi gotin û çalakiya xwe ya li girtîgeha Çanakkaleyê di sala 1998’an de bîr û baweriya xwe bi pêşengtiya şoreşgerî ya rêhevalên xwe yên jin raber kiriye. Bi vî rengî wî bixwe jî pêşengtiya guhertina zêhniyet û nêzîkatiyên zilam ji jinê re kiriye.
Di vî çarçove de komîteya amadekar bal kişand li ser wateya zêhniyetê di avabûna civak û kesayetê de û armanca komxebatê. Pê re pirsên ‘Em çima behsa girîngiya guhertin ve veguhertina zêhniyeta zilamê dikin? Têkiliya navbera vê zêhniyetê û erkên zilamê di avakirina malbateke demokratîk û civakek azad de çi ye?’ bi vî rengî hatin nirxandin:
Zêhniyeta mirov bi çand, jiyan, perwerde, fêrbûnên dîrokî û civakî re girêdayî teşe digire. Zêhniyeta me nêrînên me, pîvanên me yên red û qabûl, şêwazê me yê fikrandinê heta hestên me diyar dike. Hevbeşbûna şêwazê fikrandinê, nirx, têgihîn û darazên komên mirovan bandor li zêhniyeta civakê dikin. Dîsa zêhniyeta serwer a civakê bandoreke mezin li kesayet, raman û ferasetên şexsan dikin. Lê belê di heman demê de hest, raman, zanîn, tecrûbeyên jiyanê û pêhesînên me dibin sedema lêpirsîn, guhertin û veguhertina zêhniyetê. Çawa guhertinên di kesayeta mirovekê de diqewimîn dikarin dehf li guhertinên zêhniyeta civakê bidin, guhertinên di zêhniyeta kolektif de jî dikarin li pêşiya guhertinên kesayetî vekin. Ev tê wateya zêhniyet di xwezaya xwe de nerm, piralî, herikbar û zindî ye. Lê belê mêhtîngeriya pêşî û herî domdar weke mêtîngeriya zêhniyetê pêk hatiye. Bi înşa kirina têgihînên ‘zilamê serwer’ û ‘jina bindest’ di zêhn û baweriya mirovan de jin, jiyan û civakê ji hev hatine veqetandin û bûne mêtîngeh. Dogma û qalibên hişk ên zayendperest, olperest, nijadperest, malbatgirî, qebîleparêzî û zanistperestiyê mohra xwe li zêhniyeta ferd û civakê xistine.
Beriya hertiştî jin wekî amûra zarokanînê, wekî milk û ‘namûs’ a zilam, malbat û eşîrê hatiye sêwirandin. Ji zarokatiyê ve her zilam fêrî dibe ku hêrsa xwe ya desthilatdariyê li ser jinê pêk bîne. Çiqas jin ji jiyana civakî, felsefe, zanist, siyaset, aborî, rêvebirin û biryardayînê hatine dûrxistin, ewqas jî zêhniyeta desthilatdariya zilam di her astê de li ser civakê belav bûye û di kesayet û nasnameya zilamê serwer de teşe girtiye. Têkiliyên hev tamamker û dualî yên navbera mêr û jin ên serdema civaka xwezayê zivirîn têkiliyên yek alî. Fikir, gotin, biryar, pêdivî û daxwazên zilaman hertiştî diyar dike, yên jinan tên inkar kirin. Bi taybet têkiliyên cinsî veguherîn amûreke desthilatdariya zilamê li ser jinê. Sûcdar kirina jinê dema zarok ango zarokên kur çênabin, nêzikatiyên bê rêzdarî û bê hezkirin, tundî, kuştina jinan û bûyerên hevberdanê qeyrana têkiliyên zewacê destnîşan dikin. Bi vî awayî zilam hebûn û rûmeta jinê bin pê dike. Lê bi piranî jin hem dipelçiqîn hem jî gunahbar tên dîtin. Qeyrana têkiliyên zewac û malbatê, zextên zêhniyeta zayendperest a zilam carna digihînin asteke ku jin ewqas bê hêvî dikeve û xwe ewqas bêcarê bibîne da ku bi destê xwe jiyana xwe bi dawî bike. Lê bi rastî kujêr kî ye? Zilam xwe û zêhniyeta baviksalar li hemberî van bûyeran çiqas lêpirsîn dikin û mehkum dikin?
Lê nakokiya herî mezin jî ew e ku di heman dema de zilam jî dibe dîlê zêhniyeta xwe – gelek car jî bêyî ku hay jê heye. Zêhniyeta baviksalar di saziyên malbat û dewletê, di perestgeh, arteşên dagirker û şirketên kapîtalîst de bi beden bûye. Bi tundî, kedxwarî, kuştin û şerên xwe ve ew dijminahiya xweza û mirovahiyê bi temamî dike. Em ê vê qeyranê ku li ser jin, jiyan û civakê tê ferz kirin çawa çareser bikin?
