Civakbûyîn her tim di nav guhertin û vegurtinekê de ye. Lê hin guhertin hene kû em ji wan re dibejin şoreş. Lê wateya rast a şoreşê çi ye? Kijan guhertin weke şoreşên civakî tên binavkirin?
Di dirokê de şoreşa yekemin ya civakî şoreşa ziman e. Li gorî çavkaniyên dîrokî, ev şoreş 50.000 sal berî zayînê hatiye jiyîn.
Bi vê şoreşa ziman, çand û civakbûyînê re, di demeke pir kin de pêşketinên gelek mezin derketine holê.
Li gorî vê yekê em dikarin bêjin ku gûhertinên mezin ên di demeke kin de rû dane, şoreş in. Gûhertinên ku li ser pêşketina civakê erênî bandor dikin, weke şoreş tên binavkirin. Şoreşa duyemîn a mirovahiyê jî ya çandinî û avakirina gundan e.
Gordon Chîlde ji vê şoreşê re dibêje, şoreşeke zanistî û teknîk. Ev jî şoreşa neolîtîk e. Ji ber şoreşa neolîtîk bi pêşengiya jinê çêbûye, Reber Apo dibêje ku ev şoreşa jinê ya yekemîn e. Ji ber ku jiyana civakî li ser xwezaya jinê hatiye avakirin. Di aborî, siyaset û tekiliyên civakî de rola jinê diyarker e.
Lê belê di dirokê de gelek caran guhertinên li dijî civakê jî çêbûne. Em ji van re dibejîn şoreşên dijber. Di salên 3500 yên Berî Zayînê de, pêşxistina pergala baviksalarî yek ji mînaka vê ye. Dewlet, çîn, koledarî û dagirkerî piştî vê pergalê derketiye holê.
Di sedsala dawî de jî, Weke Tevgera #Jinên Kurdistanê# ev demeke dirêj e em qala şoreşa jinê ya duyemîn dikin. #Şoreşa Rojava# weke şoreşa jinê tê penase kirin. Lê dema em dibêjin “şoreşa jinê” çi tê fêmkirin?
Reber Apo jî bersîva vê pirsê weha dide:
Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje.
Di dîrokê de gelek şoreş çebûne. Şorêşen felsefî, olî, çandî, çînî, yên gelên bindest hwd. Di nav van şoreşan de gelek jin jî cihê xwe girtine. Lê dema em dibêjin “şoreşa jinê”, wateya wê, tenê cîhgirtina jinan a di şoreşê de nîne.
Ji ber ku di dîrokê de berî niha jî di gelek şoreşan da jinan cihê xwe girtin. Lê dema ku şoreş pêk hat, ji jinan re hate gotin ku dîsa vegerin malên xwe û tevî ked û hewldanên wan, di statûya jinê ya civakê de ti guhertin çênebû. Yek ji sedema bingehîn a rêxistinbûna xweser ya tevgerên jin jî ev bû. Tekoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadiyê ev nezikî 300 sal e xweser tê meşandin.
Li hemû dinyayê bandoreke mezin çekiriye û ji bo jinan gelek destkeftî afirandiye. Lê hin jî em nikarin van pêşketinana weke şoreşa jinê bi nav bikin. Ji bo ku têkoşîna jina Kurd bi vî rengî encam nebe, Reber Apo hîn di salên 90´î de destnîşankir ku divê Şoreşa Kurdistanê weke şoreşeke civakî û şoreşa jinê pêk were.
Ji ber vê yekê dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku tekoşîna azadiya Kurdistanê di çarçoveya azadiya jinê de pêşketinên gelekî mezin afirandine. Bi şoreşa Rojava re ev gihaşt asta herî bilind û li cihanê deng veda. Rêxistinbûna jinê ya di qada leşkerî, sîyasî, civakî û sazîbûyînê de û pergala hevserokatiyê di encama van peşketinan de derket holê.
Lê ev pêşketinên ku heta niha bi têkoşîna jinê hatine afirandin, ma têr dikin? Ango li gorî van gavên hatine avêtin, ma em dikarin bejin ku me şoreşa jinê çêkiriye? Bersivê vê pirsê girîngin. Ji ber kû nerîna me de şoreş pevajoyeke û her daîm dewam dike. Nirxên azadî çiqas din av civakê de cih dibin, dibin çand û axlaq vê demê şoreş evqas mayînde dibe.
Şoreşa jinê di heman demê de şoreşa civakê jî ava dike. Li Rojava jî şoreşa jinê di çanda civakê û di warê azadiyê de guhertinên bingehîn ava kirine.Ji ber vê yekê şoreşa jinê di heman demê de şoreşa civakêye. Azadiyê jinê di nav civakê de weke çand û exlaqê bi cîh bûye.
Rêber Apo armanca şoreşa jinê li gorî van xalên sereke pênase dike:
• Li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber,
• Li dijî têgihiştina tecawizkar a bîstûçar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin.
• Divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. İradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin.
• Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê.
• Divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure.
Ji bo bihêzkirin û mîsogerkirina şoreşa jinê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Jineolojiyê jî. Ji ber kû her şoreş pişta xwe dide zanisteke civakî. Jineolojî jî xwe weke zanista şoreşa jinê penase dike.
Kar û barên kû Jineolojî dimeşîne ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin. Ji bo vê jineolojî mijarên xwe ye lekolînê li gor pewîstiyên şoreşa jinê diyar dike.
Bi lekolînên civakî pirsgirek û pêşketinên civakî tahlil dike û encamên vê civakê re parve dike. Heman demê sazî û kesen kû ji bo şoreşê kar dikin re proje û lekolînên hewpar çedike. Saziyên jin û bi giştî kesên kû ji bo şoreşê kar dikin li van lekolînan sûd verdirin. Armanca lekolînan çareserkirina pirsgirekan, bihêz kirina civakê û derxistina heqîqete esase.[1]
Zozan Sîma