Rêxistina Mafên Mirovan a herêma #Cizîr#ê di salvegera 3’yemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên #Serêkaniyê# û #Girê Spî# yên dagirkirî de bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku êrişên xwe bi dawî bike.
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya salvegera 3’yemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî daxuyaniyek da.
Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma bi beşdariya endamên rêxistinê, saziyên civaka sivîl, Meclisa Edaleta Civakî, navenda lêkolînan, Parastina Mafên Jinan daxuyanîî li pêş avahiya Komseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yê li taxa Siyahî ya Qamişloyê xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Mîna îro, di 9’ê Cotmeha 2019’an de saet di 16:00’an de, dewleta Tirk a dagirekr bi bejahî û asîmanî tevî komên xwe yên çekdar êriş Serêkaniyê kir, herêm û gundewarên wê dagir kirin. Ji ber wê hemû cureyên çekan û çekên qedexekirî bi kar anîn.”
Rêxistinê di daxuyaniyê de got dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, ne tenê sûcekî dagirkirinê ku sûcekî navneteweyî ye pêk anî, lê belê sûcên dijminane, sûcên dermirovahî û guhartina demografîk pêk anîn.
Rêxistinê her wiha ev tişt gotin: Em Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê piştî 3 sal di ser dagirkirina parçeyên nû ji xaka Sûriyê li Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bûn û gefên êrişên nû û dagirkirinên zêde hene, bang li NY’yê, endamên Konseya Ewlehiyê yên Daîm, hemû destek û saziyê navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin ku zexteke cidî û aktîf li hikumeta dewleta Tirk ji bo van xalan bikin:
-Êrişên xwe yên bênavber li ser bakurê Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bidawîkirin.
-Bêyî qeyd û şert, hêzên dewlet Tirk û komên wê yên çekdar bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûrî ji tevahî xakên Sûriyê yên dagir kirine vekişin.
-Zext li hikumeta Tirkiyê were kirin ku gefên bênavber ên êrişên nû li ser xaka Sûriyê û êrişên bênavber bi dawî bike.
-Çarenûsa revandî û girtiyên li gel hêzên dewleta Tirk û komên çekdar were eşkerekirin û bêyî şert werin berdan, hemû welatiyên sûrî yên sivîl û leşker ku veguhastina xaka Tirkiyê û yên hatine darizandin û hin jî cezayên muebedê lê hatine birîn werin vegerandin.
-Komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî û serbixwe bi çavdêriya NY’yê were avakirin ku hemû binpêkirin û sûcên ji destpêka êrişên dewleta Tirk û heta niha ve werin eşkere kirin, her wiha berpirsên sûc pêk anîne werin darizandin.
-Bang li rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê û qurbaniyên êrişan were kirin û dosyayên sûcdaran hildin dadgehên sûcên navneteweyî. Hevkarî bi gelên herêmê re ji bo bidawîkirina xeteriyên siyaseta dewleta Tirk ên koçberkirina şêniyên resen were kirin. Da ku li hember hewlên wê yên guhartina demografîk were sekinandin. Ji ber dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yên etnîkî û nijadperestî ya ji bo têkirina aştiya şêniyan li welat bi rêya avakirina projeya xwe ya niştecihbûnê ku di bin bangê vegera koçberan de pêk tîne van kiryar û sûcan dike.
ANHA [1]