Ji bo gihandina jiyaneke bi rûmet pêwîste em pêşîn zêhniyeta desthilatdar a zilam, teşeyên zêhniyeta desthilat û mêhtînger bi rastiya civaka xwe ya Rojhilata Navîn ve girêdayî dahûrînin û bi wêrekî guftugo bikin. Ji bo bedena pergala Xweseriya Demokratîk bi zêhniyeta neteweya demokratîk yek bibe, şoreşeke şêwazê zêhniyet û jiyanê jênager e. Di serî de jî girîng e ku em wekî jin û mêr, wekî ferd û civak di vî mijarê de xwe berpirsyar bibînin, hevdu pêhesîn û erkên xwe ji bo avakirina malbateke demokratîk, hevjiyan û civakeke azad pêkbînin.
Bi vî mexsed pirsên bi naverokên cuda ji bo nîqaşê yên komxebatan ji nav bûyer, pirsgirêk û nakokiyên girêdayî zêhniyeta baviksalar li civaka Şehbayê derketine ku benda çareseriyê ne. Me xwest fêhmbikin: Nêrîn û helwesta mêran li hemberî bûyerên tundiya li dijî jinê û pirsgirêkên hevjînan çi ne? Pêşniyerên wan ên çareseriyê çi ne? Di vî derbarê de komiteya amadekar mijar tevî pirsan amadekirî bû yên ku ciheke diyar di rojeva jinên herêmê de digirin. Pirsên her mijareke ji aliyê komeke cuda ya beşdarvanan ve hatiye nîqaş kirin û encamên nîqaşê yên koman di platforma giştî de hatine pêşkeş kirin û nirxandin.
Mijara 1’em: Sedemên kuştin û xwekuştinê çi ne? Helwesta zilam û civakê li hember van bûyeran çawa ye? Em çawa dikarin li pêşiyan van bigirin?
Beşdarvanên koma nîqaşê bûyerên kuştina jinan piranî bi zihniyeta desthilatdar ve girêdayî nirxandin. Ev zêhniyeta ku jin wekî ‘namûsa zilam’ pênase dike, kuştina jinê li bin navê ‘şuştina namûsê’ jî rewa dibîne. Heman feraset gelek car jî dibe sedema bêçarebûyîn heta bûyerên xwekuştinê ya jinan. Her wiha hatiye nirxandin ku pirsgirêkên malbatê, ferasetên kevneşop ên ku li pêşiya hezkirineke rast a ciwanan dibin asteng, bandorên şer, koçberî, tengasiyên aborî, polîtîkayên asîmîlasyonê û yên pergala kapîtalîst bandor li bûyerên xwekuştinê yên jin û zilaman li herêmê kirine. Mînak, xeyalên dûrî exlaq û rastiya jiyanê li ser mirovan bi rêya rêzefîlman, hin cûrên mûzîk û medyayên dîjîtal re tên teşwîq kirin. Di nîqaşan de bal hat kişandin ku kuştin ne tenê fizîkî pêk tê. Koçberî, bişavtin û dagirkeriyê tên wateya kuştina rih û kesayetê. Hinek kes jî bûyerên kuştina jinan wekî ‘dûrketina ji çanda xwe’, yên xwekuştinê jî wekî ‘lewaziya îrade’ mehkum kirin. Ji bo li pêşiya kuştina jinan were girtin, girîngîdayîn bi derbaskirina feraseta kevneşop a namûsê û bi pêşxistina tedbîrên bandorker ên qanûnî hatin pêşniyer kirin. Ji bilî vê perwerdeyên dayîk, bav û ciwanan ji bo naskirina berpirsyariyên xwe yên jiyanê wekî rêyên çareseriyê hatine destnîşan kirin. Lê mêr helwest, fikir û hestên xwe li hemberî bûyerên kuştin û xwekuştinê ku li herêma Şehbayê kewmîn zêde eşkere nekirine.
Mijara 2’yem: Sedemên hevberdanê ango cudabûna hevjînan çi ne? Çima zewaca bi temenê biçûk zêde dibin?
Yek ji mijarên ku di aliyê guhertinên civakî yên nav şoreşê de herî zêde tên nîqaş kirin zêdebûna dozên hevberdanê ye. Tê gotin: ‘Berê pir ayb hatiye, lê îro adî bû’. Piraniya mêran vê yeke wekî ‘xerabûna hevsengiya civakê’ an jî ‘berovajîkirina têgihîna exlaqê’ şîrove dikin. Di aliyeke de ev rewş wekî encama bandora moderniteya kapîtalîst, medyayên dîjîtal, ezezî û teqlîd kirina şêwazê jiyana burjuva tê nirxandin. Ji bilî vê jî gelek car tundiya li dijî jinê, hesûdî û şikandina baweriyê di têkiliyên hevjînan de, pirsgirêkên dêrûnî, koçberî û tengasiyên aborî wekî sedemên ji hev veqetandinê tên destnîşan kirin. Di aliyê din de jî zêdebûna hevberdanê wekî encama têkoşîna jinê û parastina mafên jinê di Xweseriya Demokratîk de tê nirxandin. Hinek mêr naskirina mafên wekhev ên jin û mêran di pergala Xweseriya Demokratîk de erênî pêşwazî dikin. Lê belê hin kes vê yekê neyînî dibînin û îdîa dikin ku qanûnên jinê qaşo li pêşiya zêdebûna hevberdanê vekir.
