BILA KONSPIROLOGI JI KONSPIROLOGIYE RA BIMINE LE DIVE NEYE JIBIRKIRIN KU KESEKI ZANIST BETAL NEKIRYE
Aziz Mamoyan
Website Dirokurd, 2021
Van demên dawîyê xwendevanên me jêderka (link) nivîseke di întêrnêtê da ji me r’a şandibûn û t’ika kiribûn, ku em wê şirove bikin, an jî, wê çêtir bibûya, ewana nivîsîbû, eger me ew li ser r’ûpelên r’ojnameya xwe biweşanda, helbet, eger em wê hêja bibînin. Ew gotar a K. Îsayêv bû, ya bi sernivîsa “Silavî û k’urd: gelên bi dîroka hevbeş û mak-zamianê giştî ne! K’a, em binihêrin”. Piştî ku endamên şêwra r’êdaktsîonê ew nivîs xwendin, r’êzek pirsan r’û dan, û dijwar bû, biryarekê bigirin, k’a ji wir û pêva çi bikin: ew tiştek e, dema mirov bi xwesteka xwe di întêrnêtê da nivîsekê diweşîne, lê lap tiştekî dinê ye, eger mirov heman nivîsê li ser r’ûp’elên r’ojnameyê biweşne. Lewra jî biryar hete dayîn, ku dê çêtir be, ji bo vê pirsê bi pisporan bişêwirin. Ji bo wê em berbirî zimanzan Ezîz ê Cewo Mamoyan bûn, ku ew nêrîna xwe ji bo wê nivîsê bide. Mamosta Ezîz ê Cewo xudanê berhema znistî ya “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” ye. Û di vê p’irtûka mamosta da wisa jî di derbarê vê mijarê da nirxandin hene . R’êzdar Ezîz ê Cewo t’ikaya me p’ejirand, û piştî demekê nirxandineke balk’êş di derbarê vê mijarê da ji me r’a şand, a ku me bi spasdarî wergirt û pêşkêşî bala xwendevanên xwe dikin.
[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=438802&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: BILA KONSPIROLOGI JI KONSPIROLOGIYE RA BIMINE LE DIVE NEYE JIBIRKIRIN KU KESEKI ZANIST BETAL NEKIRYE=KTML_Link_External_End=