Di nîqaşên komxebatan de li ser sedemên hevberdanê de derketiye holê ku piraniya pirsgirêkên hevjînan ên diçin heta asta ji hev veqetandin çavkaniya xwe ji şêwazê zewacê digirin. Mînak gelek dozên hevberdan di rewşên zewacê bi temenê biçûk an jî zewacên ji dervê daxwaz û îradeya keç û xortan pêkhatin de tên vekirin. Dîsa hat gotin ku hevberdan gelek car rûdidin dema bûk û zava hevdu baş nasnekirin, beriya zewacê xwe bi şekileke cuda didan xuya kirine an jî xesû ne baş nêzîkî bûkê dibe. Nenaskirina vîna hevdu, kêmbûna rêzdarî û hezkirinê di têkiliyên hevjînan de jî wekî sedemên hevberdanê hatin şîrove kirin. Balkêş e ku gelek kesên lome li zêdebûna hevberdanê dikin, heman bertek li dijî zewaca bi temenê biçûk nîşan nadin. Hê jî gelek kes nebûna zarokan piranî wekî kêmasiya jinê û wekî sedemeke rewa ya berdana jinê dibînin. Zewacê bi temenê piçûk piranî wekî ‘adeteke me ya kevin ji bo stirandina keçan’ tê dîtin. Yanî, gelek malbat ji windakirina keçîtiya keça xwe beriya zewacê ditirsin, ji ber ku ev yeke wekî windakirina namûs û îtîbara tevahiya malbatê tê şîrove kirin. Lê belê hinek mêr jî li dijî zewaca bi temenê piçûk derdikevin. Ew ne kamilbûyîna keçan di demê zewacê de an jî qutkirina keçan ji xwendinê ji ber zewacê şaş û xeter dibînin. Dîsa tê gotin ku bi şer û aloziyên 10 salên dawî li Suriyê meyla malbatan a zû zewicandina keçan cardin zêdetir bû. Di aliyeke de keç wekî endameke ‘derbasdar’ a malbata bavê û bi vî rengî wekî ‘bareke aborî’ ango ‘xeterî ji bo namûsa malbatê’ tê hesîbandin. Di aliyeke din de jî malbat hevî dikin bi zewicandina keça xwe jiyana keça xwe di nav şertên şer, alozî û koçberiyê de biparêzin. Piraniya mêran jî ji zewaca bi temenê piçûk an jî pirsgirêkên zewacê dayika keçan berpirsyar dibînin. Lê belê di nîqaşên komxebatê de hinek xort an jî mêrên ciwan jî bal kişandin ku bavên wan di vî mijarê de rast nêzîkî xwe nabin, ji ber gotin û biryara dawî dîsa piranî ya bavan e. Di heman demê de jî hat nirxandin ku gelek keç û xort ji ber ferasetên kevneşop ên malbat û civakê nikarin bigihînin watedayîneke rast a hezkirinê û zewacê. Lewma gelek kesên nifşa ciwanan dema dizewicin nizanin di têkiliyên zewac û malbatê de çawa tevbigerin û bi berpirsyarî erkên xwe pêk bînin. Di vî warî de rexneyên li ser kêmayên dayik û bavan di perwerdekirin û fêhmkirina zarokan de û pêwîstiya bi perwerdeyên civakî li gorî rastiya nifşên ciwan û dayik û bavên wan hatine ziman.
Mijara 3’yem: Sedema ku zilam ji cewher û xwezaya xwe dûr dikeve çi ye? Sedemên pirjinî çi ne? Ev adet heta roja îro çima tê parastin û çawa dikare were derbas kirin?
Hinek mêr di nîqaşên girêdayî van pirsan de peyva zilam wekî pênaseya zayenda xwe napejirînin û wekî peyveke ku rastiya ziman û çanda civaka Kurd – bi taybet a herêma Efrînê – îfade nake red dikin. Lê di heman demê de ew hem di pênase kirina cewher û xwezaya xwe de hem jî di tahlîl kirina rastiya zilam a ku di pergala baviksalar de hatiye înşa kirin zehmet dikişînin. Xuya dibe ku mêr ji danûrandina kesayeta xwe û lêpirsîna rastiya zilamê serdest direve. Di vî warî de bandora dogmayên baviksalar û yên olî li ser zêhniyet û kesayeta zilamê diyarker in. Ew xwe wekî xwediyê jin û zarokan dibîne. Ev rewş di hincetên rewa dîtina adeta pirjinanînê de jî derdikeve holê. Gelek kes pê qenah in ku Îslam pirjin anînê helal kiriye û qîmeta zilamê di nav civak û eşîrê de bi hejmara zêde ya jin û zarokên ‘wî’ bilindtir bibe. Bandorên xerab ên vî adetê li ser jiyan û nefsa jin û zarokan pir kêm dibin mijara nîqaşê. Ji bilî vê jî Quran wekî çavkaniya esasî ya ola Îslamê rast nayê şîrove kirin. Mînak hişyarên Hz. Muhammed derheqê zehmetiya avakirina adaletê di têkiliyên pirzewacê de piranî nayên zanîn an jî tên paşguh kirin. Di parastina vê adetê de hem şîroveyên Îslam a siyasî û radîkal yên bi rêya Îhvanên Muslim, AKP û dagirkeriya çeteyên wekî El Nusra û DAÎŞê di civakê de hatine belavkirin bandorker in hem jî feraset û adetên eşîrî yên baviksalar. Ji ber di civaka Efrînê de hem bandora eşîrtî ji mêj ve lewaz bûye hem jî li dijî êrîşên çeteyên El Nusra û DAÎŞê têkoşîneke bilind a parastina civakê hatiye meşandin, adeta pirzewac pir kêm e. Lê belê di nav pêkhateyên civaka Şehbayê de bandora eşîrtî û şîroveyên Îslama siyasî di hinek milan de serwer in. Hinek mêr parastina adeta pirjinî di nav aloziyên şer û belavbûyîna civakê de wekî parastina çanda xwe dinixînin û rewa dibînin. Beramberî vê jî beşeke beşdarvanên din ên komxebatan pêwîst dît ku bi rêya perwerdeyan, civak ji vê zêhniyet û adeta kevneperest were xilas kirin.
Mijara 4’em: Malbateke demokratîk çawa ye? Hûn di mijarê zarokanînê de vîna jinê nasdikin? Dema keçek an jî kûrek ji dayîk dibe nêzîkatiya we ji dayîk û zarokan re cuda dibe?
Piraniya beşdarvanên komxebatan têgeha malbata demokratîk wekî pîvan û bingeha çanda welatparêzî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de nirxand. Di heman demê de hatiye destnîşan kirin ku malbateke demokratîk dikare bibe mifteya çareseriyê ji tevahiya pirsgirêkên civakê re. Bi şoreşê re di gelek malbat û ferdên malbatê de lêgerînên nû pêşketin. Gelek dayik û bav di jiyana civakî, siyasî û malbatî de erk û berpirsyarên nû girtin ser milên xwe. Di komxebatan de gelek bav da xuyakirin wan niha vîna jin û zarokan bêhtir esas digirin. Lê belê wan hemwext rave kir ku nifşa dayik û bavên di bin bandora zêhniyeta desthilatdar û dewletê de mezinbûye gelek zehmetiyan di pênase û pêkanîna pîvanên malbata demokratîk de dikişîne. Lewma ew daxwaz dikin ku nîqaş û perwerdeyên derbarê taybetmendî û pêkaniyên malbata demokratîk bên zêde kirin û şênber bibin. Pêdiviya gihandina nêrînên hevbeş girêdayî van pirsan gelek car tê ziman: Malbata demokratîk çi ye û çawa tê avakirin? Têkiliyên navbera endamên malbatê û ristên wan çawa ne? Erk û berpirsyarên malbatê çawa tên diyar kirin û parvekirin? Nefêhmkirin navbera nifşan, fetisandineke navbera bandorên moderniteya kapîtalîst, helandina nirxên exlaqî yên civaka komînal û hewldana parastina kevneşopiyên feodal, eşîrî û olî de qeyrana saziya malbatê kûr dike. Veqetandina malbatan li bin şertên şer û koçberiyê, şehadet û zêdebûna miriyan jî barê herkesî/ê girantir kiriye.
Li hemberî van şertan anîna zarokan û daxwaza zêdebûnê wekî rêbazeke parastina jiyan û hebûna malbatê tê raber kirin. Di komxebatên me de jî hinek zilam rabûn û gotin: ‘Wekî Kurd, wekî gelekî li bin xeteriyê qirkirinê divê her malbat herî kêm 5 – 6 zarok bîne!’ Lê nêzîkatiyeke têgihîştî ya ku hem şert û mercên mezinkirin û perwerdekirina zarokan hem jî vîna jinê di vî mijarê de ber çav bigire lewaz dimîne. Piranî hê jî feraseta baviksalar û qewimî serwer e. Li gorî vê rûmeta malbatê bi pirbûna zarok – bi taybet jî bi hebûna kurikan – tê pîvandin. Gava zarok an jî zarokên kur çênabin jin tê sûcdar kirin. Ji zilam û qabiliyeta wî tucar guman nayê kirin. Heger em tenê vî xusûsiyet şîrove bikin, em dibînin ku pêkanîna têgeha malbata demokratîk hê jî kêm dimîne. Têgihîştina rastiya malbata demokratîk beriya hertiştî tê wateya qiymet dayîn û naskirina vîn, gotin, berpirsyarî û keda ferdên malbatê hemuyan. Li ser vê bingehê têkiliyên bi hûrmet, bawerî û hezkirinê dikarin pêşbikevin.
Mijara 5’em: Rêveberiya hevbeş li gorî we çi ye? Nêrînên we derheqê pergala hevserokatiyê de çi ne? Nêzîkatiya we ji tevger û rêxistinbûyîna xweser a jinan re çawa ye?
Beşdarvanên komxebatan piranî modela rêveberiya hevbeş û pergala hevserokatî di nirxandinên xwe de wekî îdare û eqila hevbeş a civakê dipêjirînin. Lê belê di heman demê de ew dibêjin ku di pêkanînên vê pergalê de hê jî fikra desthilatdariyê û nêzîkatiyên seranser dibin asteng. Dema teyisandina ferasetên desthilatdar tê nîqaş kirin mêr piranî mînakên hinek hevserok û nûnerên jin dinirxînin. Lê nêzîkatiyên xwe û zilamên din nanirxînin. Her wiha hinek mêr rexne dikin ku jin hevsengiyek navbera xebatên xweser ên tevgera jinê û yên giştî avanakin û zêdetir giranî didin pêdivî û rojeva jinan.
Wekî di nirxandinên di mijarên din de jî xuya bû, li şûna ku mêr sekna xwe û nêzîkatiya xwe ji erkên xwe re û asta xwe ya naskirina îradeya jinê binirxînin, di mijara şêwaza xebatê hevbeş a jin û mêran li qada siyasetê û rêveberina civakê de jî piraniya zilam dîsa rexne li jinan dikin. Hinek jî nerehatiyên xwe derheqê xebatê jinan de bi gotinên wekî ‘heger ev şoreş şoreşa jinan e, bila jin me rizgar bikin!’ ango ‘heger jin ji me razî nebin, bila me biguherin!’ tînin ziman. Vê yeke destnîşan dike ku mêr hem di tarîf kirina berpirsyariyên xwe yên malbatî û civakî de, hem jî di warî lêpirsîn û guhertina zêhniyeta eznavendî de zêhmetiyan dijîn. Gelek zilam tevgera jinê wekî hêzeke çalakî, siyasî û leşkerî dipêjirînin. Lê rixmê vê ew ji xebat, rêgez û sazîbûna xweser a jinê ya bi armanca şoreşa civakî re seranser nêzîk dibin heta pêwîst nabînin. Bi vî awayî zêhniyeta zilamê jin û rêxistinbûna xweser a tevgera jinê parçe dike.
Bi rêya van komxebatan em gihandin çi encamê? Ji vê şûnde divê em çi bikin?
Yek ji armanca komxebatan gihandina hinek dane û tehlîlên derheqê pirsên zêhniyeta zilamê serdest û saziya malbatê wekî dezgeheke serdestiya zilamê di rastiya şoreşa Rojava de çiqas û çawa diguhere? Zilam xwe li hemberî pirsgirêkên jin, malbat û civakê çiqasî berpirsyar dibînin û lêgerîna çareseriyê çiqasî wekî erka xwe dihesibînin?
Bê guman ji bo bersivandina van pirsan bi gelemperî lêkolînên hîn berfirehtir li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Suriyê pêwîst in. Lê çavdêrî û encamên nîqaşan bi beşdarbûna zêdetirî 450 zilamên ji pêkhateyên cuda yên herêmên Şehba û Efrînê hem xwedî aliyên xweser in hem jî meylên giştî destnîşan dikin. Beriya hertiştî xwesteka zilaman a tevlîbûna komxebatan, hişyarî û bendewariyên wan li hemberî perspektîfên Jineolojî û nîqaşên hevbeş derheqê pirsgirêkên malbat û civakê pir erênî bûn. Diyar bû ku gelek mêr jî peydakirina rê û rêbazên çareseriyê ji bo pirsgirêkên malbat û civakê wekî yek ji erkên herî girîng ên demê dinirxînin. Beşdarvanên komxebatan nêrînên xwe derheqê pirs û pirsgirêkan bi şêwazên cuda anîn ziman. Hinek bi şîroveyên olî hewldan sedemên pirsgirêkan dahûrînin û perspektîfên çareseriyê avabikin, hinek bi şîroveyên felsefî û mîsalên zanîna kal û pîran. Hinek hêviya çareseriyê bi xurtkirina pîvanên exlaqa civakê ve girêdan, hinek jî bi pêkanîna huquqa gerdûnî û zagonan. Hinek jî nêzîkatiyeke zanistî pejirandin. Ev hemû beşên lêgerîna watedayîn û çareseriyê îfade dikin. Lê belê çiqas di şêwazên nirxandinê de cihêrengî hebin jî xaleke balkêş a hevbeş jî diyar bû: Li şûna ku mêr di çarçoveya pirs û mijarên nîqaşê de rastiya xwe, hest û nêzîkatiyên xwe tehlîl bikin, rist û erkên xwe pênase bikin, wan piranî nêrîn, rexne, gazind û şîretên xwe derheqê jinan û xebatên tevgera jinê anîn ziman. Hêza rexnedayîn an jî rexnekirina kêmasiyên hev di nav zilaman de pir lewaz xuya dibe. Heçko diwareke parastinê derdora xwe avakirine. Heçko dema zilam hest û nêrînên xwe yên hindûrîn pêbihese û eşkere bike, ew ê tiştek windabike. Di vî mijarê de bandora kûr a ferasetên zayendperest û şîroveyên olî derheqê rista zilamê xwe didin der. Ev zêhniyet di kesayeta zilamê de teşeyeke kevnperest girt û bûye nasnameya wî. Hinek zilam jî hene ku di nirxandinên xwe û civakê de xwe wekî nimûneyên zilamê ‘demokrat’ nîşan didin, lê belê di malbata xwe de dikarin bibin despot. Ew jin dabeş dikin û ji jinên li cihê xwe yê kar û xebatê re bi rengekî nêz dibin, ji dayika xwe re bi awayeke cuda û ji hevjîna xwe re jî bi şikleke cuda nêz dibin.
Înşaya zilamtiya serdest bûye çavkaniya gelek alozî û nakokiyên kesayeta mêran. Zarokên xort ji piçûkaniya xwe ve fêrîdibin, divê ew xurt bin û hertişt bizanibin. Ji xortên ciwan tê xwestin ku ew xwedî hêz bin; bikarin baş futbol bileyîzin; xwişkên xwe biparêzin û li ser wan serwer bin da ku gotinek li ser ‘namûsa malbatê’ nayê gotin. Zilam divê bi hêza xwe ya fîzîkî û bi tenê serê xwe bikarin hertiştî çareser bikin. Hişmendiya baviksalar a moderniteya kapîtalîst statuya ‘zilameke serkeftî’ bi xwedîbûna pera, milk, mal, jin û zarokan tarîf dike. Zilam xwe û gotinên xwe bi hêza xwe ya maddî û bedenî didin qabûl kirin. Taybetmendiyên mirovbûyînê wekî alîkarî xwestin, parvekirina hestan, girî, çêkirina karên malê, fikirên zirav û bi empatî ji bo zilamek wekî lewazî tên hesibandin. Zilamên ku bi vî rengî tevdigirin di civakên zayendperest de nayên pejirandin. Ew bi peyvên wekî ‘serjinik’ û cezayên cuda wekî piçûk dîtîn an jî henek pê kirin tên hişyarî kirin da ku ew rista zilamekî serwer bileyîzin. Bi vî rengî zilamtiyeke saxte hatiye înşa kirin û tê domandin. Lewma gelek zilam nikarin rehet hest û hebûna xwe bi cewherî jiyan bikin û hezkirina xwe nîşan bidin. Zilam bi vî rengî fêrîdibin ku ew tenê dikarin hest, êş û neçariyên xwe bi rêya hers û tundî derbixin der. Bi vî awayî teşeyeke hişk û çors li ser zilaman tê ferz kirin. Bi vî awayî tundiya zilam li dijî jinê ango çanda tecavûz jî tê rewa kirin. Çanda tecavûz tê wateya zilam ji xwe re maf dibînin jinê wekî kirde ango amûrekî cinsî bi kar bînin, bêyî ku rêz li vîna jinê bigirin. Di zêhniyeta serwer a zayendperestiya civakê de nêzîkatiyên zordest ên bi vî rengî wekî asayî têne xuya kirin. Zilamên nakokiyên wijdanî bi vî teşe û ferastê re jiyan dikin; zilamên bi zanebûn an jî bê zanebûn ne li gorî pîvanên zilamtiya saxte tevdigerin; zilamên ji aliyê pergalên mêhtînger ve tên perçiqandin; zilamên ji ber xizanî an jî sedemên cuda nikarin derbara malbata xwe bikin û rista reîsê malê bileyîzin gelek car hers û bêçarebûna xwe bi tundî dizivirîn li hemberî xwe: Hinek kes hewldidin êşên xwe bi bikaranîna alkol an jî maddeyên hişber ve bifetisînin. Hinek jî bi cîlet kirina canê xwe birînên rihê xwe nîşan didin. Hinek jî bi rengekî çavsorî seyara dajon ango bi rêbazên din jiyana xwe bi zanebûn dixin xeteriyê. Hinek jî hene, rasterast diçin mirinê.
Zilamtiya serdest beriya her tiştî gef li jiyan û vîna jinê dike. Lê wekî me da xuyakirin daneyên li ser xwekuştinên zilaman destnîşan dikin ku heman feraset zilam jî dîl girtiye. Heger em bi hişyarî têkilî û danûstandinên di nav zilaman de bişopînin em dibînin ku ne tenê jin, zilam jî li hemberî serdestî û tundiya zilam tirs û guman jiyan dikin. Zilamên ku rastî êş û êrîşên zilamên din hatine heta bi tundiya cînsî jî ji aliyê zilaman ve rûbirû mane zû zû nikarin ciheke bi ewlê bibînin da ku wan neheqiyan rehat bînin zimên û hesab bipirsin. Ji bo zilam wê bikarin tirs û xetimandinên xwe derbas bikin, bikarin xwe nasbikin û pênase bikin, di serî de divê zilam xwe qenaeh bikin ku zerara serweriya zilamê digihîne wan bixwe jî. Wê demê ew ê bixwe cîdî hewlbidin fêrbûnên xwe yên pergala desthilatdar biqulibîn.
Wekî ceribandin û tahlîlên Rêber APO diyar kirine, rêhevaltiyeke rast û hevjiyaneke azad tenê dikarin li ser bingehê têkoşîneke radîkal a çînî û cinsî bi armanca avakirina kesayeteke azad di şaxsê xwe û ya hevalê/a xwe de pêşbikevin. Mîlîtanên mêr di perwerdeyên Akademiya Jina Azad de fêrbûn çawa di neynîka jiyan û xebata kolektîf a rêhevalên jin de xwe lêpirsîn bikin û biguherin. Bi vî awayî ew ketine ferqê çiqas qaydên feraseta desthilatdar dibin asteng li pêşiya civakîbûna wan û têkiliyên rêzdar bi hemcînsên xwe re. Her wiha rêhevalên wan ên jin jî dîtine ku li biniya teşeya hişk û jixwe bawer, gelek zilam di rastiyê de guman û êşên xwe yên kûr vedişêrin. Wiha hat fêhmkirin tenê rexne û şermezar kirina nêzîkatiyên desthilatdar ên zilam têra nake. Ji bo vîn, daxwaz û baweriya bi guhertin û veguhertina zilam pêşbikeve divê mînakên kesayetên zilam û zilamtiya azad jî hebin. Lewma yek ji rêbazên encamgîr danasîna mînakên kesayetên zilamên azad di dîrokê û roja îro de ye. Bi vî awayî xuya dibe ku cewherê zilam ne kesayeteke çors û xedar e. Van taybetmendiyên şarestaniya hiyeraşîk û dewletê ne. Di civakên xwezayî yên dîrokî û hemdemî de taybetmendiyên ‘zilamên baş’ wekî taybetmendiyên ‘dayikeke baş’ an jî bi kabiliyeta ‘pêhesandin’ û ‘nîşandana baldarî ji bo hemû zindiyan’ hatine pênase kirin.
Şehîd Hêlîn Murat di nameya xwe ya 26ê Adara 2016’an li çiyayê Cîloyê de nivîsand: ‘Bi dehan caran min dît ku di dersên dîroka jin de dema em rastiya zilam ya dema civaka Neolîtîk wek egîd-camêr-camerd dinirxînin encamên gelek girîng derdikevin holê. Bi derxistina pêş ya van taybetmendiyan qerektera zilam û zilamtiyê hîn baştir tê fam kirin. Ji bo hevalên xort jî dibe mijara baldariyê. Nîqaş bi baldarî û tevlîbûnên dewlemend derbas dibin. Wekî din jî tê dîtin ku bi çanda baviksalarî ya klasik-kevneşop zilamtiyeke çawa hatiye ava kirin. Tê dîtin ku zilam çawa dibe koleyê vê sîstema hatiye avakirin. Heta hinek hevalên xort dibêjin; “têgeh û penaseya zilamê azad bihîstin ji bo mirovan çiqas xweşe”.’
Lêkolîn kirina kesayet û helwestên zilamên li dijî zêhniyeta zordestiya zilamê li berxwedane hêja ye. Ji kesayeta Prometheus, masigirên gundê St. Jean de Luz ê welatê Bask ên li dijî qanûnên enkizîsyonê rabûn û jiyana jinan parastine, ji pêşengê şoreşa Burkina Faso li Efrîka Thomas Sankara yê girîngî da têkoşîna azadiya jinê û derbas kirina zayendperestiya civakê heta kesayeta Rêber APO û mînakên rêhevalên mêr di şoreşa Kurdistanê de gelek zilamên azadîxwaz bi çalakî, raman û kesayetên xwe ve îspat kirine ku kuştina zilamtiya desthilatdar pêkan e. Yek ji van mînakan jî Şehîd Îlan Kobanê (Ehmed El-Elo) ye. Wî bi armanca parastina ax û azadiyê, bi risteke pêşeng di Berxwedana Serdemê li hemberî êrîşên artêşa dagirker a Tirk de rabû. Şehîd Îlan xwe wekî şopdarê Arîn Mîrkan’an, Avesta Xabûr’an û Barîn’an bi nav kiriye û bi ruhê van şehîdên jin di 8ê Adara 2018’an de çalakiyeke fedayî pêk anî. Di peyama xwe ya dawî de wî bandora ked û fedekariya dayika xwe li ser kesayeta xwe nirxand û çalakiya xwe diyarî hemû dayikên Kurdistanê kir. Şehîd Îlan bi gotin û çalakiya xwe îspat kir ku mêrên egîd-camêr-camerd ên hemdemî di lêgerîna azadiyê û serfiraziyê de israr dikin.
Wekî yek ji encamên rêzê komxebatên li Şehbayê em dikarin bêjin ku hevdu sûcdar kirin an jî xwe sûcdar dîtin nabe rêya çareseriyê. Nêzîkatiyên wiha meyla parastina fêrbûn û dogmayên hişk ên zayendperest, olperest û netewgerî kûrtir dikin. Bi vî rengî mesafe û veqetandinên navbera jin û zilam, navbera pêkhateyên bawerî û netewî de nayên derbas kirin. Li şûna vê piralî fikrandin, pêhesandin, nîqaşên vekirî û dewlemend bi serê xwe dibin gavên pêş ve di rêya dirêj a guhertina zêhniyetê. Eqila kolektîf û hêza çareseriyê ya civaka exlaqî û polîtîk wiha zindî dibe. Bi vî awayî hişyarî û hesta berpirsyariya herkesê û herkesî li hemberî pirsgirêkên malbat û civakî xurttir dibe. Zilam erkên xwe di avakirina malbateke demokratîk û civaka azad de gav bi gav baştir nasbikin û li xwedî derbikevin.
Çawa Aleksandra Kolontay ji bo gihandina azadiya jin û civakê di Şoreşa Sovyetan de pêwîst ditibû têgihîn û saziya malbatê ji nû vê pênase bike, di rastiya Şoreşa Kurdistanê de jî hewldanên dîrokî ji bo ji nû ve pênase kirina têgihînên jin, zilam, hevjiyan û malbatê didomînin. Em jî dibînin ku malbata kevin û civaka kevin ku tê de mêr her tişt bû û jin ti tişt bû li ber çavên me diguherin. Lê ya girîng ew e wê guhertineke çawa di zêhniyet û kesayeta mirovan de, di saziya malbatê û têkiliyên hevjînan de pêşbikeve. Ji bo em bikarin di nav rastiya vê şoreşê di dilê Rojhilata Navîn de bigîhinin civakeke azad û malbateke demokratîk, divê herkes – jin û mêr – xwe berpirsyar bibîne û rojane ji xwe re bipirse: Divê em xwe ji kîjan fêrbûn û dogmayên kevneşop rizgar bikin? Divê em kîjan rêûresmên exlaqa baş a civakî biparêzin? Divê em çi ji nû ve biafirînin?
Di nirxandina nîqaş û encamên komxebatên ‘Rista zilam di avakirina malbateke demokratîk û civaka azad de’ yên li Şehbayê hatine meşandin de wekî Navenda Lêkolînê ya Jineolojî em derheqê van sê pirsan gihandina sê tesbîtên bingehîn:
1- Beriya hertiştî pêwîste em zêhniyeta xwe û civaka xwe ji têgihîna kevneşop a şeref û namûsê rizgar bikin a ku jinê dike milkê zilam û malbatê. Her wiha divê zilam xwe ji vê ferasetê xilas bike ku tundiyê ji xweza tê û bûye hêza pêşketinê.
2- Li şûna vê pêwîste em çanda pêhesandin û parvekirina jiyanê, êş û kêfxweşiyê, nirxên manewî û maddî biparêzin bêyî ku kesek berjewendiya xwe bixe navend. Ev exlaqa civaka komînal û rihê berpirsyariya hevbeş dikare bibe dermana gelek nexweşiyên kapîtalîzmê, zayendperestî, qewmperestî û malbatgeriyê re.
3- Evîna ku hatiye ziwakirin û qetilkirin pêwîste ji nû ve were pênase kirin û zindî kirin. Ji bo zilam bi rastî bikarin hezbikin divê ew dev ji daxwaza hûkûmkirinê berdin û li şûna felsefeya kuştin û mirinê ya felsefeya avakirina jiyanê hilbijêrin. Li cih û pêvajoyeke tijî qirkirinên li dijî jin, civak û xwezayê û bê watekirina jiyanê pêdiviya herî mezin bi ji nû ve afirandina hêza hezkirina jiyanê ye.
Li ser vê esasê û bi van armancan ve girêdayî kar û xebatên Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojî li herêma Şehbayê û cihên din berdewam dikin da ku sedsala 21’em bibe sedsala azadiya jin û civakê.
Çend pêşniyerên derbare plansazî û xebatên bi armanca gihandina malbeteke demokratîk û civakeke azad de derketin pêş ev in:
Pêşxistina komxebat, nîqaş û perwerdeyên civakî yên hevbeş ên komiteyên perwerde yên meclîsên giştî, Kongra Star, tevgera ciwanan û navenda lêkolînê ya Jineolojî di nav tax, komîn û malbatan de li ser van mijaran:
Zirar û êşên zarok, jin û malbatan ji ber sedema zewaca temenê piçûk û pirjinî dibînin
Pîvanên azadiya jinê û kanûnên jinê yên Xweseriya Demokratîk
Pîvan û mînakên kesayeta mêrên demokratîk; zehmetiyên mêr di gihandina van pîvanan de dikişînin çi ne? Bi gihandina van pîvanan ve mêr wê çi qezenc bike?
Malbata demokratîk çi ye û çawa tê avakirin? Têkiliyên navbera endamên malbatê û ristên wan çawa ne? Mînak têkiliyên dayik û keç, dayîk û lawik, bav û keçik, bav û lawik, xwişk û bira, bûk û xesû / xezûr û hwd. çawa ne? Erk û berpirsyarên malbatê çawa tên diyar kirin û parvekirin? Biryar kî û çawa distîne? Zarok çawa tên perwerde kirin?
Wateya têgihîna ‘hevjiyana azad’ û têkiliyên hevjînan
Wateya têgihînên exlaq, azadî û çanda demokrasî di têkiliyên malbatî û civakî de
Wateya pergala hevserokatî û rêxistinbûna xweser a jinê
Lêpirsîna têgihîna kevneşop şeref û namûsê – gihandina pênaseya namûsê li gorî zêhniyeta hevjiyana azad û nirxên civaka exlaqî û polîtîk.
Wateya hezkirin û evînê
Derbare mijarên perwerdeyan de bi hevkariya Hîlala Zêrîn û TevÇandê berhemên çand û hûnerê werin çêkirin (wekî şano, stiran, govend û hwd.); belgefîlm û dahûrandinên Rêber APO werin nîşandan; rêbazên dewlemend û zimanê civakî werin esas girtin da ku li pêşiya nîqaşan were vekirin.
Danasîna perspektif û nêzîkatîyên Rêber APO ji jin û malbatê re; rêxistinkirina xwendin û nîqaşên berfireh li ser pirtûka ‘Jin û Malbat’ di sazî, meclîs û komînên giştî de.
Avakirina komîteyên hevbeş ji nûnerên Kongra Star, Dada Jin, Asayişa Jin, Ragihandina Jin, û Navendên Lêkolînê yên Jineolojî bi armanca şopandin, lêkolandin, belge kirin û tehlîl kirina bûyerên kuştin û xwekuştina jinan di asta herêman de. Van komîteyan wê her meh rapora xwe pêşkeşî meclîsa jinê (Kongra Star) a herêmê bikin da ku siyaset û têkoşîneke hevbeş li dijî hemû cûrên tundiya li dijî jinê were pêşxistin.[1]